PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Kurtexeber

 Nîsan 2000 Heskîf'a dîrokî di bin avê da dimîne

 Tirkîyê ji 30-40 sal berê dest pê kirîye, li ser çemên Dîcle û Feratê bi dehan bend û barajan ava dike. Di rûbarî wan da gelek gund û bajarên Kurdan di bin avê da dimînîn û tevî wan jî dîrokeke dewlemend ku beÞekî wê hîn ronahî ne dîtîye. Bajarê Samsatê yek ji wan bû ku dîroka xwe diçe digihîje çend hezar sal berê. Nuha jî bajarê Heskîfê (Hasankêyf) li himber vê xeterê ye.

Bendê Îlisu, ku hazirî heye li ser çemê Dîclê çêbe, qasî sed gundan û bajaran di bin avê da dihêle ku li hêla Dîyarbekrê, Batmanê, Sêrt, Þirnaq û Mêrdînê ne. Yek ji wan jî Heskîf e, ku xwedîyê berhemên dîrokî yên giranbuha ye.

Dîroka Heskîfê diçe digihîje pênc hezar sal berê. Di vî bajarî da bermayîyên gelek bajarvanîyên kevn, yên Med û Sasanîyan, yên Romê, Bîzansê, Ereban û Kurdan heye. Heskîf yek ji mîrayetîyên Kurdan bû di dema Eyûbîyan da û gelek berhemên ku wê demê di vî bajarî da hatibûn çêkirin, hîn jî li ser pîyan in. Di nav berhemên dîrokî da, tevî qesr, dêr, mizgeft û pirên ser Dîclê, bi sedan Þikeftên dîrokî hene ku di dema kevn da xelk lê sutar dibû. Ev hemû, bi avakirina bendê Îlisu wê di bin avê da bimînin û ev dîroka dewlemend yekcar windabe..

Ev yek ne di bîra hukumeta Tirk da ye. Ew tenê li qezenca xwe digere. Dibêjin bi çêkirina vê baraje, hersal nêzî mîlyarek dolar pere bikeve xezna Tirkîyê..

Gunehê tirkan bi berhemên dîrokî yên Kurdistanê nayê. Ji xwe ew gelek caran bi destê xwe van efrandinên dîrokî diÞkînin, xirab û winda dikin..

Carna jî karbidestên Tirk derewan dikin, dibêjin bi avakirina van barajan rewÞa Kurdan jî wê xweÞtir be, gundê wan ronak bin.. Lê ev hemû vir û derew in. Bi çêbûna van bend û barajan, Kurdan heya nuha tenê bi windakirina zevî û malên xwe man, koçber û Þerpeze bûn. Elatrîka wan jî derbazî welatê Tirkan bû û aÞê wan gerand.

Çêkirina bendê Îlisu, bi destê hin Þîrketên Swêdî, Swîsrî, Ytalyanî, Yngilizî û Tirkî wê bibe. Þîrketeke Swêdî-Swîsrî (Sulzer Hydro-ABB) rêvebirina vî karî girtîye ser xwe. Þîrketên dinê ku di avakirina vî bendî da pardar in ew in: Skanska (Swêdî), Balfour Beattîe (Yngiliz), Ympregîla (Ytalyan).

Bi hin tevdîran meriv dikare heskîfê xilas bike. Ger bilindîya bend piçek bê daxistin, ger dîwarek li ber Heskîfê bê avakirin. Lê ya herî baÞ ew e ku, ew bend neyê çêkirin. Tirkîye li ser van du çeman bi dehan bend û barajan ava dike, bila yek jî kêm be, çi dibe?.

Serda jî, dema dewleta Tirk van tiÞtan dike, qet ji xwedîyê vî welatî, ji Kurdan dipirse?. Lê mixabin, welatê me bêxwedî ye, wekî bartelix e; herkes gor dilê xwe talan dike dibe…

Divê Kurd li himber vê yekê bêdeng nemînin. Li welat û li derva dengê xwe bidin bihîstin, raya giÞtî hiÞyar bikin û heyîyên welatê xwe biparêzin.

Heya ku dereng ne bûye, emê Heskîfê xilaskin!

 

PînoÞeyê Tirkan wê mehkeme bibe?.

