PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Daxuyanî:

Bi pîneyan pirs çareser nabin;
Divê qanûna esasî ya teze û demokratîk bê çêkirin,
Hebûn û heqê Kurdan bê naskirin

Parlamena Tirk di van rojana da hazirîyekê dike ku di qanûna esasî ya 1982’yan da hin guhartinan bike.

Çawa gelek huqûqnasên Tirk yên bi nav û deng jî dibêjin, ev bi rastî ne qanûna esasî ye, lê berhemê Cuntaya Faşî ya 12 Îlonê ye, fermana generalan e û wek kirasekî dînan e li pişta gel.

Divîya bû ew di zû da bavêtana çopê û yeke teze û demokratîk bihata derxistin.

Lê ew hukumetên sîwîl ku piştî Cuntayê hatin ser hukim, tiştek ne kirin. Di qanûna esasî da hin guhartinên piçûk yên ku ji wan ra lazim bûn kirin, ewqas. Wekî din ew qanûn parastin, pişta xwe dane wê û bi rîya wê kar û bar bi rêva birin. Mixabin, li vî welatî ferqê hukumetên sîwîl ji eskeran tune, ew jî ditirsin heq û azadî bidine gel. 

Ev guhartina dawî jî ne bi dilê wan e, bo xatirê Yekitîya Ewrûpa ye; çar neçar divê bikin..

Lê xuya ye ev guhartin jî berê tiştekî wê negre. Dilê karbidestên dewleta Tirk tune ku bi guhartineke baş sînorê heq û azadîyan fireh bikin, da ku Tirkîye bibe welatekî demokrat û medenî. Ewê dîsa hin pîne û boyaxan lêxin û eslê vê qanûna nijadperest, faşîst û mîlîtarîst biparêzin.

Berî hemûyan ew dîbaceya  (destpêk) vê qanûnê li ser Tirkperestî, ango li ser nijadperestî çêbûye. Di dinyaya medenî da tiştekî usa nabe. 

Gelek bend û qeydên vê qanûnê wek asteng in li pêş heq û azadîyên bingehîn. Ji wê jî mihîmtir, tê da bendekî taybetî heye ku, rê li ber guhartina bend û qeydên hanê digre. Dibêje, ev bendên hanê tucar nayêne guhartin! Bi vî awayî, Cuntayê xwastîye rê li ber parlamenên piştî xwe jî bigre. Gor vê benda taybetî, hin qanûnên dinê ku bi destê Cuntayê hatine derxistin, ew jî nayêne guhartin. 

Bona vê yekê ye ku, dema hin partî di daxwaz û bernameyên xwe da cî didin guhartinên han, bi destê Mehkema Qanûna Esasî têne girtin.

Tiştê herî balkêş jî, ew parlamen û hukumetên sîwîl ku piştî Cuntayê hatin, dijî van bend û qeydan derneketin û xwe bi wan girê dan! Hukumeta dawî jî usa ye.

Hingê ev Qanûna Esasî çawa dikare bibe demokratîk û li vî welatî heq û azadîyên hemdem bi cî bên?

Her usa jî nîyet û xebateke vê parlamenê û vê hukumetê tune ku Tirkîyê bike welatekî demokrat û ji gel ra heq û azadî nasbike. Ger bixwasta xwe bi zagona esasî ya Cuntayê girê ne dida. Ev Cuntaya ku qanûna esasî ya heyî avête çopê, parlamen û hukumet belav kir, partîyên sîyasî girtin, serokên wan avête zindanan û welat serbiser kire wek zindan, ewqas eza û cefa bi xelkê kir.. Ger bixwasta, ew kirasê dînan ji pişta gel derdixist davêt û qanûna esasî ya teze û demokratîk çêdikir.

Heya ku qanûna esasî ya teze neyê çêkirin û hemû heqên bingehîn neyên naskirin, ev welat nikare bibe demokrat.

Heya ku hebûn û heqê Kurdan neyê naskirin, ev yek di qanûna esasî da cî negre, ev welat nikare bibe demokrat.

