Roja Teze hat
girtin
Rojnama hefteyî Roja Teze ku
li İstembolê bi Kurdî û Tirkî derdiket hat girtin. Di
hejmara dawî da tê gotin ku rojname ji ber cezayên hepsî û
pereyî û ji ber astengên dinê êdî nikare derkeve. Heya nuha
36 hejmarên wê bi biryara mehkemê dest danîne ser. Di derheqa
xwedî, berpirsîyar û nivîskaran da bi sedan dawe vekirine
û gelek ceza dane. Li Kurdistanê jî ji xwe bi biryara Walîyê
Rewşa Taybetî bi temamî hatîye qedexekirin.
Ev ne cara pêşîn e ku rojnameyeke
Kurdî bi destê mehkeme û polêzê
Tirk tê girtin, yan ji ber teda û astengan mecbûr dimîne xwe
bigre. Lê bila xwendavanên wê xemgîn ne bin, cî vala namîne;
yên teze wê derkevin û ala berxwedanê hilgirin.
Em li jêrê cî didine nivîsa Ferhad
Can ku di hejmara dawî da ( ya 74) derket û li ser vê yekê
ye:
Nuha xatirê we..
Ferhad CAN
Xwendevanên delal,
Em careke din bi xemgînî xatirê
xwe ji we dixwazin. Ji ber ku, tiştê ku hate serê rojnamên
berê (Azadî, Dengê Azadî, Ronahî, Hêvî) hat serê Roja Teze
jî. Ji ber zordestî û astengên sazûmana zalim
ew jî ji vê hejmarê pê ve tê girtin.
Ji we ra eyan e, sazûmana zalim
berê qet firsend ne dida kovar û rojnamyeke bi zmanê kurdî
derkeve. Piçek jî tê da Kurdî hebe, yan doz û daxwaza heqê
Kurdan bike, hîn di destpêkê da ew digirt. Operasyon çêdikir,
xwedî, berpirsîyar û nivîskarên wê digirt dibir, bi nîyeta
avakirina dewleta Kurd mehkeme û ceza dikir!
Lê ev nêzî deh sal e ku dewleta
Tirk bi şiklekî resmî îznê dide ku bi naveke Kurdî û
bi zmanê Kurdî kovar û rojname derkevin. Lê rê li ber digre,
nahêle ku belav be. Xwendevanan
ditirsîne, nahêle ku bê firotin û bê xwendin. Li xwedî, berpirsîyar
û nivîskarên wê cezayên hepsî û pereyî dibarîne, wan dike
zindanê yan direvîne. Carina jî dikuje... Ango dewleta Tirk
van wesanan difetisîne. Ger bi wê jî nebû, bi biryara mehkemê
raste rast digre.
Ango îznê didine derketina kovar
û rojnamên Kurdî, lê nahêlin ku bijîn. çawa ku zarokê piçûk
ne di yek carê da, lê hêdî hêdî, bi sîle û toqat, tî û birçî
bê kuştin..
Serkar û rêvebirên dewleta Tirk
him usa dikin, him jî vedigerin xelkê bîyanî ra dibêjin: "Zmanê
Kurdî serbest e. Ka binêrin rojname, kovar û kitêbên Kurdî
dertên û kasetên Kurdî serbest in!.."
Ev zalim, serda jî henekê xwe
bi me Kurdan dikin, dibêjin kovar û rojnamên Kurdî serbest
in, lê kes naxwîne, bona wê têne girtin!..
Ev sîyaset ji ya berê ziraftir
e û zalimtir e...
Helbet, di nav Kurdan da yê ku
dikarin zmanê xwe di warê xwendin û nivîsandinê da bi kar
bînin wek prosent kêm in. Sebebê vê jî eyan e. Ev ne sûcê
Kurdan e. Lê dewleta zalim pêşî lê girtîye, rê nade ku
Kurd xwendin û nivîsandina zmanê xwe hînbin. Mektebên
Kurdî tunin.
Wexta xwendina zmanekî qedexe
be xelk çawa hînî xwendin û nivîsandina wê bibe? Hela zmanê
Tirkî bi vî şiklî 15-20 salî qedexe bikin, binêrin halê
Tirkan çi dibe?.
Lê di van zaliman da merhemet
û însaf tune. Li tu derê dinyayê har û hovîyeke han ne hatîye
dîtin.
Xwendevanên delal, li himber
vê sazûmana zordest û zalim û rewşa xirab çare çi ye?
çare dîsa jî kar û xebat e, berxwedan e.
Li himber çetinahîyan tucar dilsar
ne bin, bê hêvî ne bin!
Kurdan bi hezaran salan ber xwe
dan û heya îro hebûna xwe,
zman û çanda xwe parastin. Rewşenbîrên Kurd, ji sed salî
zêdetir e di rewşên gelek zehmet da weşanan derdixin
û zmanê kurdî di warê xwendin û nivîsandinê da didin jîyandin.
Heval û hogiran jî di sala 1991
da bi rojnama hefteyî Azadî dest pê kirin û heya îro bi camêrî
berxwe dan hatin.
Rewşa zman û çanda Kurdî
îro ne wek sed sal berê ye, heya ne wek 20-30 sal berê ye;
gelek guhartin heye, gelek pêşveçûn heye.
Ew meş nasekine û divê nesekine.
Çireyek vemire jî yeke din, dehê
din wê pêkevin.. Cîyê çireyan wê fanos û luks bigrin...
Emê dibe ku piçek wêsa xwe bigrin
lê piştî wê gavên mezintir bavêjin. Dilê xwe fireh bigrin.
Di çarînê da usa dihate gotin:
Binhêr, ji hev dizê tim, mirin
û jîyan
Hêvî aj dide li
ser axa derd û kulan
Axa hişk da dimrin
dilopên pêşîn
Yê din diherikin,
dibin ava çeman
Hûn jî ji van gavan ra xwe hazir
bikin, dilopên xwe tev li yê dinê bikin ku bibe ava co û çeman...
Xwendevanên delal, nuha xatirê
Roja Teze û ya we! Heya "roj"eke dinê...
|