 

Wekî tê zanîn, generalê Tirk Kenan Ewren û çend hevalên xwe di 12 Ylona sala 1980 da dest danîne ser hukum, hukumet û parlamen belavkirin û li cîyê wan rûniÞtin. Ji wê rojê vir da nêzî bîst salan derbaz bû. Ewren û hevalên xwe li xelkê, xasima li mirovên çep û demokrat, bi taybetî ji li Kurdan zulmeke mezin kirin. Dema wan bû dema eza û cefayê, xwînxwarî û hovîyê.

Bona vê yekê jî navê kenan Ewren danîne "PînoÞeyê Tirkan"..

Çend roj berê dozgerê (mideymomî) bajarê Edenê, Sacît Kayasu, bi doznamayekê ji mehmeka Edenê xwest ku Ewren bê mehkemekirin. Dozger got: "Ewren sûcdarekî mezin e; bi dest danîna ser hukum, bi belavkirina hukumet û parlamenê, nîzama bingehîn xirab kirîye.. Bi vî awayî benda 146 a Qanûna Cezayê ya Tirkîyê paymal kirîye" ku ceza xwe dardakirin e..

Dozger Kayasu usa dibêje:

"Heya nuha di derheqa Ewren û hevalên wî da mehkeme venebûye, ji ber ku leÞker bi hêz e û hêza xwe kîngê bixwaze dijî milletê xwe jî bi kar tîne. Bona vê yekê herkes jê ditirse. Li Tirkîyê kî xurt e hukma wî derbaz dibe. Tirkîye ne ne dewleteke huqûqî ye, lê dewleteke eskerî ye."

Çi gotineke rast! Serda jî ev gotin ji devê dozgerekî der tê, ku karê xwe bicîanîna hukmên qanûnan e.

Li welatên han dema yek serî hilde û winda bike tê dardakirin, bi serkeve dibe serokdewlet! Ewren bû serokdewlet..

Lê 20 sal piÞtra be jî, gelo ewê bedêla curmê xwe bibîne û bikiÞîne? De haa!..

Ew dozgerê ku xwest dewa veke, mecbûr ma dev ji karê xwe berde. Mehkemê jî qet guh neda doz û daxwaza wî. PînoÞeyê me jî va ye li bajarê Bodrumê, li ber behrê kêfê dike…

 

Ecoyê ûnîterîst, Hindistana Federal..

 Serokwezîrê Tirk Ecevît, gelek ber xwe da ku Qanûna Bingehîn biguhure û Silêman Demirel careke din bike Serokkomar. Lê bi ser ne ket. Bi wê hêrs û xemgînîyê, di heftê duwemîn a Nîsanê da terkî welat kir, çû Hindistanê. Li wir Tac Mahala rengîn û gora Þairê Hîndû yê mezin, ya Tagor zîyaret kir.

Gelo Ecevît madem Tac Mahal dît, bi xwe jî mîna Babûr Þah, turbeyeke usa rengîn jî bo delalîya xwe ReÞan Xanimê çêke ne baÞtir e?..

Eco di vê geÞt û seyrana xwe da her usa jî di parlamena Hindistanê da qise kir. Gelo hat bîra wî ku Hindistan dewleteke federal e û di parlamena xwe da bi zmanê dehan xelkan tê xeberdan?.

Gelo eco jî, qalibên serê xwe ji ber çavan derbaz kir?.

Lê li ser gora Tagorê mezin, Þairê xweÞbînî û mirovhizîyê (humanîzmê) çi fikirî? Bi Tagor ra tiÞtê wî yê miÞtêrek çi ye?

Ew Ecoyê ku him xwe wek "Þair" û mirovekî pêÞverû nîÞan dide, him jî hebûna Kurdan, zman û çanda wan înkar dike, gelo hayê wî jê heye ku, yek ji serokê mezin ê Hîndûyan, Nehrû, li berhema xwe ya bi navê "Bi Kurtî Dîroka Dinyayê" da li ser belengazîya milletê Kurd jî sekinîye û dijî zulma ser wan nivîsîye?.

Belê, Eco çû Hindistanê û hat; lê gelo bi rastî ew der dît?.

Eco, piÞtî ku ji Hindistanê vegerî nexweÞ ket. Gelo, nebe ku ji dîtina van rastîyên tûj û tahl bin?..

 

 Polêzan li Mebûsekî Dan

 Çend roj berê, li balafirgehê, polêzan li mebûsekî xistin, bi navê Celal Esîn, mensûbê Partîya ANAP'ê.

