Sala 2000 û "Zeftkirina
Zindanan!.."
Belê, salek din hat û ji ser Tirkîyê
û Kurdistanê ra derbaz bû
çû. Bêkêr, bê xweşî, bê rindî û delalî!.. Çawa ku ewr
ji ser erdekî hişk û tî derbaz bin biçin û dilopekî nerijînin..
Lê sala 2000’î bi hêvî dest pê
kiribû. Tirkîye bûbû namzetê Yekitîya Ewrûpa. Xelkê digot,
sazûmana Tirk êdî bibê nebê piçek xwe biguhure, nerm be, çarçuva
heqên mirovî fireh bike, di warê demokrasîyê da hin gavan
bavêje.. De haa!..
Deve ji ser çalê bazdide, lê
rêvebirên dewleta Tirk nikarin bibin demokrat!
Sal derbaz bû çû û rêvebirin dewleta
Tirk wek sîsirkê fîtik kutan,
waxta xwe vala derbaz kirin. Dema payîz hat û Yekitîya Ewrûpa
Pelgê Şirîkatîyê li pêşîya wan danî û tiştê
ku ji wan dixwast yek bi yek rêz kir, hingê, na, hişê
wan ne hate serê wan, lê hişê xwe bi temamî winda kirin,
dîn bûn, bi cinan ketin.
Ji Ewrûpîyan
ra gotin, “pirsa Qibrisê ne îşê we ye!“
Gotin "Em tucar rê nadine têlevîzyona
Kurdî û xwendina Kurdî jî tucar nabe!"
Lê piranîya xelkê Tirkîyê û piranîya
rewşenbîran, heya tu bêje temamîya sermîyandaran, dixwastin
Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewrûpa. Da ku bikaribe pirsên
xwe yên giran bi alîkarîya Ewrûpê çareser bike; aborî xweş
be, aşitî û demokrasî bê welat.
Bi vî awayî Tirkîye bû du bend
û gengeşîyeke xurt dest pê kir di navbera herdu alîyan
da: Yên ku endametîya YA dixwazin, yên ku naxwazin.
Hingê,
tiştê ku di rewşên hanê da tim dibû, dîsa bû! Esker
serî hilda, laf û gef xwarin. Got "Radyo û têlevîzyona Kurdî
û xwendina Kurdî nabe! Ewqas heq û azadî nabe! Kurd nikarin
bi serbestî sîyasetê bikin! Ewrûpî dixwazin Tirkîyê parçe
bikin!.."
Di eynî demê
da krîza aborî dest pê kir. 7 hezar dolar ji Tirkîyê derket,
borse nîv-nîvê daket, faîz gihane hezaran. Hukumeta Tirk faşo
maşo bû û cardin xwe avêt derîyê ÎMF.
Di eynî demê da hukumetê bi navê
efê diz û keleş û qetilkar berdan, lê xwast kesên sîyasî
bike nav zindaneke xirabtir,
di "tîpa F", ango di zindana nav zindanan da tecrît
bike. Hingê di hepsan da girtîyên sîyasî dest bi grêva birçitîyê
kirin û rojîya mirinê girtin..
Di eynî demê da kûçe û kolan careke
din germ bûn. Karker û memûrên birçî dest bi meş
û mîtîngan kirin. Dê û bav, xwîşk û bira, heval û hogirên
girtîyên sîyasî û kesên rewşenbîr û demokrat jî dijî
"tîpa F" dengê xwe bilind kirin.
Ango krîz bi ser krîzan da hat.
Hingê, tiştên ku di rewşên hanê da tim dibû, dîsa
bû. Berê di kûçan da xort, piştra polêz hatine kuştin.
