Şiroveya
Mehê
Nîsan 2000
Di meha çšyî da ji bo pirsa Kurd
bšyera herî mihîm, Beyana Stokholmê bš ku bi terefê 104 rewþenbîran
hatibš îmzakirin. Lê ne çapemenîya Tirkan, ne jî ya PKK cî
ne da vê beyanê. Ev yek çi nîþan dide? Gelo ev beyan bê qîmet
bš?. Na, lê maneyeke vê bêdengîyê heye.
Dewleta Tirk ew bîst sal e ku, tevgera
Kurd wek PKK bi nav dike û wek bûyereke terorê nîþan dide,
dixwaze bi vî awayî vê tevgerê di warê netewî š navnetewî
da bê êtibar bike, bê piþt š bê alîkarî bihêle. Dewleta Tirk
her usa jî dixwaze hebšn š kar-xebata rêxistinên dinê veþêre.
Dewleta Tirk di dema borî da propaganda PKK bi destê xwe kir,
lê rê ne da ku dengê hêzên dinê bê bihîstin. Heya gelek kar
š bar š çalakîyên wan wek yê PKK nîþan da, ew jî wek ìhevalbendên
PKKî bi nav kirin. Nuha jî rewþ ne guharîye.
Dewleta Tirk piþtî ku Ocalan bi dest xist,
ew kire xizmeta xwe š nuha dixwaze bi destê wî š bi destê
PKK bi tevayîya tevgera Kurd ra rê nîþande, bona vê yekê,
pêvendîyên mehkšmê Ýmrayîyê bi çapemenî ra serbest hiþtîye.
Ew her roj di manþet š ekranên medyaya Tirkan da ye. Bi rîya
Awšqatên xwe her roj mesajan diþîne. Ji wir PKK îdare dike
š dixwaze tevgera Kurd bi tevayî bike xizmeta Dewleta Tirk.
Her usa jî, mesajên Ocalan her roj li ekranên Medya-TV û di
rûpelên Ozgur Polîtîka da yeÖ
Tu sebep tune ku Dewleta Tirk vê pêvendîyê
qut bike. Mesajên Ocalan gor dilê dewletê ne. Ew bi rastî
mesajê dewletê bi xwe ne..
Lê dewleta Tirk li himber dengên
cuda, ku mafên milletê Kurd diparêzin tucar usa dilfireh nine.
Dijî wan ji berê jî hiþktir e š tu firsendê nade wan. Ev sazšmana
kevneperest tu rê š mecal nade wan kovar š rojnameyan, kitêb
š kasetan ku bi destê welatparêzên kurd derdikevin. Ew qedexe
ne! Rojname û têlevîzyonên Tirkîyê jî nikarin bi Kurdên welatparêz
ra hevpeywînekê bikin, raya wan bipirsin û bidin bihîstin.
Medyaya Tirkan di vî warî da temekirî
ye. Ew jî bi sadiqî gora sansûrê dike.
Di van rojana di medyaya Tirkan da gelek
behsa 20 rojnamevanê ajan tê kirin. Bê guman ev xeber rast
e. Em jî bi salan e ku vî tiþtî dibêjin. Lê gelo hemš 20 kes
in?. Medyaya Tirkan ji xwe bi tevayî ne di xizmeta MÝTêê š
Genelkšrmayê da ye? Ew ji xwe bi dil û can gora sansûrê nake?..
Gelo ev medya ne "medyaya Memetçîk" e?..
Ev sîyaseta han, tevî pêvajoya Ýmralîyê,
her usa jî bš malê medyaya PKK. Ev medya jî, êdî di xizmeta
dewleta Tirk da ye, bo xêr š xweþîya vê dewletê kardike, ku
tevî axaftina Apo li mehkema Ýmralîyê, di þevekê da bš demokrat!..
Bona vê yekê, tevî medyaya Tirk, ya PKKêê
jî di derheqa Beyana Stokholmê da bêdeng e.
Helbet, Dewleta Tirk baþ dizane
ku tevgera Kurd bi PKK xilas nabe. Dizane ku PKK tucar bi
rastî temsîla tevgera Kurd ne kirîye š tim di rêyeke þaþ da
meþîyaye. Piþtî pêvajoya Ýmralî jî, ku Ocalan š partîya wî
teslîm bš š ršyê PKK bi tevayî eþkere bš, dewleta Tirk dibîne
š jê ditirse ku, gelek Kurd, bi vê sîyasetê ne razîne š nerazîbšna
xwe bi gelek awayan nîþan didin, li alternatîfeke teze digerin.
