PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Kurtexeber

Heziran 2000

Salek Heps Ji Bo Yilmaz Çamlibel

Zora dewleta Tirk naçe çeteyan, qetilkaran, bazirganên esrar û eroyînê, diz û talankerên mezin. Kesên han xurt in, þirîkên dewletê ne; heya meriv dikare bêje dewlet in. Tirkîyê ew îdare dikin. þûr û þeþar di destê wan da ye. Xezna millet di destê wan da ye..

Kes nikare ji wan bipirse û wan derxe pêþîya dadigehan. Dema derxe jî di demeke kurt da berat dikin.

Ew mezinê welat in. "welat û millet bi wan serbilind e!"

Lê zora dewleta Tirk, zora dozger (mideymomî) û dadger (hakim), zora polêz û cendirmeyên Tirk diçe feqîr fuqareyan, diçe zarokan, rewþenbîran… Di qereqol û qiþleyan da ew eza û teda dibînin. Di dadigehan da ew ceza dixwin û dikevin hepsan.

Nivîskar û rewþenbîrên ku ji ber nivîs û axaftinên xwe, an ji bo bîr û rayên xwe tên êþandin, tên girtin li vî welatî gelek in. Cezaya ku dane Serokê DBP (Partîya Demokratî û Aþitîyê) Yilmaz Çamlibel nimûneyek ji wan e.

Çamlibel heft sal berê li bajarê Kutahyayê, di civîneke li Komela Haqên Mirovî da qisekirîye û bona vê yekê di derheqa wî da dawe hatibû vekirin. Mehkemê vê dawîyê salek ceza da Çamlibel û mehkema bilind jî bi lez û bez ew tesdîq kir.

Xuya ye, dewleta Tirk ji DBP û ji serokê wê Çamlibel aciz e. Dixwaze bi rîya vê cezayê wî bavêje hundur û kar û xebata wî bide sekinandin.

Ev biryar jî nîþan dide ku dilê karbidestên Tirk tune ku ber bi demokratîyê biçin. Ew hovên berê ne, dijminê Kurdan in û dijminê bîr û bawerîyên pêþketî û demokratîk in.

Mehmed Axar û Eco

Mehmed Axar serokê polêz û wezîrê hundurê berê ye. Bi devê xwe got ku, "me xetera wê jî daye ber çavan û ji hezarî zêdetir operasyon çêkirîye!"

Di dema Axar da, bi rastî jî bi sedan û bi hezaran kesên sîyasî, welatparêz û rewþenbîrên Kurd, her usa jî Tirkên rewþenbîr û demokrat hatin kuþtin û curmkarên wan ne hatin dîdin. Ji ber ku li piþt wan dewlet hebû. Çawa Axar dibêje, ew operasyonên dewletê bûn.

Çeteyan meriv kuþtin, ticareta esrar û eroyînê kirin, di berika wan da pasên kesk û sor hebûn ku gelekê wan bi destê Axar hatibûn îmza û morkirin. Ew bi van pasan di navbera welatan da bi rehetî çûn hatin, karê xwe kirin. Kesên ku hatin girtin jî bi destê polêz û zabitan, ango bi destê MþT'ê ji zindanan hatin revandin. Yek ji wan M. Alî Axca bû..

Silahên ku di kuþtina gelek kesan da bi kar hatin, bi destê Axar belav bûbûn...

Ango Axar qasî çivîka nav niftê qirêj bû, qasî kujdarê hezar kesan gunekar bû.

Lê ev Axar çend roj berê di meclîsa Tirkan da, bi destê Komîsyona Lêgerînê "paqij " bû!. Ango gotin tu curmekî wî tune!

Axar bi dengên DYP, ANAP û DSP'îyan xilas kir, ji adaletî revî!

Gelo Adaleta Tirkan heye ku meriv bêje "jê revî"?..

Lê hûn ji serokê DSP'ê û serokwezîrê Tirkîyê Eco ra çi dibêjin ku navê wî derketîye wek kesekî "dirist?.."

Hela li vî diristî binêrin ku yekî wek Axar bi destê xwe paqij kir û ji adeletê revand?..

Em dizanin Eco çi derewîn e! Ewê ku milletê Kurd û heqê Kurdan ewqas înkar dike ma jî wî derewîntir kî heye?

Lê vê bûyerê jî nîþan da ku Eco ne dirist e. Yê ku ji wî ra dibêjin dirist sextekar in, derewînên ji wî mezintir in.