Lê ev guhartinên ku nuha di Qanûna Esasî da têne kirin têr nakin, heya sosret in. Wek nimûne, nayê bîra van efendîyan ku heya hebûna Kurdan bi şiklekî fermî nasbikin.

Qanûna Esasî ya heyî da tê gotin ku “zmanê dewletê Tirkî ye.” Nuha dixwazin li cîyê wê bêjin “Zmanê resmî ya dewletê Tirkî ye.” Vê guhartinê jî wek reformeke mezin nîşan didin! Lê MHP ya nijadperest û faşîst, ku şirîkê mezin yê duwemîn e di hukumetê da, heya dijî vê guhartinê jî derdikeve..

Ji ber vê jî, evana ne gavên demokratîk in û bi vî şiklî pirs çareser nabin. Dewleta Tirk careke din xekê welat û dinyayê dixapîne.

Dewleta Tirk careke din henekê xwe bi Kurdan dike.

Kurdistana Bakûr ku bi firehîya xwe sisêyan da yekê Tirkîyê ye (Gor sînorên heyî. Bi hisêbeke din –ango Kurdistanê jê derîne- qasî nîvê Tirkîyê ye). Bi nifûs jî Kurdên Bakûr ji 20 mîlyonî zêdetir in (Li Kurdistana Bakûr û li temamîya Tirkîyê). Ewê ku ji bo sedhezar Tirkê Qibrisê heya federasyonê kêm dibînin û konfederasyonê dixwazin, ji Kurdistana Bakûr ra –heqê federasyonê yan otonomîyê bila li wir bimîne, heya heqê radyo û têlevîzyonê, yê xwendinê, yê axaftinê di warê resmî da nasnakin.

Bila berpirsbîyarên dewleta Tirk jî, hemû dinya jî bizane ku, ev milletê Kurd ku dused sal e, ji bo azadî û serbestîyê bi camêrî ber xwe daye, bi dehan caran serî hildaye, şoreş kirîye û di vê rê da bedêleke gelek mezin daye, vê rûreşîyê tucar qebûl nake.

Em jî wek gel û milletekî dixwazin di welatê xwe da bi nav û nasnama xwe bijîn. Em jî wekhevî dixwazin, azadî û dadî dixwazin.

Şiklê vê jî yan dewleteke cuda ye, yan jî federasyon e. Divê di vî warî da biryarê milletê Kurd û berpirsîyarên xwe yên meşrû bidin.

Ger dewleta Tirk li ser bingehê wekhevîyê, bi çareserîyeke dil û daxwaz ra razî be, partîya me jî  piştgirîya yekitîyeke bi şiklekî fedaral wê bike.

Lê em vê statûya neheq, ya bindestîyê tucar qebûl nakin. Tu zordestî, fen  û fût û êxanet nikare berxwedana milletê Kurd ji bo azadîyê bide sekinandin. Zû an dereng emê jî bibin milletekî azad. Bila dost û dijmin vê yekê baş bizane!

Heya ku heqê milletê Kurd neyê naskirin, heya ku pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê çareser nebe, Tirkîye rûyê aşitî û demokrasîyê nabîne. Kes bila xwe nexapîne.

Yên ku ev rîya şaş dane ber xwe, tenê zeman winda dikin.

Em careke din gazî hukumet û parlamena Tirk dikin ku realîst bin, gor edaletê bikin, bo çareserîyeke medenî bi Kurdan ra rûnin, bidin bistînin.

Ev guhartina Qanûna Esasî firsendek e. Tiştê ku divê bê kirin, ne bi rîya boyax û pîneyên teze veşartina qul û pîsîyên vê krasê kevn û teng e. Divê dev ji wê bê berdan û yeke teze û demokratîk bê çêkirin.

Qanûneke ji Tirkperestî, şovînî û mîlîtarîzmê dûr!

Qanûneke ku hemû heq û azadîyan biparêze!

Qanûneke ku cî bide nasnama Kurdan, pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê çareser bike!

2 Heziran, 2001

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2001