PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weşan/Yayın
Arşiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Mesaja Kemal Burkay ji bo Sala Nu
 
SEDSALA NÛ BILA BIBE SEDSALA AZADÎ, AÞITÎ, DADÎ Û ZANÎNÊ
 
Bi sala nu mirovetî her usa jî dikeve sedsal û hezarsaleke teze. Ev rojeke mezin e di dîroka mirovetîyê da.
 
Ew me,sa mirovetîyê ya hezar salan di rîya pê,sveçûn û guhartinê da, îro, di dema teze da bi lez û bezeke ne dîtî bi rê va diçe. Di warê ilm û teknolojîyê da pê,sveçûnên ecêb çêdibin. Bi saya haletên teze ku menzîlên dûr dikin nêzik û haletên nu yên dan û stendinê, dinya piçûk bûye û mirov êdî derdikeve ezmanan.
Ev guhartinên îro, çend sedsal berê ji xewn û xeyalên mirovan derbaz ne dibûn.
 
Lê di rîya bajarvanîyê da digel ewqas guhartinên mezin jî, pêvendîyên mirovî û jîyana civakî di zemanê me da bi gelek bend û qeydên kevnare tijî ye. Mirovetî hîn ne gihaye qonaxa a,sitîyê. Hîn jî çarko,seyê dinyayê di warê netewî û navnetewî da bi ,ser û pevçûnan dikele. Di jîyana mirovetî da zulm û zor, neheqî, kedxwarî û nezanî berdewam e. Be,sekî mirovan ji xwarinê diteqin, lê be,sê din ji birçitî qir dibe. Li alîyekê herçî dewlemend nizanin perê xwe çawa serf bikin, mîlyonan bo ken û kêfê dirijînin; lê li alî din bi sedmîlyonan mirov bê mal û bê war in. Be,sek ji mirovan be,sê dinê bi qeyd û zincîran girêdaye. Hinên zordest gelên din piçûk dibînin, li wan heqeretê, zor û zulmê dikin, ji ber ferqîya zman, çand, reng û bîr û bawerîyên wan. Ev haletên teze û delal ên çapemenî û xebergihanê -rojname, têlevîzyon, înternet û hwd- tevî belavkirina ti,stên ba,s û zanînê, pirî caran serê mirovan bi vir û derewan di,son û mêyla lêdan, ku,stin û xirabîyê di civakê da ge,s dikin, mirovan bi la,s û ruh jahrî dikin.
 
Berekî va ilm û teknîka teze îmkanên mezin daye destê mirovan, berekî va ji ber cure cure nexwe,sîyên kevn û teze, xela, tofanên tebîetê -wek erdhêjan, bahoz, lehî- mirov qir dibin û diê,sin. Di rûbarî zêdebûna nifûsa dinyayê bi ,siklekî bê dar û dezge, di rûbarî ,ser, tofanên tebîyî, xela û birçitî li gelek welatan xelk koçber dibe û berê xwe dide welatên dinê û ev yek jî ji mirovetîyê ra pirsên teze û mezin pêk tîne. Dinya bi destê mirovên çavbirçî û nezan tê qirêjkirin, dar û dezgeyê tebîyî xirab dibe û jîyan dikeve xeterê.
 
Bi kurtahî, dinya bi baqilî nayê îdarekirin û ne xwedîyê dezgeyeke ba,s e. Bajarvanî di nav dijayetîyên mezin da wek kor û kûd e. Ew daxwaz û ramanên wek azadî, wekhevî û dadî, ku sedsalên berê xistibûn rojeva dinyayê, hîn jî wek xewn û xeyal in.
 
Bê guman, li sedsala pê,s me jî di warê ilm û teknîkê da guhartinên mezin wê çêbin û tesîrê li jîyana mirovetîyê bi xurtî bikin, wê bibin sedemê guhartinên teze. Em hêvî û daxwaz dikin ku bi wan guhartinan pirsgirêkên mezin ên mirovetîyê çareser bin, dijayetîyên îro ji ortê hilbên, dinya bibe xwedîyê dezgeyeke ba,s, di jîyana mirovan da ,ser, zulm û zor, neheqî, bêdadî, xizanî û nezanî wê bighê dawî.
 
Em hêvî û daxwaz dikin ku, ev sedsala pê,s me bibe sedsala azadî, a,sitî, dadî û zanînê.
 