Dema dor hate Meclîsa "bilind", wê jî di deqekî da biryara komîsyonê testîq kir! Kesî hewce ne dît ku lî ser vê babetê qise bike.. Hemû partî û hemû mebûs bêdeng man.

Belê, mezinê vî welatî diz û haydût in û herkes ji wan ditirse, heya hukumet û parlamena Tirk jî di bin emrê wan da ye..

Ticarê Esrar û Eroyînê: TC

Gelek caran hat eþkerekirin ku esrar û eroyîna ku tê welatên Ewrûpa, di sedî da heyþtêya wê ji ser Tirkîyê derbaz dibe? Gelo, gava dewleta Tirk rê nede, evtiþt dibe?

Helbet nabe. Ne sirek bû ku li piþt vê ticaretê dewleta Tirk bi xwe hebû. Dewletê þerê dijî Kurdan bi van perê reþ bi rêva bir, ewqas silahên mezin bi van perê reþ dikire. Profesorên Tirk bi xwe gelek caran gotin ku, di vî karî da ji ser tirkîyê salê 100 mîlyar dolar dizivire, diçe û tê û qasî 20 mîlyarî li Tirkîyê dimîne.. Dewleta Tirk bo vî karî çete sazkirine, yan jî bi xwe bûye çete!

Evtiþt herkesekî zanibû; lê dewleta Tirk heya nuha înkar dikir. Lê li vê dawîyê, tiþtekî ecêb bû. Cîgirê Serokê MHP, þewket Bulent Yahnîcî, bi zmanekî gelek zelal evtiþt eþkere kir. Yahnîcî usa got:

"Di navbera Yuksekova û Marsîlyayê da bi buhayê 100 mîlyar dolarî eroyîn derbaz dibe. Evtiþt bi alîkarîya polêz dibe. Eroyîn bi tiran diçe û erebeyên polêz û kesên din wan diparêze û ji wan ra rê nîþan dide. Ev kar 20-25 sal e dibe. 15 Mîlyar dolar di nav welat da dimîne û parva dibe. Bona vê yekê jî MþT'a Tirk û hin dorhêlên din bûne du bend û þerê hevdu dikin…"

Yahnîcî navê polêz dide, lê "hin kes û dorhêlan" bi nav nake. Ew jî leþker e, ango zabit in, walî û qeymaqam in..

Eferim jî Yahnîcî ra. Ew ji partîyeke nijadperest û faþîst e û partîya wî di hukumetê da ye; lê wî dîsa jî rastî got. Bîlesewe ne gotine: "Camêran bikuje lê heqê wan jî bidîyê!"

Dozgerekî ku li hêla Entebê çend sal maye, dibêje, li Tirkîyê koalîsyoneke reþ heye ku ji qaçaxçîyan, ji polêz, dozger û dadgeran, ji sîyasî û burokratan (zabit, walî, qeymaqaman) pêk tê. Evana 50 sal e ku toyê eroyînê di nav xwe da parva dikin. Ji bona vê yekê jî naxwazin þer bisekine, li Kurdistanê rewþa taybetî rabe.

Nêvîyê aborîya Tirkîyê bê qeyd e. % 40'ê wê ji esrar-eroyînê tê.

Nuha hûn baþtir tê digihijin ku çima, li Tirkîyê general, polêz, gelek sîyasîyên þerxwaz naxwazin þer bisekine, aþitî çêbe û rewþa taybetî rabe. þer nanê wan e, ambara wan bi perê reþ tijî dibe.

Ser gotinên Yahnîcî, Ewrûpî, wekî ji xewê hiþyar bûne, nuha ji Tirkîyê dipirsin: "Ev çi mesele ye?"

Ewrûpî, Ewrûpî, ma hûn zarok in, ma hayê we tune ku dewleta Tirk bi salan e ticarîya vî karî dike?!. Hûn jî, Amêrîkî jî vê yekê ji me û ji Yahnîcî baþtir dizanin; lê yê we jî sîyaset e.. Hûn dostên xwe rûreþ nakin.. þik tune ku, MþT'ên we jî ji vî karî para xwe distînin û hin mesrefê xwe bi van peran dikin. Wek operasyonên CÎA'yê li þran û Nîkaragua…

Hukum Bê qeyd û þert Yê Generalan e!

Tirkîyê MGK îdare dike, MGK'ê jî general!

