|
|
|
- Þiroveya Mehê
-
-
NEWROZ
Û KRÎZ
-
- Wekî hersal îsal jî, meha
adarê ji bo kurdan bû meha þahî û berxwedanê, ji ber cejna
Newrozê. Newroz bi coþeke xwurt hat pîrozkirin li çar parçeyê
Kurdistanê û li der welat, li cîyên ku Kurd dijîn.
- Newroz li Kurdistana Baþûr,
di bin hukma netewî da bi serbestî hat pîrozkirin. Xelkê
Kurd cejna xwe di 21'ê Adarê da li bajaran û çolan bi þahîyeke
mezin, bi govend û dîlanan pîroz kir.
- Kurd li Sûrîyê jî, ev çend
sal in newrozê bi serbestî pîroz dikin. Li Îranê ji xwe,
Newroz wek cejneke Îranî, ta ji demên kevn vir da tê pîrozkirin.
- Kurdan li Ewrûpa, Amêrîka,
Awustralya û hemû welatên ku lê dijîn, dîsa cejna xwe bi
serbestî, bi þahî û dîlan pîroz kirin.
- Cîyê ku Kurdan ne karîn cejna
xwe bi serbestî pîroz bikin dîsa parçê herî mezin, Kurdistana
Bakûr bû.
- Dewleta Tirk, dît ku ewqas
zulm û zordestî û xwînxwarî jî nikare pêþî li pîrozkirina
Newrozê bigre, di van çend salên dawî de, sîyaseta xwe guhart.
Vecar jî cehd dike ku mana û naveroka Newrozê biguhure,
wê wek cejneke Tirk nîþande. Newroz dîsa ji bo Kurdan qedexe
ye. Lê bi navê Newrozê merasîmên fermî çêdikin, bi çîrok
û derewên Ergenekonê, bi hesinkutanê dixwazin xelkê bixapînin.
- Îsal jî evtiþt kirin. Ger
ferqek hebû, ew jî goya serbesthiþtina pîrozkirina Newrozê
bû li Dîyarbekrê û çend bajarên dinê. Lê ew jî dîsa serbestîyeke
derewîn bû. Bo cejnê li dûrî bajêr cî nîþan dan. Kilam stranên
Kurdî, axaftina Kurdî, pankartên Kurdî, rengên Kurdî qedexe
kirin. Heya gotina "azadî"yê, bi zmanê Tirkî jî qedexe kirin!..
Li hin deran ji bo ku di civînan da kilamên Kurdî hatin
gotin, polêz civîn belavkirin.
- Li hin deran jî ji xwe qet
îzîn nedan ku Newroz bê pîrozkirin. Yek ji wan Bajarê Îstembolê
bû. Bi dehhezaran polêz û leþker roja 21'ê Adarê kûçe û
kolanên bajêr dagirtin û ne hiþtin ku pel bilive..
- Eva jî li tirkîyê Newroza
serbest bû!..
- Ev kar û helwest di sala 2000'î
da careke din nîþan dide sazûmana Tirkîyê çiqas sazûmaneke
zordest e, hov e û guhartin li vî welatî, ger bi temamî
ne xeyal be, lê gelek zehmet e.. Tirkîye bi vî halî çawa
dikare bikeve Yekitîya Ewrûpê, ev jî çîrokeke din e..
- * * *
- Di meha Adarê da li Tirkîyê
pirseke mihîm jî, guhartina qanûna bingehîn bû, ji ber hilbijartina
serokkomarî.
- Li vî welatî, hilbijartina
serokkomar tim bûye sedemê krîzê, ango serêþî û tevlihevîyê.
Ji ber ku kesên sîwîl nikarin li hev bên û esker jî dibêjýn
ev post heqê me ye û zextê li parlemenê dikýn.
- Serokwezîr Ecewît, hîn mehan
berê, ji bo ku tevlihevîyeke teze çênebe, daxwaz kir ku
bila Silêman Demirel careke din bibe serokkomar. Gor Ecewît,
dikaribûn li ser navê wî li hev bikin. Lê gor qanûna bingehîn
ev tiþt nabe, kesek nikare cara duduyan bê hilbijartin.
Bona vê yekê jî Ecewît, xwest bendê 101'an ya qanûna bingehîn
biguhure û rê vebe bo Silêman ku careke din bê hilbijartin.
Ecewît berê hevalên xwe yên koalîsyonê (hukumeta heyî koalîsyon
e) razî kir, piþtî wê jî formûla 5+5 anî ber meclîsê. Ango
kesek bo pênc salan û du caran bikaribe bê hilbijartin.
- Ji bo guhartina qanûna bingehîn
di meclîsê da nîsbeteke mezin divê. Ecewît bo ku mebûsan
ji vê guhartinê ra razî bike tiþtên ecêb kirin. Guhartinek
jî bo zêdekirina meeþê wan tevlê kir, ku çend caran ji mehkema
bilind vegerî bû, ji ber ku qanûn rê nade.. Eva bertîleke
mezin bû ji bo mebûsan. Ecewît, her usa jî, bertîlek da
Partîya Refahê ku dengên wan jî bistîne. Refah ku partîya
herî mezin e li muxalefetê û li ber xetera girtinê ye cara
duwemîn.. Ecewît got, emê bi guhartina bendê 69'an ya qanûna
bingehîn, girtina partîyan zehmettir bikin..
