PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Kurtexeber

Tîrmeh 2000

Fermana APO: "Cezayê Herî Giran Bidinê!"

Çawa hûn xwendevanên delal jî zanin, di meha Gulanê da grûbek ji gerîllayên PKK, ku ji sîyaseta dawî aciz bûn, ji PKK veqetîyan û çûn cem Yekitî (YNK).

PKK ji vê yekê gelek aciz bû. Berî hemûyan jî serokê wê Ocalan, ku di destê Tirkan da mehkûmê ceza dardakirinê ye, lê di nav çar dîwarên cizîra _mralîyê da jî partîya xwe rehet rehet îdare dike!.. Tirk jî bi rastî jê ra çiqas baþ in! Hin dibêjin têlsiz danê. Hin dibêjin, têlefona destan danê.. Lê ew jî nebe, xwedê ji Awûqatên wî razîbe, her hefte tên diçin û emir û fermanên wî digihînin hevalan, digihînin rojname û têlevîzyonan, digihînin "PPK Baþkanlik Konseyî" (Lîcna Sereke ya PKK) û bersîvên wan jî vedigerînin...

Mesajeke, ango Fermaneke Apo bi vî cureyî di meha Heziranê da di kovara PKK "Serwebûn"ê da derket.

Mesaj dirêj e û wek mesajên wî yên dinê li ser gelek tiþtan e. Apo di derheqa wan kesên "revîyayî" da qise dike û ji bo vê yekê YNK gunekar dike. Dibêje: "Eva senetê YNK yê berê ye, dixwaze komikekê çêke û bi xwe va girêde." Bo hevalên xwe yên veqetî jî usa dibêje:

"Evana çete ne. Di rewþa þer da curmê wan giran e. Divê cezayê herî giran bidine wan..."

"Cezayê herî giran" helbet kuþtin e; ango Apo kuþtina wan kesan dixwaze..

çi ecêbeke giran! Bi xwe li ber bend û sêpîyê sekinîye, dinya alem hewl dide wî ji mirinê xilas ke, lê ew bi dil û can kuþtina hevalên xwe yê berê dixwaze...

Xuya ye, Apo ji xwînê têr ne bûye. Gotina pêþîyan e: "Heya can lê hebe, xû ew xû be.."

Dozgerê Tirk çima Dest Danî Ser "Roja Teze?"

 

Gelo bala we dikiþîne? Dozger, dadger û polêzên Tirk çima dest datînin ser rojnama hefteyî Roja Teze? Berê sebep yek bû: Di rojnamê da kîngê behsa Kurd û Kurdistanê biba û dewleta Tirk bihata rexnekirin, eva wek curmeke giran dihate hesibandin û rojname dihate qedexekirin. Nuha jî usa ye. Lê van mehên dawî sebebek teze derketîye û ew jî rexnekirina PKK ye.

Wek nimûne: miqamên Tirk dest danîne ser hejmarên 50 û 53 ji ber nivîsên Cemîl Baran, ku di herduyan da jî sîyaseta PKK dihate gunekarkirin.

Lê eva ne tiþtekî ecêb e. Ocalan û Partîya wî, bi gotinên xwe, xizmeta dewleta Tirk dikin, dewlet jî wan diparêze, wek berî 12 _lonê..

Bi gotineke Tirkî, ji navbera wan av derbaz nabe!..

 

Ji Polêzê Zulumkar ra 2 Dolar Ceza!

Ev xeber ji rapora komîsyoneke navnetewî ye ku middetekî berê çûbû Tirkîyê, ji bona eza û teda (îþkence) li vî welatî bi çi derecê tê kirin, bipirse û lê bigere. Nûnerên komîsyonê yek Swêdî, yek Awûstralî, yek jî _ngiliz bû. Kesên parlamenter û huquqnas bûn.

Di raporê da tê gotin ku, polêzê Tirk hîn jî bi rehetî li xelkê dide, li wan ezîyet dike, ji ber ku di mehkeman da tê parastin û tu ceza nabîne. Komîsyon nimûneyên jêrê dide:

Polêzekî Tirk ji ber ku di qereqolê da li merivekî xistibû û lê ezîyet kiribû hat mehkemekirin, curmê wî eþkere bû û ceza danê. Lê çiqas ceza? Mîlyon û nîvê perê Tirkîyê, ango du dolar û nîv!..

Polêz du dolar û nîvê xwe da û bi serbestî derket çû..

Polêzekî jî bi zarokekî 12 salî eza û teda (îþkence) kiribû. Curmê wî jî ispat bû. Lê mehkemê salek ceza dayê û ew jî tecîl kir; polêzê zulimkar dîsa bi serbestî derket çû...

Belê, li vî welatî polêz û esker dikarin li xelkê heqeret bikin, lêdin, eza û cefa li wan bikin, heya wan bikujin; tiþt nabe! Ew di her telît xirabîyê da serbest in û curmê wan bê ceza ye...

