"Ji
Bo Pirsa Kurd Çareseriya Federal.."
Axaftina Kemal Burkay, Sekriterê
Giþtî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan di 31'ê Gulanê,
sala 2000, di civîna ku li ser pirsa kurd û li Parlamena Fransê
çêdibe.
Hevalên delal,
Berî hertiþtî, ji bona vê civîna ku di bin banê Parlamena
Fransê da çêdibe ji hemû dostên me yên Fransî ra spas dikim
ku para wan di avakirina vê civînê da heye. Dîsa, slavên xwe
li hevalê delal Jean Luc Bennahmiaþ ku vê civînê îdare dike,
her usa jî li we hemûyan dikim, ku wek panelîst û wek guhdar
li vê civînê beþdar in.
Ez sîyasetvanekî Kurd im ku va ye 20 salê xwe yê dawî li
der welat, di nefîyê da derbaz dikim. Ez berî derba eskerî
ya 12 Îlona sala 1980 ji welat derketim û piþtî derbê êdî
min ne karî vegerim. Sazûmana Tirkîyê a zordest ew firsend
ne da me.
Me wek Partîya Sosyalîst, ji destpêkê vir da kar û xebata
xwe bi rê-olaxên aþtîxwaz meþandîye û xwestîye ku pirsa Kurd
bi rîya danustandinê çareser be. Lê dewleta Tirk dîsa jî,
tucar rê û firsend ne da me û partîyên wek me, bi awayekî
giþtî rê ne da gelê Kurd, ku bikaribe kar û xebata xwe bi
serbestî bike, di warê sîyasetê da cîyê xwe bigre. Dewleta
Tirk tucar azadîya ramanî û rêxistinî ne da me. Daxwazên Kurdan
ji bo heq û azadîyê wek curm nîþan da, ne hiþt li ser pirsa
Kurd axaftin çêbe. Heya komeleyên me yên çandî jî qedexe kir,
wek curmeke mezin, "parçekirina welat û millet" nîþan da û
cezayên giran dayê.
Ger ez piþtî bîst salan hîn jî li xerîbîyê û nefîyê me, sebep
ev e. Ger, beþek ji tevgera Kurd -herçiqas me þaþ dît û dij
derketin- dest avête silahan, sebep dîsa ev e.
Hûn van tiþtan hemû dizanin û ne hewce ye dûr û dirêj li
ser bisekinim.
Tirkîye, tevî dema Osmanîyan, ev e du sed sal e ku bi pirsa
Kurd dijî. Tenê di dema Komara Tirkîyê da bi dehan serhildanên
Kurdan çêbûn. Bedêla bûyerên van 15-20 salên dawî jî him ji
bo Kurdan, him jî bo Tirkan gelek giran bû. Kurdistan di þerê
qirêj da ser û bin bû. 35-40 hezar însanê me jîyana xwe windakir.
4 mîlyon Kurd koçber bû. Tirkîye ku di warê aborî da rewþa
xwe ne baþ e û heyîya xwe ya salane serê merivekî 3000 dolar
e, ji 100 mîlyar dolarî zêdetir bo þerê Kurdan serf kir. Di
rûbarî vî þerî da hatina tûrîzmê gelek kêm bû. Aborîya Kurdistanê
jî ji xwe, berî hemûyan çandinî û pez xudîkirin hema tu bêje
nema.
Di rûbarî vî þerê qirêj da Tirkîye bû warê xirabî û terorê.
Rêxistinên curmkar, berî hemûyan jî ticareta esrar û eroyînê,
tewna xwe li çarkoþeyê welat darxistin. Dewlet bi xwe bû wek
rêxistineke curmkar, wek çete.
Dîsa jî dewleta Tirk dibêje ku pirsa Kurd tune!
Van çend salên dawî li ser pirsa Kurd li bajarên Ewrûpa û
Amêrîka bi dehan civîn û konferans çêbûn. Ez jî tevî hinekan
bûm. Ez dizanim ku dostên me yên Ewrûpî dixwazin ku ev pirs
bi rê-olaxên aþtîxwaz û bi naskirina heq û azadîyên Kurdan
bê çareserkirin. Ev yek him ji bo Kurdan, him jî bo Tirkan
baþ e.