Piştî wê polêz bi kûçe û kolanan ket, wek “yenîçerîyan“
serî hilda, bû agir û barût…
Herkesî ji hevdu pirsî: “Gelo
çi dibe?“ Ji ber ku fîlmê berê dihate lîstin, fîlmê berî 12
Adar û 12 İlonê… Wekî hazirîya cuntayeke teze.. Serokwezîr
Eco bi xwe got: “Wekî yekî tilîya xwe li bişkoja bûyeran
da û tevlihevî derxist…“
Lê hukumet bi xwe jî ne malekî
pak bû. Wê jî berê lehîyê da ser mapisxaneyan. Ango ji esker
û polêzan ra kar dît û bala xelkê kişande ser cîyekî
din.. Bi hezaran esker û polêz, bi panzer, dozer û helîkopter
ajote ser zindanan; gulebaran kir, bombe avêt, şewitand;
sî-çil kes kuşt û bi sedan kes birîndar kir; zindan kirin
wek sellexane (mezbaxane) û ji nuh va zeftkirin, girtîyên
nava zindanan careke din girtin!..
Hukumeta
Tirk, wekî henekê xwe bi dinya alemê dike, navê vê operasyonê
danî "vegera jîyanê!" Ango xwast ku nîyeta xwe wek xilaskirina
girtîyan ji rojîya mirinê nîşande. Lê eva dereweke mezin
bû. Armanca hukumetê neqilkirina girtîyan bû ji bo “tîpa F“.
Wezîrê Hundur
bi devê xwe eşkere kir ku hazirîya vê operasyonê ji salekî
berê dest pê kirîye.
Di dema vê operasyonê da li gelek
bajaran di ser 20 mapisxaneyan da girtin. Gor reqemên resmî,
Ji 8 hezarî zêdetir komando û cendirme û bi hezaran polêz
bi kar anîn. 20 hezar bombeyê
qazê avêtin. Esker û polêz bi kîn û dijminahîyeke usa mezin
êrîş bire ser girtîyan ku di dema êrîşê da 24 girtî
hatine kuştin, bi sedan jî birînên giran girtin. Çend
heb ji birîndaran piştî operasyonê mirin û hejmar heya
serê salê ji 30 derbaz bû.
Xuya ye hinek jî di rojên pêş me da wê bimrin, yan jî
seqet bimînin.
Ji bo vê operasyonê bi trîlyonan
mesref bû. Ger ew mesref ji bo rindîya girtîyan serf bikirana
belkî ev serêşî çênedibûn..
Medyaya Tirkan jî di vê demê da
dîsa wek borazanê dewletê bi
kar hat, derewên wê bi dil û can belavkirin û hertişt
gor dil û daxwaza dewletê nîşan da, xelk xapand. Kesên
ku bi guleyan, yan bi lêdanê hatibûn kuştin, yan di dema
êrîşê da şewitîbûn, gotin bi destê hevalên xwe hatine
kuştin, yan jî xwe şewitandine. Hukumetê
navê vê propagandê danîbû “şerê psîkolojîk“… Di nav destkevtîyên
hêzên dewletê da gelek sûretên Marks, Engels û Lenîn û “du
qamyon kitêb“ jî hebûn ku têlevîzyonan ew jî wek curmekî mezin
nîşan didan!..
Piştra eşkere bû ku,
heya çawîşê ku di dema vê êrîşê da hatibû kuştin,
mirina wî jî dîsa bi guleya hevalên xwe, ango bi destê eskeran
bû.
Gelo, dewleta Tirk ne dikari bû
vê pirsê bi rê-olaxên aşitîxwaz, bi rîya danustendinê
çareser bike? Helbet dikaribû. Gelek daxwazên girtîyan li
cî bûn. Mapisxaneyên tîpa
F ne gor standardên medenî bûn. Dewleta Tirk ger guh bidana
pisporan, di van mapisxaneyan da hin guhartin
çêbikira û gor standardên navnetewî heq-huqûqê girtîyan nasbikira
ne hewce bû ku ewqas şer û pevçûn çêbe û bigihe vê derecê.
Her usa jî, îro di mapisxaneyên
Tirkîyê da ji 12 hezarî zêdetir kesê sîyasî hene. Gelo eva
sûc û gunehê kê ye? Ev ne ji ber zulm û zêrandina bê sînor
e?