- Lê dîsa jî ewqas lîstik, fen
û fût têr ne kirin ji bo guhartina qanûna bingehîn. Di dengdana
ku di 29'ê Adarê da li meclîsê çêbû, têr deng derneketin.
Refahê deng ne da, ji ber ku dixwestin serokê xwe yê berê,
Necmettîn Erbakan, ku ceza girtîye û ji heqên sîyasî bêpar
bûye, ji cezayê xilas bikin, lê daxwaza wan ne hate qebûlkirin.
Hin mebûsên dinê jî bi sebebên dinê ray ne dan bo guhartinê.
Dengdana duwemîn di 5'ê Nîsanê da wê çêbe; lê xuya ye, dîsa
zehmet e ku pêþnîyar têr deng bistîne.
- Bi vî awayî Ecewîtê me, ku
dixwast pêþî li krîzê bigre, lê bi destê xwe rê da krîzeke
mezintir!
- Demîrel çima dixwaze cara
duwemîn bê hilbijartin, meriv fêm dike, çavê wî têr nabe.
Lê Ecewît çima ewqas dixwaze ku ew careke din bê hilbijartin?
Gelo, ew welat û millet hêsîrê Silêman e? Li meclîsê û li
der meclîsê kesekî din tune ku bibe serokkomar? Yan ji Sêlêman
mezintir yekî kevneperest nabînin?.
- Ev herdu, Demîrel û Ecewît
çil sal e ku vî welatî îdare dikin; lê rewþa welat li meydanê
ye. Wan welat ji feqîrîyê xilas nekirin, demokratî ne hat,
pirsa Kurd çareser nebû. Di dema wan da pirsên welat ji
berê girantir bûn.
- Ecewît dibêje, bo xatirê "îstîkrarê".
Malûm e, îstîkrar berdewamîya rewþa heyî ye. Ango Ecewît
jî naxwaze ku tu tiþt biguhure. Ev herdu, wek du kevirê
mezin li þêmûgê ne, derîyê guhartinê dadane.
- Her usa jî Ecewît digot, ger
Demirel bê hilbijartin, lý ser pirsa serokkomarîyê di nav
hukumetê da serêþîyek çênabe. Lê ger Demirel nebe, her partî
wê namzetê xwe nîþande, li hev nekin û dibe ku koalîsyon
belav be, serokwezîrî ji dest biçe!..
- Li alî din, welat û civat
bi rastî jî hewcaderê qanûna bingehîn yeke teze û demokratîk
e. Eva heyî piþtî 12 Îlonê hat qebûlkirin wek fermana generalan.
Ew berhemê Pînoþeyê Tirk Ewren e. Ev qanûn wek kirasê dînan
e li piþta gel û welat, dest û pîyê heq û azadîyan girêdaye.
Bi vê qanunê tirkîye nikare bibe himçaþ, nikare bikeve Yekitîya
Ewrûpa.Bi guhartin û pînekirina wê jî tiþtek naguhure. Divê
meriv wê bavêje nav zibil û yeke teze, demokratîk çêke.
- Di rewþeke hanê da ew guhartinên
ku Ecewît û der û dorên xwe anîn ber meclîsê, wekî heneke
bi milet ra. Em hevî dikin ku di pêncê Nîsanê da jî ew têr
dengan nestîne. Bi vî awayî gel ji Demîrel jî êdî xilas
be. Her usa jî, himber vê rûreþîyê, ger Ecewît jî dev ji
serokwezîrîyê berde, ji sîyasetê vekiþe û biçe di mala xwe
da rûne, ji bo welat û millet gelek baþtir e.
-
- Divê qanûna bingehîn yeke
teze bê çêkirin, tê da hemû heq û azadîyên bingehîn bên
rêzkirin, her usa jî nasnama Kurdan bê qebûlkirin, heq û
azadîyên wan bên naskirin.
- Digel wê, divê sîstema hûqûqê
ya Tirkîyê, hemû qanûn ji dest derbaz bin û tiþtên ne demokratîk
bên paqijkirin.
- Azadîya ramanî û rêxistinî
gor welatên demokrat hebe. Partî êdî neyên girtin.
- Kes ji ber bîr û bawerîyên
xwe ceza û teda nebîne.
- Eza û teda (îþkence) bila
nemîne.
- Zulm û zordestîya ser zman
û çanda Kurdî bila rabe. Mektebên Kurdî, radyo û têlevîzyona
Kurdî vebin.
- Bila ji bo çareserkirina pirsa
Kurd li ser esasê wekhevîyê rê vebe.
- Bila efeke giþtî derkeve.
-
- Lê mixabin, ev kesê ku Tirkîyê
îdare dikin, mirovên wek Demirel û Ecewît, mêjoyên wan êde
kurmî bûye û ew li ser guhartinên han tucar nafikirin, dij
in.. Li himber pêþnîyarên han bi cinan dikevin.
- Tirkîye bi rêberîya merivên
han çawa dikare bibe Endamê Ewrûpa?.
- Bi rastî jî him bo Tirkan,
him bo Kurdan zehmet e. Welat û millet hewcadarê sîyasetên
teze, rêberên teze ne. Divê xelk cilê mirîyan ji ser xwe
bavêje, ji van kurmîyan ra êdî bêje bes!
- Lê mixabin, ji millet jî hîn
deng tune...
|
| |
|
|