Civîn š Beyana Stokholmê yek ji
wan e. 104 rewþenbîrên Kurd bi dengekî bilind eþkere kirin
ku pirsa Kurd ne wekî gotina Dewleta Tirk š ya PKK ye, ew
pirseke netewî ye š tenê bi rîya bi karanîna heqê çarenšsî
çareser dibe.
104 rewþenbîrên Kurd xetekî qalin kiþandin
di navbera xwe š navbera sîyaseta Dewleta Tirk š dšvikên wê
š gazî hemš hêzên welatparêz kirin ku ew jî helwesteke hanê
bigrin.
Ev helwesteke zelal š hêja ye. Meriv baþ
tê dighê çima medyaya Tirk š ya PKK li himber vê helwestê
ewqas bêdeng e. Ew ji dengê rastîyê ditirsin.
Divê tevgera Kurd a welatparêz ji
vê yekê derseke baþ bistîne. Divê bo eþkerekirina rastîyê
di nav gel da kar š xebata xwe bi xurtî bimeþîne. Divê xwe
ji þaþîyan biparêze, zora sistî š bêhevîbšnê bibe š dereng
nemîne, çiqas ji dest tê kar û xebat bike, da ku xelkê Kurd
di rêyeke rast da bi rêz bike.
Dahatšya tevgera Kurd bi netîca
vê kar š xebatê ra girêdayî ye. Divê her kurdekî welatparêz
š rewþenbîr vê yekê bizane š gor wê bike. Divê ew zora bîr
š bawerîyên teng bibin, bi dš tiþtê piçšk nekevin, wek merivên
berpirsîyar bikin š hêzên xwe yek bikin li ser xeteke rast.
Beyana Stokholmê nimšneyeke baþ e. Divê
em vî dengî li nav welat š der welat, li her derê belav š
geþ bikin.
* * *
Me di þiroveya Adarê da behsa guhartina
qanšna bingehîn kiribš ji bona guhartina dema serokkomarîyê.
Dengdana pêþîn di dawîya adarê da bšbš š bo guhartinê têr
ne kiribš. Dengdana duwem di 5êê Nîsanê da çêbû û dîsa wek
daxwaza hukumetê ne bû. Ew formûla 5+5 ne hate qebûlkirin.
Parlamena Tirk qanšna bingehîn ji
bo xatirê Silêman Demirel ne guhart š bi vî awayî dibe ku
cara pêþîn tiþtekî baþ kir!
Bi vî awayî hewesa Silo ji bo dirêjkirina
serokkomarîyê pênc sala dinê di dilê wî da ma. Merema dilê
Eco jî ne bš, ku bi mehan e bi navê îstîkrarê bi vî karî mijšl
bš. Piþtî vê divîyabš ji serokwezîrîyê vekiþe. Lê ev tiþt
di welatên demokrat da dibin, ne di demokratîyên sexte wek
yê Tirkîyê da.
Piþtî vê, ew tirs š xofa eco jî çênebš.
Ango bi çšna Demirel qiyamet pêk ne hat. Sazšmana Tirkîyê
ya çepeçšlkî dîsa li ser pîyan e; tevî ewqas zulm, teda, derew,
dizî š talan, tevî buhayî, bettalî š enflasyona xwe dîsa berdewam
e š tu tiþt pê ne hatîye!..
* * *
Di meha Nîsanê da di rojewa Tirkîyê
da du tiþt hebšn: hilbijartina serokkomarê teze š maça Galatasaray
š Leedsê! Heya maç kete pêþîya hilbijartina serokkomarîyê.
Tirkan hemš derdê xwe ji bîra kirin š ketin derdê vê lîstikê.
Cara pêþîn bš ku taximeke Tirkan di fînala kšpeya UEFA da
dilîst. Tirk wekî bi tevayî dîn bšn. Baþ bš ku Galatasaray
bi ser ket. Ne usa wê çi biqewimîya xwedê zane. Dibe ku Tirkan
bi hêrsa windakirinê þerê Ýngiliz derdixistin, dibe ku baþšra
Qibrisê jî dadigirtin!.. Ango, ev netîce ji bo aþitîya dinyayê
baþ bš!
Lê dîsa jî xeter bi tevayî derbaz ne bûye.
Di 17êê Gulanê da Galatasaray li kopenhagê bi Arsenalê ra
fînalê wê bilîze. Kes nizane ew maç çi bîne serê Tirkan û
serê dinyayê!..
Dibêjin futbol kiþfeke ecêb e ku
hêz š quweta xelkê vala dike, wan mijšl dike š bi vî awayî
xizmeta sazšmanên kevnare dike. Sazšmana Tirk jî xuya ye vê
yekê dizane š zor daye futbolê. Li welat karxane, nexweþxane
š mekteban venake, lê li her derê zor daye meydanên futbolê.
