PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
PKK bila girtîyan berde!

Bila Dewleta Tirk dev ji lîstikên xwe berde!

Gor xeberên ku gihîþtin guhê me û di medyayê da cî girtin, PKK gelek endam û gerîllayên xwe, ku sîyaseta PKK ya dawî rexne dikin û dixwazin jê veqetin girtîye û bi îxanetê gunekar dike. Jîyana van kesan di xeterê da ye. "Rêxistina Gelên Bin Zulmê" çend roj berê beyanek derxist û ji bona vê yekê rêvebirên PKK gunekar kir.

Tiþtên hanê ji bo PKK ne xerîb in û salên berê jî gelek caran çêbûn. Lê tiþtê xerîb ew e, PKK vî tiþtî di demeke usa da dike ku êdî dijî dewleta Tirk dev ji þer berdaye û gotina aþitî û demokratîyê di devê xwe da wek benîþt dicû. Lê tiþtê herî xerîbtir helwesta Avdilla Ocalan e. Ocalan ji cizîra îmralîyê bi destê awûqatên xwe ji PKK ra fermanan û ji raya giþtî ra mesajan diþîne û van kesan gunekar dike û laf û gefan li xelkê dixwe. Yek ji van mesajan di meha heziranê da di kovara PKK Serxwebûnê, hejmar 222 da hat weþandin.

Ocalan di vê mesajê da van kesan wek xaîn nîþan dide, dibêje em di halê þer da ne û divê ev kes gor qanûn û qeydeyên þer bên cezakirin, ango bên kuþtin.

Eva çi ecêba giran e, çi tezad e! Dinya alem, Kurdên welatparêz, tevî wan jî Tirkên demokrat xwe diwestînin û diêþînin ku li Tirkîyê ceza dardakirinê û astengên li pêþ azadîya ramanî rabe, lê mehkûmê ceza dardakirinê Ocalan, heqê eþkerekirina bîr û ray jî hevalên xwe ra û jî xelkê ra nasnake û bê perwa emir û ferman dide ku ew bêne cezakirin, bêne kuþtin!..

Bi vî awayî çawa bawerîya xelkê bi Ocalan bê, çawa bi PKK bê? Gotinên li ser aþitî û demokratîyê û kirinên han gelo li hev tên?.

Ev çi helwesta ecêb e ku PKK berekî va bi dewleta Tirk ra aþitîyê dixwaze, pêþnîyara civakeke demokrat dike, bona vê yekê jî þer bi yek alî disekinîne, lê dijî welatparêzên Kurd û dijî heval û hogirên xwe þer û pevçûnê her dimeþîne?

Partîya me, bona van bûyerên dawî, bala rêvebirên PKK dikiþîne, ji wan dixwaze ku tu zirarê nedin van girtîyan, wan serbest bihêlin û ger ew kes dixwazin ji PKK veqetin, ji vê daxwazê ra hurmet bikin. Wekî din, dinya alem wê bibîne ku hemû gotinên PKK li ser aþitî û demokratîyê gotinên vik û vala ne û PKK di warê netewî û navnetewî da li himber raya giþtî mehkûm be.

Lê tiþtê herî mihîm ev e ku, Ocalan van mesajan bi destê awûqatên xwe ji nava çar dîwarên Îmralîyê bi rehetî diþîne der, ku hemû gotin û kirinên xwe li ber çavê dewleta Tirk e. Gelo ku dewleta Tirk destûrê nede û heya nexwaze, ew dikare vî karî bike?

Herkes jî zane ku Ocalan roja hatîye girtin ketîye xizmeta dewleta Tirk û gor emir û fermanên leþker bi kar dike. Bona vê yekê jîyana wî bexþandine. Kirin û gotinên Ocalan sedî sed gor sîyaseta dewleta Tirk e û ew mesajên xwe bi destûra wan û bi rîya awûqatên xwe diþîne der.