Vê dawîyê Tirkîye bû namzetê endametîya YA. Me jî, gelek kesê dinê jî gotin herhal Tirkîye, bêdil û giran be jî wê biguhure. Ji ber ku ewqas dil dike bikeve YA, divê hin guhartinan bike ber bi demokratîyê biçe û di pirsa Kurda da jî hin gavan bavêje..

Lê xuya ye, dilê hukumet û leþkerê Tirk tune ku di warê demokratîyê û di pirsa Kurd da gavên piçûk jî bavêje. Evyek ji rapora MGK xuyayî ye.

Wekî eyan e, MGK (Konseya Mîllî ya Ewlekarîyê) sazîyeke usa ne ku tê da serokdewlet, serokwezîr û çend wezîrê dinê, serokê MþT'ê û general cî digrin. Hejmara generalan ji sîwîlan zêdetir e. Sîwîl jî çiqas sîwîl in, ew jî pirseke din e. Ji ber ku Tirk, bi gotina wan bi xwe, "milletekî leþker"in; îþ û karê wan þer û pevçûn e…

Bi salan e Tirkîyê MGK îdare dike, di MGK da jî gotina generalan derbaz dibe.

Li ser pirsên mezin û piçûk, berê MGK raya xwe dibêje. Hukumet divê berî hertiþtî pêþnîyarên MGK bigre rojewa xwe û çi lazim e bike. Heya nuha kesî ne dîtîye ku hukumet ji pêþnîyareke MGK ra bêje na. Evtiþt nebûye û nabe; ne usa, genaral roja dinê dikarin dest daynin ser hukum!.

Ango MGK li ser hukumetê ye, li ser parlamenê ye, li ser hertiþtî ye!

Milletê Tirk milletekî leþker e û dewleta Tirk jî dewleteke eskerî ye.

Gor qeyde û qanûnên YA sazîyeke wek MGK nabe. Ew bi demokratîyê ra li hev nayê.

Bona vê yekê jî, yek ji pêþnîyarên YA jî, ne ranekirin, lê kêmkirina rol û tesîra MGK'ê ye. Lê xuya bû ku general ji vî tiþtî ra ne razî ne!

General ji qebûlkirina nasnama Kurdî ra ne razîne!

General ji têlewîzyona Kurdî ra ne razî ne!

Di qanûna Esasî da bendek heye ku zmanan (armanc Kurdî ye) qedexe dike; genaral ji guhartina wê ne razî ne!

General ji gelek tiþtan ra ne razî ne!

Di rapora MGK da hatîye gotin ku Tirkîye nikare van guhartinan bike, Krîterên Kopenhagê bi cî bîne; ew kiras li Tirkîyê nabe!

Hingê wê çibe? Sîyasetvanên bê þexsîyet, tirsonek û xulam dikarin ji generalan ra bêjin na? Na, nikarin bêjin!..

Baþ e, gel li kuderê ye? Ew xuya nake, gel li meydanê tune!.. Li vî welatî esker "paþa" ye û gel "qûl"ê wan e.

Xuya ye ji vî hevîrî ra hîn gelek av divê..

Me yê bigota: Madem usa ye, bila sîyasetvan hemû kar û hukim bidine destê generalan, û rasterast ew hertiþtî îdare bikin. Bila di serê qanûna esasî da bê nivîsandin ku:

"Hukum bê qeyd û þert yê generalan e!"

Lê ne hewce ye ku em bêjin, ji xwe usa ye…

Zarokên Kûçeyên þstembolê Kurd in..

Kûçeyên þstembolê ji zû va bûne wek kûçeyên Rîo, tê da bi dehhezaran zarokên bê xwedî dikelin.

Rojnameyan nivîsandin ku nêvîyê wan di van 2-3 salên dawî da ji Kurdistanê hatine.. Ango ew zarokê Kurdan in ku ji ber zulma dewleta Tirk cî-warên xwe berdane, ji welatê xwe revîne, li þstembolê bêmal, bettal û belengaz bûne..

Belê nîvê wan di du-sê salê dawî da hatine, lê nîvê dinê?.. Xuya ye piranîya wan jî jî dîsa zarokên Kurdan in û berî wê hatine. Ji ber ku di van 10-15 salên dawî da Kurdistan bi destê dewleta Tirk ser û bin bû, 4000 gund hatin walakirin û Kurd, ji bo xilaskirina canê xwe ji welatê xwe direvin… Gelek ji wan diçin þstembolê, þzmîrê, Bursayê, Edenê û bajarên dinê.

