Rojên Mihîm
Ferhad CAN
Belavoka Partîya Sosyalîst ji bo meþ û mîtînga Kolnê ku li
12´yê vê mehê, ango sê roj berê çêbû, bi van gotinan dest
pê dikir:
“Em ji roj û demên gelek mihîm derbaz dibin. Yekitîya Ewrûpa
van rojên pêþ me wê biryar bide di derheqê endametîya Tirkîyê
da. Her usa jî Amêrîka xwe hazir dike êrîþekê bibe ser Iraqê,
sazûmana Saddam biruxîne. Ev herdu bûyer jî bo rewþ û dahatûya
milletê Kurd gelek mihîm in.
“Divê di demeke han da em bê helwest nebin û ray û daxwazên
milletê Kurd nîþandin ji bo hemû dinyayê, dengê xwe bidin
bihîstin.”
Belê, xwendevanên delal, bi rastî jî e ew roj û demên ku
em jê derbaz dibin, ger em bizanin wek zêr in ji bo milletê
Kurd. Ger em qîmeta van rojan nezanin û gor hewcedarîyên wan
nekin, firsendên giranbuha ji dest me bifirin biçin..
Þerê Mezin ê Pêþîn û rojên berî Peymana Lozanê jî usa bûn.
Di þerê Pêþîn ê Mezin da Dewleta Osmanî windakir, bê mecal
ket, xelkên bindest yên li bin bandûra vê dewleta rizîyayî
serî hildan, ji bo azadî û serbestîya xwe kar û xebat kirin
û gihan armanca xwe. Lê me Kurdan bi navê parastina seltanat
û xelîfetê da dû paþayê Osmanî Mistefa Kemal, li dawî jî hatin
xapandin, dewleta Osmanî belav bû çû, li cî Komara Tirk avabû
û em dîsa bindest man..
Em di vî þerî da bi navê xwe tunebûn. Me ji bo armancên xwe
þer nekir, da dû xelkê û ji bo daxwaz û armancên wan þer kir.
Ango em bûn peyayê xelkê.
Di dema Konferansa Lozanê da jî em tune bûn. Bazarî li ser
welatê me hate kirin û me sêr kir.. Xelkê dewlet çêkir, welatê
me careke din hat parçekirin.
Ji wê rojê vir da 80 sal derbaz bûn, em dîsa bindest in.
¢ro jî Tirkîye dixwaze bikeve Yekitîya Ewrûpa. Divê gor qanûn
û qeydeyên vê yekitîyê Tirkîye xwe teze bike, mafên mirovan
û gelan nas bike. Yek ji babetên bazarîyê çareserîya pirsa
Kurd e.
Lê ev bazarî jî wek ya Lozanê bi hebûn û berxwedana me girêdayî
ye di meydana kar û xebatê da.
Dema dengê me bilind be, daxwazên me bêne bihîstin Yekitîya
Ewrûpa wê qîmetê bide van deng û daxwazan, zorê bide ser Tirkîyê,
þert û þirûtan li pêþ dayne. Dema dengê me tune be, yan sist
be, ma di bîra wan da ye, çima serê xwe pê biêþînin?.
Gelo em bi vê yekê hiþyar in yan na?
Pirî caran em dibêjin em milletekî 40 mîlyon in û nêvîyê
vî milletî lî nav sînorên dewleta Tirk da, ango li Kurdistana
Bakûr û li Tirkîyê ye. Em dibêjin welatê me qasî Fransê ye
û nîvê wê di nav sînorên dewleta Tirk da ye. Rastî jî usa
ye.
Lê dema ew 20 mîlyon bi rewþa xwe hiþyar nebe, rêz nebe,
danekeve kûçe û kolanan, daxwazên xwe bilind neke, heqê xwe
nexwaze, çi qîmeta xwe heye?
Ango ne roja bêdengî û sekinînê ye. Divê milletê Kurd bikele,
rêz be, bicive, bimeþe, deng û daxwazên xwe bilind bike.
Divê Kurd bi hevra heyetên dîplomatîk avabikin, li derê yekitîya
Ewrûpa bidin, li derê hemû welatên Ewrûpa bidin, hukumetan
û partîyên sîyasî bibînin, deng û daxwazên xwe bigihînin wan.
Divê Kurd li meydanê bin!
* * *
Di vê demê da ji bo Kurdan pirseke mezin a dinê jî pirsa
Iraqê ye. Amêrîka xwe hazir dike êrîþî Iraqê bike, hukma Saddam
biruxîne. Bûyereke han li heremê statukoyê wê hilweþîne û
tesîra xwe li ser rewþa rojhilata Navîn û bi taybetî li ser
rewþa Kurdan bi xurtî nîþande.
Helbet þer xirab e û dikare zirarên xwe bide Kurdan jî. Lê
hilweþîna statukoyê jî bi gelek alîyan baþtir e. Dema sûzûmanên
zordest û kevneperest yên li heremê hilweþin, ji bo hemû gelan,
bi taybetî jî bo gelê Kurd baþ dibe. Asoyên teze vedibin û
firsendên teze derdikevin pêþ.
Di vî warî da jî Kurd, bi taybetî jî Kurdên Baþûr divê hazir
bin û xwedî helwestekî bin, daxwazên wan zelal be.
Em dilþa ne ku di vî warî da tiþtên baþ dibin. Herdu partîyên
mezin (PDK û YNK) di dema dawî da pêvendîyên xwe baþtir kirin
û di warê aþitî û hevkarîyê da gavên teze avêtin. Parlamena
Kurd ku ji ber þerê navxweyî parçe bûbû, piþtî þeþ salan cardin
li Hewlêrê civîya. Biryareke miþtêrek heye ji bo hilbijartina
giþtî û tezekirina parlamenê.
Her usa jî Kurdên Baþûr Iraqeke demokrat û federal dixwazin
piþtî Saddam. Muxalefeta Iraqê jî (Kurd jî di navda ne) di
mehên borî da li London û Waþîngtonê civîya û li ser vê daxwazê
li hev hat.
Evana bûyerên baþ in. Xuya ye van roj û mehên pêþ me guhartinên
mezin pêk bînin li heremê û di rewþa Kurdan da jî tiþtên baþ
çêbin.
Dijminên Kurd ji van bûyeran gelek aciz in, bi xem û tirs
in. Bi taybetî jî dewleta Tirk.. Berpirsîyarên Tirk laf û
gefan dixwin ku rê nadine dewleteke Kurd, heya bi þiklekî
federal be jî. Dibêjin “tiþtekî han dibe sedemê þer!.”
Lê tu heqê Tirkan tune ku têkilî karê Kurdên baþûr bin. Êrîþeke
han bi her awayî ne hêsan e, bedêla xwe giran e. Ne dinya
rê dide vê yekê ne jî Kurd serê xwe li ber wan datînin. Tirk
bi van laf û gefan dixwazin çavê Kurdan bitirsînin, di statûya
teze da rol û mafê Kurdan piçûk bikin.
Ûsa xuya ye ku vêcar gor dilê wan nameþe û dîrok ji Kurdan
ra wê bikene.. Bes bila Kurd yek bin û pêt bin..
|