Rojbaş MY!
Rêxistina Milletên Yekbûyî (UNO) çend roj berê (dawîya gulanê,
2002), nûnerekî xwe ji bo serlêdana hefteyekî şande Tirkîyê.
Ev nûnerê bi navê Deng, ku alîkarekî Sekriterê Giştî
yê MY ye û bi pirsên “xelkê ji cî û warên xwe koçberkirî”
mijûl e. Gor xeberên rojnameyan ewê bi pirsa Kurdên ku bi
darê zorê ji cî û warên xwe hatine koçberkirin, ango hatine
nefîkirin mijûl be..
Rojbaş Milletên Yekbûyî! Xuya ye, li dawîya dawî tu
bi hebûn û halê Kurdan jî hesîyayî!..
Ev rêxistina ku navê xwe danîye “Milletên Yekbûyî”, lê bi
rastî “dewletên yekbûyî” ye, heya nuha li ku bû? Dema welatê
me parçe bû, heyîyên me yên sererdê û binerdê hatin talankirin,
zman û çanda me, heya nav û kilamên me hatin qedexekirin û
di demên berxwedanê da jî ku em hatin qetilkirin, gelo ew
MY li ku bû?..
Hela em bêjin ji ser yên berê gelek waxt derbaz bû. Lê van
20 salên dawî ku dewleta Tirk welatê me ser û bin kir, çar
hezar gund û bi dehan bajar hilweşand û şewitand,
heya mêrg û daristanên me jî bombebaran kir, pênc mîlyon mirovê
me ji warê bav û kalan dûrxist, hingê MY li ku bû?
Lê dema ku Saddam li Kurdistana Başûr çekên kîmyewî
reşand û xelkê me bi hezaran, mîna Hroşîma qirkir?.
Lê dema ku sazûmana kevneperest û zordest a İranê, bi
ser û bin kirina welatê me jî ne ma, kuştin û êrişên
xwe heya der welat dirêj kir, li Ewrûpa nêçîra serokên Kurdan
kir, hingê MY li ku bû?.
Li ku be, li New Yorkê û li gelek bajarên dinê, di bînayên
gelek mezin da, civînên gelek mezin çêdikir û gotinên gelek
rengîn dikir, belavokên li ser “mafên mirovan” belav dikir
ku tim li ser kaxizê diman.. Him jî tevî wan çil heramî û
haydûtên ku welatê me parçe kiribûn.. Belê, di meclîsa han
da ew hebûn, em tunebûn.. Di wê meclîsê da navê me derbaz
ne dibû..
Ev rêxistina ku navê xwe danîye “Milletên Yekbûyî” tucar
em Kurd wek millet ne hesiband, dengê çil mîlyon Kurd ne bihîst
û tucar ne hate haware me!..
Li dawîya dawî zehmet kirine, nûnerekî xwe yê taybetî şandine
ku li “herema Rojhilata Navîn ê Tirkîyê” bigere, Dîyarbekir
û Şirnaqê bibîne, li ser pirsa xelkê koçberkirî bisekine
ku “di rûbarî terorê da cî û warê xwe terk kirine çûne…”
Çi zehmet heyran, çi zehmet! We em mehçûp kirin!..
Hey gidî dinyaya bê şeref û bê vîcdan! Dema çarîna jêrîn
e:
Dinê usa ye, ger xurt î, xudî gotin û heq î
Ger jar î, bindest û pêrîşan û neheq î
Giregirên vê dinê û wê dinê pir tişt dibên
Lê di rîya aşitî û başitî da sebra me teqî
Dîsa jî baş e, dost û hevalên delal! MY em jî anîne
bîra xwe. Dengê me jî bihîstîye û ji me ra “Deng”ek şandîye..
Ji şiêreke Ehmed Arif ristek hate bîra me:
“Ana avrat, ax ulan!” (*)
---------------------------------------------------
(*) Xebereke gelek giran e.. Wekî dibêje “min dê û bavê we…”
|