Gor gotina Esîn, berê polêzekî kulmek lêda. PiÞtî ku wî got "ez mebûs im", polêzên dinê jî lêdan..

Helbet ew ne cara pêÞîn e ku mebûsên Tirk ji polêzên Tirk ço dixwin. Li vî welatî polêz hîn bûye li millet xe. Yê ku li millet xe, helbet li wekîlê millet jî dixe.. Li vî welatî eva ne tiÞtekî xerîb e!

Xuya ye namzetîye Yekitîya Ewrûpê jî li vî welatî tiÞtek ne guhartîye û zehmet e biguhure.. Gelo, ma Tirk ji bo xatirê Yekitîya Ewrûpê dev ji edet û usûlên xwe berdidin?!.

 

Li ser nijadê Tirk malûmatên Teze…

 Di meha Adarê da Tirkan komcivîneke Tirk û tûranîyan çêkiribûn û di vê komcivînê da kitêbek belavkiribûn li ser nijada Tirk ku têda li ser Tirkan usa dihate gotin:

"Rû gilower, çênik gilower, poz rast, reng spî, por pêl bi pêlî, çav ronak, rî û simêl ne pir xurt ne jî sêyrek, bejn û baleke delal…"

De em li wan kesan binêrin ku di komcivîna "êl û eÞîrên Tirk" da beÞdar bûn:

Mongol û Tatarên çermzer…

Ozbek, Kozak û Kirgizên rûgilorik, çavbahîvik…

BoÞnak û Pomakên, ango Slawên porzer û çavÞîn…

Lazên pozdaskî…

Çaçan û Çerkezön pozpîjik, enîgewer…

Erebên reÞ û esmer û pozkutilkî…

Kurd û Ecemên çav û brûreÞ, pozqertel, bi smêl û rîyên xwe yên wek puncê oncê…

Serda jî Grêkî, Gurc, Ermen û Cuhîyên reng bi reng…

De hûn, lampê Dîyojen bigrin destê xwe, di nav van heftê û du milletan da û di nav 65 pênc mîlyon "Tirkê Tirkîyê" da bigerin, ka hûn Tirkekî bibînin?..

* * *

Di vê navberê da, di derheqa nijada Tirk da em tiÞtê teze hînbûn. Gor hin lêgerînên ilmî xuya bûye ku kromozonên Tirkên îro û yên hezar sal berê qasî sedî da 1,8 li hev tên. Malûm e, hatina Tirkan li Anadolê hîn hezar sal nebû.. Xuya ye, ji wan Tirkan ne xwîn maye, ne gen maye!.. Ewên ku îro xwe ra dibêjin Tirk, di sedî da 98'ê wan ne Tirk in.

Digel vê, Kromozonên Yzlandîyên îro û yên hezar sal berê qasî di sedî da 98,3 li hev tê. Ango xuya ye, Yzlandî kurê bavê xwe ne..

Par wezîrê Tirk yê xweÞîyê gelek aciz bû û nehiÞt xwîna ku li Tirkîyê hatibû komkirin, bo tehlîlê biçe Amêrîka. Got "sirê me wê faÞ be.." Bi rastî wê wextê em tênegihîÞtin, gelo ev çi sir e û çawa faÞ dibe? Nuha em gelek baÞ fêmdikin.. Xuya ye tirkperestê me, zanibûye ku Tirk ne Tirk in!..

 

Kurdî axaftin, sucdar bûn..

 Dewleta Tirk goya îzin dabû ku li Dîyarbekrê û hin bajarên dinê newroz bi serbestî bê pîrozkirin. Lê, piÞtra dawe vekirin û HADEP'ê gunekar dikin ku di dema civîna pîrozîyê da bi Kurdî hatîye axaftin.. Ewê ku bi kurdî axaftîye jî ne HADEP'î ye. Keçikeke Kurd e bi navê Feleknaþ ku malbata wê ji zû va hatîye Almanya, li wir mezin bûye û nuha jî li parlamena Ewrûpê mebûs e..

Gor Dewleta Tirk Kurdî qisekirin curmeke mezin e. Ji ber vê yekê, dikarin gor Qanûna Partîyên Sîyasî girtina HADEP'ê bixwazin.