Piþtî derba eskerî ya sala 1980, li Kurdistanê xasima cîyê
usa çêkirin. Bi vî awayî xwestin Kurdê me bi dš topeke gilower
bibezînin ku hudurê wê bi hewa tijî ye. Ango xwestin Kurdan
bi tiþtên vik š vala mijšl bikinÖ
Helbet vê sîyasetê berhemên xwe dan. Gelek
xortên Kurd ku berê digotin "bijî Kurdistan!" nuha bûne fanatîkên
futbolê, amîgoyên quluban û dibêjin "bijî Galatasaray!.."
Lê dewleta Tirk xuya ye dozaja ìdermanî
zêde daye ku, tiþtên ne li hisêb jî çêbšn. Fanatîk gelek teþqele
derdixin š serî diêþînin. Li çarkoþeyê Tirkîyê š Kurdistanê
di maçan da š piþtî wê þer çêdibin, gelek caran meydana lîstikê
š kšçe-kolanên bajaran tevî hev dibe, kêr š þeþar bi kar tên
š xwîn dirije, cinaze radibin. Fanatîk li hev dixin, li lîstikvanan
dixin, li xelkê bêgune dixin. Cîyê kêfê tirs çêdibe..
Eva jî berhemeke sîyaseta dewleta
Tirk a þaþ e. Ew sîyaseta zor š terorê, ew þerê Kurdan a panzdeh
salan Tirkîye kir civateke usa þerršt. Li kšçe š kolanan,
li mapisxanan, li mehkeman, li meydanên futbolê, li mekteban
heya li mizgeftan þer heye..
Holîganên, ango serserîyên xelkê bîra
š þeravê vedixwin, caman diþkînin, zirarê didin derdora xwe,
lê kesî nakujin. Lê yên Tirkan ñgor edet š usšlên bav
š kalên xwe- kêr, þeþar š qumbeleyan bi kar tînin š bi dš
xwe cinazeyan dihêlin!.. Serda jî medyaya Tirkan ji wan ra
xwedî derdikeve. Meha çšyî ku li Ýstembolê berî maça Galatasaray
š Leedsê du Ýngîliz hatine kuþtin, rojnameke Tirkan di manþetên
xwe da usa nivîsand:
"Vira Tirkîye ye, em li merivan usa dikin!.."
Serokê polêz jî gunekarî kire stšyê Ýngilizan
û got:
"Wan xortê me aciz kirine!.."
* * *
Em bêne ser mesela hilbijartina serokkomarê
teze: Piþtî ku formula 5+5 ji parlamenê derbaz ne bš, xuya
bš ku dinya ne heliþî, krîz tiþt jî derneket! Ango Eco bîlesewe
ewqas þemate kir š çavê xelkê tirsand. Hat dîtin ku zehmet
e ji bo serokkomarîyê li ser yekî parlamenter li hev bên,
vêcar çavê xwe li derî parlamenê gerandin š li ser namzetîya
Serokê Mehkema Anayasê (Qanšna Bingehîn), Ahmet Necdet Sezer
li hev kirin. Dîsa jî Sezer di herdu dengdana pêþîn da têr
ray nestand, ku divîya bû 2/3êyê dengan (361 heb) bistîne;
lê di dengdana sisêyan da ñku piranîya dengan (276
heb) têr dikir- hat hilbijartin û bû serokkomarê 10.
Sezer di sîyasetê da ne xwedî tecrube
ye. Meriv dikare vê yekê wek kêmasî bibîne. Lê li alî din,
meriv dikare vê yekê ji bo wî wek awantaj jî binirxîne, ji
ber ku neketîye sîyaseta vî welatî, ku wek herî ye š merivan
dejenere dike! Sezer, di salên çšyî da, wek serokê Mehkema
Qanšna Bingehîn gotinên baþ kirin. Wî got cezakirina ray š
raman karekî xirab e š þerm e bo Tirkîyê. Sezer jî Qanšna
Bingehîn a heyî rexne kir š got divê gelek tiþtên wê bê guhartin,
sînorên demokratîyê fireh be. Her usa jî, roja ku wek namzet
hat nîþandan, got selahîyetên serokkomar gelek zêde ne š ew
destdirêjîya heqê parlamenê ye. Lê em nizanin Sezer di dema
serokkomarîyê da jî vê xeta baþ dikare biparêze, yan na. Helbet
parastina vê helwasta baþ di rewþa Tirkîyê ya xirab da gelek
zehmet e, lê ne bê îmkan e. Namzetîya Tirkîyê ji bo Yekitîya
Ewršpa jî rê dide vî tiþtî. Sezer dikare di rewþeke hanê da
di warê demokratîyê š guhartinê da roleke baþ bilîze. Ger
usa bike, êtibara xwe jî wê bilind be.
|