Lê mixabin, himber ewqas bedêleke giran ku Kurdan û Tirkan
da û digel kar û xebata dost û hevalên me yên li çarkoþeyê
dinyayê, dîsa pirs li cîyê xwe ye. Em dîsa civînan çêdikin
û li rê-olaxên çareserîyê digerin.
Ev pirs ger heya îro çareser ne bûye, ger ji bo aþtîyê gav
ne hatîye avêtin, berpirsîyarîya vê yekê helwestê dewleta
Tirk e. Dewleta Tirk pirsa Kurd înkar dike û ji rastîyê direve.
Dewleta Tirk bi salan hewlda ku bi rîya zor û zulmê, bi tirsê
daxwazên Kurdan ji bo heq û azadîyê bitemirîne, zmanê Kurd
û çanda Kurd winda bike û Kurdan bihelîne bike Tirk, bi vî
awayî ji pirsa Kurd xilas be. Ew rê þaþ bû û tu netîce ne
da. Ev kiryarên hovane ne gor vî zemanî ne û dinya alem wan
baþ nabîne. Lê çiqas ecêb e ku, himber ewqas êþ, zirar-zîyan
û tecrube jî, sazûmana Tirk di destpêka 2000'î da hîn jî vê
edet usûlê xirab dicêribîne.
Hevalên delal,
Eþkere ye ku, pirsa Kurd pirseke netewî ye, pirsa milletekî
ye. Kurd li Rojhilata Navîn, li ser axa xwe, li welatê
xwe dijîn ku navê xwe Kurdistan e, koka wan digehîje hezaran
sal berê, xudan zman û çandeke dewlemend in û nifûsa wan tevî
Kurdên derdorê digihîje 40 mîlyonî. Kurd ne hindikahî ne,
ne grûbeke koçer û xerîb in. Divê çareserî jî gor vê rastîyê
be.
Heqê çareserîyê çawa ji bo hemû milletan heqekî bingehîn
e, her usa jî bo Kurdan jî heqekî rewa ye. Ev heq, çawa ji
bo Slowenan, Hirwatan, Bosnîyan, Çaçanan, Kosowîyan heq e,
bo Kurdan jî usa heq e.
Tirkîyê bakûrê Qibrisê dagirt û li wir, ji bo sed hezar Tirkê
qibrisê, ku nifûsa wan di pêncan da yekê vê giravê ye, dewleteke
de fakto çêkir; nuha ji bo wan federasyonê jî kêm dibîne û
konfederasyonê dixwaze. Lê di nav sînorên xwe da naxwaze ji
20 mîlyon Kurd ra heya heqê hindikahî jî nasbike, ku li sar
axa xwe, ango li Kurdistanê qasî sedî da 90 piranî ne. Eva
çi aqil e, çi sîyaset e?
Helbet, heq tiþtek e, karanîna wî heqî tiþtekî din e. Ew
girêdayî hêza herdu alîyan e. Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan
di vî warî da realîst in. Em dizanin ku li heremê guhartina
sînoran gelek zehmet e. Raya me ew e ku bê guhartina sînoran
jî pirsa Kurd dikare çareser be. Gelê Kurd dikare li Tirkîyê,
li Iran, Îraq û Sûrîyê, li ser bingeha wekhevîyê, bi çareserîyeke
vî rengî, dikare bi gelên dinê ra li gel hev di nav aþitîyê
da bijî. S¸iklê çareserîyê gor rewþa van welatan û gor
daxwaza gelê Kurd dikare bibe federasyon yan jî xwemuxtarî.
Li dinyayê gelek nimûne hene. Li piranîya welatên Ewrûpa sazîyeke
federal heye. DYA (Amêrîka), Kanada, Elmanya, Rusîya, Çîn
û Hidistan federal in.
Me, wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan, ta jî destpêkê heya
îro, di bernama xwe da cî da çareserîyeke federalî û giranî
da wê. Bi raya me, çareserîya bi vî þiklî gor Tirkîyê baþtir
e, ku di warê etnîkî da rengrengî ye. Federasyoneke Kurd û
Tirk li vî welatî dibe. Kurdistana Bakûr, bi firehîya xwe
sisêyan da yekê temamîya Tirkîyê ye. Nîsbeta nifûsa Kurdan
jî usa ye, ango sisêyan da yek e.