Ev mesajên teslîmbûnê ne ji bo gelê Kurd, lê mesajên çavtirsandin û kuþtinê ne ji bo wan kesan -çi heval û hogirên wî çi kesên welatparêz, serok û sîyasîyên Kurdan- ku vê sîyasetê rast nabînin û rexne dikin.

Ew awûqatên ku van mesajan digerînin, kirina wan jî ne karekî welatparêzî ye, lê karekî gelek qirêj e, ku êtibar û þerefa huqûqnasan jî xirab dike. Ew bi vî awayî dibin haletê dek û dolavan, dibin haletê karekî pîs. Bi vî awayî ew jî dibin parçeyek ji çerxa dewleta Tirk.

Bona vê yekê, ger tiþtekî xirab bibe, berpirsîyarê vî tiþtî, berî Ocalan, berî PKK û berî van awûqatên berdestik, dewleta Tirk bi xwe ye.

Ger ew kesên girtî di destê PKK da bên kuþtin, berpirsîyar ne tenê PKK, her usa jî dewleta Tirk e.

PKK hêzên xwe yên nav welat derxiste der, li Kurdistana Baþûr bi cî kir, nuha wan kiþ dike ser Kurdên Baþûr, da ku gor dilê dewleta Tirk dezgeyê heyî xirab bike. Berpirsîyarê vî tiþtî jî dewleta Tirk e.

Ger sibê, dijî rêber û kadrên sîyasî yên Kurd bi destê PKK û kesên provokator êriþ çêbin, berpirsîyarê xirabîyên han jî dîsa dewleta Tirk e.

Piþtî ku Dewleta Tirk bi alîkarîya hinekan Ocalan bi dest xist, bi rîya wî bendê PKK kir destê xwe û PKK kir xizmeta xwe, nuha jî dixwaze dîsa bi destê Ocalan tevgera Kurd bi tevayî vemirîne û di pêvajoya endametîya Yekitîya Ewrûpê da ji hemû astengên pirsa Kurd xilas be. Bona vê yekê jî, hewl dide û hemû rê olaxên qirêj bi kar tîne, da ku hêz û rêxistinên Kurd ku vê lîstikê dibînin û dixwazin pêþî lê bigrin, bê tesîr bike, ji ortê hilîne.

Dewleta Tirk, çawa berî 12 Îlonê PKK dijî tevgera Kurd bi kar anî, îro jî dixwaze dîsa usa bike.

Lê ev hewes û xeyala vemirandina tevgera Kurd wê careke din di dilê wan da bimîne.

Em, wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan, him gelê Kurd, him jî raya giþtî ya dinyayê dijî vê plana qirêj hiþyar dikin. Divê kes dijî dek û dolavên dewleta Tirk, dijî vê çerxa zulmê, teror û kuþtinê bêdeng nemîne.

Divê Yekitîya Ewrûpa ku xwe hazir dike Tirkîyê bigre nav refên xwe, ji herkesî zêdetir hiþyar be. Birpirsîyarîya Yekitîya Ewrûpa ji ya herkesî zêdetir e.

Em careke din gazî hemû welatparêzên Kurd, gazî rêxistinên sîyasî û demokratîk dikin ku, dijî dafikên dewleta Tirk, dijî biryar û kiryarên PKK ku zirara xwe wê bide doza Kurd, bêdeng nemînin û helwestekî baþ bigrin. Kî li himber van plan û karên xirab bêdeng bimîne, lê seyr bike, wekî duh, sibê jî wê gunekar be.

Em gazî wan kesan dikin ku bi dil û daxwazên paqij, bi bîr û bawerîyên baþ, bo rizgarkirina welat û millet di refên PKK da cî girtine, divê van plan û dezgeyên xirab bibînin û helwesteke baþ bigrin. Li himber wan du rê heye: Ewê li refên sazûmana dagirker û kolidar û xulamên wan bin, yan li ba gelê Kurd?.

Welatparêzî ne ew e ku mirov bikeve xizmeta Dewleta Tirk û êrîþî welatparêzên Kurd bike.

Ger îxanetek heye ev e!

21 Tîrmeh, 2000

 
PSK Bulten © 2001