* * *
 
Me Kurdan, pir mixabin ne karî wek milletekî azad ji ,sêmûga sedsala 21'an derbaz bin. Me di du sedsalên dawî da ji bo azadî û serbestîyê gelek caran serî hilda, eza û cefayên mezin dît û di vê rê da bedêlek mezin da; lê mixabin wan zordestên ku welatê me di nav xwe da parçe kirine, firsend ne dan me ku em jî bigihîjin vê bextewarîyê. Lê himber vê yekê, ew zordestên ku dest dane ser welatê me û milletê me bi qeyd û zincîran girêdane, ew bi xwe jî ji demokratî û bajarvanîya hemdem bêpar in. Karbidestên van welatan her usa jî, milletê xwe ji azadî û bextewarîyê bêpar hi,stin. Ev gotina delal, "milletê ku li milletekî din zorê bike, bi xwe jî nikare azad be" careke din rast derket.
 
Sedsala pê,s me, bê guman, van welatan jî bi bayê guhartinê wê bihejîne. Ew bayên demokratî û guhartinê ku di dinyayê dihejînin, Tirkîyê û welatên Rojhilata Navîn ên dinê jî wê bidin ber xwe û Kurd jî wê bigihîjin azadîya xwe.
 
Ev dinyaya ku sal bi sal piçûk dibe û dibe wek malbateke mezin, bibê nebê hemû çît û dîwarên navbera gelan wê hilwe,sin.
 
* * *
 
Bi despêkirina sala nu Partîya Sosyalîst a Kurdistan jî çaryekê sedsalê di pa,s xwe da dihêle û dikeve sala 26'an. Bona vê yekê, destpêka sala 2000'î ku hemû dinya bi co,seke mezin pîroz dike, ji bo partîya me bi vî awayî jî gelek manedar e.
 
Ev 25 salê Partîya me di rîya rizgarîya gelê Kurd da, di rîya demokratî û sosyalîzmê da bi kar û xebateke bê westan derbaz bû. Me dijî zor û zulma dewleta Tirk, ku di dinyayê da kêm hatîye dîtin, dijî ku,stin, lêdan, eza û cefa, zindan û koçberî ber xwe da, em tucar bê hêvî û sist ne bûn, me rîya xwe ,sa,s ne kir û bi vî awayî gihan roja îro. Ev berxwedaneke bi prensîp û bîhndirêj e.
 
Ev bîst salê dawî ya berxwedana milletê Kurd li Kurdistana Bakûr di ,serekî qirêj da derbaz bû. Dewleta Tirk Kurd ki,sandin nav terorê û xwest bi rîya ,serê çekdarî, bi zor û zulmê tevgera Kurd bipelixîne û jê xilas be. Qismek ji kurdan jî ket vê dafikê. Di vê demê da welatê me ser û bin bû, cî û cî vala bû, lê li dawî ne sazûmana zordest giha armanca xwe, ne jî em Kurd rizgar bûn. Íer û pevçûnê tu pirs çareser ne kirin. Ev 20 sal him ji bo Tirkîyê, him jî bo Kurdan di avê da çûn. Dermankirina birînan jî hîn gelek salê me wê bistînin.
 
Ðro di tevgera Kurdî da demeke teze dest pê dike. Nah ,sunda tevgera kurdî, bibê nebê, êdî rê olaxên sîyasî û a,sitîxwaz wê bide pê,s xwe. Tu sedem tune ku Kurd bê hêvî bin; berxwedan wê her bime,se.
 
Barê ku dikeve ser milê partîya me ev e: Divê em ,siklê rêxistinê û kar û xebatê gor dema teze nu bikin, bi hêz û bîhneke teze bi rêkevin, da ku bikaribin berê tevgera Kurd bidin ser rêyeke rast
 
Ez sersala hemû hevalan, nas û dostan û ya gelê Kurd pîroz dikim, di sala nu da ji wan ra serfirazî û bextewarî dixwazim.
 
Hêvî û daxwaz dikim ku di sala nu da guhartin dest pê bike û ji bo Tirkîyê rîya demokratîyê, ji bo milletê Kurd jî rîya azadîyê vebe.
 
Hêvî û daxwaz dikim ku ew sedsalên pê,s me di dinyayê da dawîya ,ser û zulm û zêrandinê bînin, ji bo mirovetîyê xewna azadî, wekhevî û dadîyê bikin rastî.
 
Kemal Burkay
Sekriterê Gi,stî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
 
1'ê Çileyê Pa,sîn, 2000
 
PSK Bulten © 2001