Ji bo Tirkîyê çareserîyeke federalî di pirsa Kurd da, çareserîyeke
baþ e û dikare vê pirsê ji rojewê derxe, dawîya êþ û zirara
herdu gelan bîne, aþitîyê bîne welat û wê bike rîya demokratîyê
û pêþveçûnê.
Wekî din çareserî nabe. Ger ew neheqî, zulm û zordestî berdewam
be, ew þer û dijberî jî wê her bimîne. Ji vê yekê jî ne tênê
Kurd, lê Tirk jî wê zirarê bibînin û bîlesewe waxt winda bikin.
Hin kes dibêjin ku beþek ji nifûsa Kurdan koç kirîye çûye
Rojavayê Tirkîyê û di metropolan da cîwar bûye ku, ev yek
dibe asteng li pêþ çareserîyeke federal. Lê bi rastî ev yek
tucar ne asteng e. Rewþeke han li gelek welatên dinê jî heye
ku xudan sazîyeke federal in. Kurd îro li ser axa xwe, ango
li Kurdistanê, ku Tirk jê ra dibêjin "Heremên Rojhilat û Rojhilata
Baþûrê Anadolê" piranî ne. Sînorê Kurdistana federe dikare
vê mintiqê bigre nav xwe. Kurdên rojava (li Tirkîyê) û Tirkên
rojhilat (li Kurdistanê) û herçî xelkên dinê yên hindikahî
jî dikarin heqên çandî bi kar bînin, bi zmanê xwe bixwînin,
xwedî weþan, rojname û têlewîzyon bin.
Bi raya min Belçîka nimûneyeke baþ e. Pirsa Kurd, mîna pirsa
Kebekê li Kanada jî dikare çareser be. Tiþtê mihîm ew e ku
sîyaseta zor û zulmê êdî bighê dawî û rîya dîyalog û aþitîyê
vebe. Hingê meriv dikare li hev bê.
Helbet, çareserîyeke han di demeke kurt da, di rojekê da
nabe. Berî hertiþtî divê di navbera herdu alîyan da danustandinek
dest pê bike û di vî warî da gavên baþ bêne avêtin. Em, wek
Partîya Sosyalîst a Kurdistan bi salan e, bi serê xwe û tevî
rêxistinên Kurd yên dinê ji danustandinê ra hazir in. Dewleta
Tirk dikare bi me ra rûne, yan jî bi xwe hin gavan bavêje.
Di vê qonaxê da gavên ku em dixwazin bêne avêtin ev in:
Divê Dewleta Tirk operasyonên xwe yên li Kurdîstanê
bisekinîne. (Heya duh þerê PKK dikir mane; lê îro PKK þer
bi yekalî sekinandîye. Hingê bo dewleta Tirk jî êdî sebep
tune ku operasyonên xwe bimeþîne.)
Divê rewþa taybetî li Kurdastanê êdî bi temamî bê rakirin;
rêxistinên wek tîmên taybetî û parêzgerên gundan êdî bên belavkirin.
Kurdên ku di van 15 salên dawî da hatin nefîkirin
yan jî mecbûr man koç kirin, bila bikaribin bi serbestî vegerin
ser axa xwe û zirar-zîyanên wan bila bê dan. ·
Ji bo sîyasîyên girtî efeke giþtî bila derkeve.
Qanûna Bigehîn a heyî bila bê guhartin, yeke
teze û demokratîk bila derkeve û tê da heq û hebûna Kurdan
bila bê naskirin.
Bila azadîya ramanî û rêxistinî bi her awayî pêk bê;
partîya me jî di nav da, hemû partîyên Kurdan bila bikaribin
gor bernameyên xwe bi serbestî kar bikin.
Divê zulm û zordestîya ser zman û çanda Kurd
bighê dawî; xwendin û heqê çapemenî û weþanî jî di nav da,
divê zmanê Kurdî di hemû warên sîyasî û civakî da bi serbestî
bi kar bê.