Ev zarok, ji heft salî bigir heya çardeh-panzdeh salî, di kûçeyan da destmalên kaxiz û benîþtê difroþin, solan boyax dikin, camên tomafîlan paqij dikin, bi vî awayî nanê xwe derdixin, alîkarîya malbata xwe dikin.

Belê zarokên kûçeyan li þstembolê Kurd in. Zarokên ku li kûçeyên þamê, Bêyrûtê solan boyax dikin jî Kurd in.. Em xwe dizanin nizanin, hemalên þstembolê jî Kurd in, yên þam û Bêyrûtê jî. Herhal li Bexda û Tehranê jî usa ye..

Ev jî trajedîya me Kurdan e. Welatê me li Rojhilata Navîn welatê herî dewlemend e, lê em ji ber zulma dagirkeran koçber bûne, bi rîyan ketine, li welatên xelkê þerpeze bûne..

Ma evtiþt heqe rewa ye?..

Tirkîye: Di Warê Pêþveçûnê da welatê 79'an..

Adet usûlê Tirkan e, gelek pesna xwe didin. Demirelê gerdenga dema devê xwe vedike, dibêje: "Boyyîk Turkîye!" Ecoyê qirok jî tim dibêje "Guçlî Turkîye!"

Ango Silo dibêje Tirkîye mezin e, Eco jî dibêje Tirkîye xurt e.

Sazîya bi navê UNDP (Bernama Peþveçûnê ya Milletên Yekbûyî) çend roj berê rewþa welat û milletan da xuyakirin, ka çiqas pêþva çûne, çiqas paþva mane..

Bi vî awayî xuya bû ku Tirkîye çiqas mezin e û çiqas xurt e.

Tirkîye di warê pêþveçûnê da di dinyayê da welatê 75'an e! Ango heya piþtî Kuba, Kosta Rîka û Uruguayê tê..

Di navbera welatên OECD da Tirkîye ya herî dawî ye..

Di warê peþveçûnê da Kanada, Norwêç, DYA (USA), Swêd, Holanda, Japonya, li pêþ in.

Pêþveçûn çi ye: Di warê aborî da, çandî da, di warê zanîn û teknîkê da çiqas pêþta çûyî?.

Eþkere ye ku di vî warî da Tirkîye di nav feqîr û belangazan da ye.

Lê di gelek tiþtan da jî Tirkîye li pêþîya hemûyan e: Wek serhiþkî, derew, bertîl, zulm û teda, eza û cefa kirin, kuþtin, neheqî, mafya, nijadperestî, þovinîzm, mîlîtarîzm…

Divê meriv heqê Tirkan jî nexwe!

Nêmetên Bazara Serbest..

Sazîya Yekitîya Milletan, UNDP dîsa eþkere dike ku di dinyayê da 200 kesê dewlemend xudîyê zêdeyî trîlyon dolarî ne. (Malum e, trîlyonek 1000 mîlyar e.)

Li alîyê din, xelkê 43 welatên feqîr, ku hejmara wan 582 mîlyon e, tenê xwedîyê 146 mîlyar dolarî ne.

Di dinyayê da qezenca 1,2 mîlyar kesan roje ji dolarekî kêmtir e.

Di dinyayê da 100 mîlyon zarok bêmal in, di kûçe û kolanan da dijîn.

Rojê 30 hezar zarok dimirin, ji ber nexweþîyên ku dermanê wan heye.

Di van 10 salên dawî da 50 mîlyon kesan ji ber þer û berberîyan mala xwe terk kirin.

þro li dinyayê 10 mîlyon penaber (multecî) heye.

Di 10 salên dawî da 5 mîlyon kes di þerên nav welatan da mirin, 6 mîlyon kes jî seqet bûn.

Di parlamenên dinyayê da hejmara jinan sedî 14 ye.

Evana hemû dîdemên dinyaya himçax in, nêmet in "bazara serbest" in!

Belê, bazara serbest, ango kapîtalîzm sazîyeke ewqas delal e, dinyaye ke usa li ber me çêkirîye, usa adil e, pirsan usa baþ çareser dike û wê hîn jî bike!..

Pesinker çiqas pesna wê bidin heqê wan e!

 
PSK Bulten © 2001