PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ragihandin:

Divê Dewleta Tirk
Rêz Li Daxwaz û Armanca Kurdên Başur Bigre!

Paş eşkerê bûna proseya avadankirin û nusazîya İraqê, Kurdên Başûrê jî proje û bernama  xwe bona duwerojê İraqê pêşkeşê raya giştî kirin. Usa xuya ye, ji ber vê projeyê, şoven û nijadperestên Tirk, ji nijadperest û şovenên İraqê pirtir ecîz bûne.

Hêzên sîyasî yên Kurdistana Başur heya îro gelek caran îlan kirin ku dijî perçebûna İraqê ne, İraqeke demokrat û federal dixwazin. Herweha îlan kirin, ku li ser Biryara Parlementoya Kurdistan ya derberayê federasyonê, pêgir in û ji vê biryarê paşve nakêşin.

Dijmin û neyarên Kurd li Tirkîyê, ji pêşkeşkirina projeya federasyonê û biryara yekxistina hukumeta Kurdistanê, dîn û har bûn. Hukumeta Tirk, leşker û -bilî ji çend rojnemevan û niviskar- rojname û televîzyonên Tirk, bi hevra gefa Kurdên Başûr dixwin, “daxwaza federasyonê û Kerkukê ji bîr bikin” dibêjin.

“Divê demografî û demokrasîya İraqê neyê xirab kirin, ji ber vê yekê me hişyarîya xwe yê pêwist da” dibêje Vezîrê Karûbarê Derweyê a Tirkîyê. Û bi vê gotînê xwe va carekî din nişan dide, ku gava pirs û pirsgirêka Kurd were holê, dewleta Tirk guhê nade prensîbên dîplomasîyê. Ji ber ku Kurd neteweke eslî ye li İraqê, û mafê wî jî heye  bona duweroja welatê xwe raman û projeyê xwe pêşkeş bike. Gava dewleta Tirk rêz li daxwaz û armanca Kurdên Başure negre û gefa wan bixwe, ev tê vê wateyê, ku dewleta Tirk destê xwe dirêjî kar û barên hundurîyê İraqê dike.

Berhemên vê sîyasetê, aloztir û ne aramtir bûna navçe ye. Ji bona vê yekê jî divê dewleta Tirk dev jê vê halwesta xwe berde. Şuna wê bona çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkîyê kar û xebat bike.

Hêzên azadîxwaz, demokratên Tirkîyê, divê li hemberê gef xwarina dagirker û şoven û faşîstên Tirk bê deng nemînin, bona ku  hukumeta Tirk rêz li daxwaza Kurdên Başur bigre, kar û xebat bikin.

Koma Milletan, Dewleta Yekbûyî a Amerîka, Birîtanya û dewlet û sazîyên din, ku di pirsa İraqê da teref in, divê dijî helwesta Tirkîyê, ku pêpeskirina prensibên navnetewî ye, dengê xwe bilind bikin, nehelin Tirkîyê destê xwe dirêji kar û barên İraqê bike.

Divê hemu Kurd, -ci l i welat, çi li derwayê welat- parezvanê biryara Parlamena Kurdistanê bin; vê biryarê wekî ronîya çavên xwe biparêzin. Divê hezên welatparêzên Kurdistana Başur, pêş hemî herdu hezên sereke PDK û YNK, yekitîya xwe hin xurttir bikin, bona avadan kirin û nusazîya welatê xwe, bernameyên hevbeş amade bikin.

PSK-Partîya Sosyalîsta Kurdistan, di vî warê da, wê erkên xwe bi cî bîne, hazir û amade ye ligel rexistinên din va, kar û xebatên hevbeş bike.

Partîya Sosyalîsta Kurdistan
28.12.03 

 
PSK Bulten © 2003