Lê mixabin, berpirsîyarên dewlet û hukumeta Tirk heya
îro paç kirin guhê xwe û ev pêþnîyarên me ji bo aþitî û danustandinê
wekî ne bihîstin. Serda jî dewleta Tirk, piþtî ku Ocalan bi
dest xist, gelek pozpilind e, wekî þerekî mezin qezenc kirîye
û êdî dawîya pirsa Kurd anîye.. Lê pirsa Kurd ne pirsa kesekî
û rêxistinekê ye. Berî PKK jî li Kurdistanê rêxistinên sîyasî
hebûn û îro jî hene. Heya ku ev pirs li ser bingehê dadî û
wekhevîyê çareser nebe, berxwedana milletê Kurd jî wê berdewam
be.
Hevalên delal,
Tirkîye nuha hazirîya xwe dike ku bikeve Yekitîya Ewrûpa.
Bona vê yekê jî divê xwe biguharîne. Çareserkirina pirsa Kurd
jî beþek ji vê guhartinê ye. Ger S¸ertên Kopenhagê bi
cî bîne, ew jî, herçiqas nabe bedêla hemû daxwazên Kurd, lê
dîsa ji bo çareserîya vê pirsê dibe gaveke baþ, aþitîyê tîne
welat û rewþ baþtir dike ji bo çareserîyeke têkûz.
Lê belê, nîyeta Dewleta Tirk heye ku gavên hanê
bavêje? Civaka Tirk ji vî tiþtî ra hazir e? Va ye, ji ser
civîna Helsînkîyê pênc mehî zêde derbaz bûn, lê mixabin tiþtên
ku li Tirkîyê çêbûn, nîþan nade ku nîyet û hazirîyeke han
heye. Ew kesê ku guhartinê naxwazin, li Tirkîyê gelek bi hêz
in. Kevneperest di hukumetê da, di parlamenê da, di nav refên
leþker û burokrasîya dewletê da gelek xurt in. Rewþa çand
û çapemenîya vî welatî jî ne baþtir e.
Li Tirkîyê þovinî, heya nijadperestî gelek xurt
e. Dewleta Tirk bi salan, bi navê "parastina yekitîya welat
û millet" di nav gelan da tovê dijminahîyê geþ kirin. Ew þerê
qirêj ku dijî Kurdan 16 sal e berdewam e, mîlîtarîzm gelek
xurt kir. Sazûmana Tirk kelemçeyên xwe bi destê xwe çêkirin.
Komara Tirkîyê di sala 1923 da bi Peymana Lozanê avabû.
Lê ew tiþtên ku di vê peymanê da hatibûn nivîsandin jî, ji
bo Kurdan tenê li ser kaxizê man. Wek nimûne, di bendê vê
peymanê ya 39'an da tê gotin ku, hemû welatîyên Tirkîyê dikarin
zmanê xwe li hemû warên jîyanê bi serbestî karbînin; lê Dewleta
Tirk Kurdî di hemû waran da qedexe kir!
Dewleta Tirk endamê Yekitîya Milletan e; lê ew heq û azadîyên
ku li beyana Yekitîya Milletan da hatîye nivîsandin, li Tirkîyê
bi kar nayên.
Tirkîye wek endamê NATO'yê, goya parçek ji demokratîya Rojava
baya. Lê vê endametîyê têr ne kir ku demokratîya Tirkîyê li
tiþtekî biçe û ne karî pêþî li sê derbên eskerî bigre, ku
heya ji vê demokrasîya çepeçûlkî ra jî dîyax ne kirin.. Serda
jî Amêrîkê û hin welatên NATO yên dinê piþtgirîya van derbên
eskerî kirin.
Dewleta Tirk endamê Konseya Ewrûpê ye, lê gor pêwistîyên
wê jî nake.
Tirkîye endamê Rêxistina Parastin û Hevkarîyê ya Ewrupa (RPHE)
ye. Lê herçiqas Tirkîyê peymana RPHE mor kir jî, di vî welatî
da tiþtek ne guharî; eza û teda berdewam e, di warê mafên
mirovî da tu guhartineke baþ ne bû. Ev tiþtên ku peymana RPHE
da hatine nivîsandin ji bo Kurdan li ser kaxizê man. Heqê
Kurdan di vê demê da zêdetir paymal bû.