Qetilkar û zulimkarno, werin li Tirkîyê polîzîyê bikin, ev welat gor dilê we ye!..

Lê dîsa li vî welatî, zarokê ku qutîyek baqlewe bidize bedêl 6 sal zindan e!

Rewþenbîrê ku heqê Kurdan biparêze û hukumetê rexne bike, bedêla xwe ji 2 salan bigir heya 15 salan zindan e!

Ewrûpî dereng mane ku welatekî usa delal bigrin nav xwe! Ev welat wek cennet e, ne tenê bi roj û behrên xwe, lê bi neheqî, zulimkarî û xirabî jî...

Lê zanim Ewrûpî li himber dewleta Tirk pir xweþbîn in. Nuha bêjin: Dîsa jî pêþveçûnek heye, qe nebe polêzan ew meriv û ew zarok ne kuþtine!..

 

Mapisxana "Tîpa F"

Nuha li Tirkîyê li ser rewþa zindanîyan gelek gilî-gotin, qal û qir heye.

Zindanî li hêvîya efê ne. Hukumetê par û pêrar soz da ku efekê derxe. (Herçiqas pêþnîyara hukumetê sîyasîyan li der efê dihêle..) Zindan heya qirtikê tije ne.

Lê va ye meh û sal derbaz dibin û ef dernakeve, zindanî jî roj bi roj bê sebir dibin, acizîya xwe nîþan didin, li vir û serêþî, þer û pevçûn çêdibin, zindanî serî hildidin, têne kuþtin û birîndarkirin.

Hukumet him zindanîyan dixapîne efê dernaxe, him jî bo wan plan û dafikên teze çêdike. Yek ji wan dafikan mapisxaneyên "tîpa F" e.

Hukumet van salên dawî gelek mapisxaneyên teze çêkirin ku jê ra dibêjin tîpa F yan jî "mapisxanaya tîpa Tirk.." Dewleta Tirk dixwaze bi rîya wan ji serêþîyan xilas be, girtîyan bêdeng bike. Ev mapisxane bi odeyên piçûk pêk tên ku di her yekê da yan kesek, yan sê kes wê bimîne. Bi vî awayî ew "qoxiþ"ên berê namînin ku di her yekê da gelek kes diman.

Dema ku tiþtek "tîpa Tirk" be, êdî zêde gotin ne hewce ye! Tirk bi xwe jî tiþtên ecêb û sosret ra "Turk îþî" dibêjin û henekê xwe pê dikin…

Lê nîyeta dewleta Tirk bi van mapisxaneyên teze, xasima bêdengkirina girtîyên sîyasî ne. Ji xwe ev ji bo wan in. Ewê sîyasîyan bikin van hucreyan û pêvendîyên wan bi girtîyên dinê ra qut bikin. Di van mapisxaneyan da xarinxaneya miþtêrek, meydana miþtêrek ji bo gerê û hewa stendinê û cîyê sporê jî tune.

Ango eva rewþeke gelek giran e ku li tu derê dinyayê emsalê xwe tune.

Dewleta Tirk dibêje "emê bi vî awayî girtîyan terbîye bikin!" Lê terbîyeya wan çi zulm û çi teda ye dinya alem baþ dizane. Xuya ye dewleta Tirk dixwaze van merivan di zindanê da birizîne, bi tenahîyê bê moral û dîn bike. Di vê dewletê da însaf û merhemet tune.

Çare ne zulm e, ne zindan e. çare efeke giþtî ye, demokratî ye, naskirina heqê mirovan e. çare naskirina heqê Kurdan e bi rîya aþitî û danustendinê.

Serok û berpirsîyarên Tirk divê ne zindanan, lê serê xwe biguhurin!

 

Dafikên Teze li Pêþ Memûrên Kurd û Îslamî

Hukumeta Tirk hazirîyeke teze dike ku Kurdên welatparêz û kesên dîndar ji karê dewletê bavêje. Di qanûnên heyî da ji xwe gelek bend û qeyd, gelek cezayên giran hene dijî "cudaxwazan û kevneperestan" ango dijî Kurdan û _slamîyan. Lê rêvebirên dewleta Tirk qîma xwe bi wan naynin û destûreke teze hazir dikin, yeke xirabtir..

Gor destûra teze mufettîþ wê bikarin, bê biryara mehkemê memûran bi Kurdperwerî û þerîatperestî gunekar bikin û ji kar bavêjin…

MGK usa dixwaze, ango general usa dixwazin.. Zexta 28 Sibatê berdewam e..

Di pêvajoya endametîya Yekitîya Ewrûpê da xelkê hêvî dikir ku Tirkîye piçek biguhure, qanûn û destûrên hiþk bên nermkirin û astengên pêþîya demokratîyê rabin.. De ha!.. Va ye Tirk hîn diþidînin; ber bi pêþ naçin, lê ber bi paþ diçin…

Xûyê van merivan usa ye!

 
PSK Bulten © 2001