Eva jî nimûneyeke baÞ e ji kar û barên Tirkîyê, ku di pêvajoya namzetîya Yekitîya Ewrûpa da pêk tê. Tirkîyê goya soz dabû ku Þertên Kopenhagê bi cî bîne. Gelo ev Þert bi vî awayî bi cî tên?..

Tirkîye bi van kirinan, ne ku tenê guh nade Þertên Kopenhagê, her usa jî Peymana Lozanê jî careke din paymal dike. Di Peymana Lozanê, bendê 39'an da tê gotin ku, heqê hemû himwelatîyên Tirkîyê heye ku di warê civakî da bi her Þiklî zmanê xwe bi serbestî bi kar bîne. Lê Tirkîyê heya îro ev peyman pêpes kir û îro jî rê nade ku Kurd, heya di cejnan da zmanê xwe qisebikin û kilamên xwe bêjin.

Zordestîyeke han li kîderê dinyayê hatîye dîtin?.

BaÞ e, gava xelk ji vana ra dibêje "barbar", çima diqehirin?.

 

Xwendekarên zanîngehê jî bûn sûcdar, ji ber ku tevî cejna newrozê bûn…

 Polêzê bajarê Vanê, ji du sedî zêdetir xwendevanên Zanîngeha 100 Sal sucdar dike, ji ber ku ew tevî cejna Newrozê bûne..

Polêz van Xwendekaran ji resim û vîdeoyên ku roja newrozê bi destê polêz hatibûn kiÞandin, yek yek bi yek derdixe, wan dibe qereqolê, diêÞîne, ditirsîne û ji wan dixwaze ku nah Þunda bi polêz ra karbikin, ango bibin casûsê wan..

Eva jî dîdemeke dinê ye ji Newrozên "serbest pîrozkirî!.."

 

 Di rûbarê nivîseke li ser YE, kovara DENG dîsa hat komkirin

 Di pêvajoya namzetîya Yekitîya Ewrûpa da kirin û marifetên Tirkîyê gelek in. Zulm û tedaya polêz , zordestîya li ser çapemenî, ray û raman îro jî berdewam e û di vî warî da tu tiÞt ne guharîye.

Polêzê Tirk dest danî ser kovara DENG a dawî, ya 55'an jî, ji ber ku tê da bendeke Kemal Burkay, Sekriterê GiÞtî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan hebû bi navê "Pêvajoya Yekitîya Ewrûpa tesîreke çawa wê li ser pirsa Kurd bike?" Mehkema Tirk got: "Ev nivîs dijî yekitîya welat û milletê me ye!"

Belê ev welat gelek bi xeter e. Demo meriv li vî welatî qise dike û dinivîse, divê gelek hiÞyarî xwe be. Ji ber ku dikare welat û millet parçe bike! Ev Komara Tirkîyê " bi welat û milletê xwe" gelek nazik e, gotin û ramanek jî dikare wê parçe bike. Ango pifê bikî dikare hûrxaÞî be!..

Di zmanê Demiral da bûye benîÞt, tim dibêje: "Dewleta Tirk xurt e." Gelo, xurtî ev e?.

Xuya ye, ev dewlet ne xurt e, lê gelek qels e. Ew di nav tirs û xofê da ye. Usa nebe, çawa ji gotin û nivîsekê ewqas ditirse?.

 

Aborîya Tirkîyê di sedî da 6,4 piçûk bû

 Aborîya Tirkîyê di sala 1999 da di sedî da 6,4 piçûk bû. Eva di dîroka Tirkîyê da piçûkbûna herî mezin e. Di sala 1998 texmîna resmî ew bû ku aborîya welat di sedî da 3 mezin be. Lê ew texmîn derneket, ziddî wê, di sedî da 6,4 jî daket.

Hatina netewî jî bo her Þexsekî di sedî da 11,6 daket û bû 2878 dolar. Bi vî awayî ji heft sal berê jî hindiktir bû. Di sala 1993 da ew reqem 3004 dolar bû.

Li Yûnanîstanê di hatina netewî da para Þexsekî 12 000 dolar e; ango ji Tirkîyê çar qat zêdetir e.

Dîsa jî dewleta Tirk bi dehmîlyaran dolar dide tank teyareyên Þer. Sazûmanên mîlîtarîst û zordest usa nin; xelk ji birçîyan dimire, herçî ser hukim ji xwe ra qesran çêdikin û eskerê giran xwedî dikin.

 
PSK Bulten © 2001