Usa xuya ye ku, Dewleta Tirk li Yekitîya Ewrupê jî bi vî
çavî dinihêre. Dixwaze carê ji dêrî derbaz be, piþtî wê ya
xwe bike. Ew tiþtên ku piþtî civîna Helsînkîyê li Tirkîyê
diqewimin, nîþan didin ku Dewleta Tirk sîyaseta xwe ya di
derheqa Kurdan da tu guhartin ne kirîye. Heya hin tiþt ber
bi xirabîyê diçin. Wek nimûne, zulm û zordestîya ser çapemenîya
Kurd ji berê girantir bûye. Hukumetê biryareke teze girt ku,
hin weþanên ku li Istembolê dertên, di nava wan da rojnama
hefteyî Roja Teze û kovara Deng jî heye, êdî nehêle
bikevin Kurdistanê.
Dewleta Tirk îro jî dibêje pirsa Kurd tune û tiþtê
heyî jî dixwaze di nav çarçuveya mafên þexsî da nîþan de.
Berdevikên Dewleta Tirk yên fermî û ne fermî ji nuha va eþkere
dikin ku nîyeta wan tune bi zmanê Kurdî mekteban vekin, yan
jî heqê radyo û têlewîzyonê bidin. Her usa jî dilê wan tune
ku bihêlin Kurd sazîyên han bi destê xwe çêkin. Hinên wan,
pir pir dibêjin, "Kurd wê bikaribin dersdarekî kirê bikin,
da ku zmanê Kurdî hînî zarokên wan bike." Lê ne wek mekteb,
herkesek bi serê xwe.. Rojname, kovar û kitêben Kurdî jî goya
serbest bin; lê ne bi rastî, dewlet dîsa hertiþtê eþkere û
dizî wê bike û pêþî li wan bigre. Mehkeme biryarên destdanîna
ser wan wê bigrin, cezayên giran bidine wan, polêz wê nehêle
ew bigihîjin destê xwendevanan. Ger bi wê jî ne bû, wana bi
tevayî bigrin. Nuha rewþ usa ye.
Asoyê karbidestên Tirk di pirsa Kurd da usa teng e. Ger em
bi kurtî bêjin, îro jî dilê wan tune ku pirsa Kurd gor pîvanên
medenî û himçax çareser bikin; lê ew dixwazin Kurdan ji ortê
hilînin. Sîyaseta wan ev e.
S¸ik tune ku Dewleta Tirk wê cehd bike usûl û
qeydeyên Yekitîya Ewrûpê jî ji hev bixe. Lê Ewrûpa ji van
usûl û qeydeyan ra xwedî derkeve yan na, zeman wê nîþande..
Em Kurd, bi dil û can dixwazin ku Tirkîye bikeve nav
Yekitîya Ewrupê. Lê ne bi vî halî, ne bi çerxa eza û tedayê,
ne bi vê demokrasîya çepeçûlkî, ne bi van mafên mirovan li
bin lingan û ne bi van bîr û bawerîyên þovîn û nijadperest..
Ger Tirkîye dixwaze xwe gor Ewrûpê çê û hazir bike, divê ne
tenê di warê aborî da, her usa jî di warê sîyasî û çandî da,
di warê fikrî û ramanî da jî bi xurtî biguhare.
Em hêvî dikin ku hêzên demokrat û pêþverû li Tirkîyê,
bi alîkarîya navnetewî, bikaribin vê guhartinê pêk bînin.
Emê alîkarîya wan bikin.
Li alî din, usa xuyaye ku, çareserîya pirsa Kurd ji nah þunda
jî wê li ser milê Kurdan be, girêdayî kar û xebat û berxwedana
wan be. Li welatê me gotinek heye, dibêje: "Zarokê ku negîre,
jê ra çiçik tune.."
Kurdan bi sedan sal ji bo azadîyê ber xwe dan. Bila tu þik
nebe ku, ewê nah þunda jî ber xwe bidin.
|