Dewleta Tirk xelkê xwe dizêrîne,
talan dike, zulm û zordestîya nedîtî lê dike. Xelk birçî ye
betal e, bê heq û azadî ye. Dema dengê xwe derdixe jî lê didin
û davêjin zindanan û navê wan datînin "terorîst!" Lê bi rastî
terorîst ev dewleta zalim bi xwe ye.
Ji van 12 hezar kesî, yê ku bi
rastî çek hilgirtine destê xwe, şer kirine û kesek kuştine,
yan bombe avêtine cî û deran gelek kêm in. Gelek kes ji ber
ku raya xwe gotine û dijî sîyaseta dewletê derketine, hatine
cezakirin. Zarok û xortên ku li dîwaran tiştek nivîsandine,
yan afîşek dardakirine, yan tevî meşekê
bûne hatine girtin, wek terorîst hatine gunekarkirin û cezayên
giran dane wan. Wek nimûne,
dîsa van rojên dawî, mehkema bilind (temyîz) cezayê komek
xortên lîsê û zanîngehê testîq kir. Emrê wan di navbera 15-20
salan da bû û mehkemê ji 8 heya 15 salan cezayê giran dabû
her yekî. Curmê van xortan çi bû: Pênc sal berê polêz
li İstembolê, li taxa Gazî bi dehan kes kuştibû,
wan jî li İzmîrê protesto kiribûn. Ango belavok belav
kiribûn û afîş li dîwaran xistibûn…
Van xortan jî ji efa dawî îstîfade
ne kirin. Ji ber ku ew "terorîst" bûn! Diz û qetilkar hemû
derketin derva, lê ew xortên 15-20 salî di hundur da man…
Li welatekî usa tucar aramî û
aşitî dibe? Xuya ye ku li welatekî usa kûçe û kolan jî,
mapisxane jî wê tim bikelin.
Piştî vê şer û şewata
dawî û ewqas kuştî, seqet û birîndar jî dîsa hukumet
ne gihîşte daxwaza dilê xwe. Mapisxane bêdeng ne bûn.
Bi sedan girtî dîsa dev ji rojîya mirinê bernedan. Bi hezaran
girtî dîsa di girêva birçitîyê da ne. Li der jî heval û hogirên
wan bêdeng ne bûn, lê kîn û hêrsa wan qat bi qat zêde bû.
Ji îro şunda dibe ku li hêfê bigerin, bûyerên
teze çêbin û teror bilind be.
Ango dewleta Tirk bi vê metodê
zordestîyê dîsa tu tişt çareser ne kir, lê heya pirsa
heyî tevlihev û girantir kir.
Belê, xwendevanên delal, meha
dawî ya sala 2000’î bi vî awayî derbaz bû..
Meriv li halê Tirkîyê dinêre û
dibêje vî welatî dîn û har îdare dikin. Evana ji dema navçe
mane, hov in. Milletê xwe bi zora şûr, bi lêdan û kuştinê,
bi tirs û ezîyet terbîye dikin…
Ev welat bi temamî bûye zindaneke
mezin. Ji xwe ev yek ji wan sînoran jî baş xuyayî ye,
ku seranser bi novedaran,
bi têlên sincikîn, mîn û panzeran têne parastin…
Em ji nivîsandina pîsî, xirabî,
derew, dizî û zulma vê sazûmanê westîyan, xwendevanên me ji
xwendina nivîsên han westîyan, lê berpirsîyarên vê sazûmanê
ji kirinên xwe ne westîyan. Ew ji tiştekî fedî
nakin û di wan da vîcdan tune.
Sazûmaneke usa har û hov çawa
dikare bibe endamê Yekitîya Ewrûpa?
Sala 2000’î bi vî awayî derbaz
bû, emê binêrin sala 2001 çi bîne û çi bibe…
Meriv li sala borî dinêre û ji
bo sala teze jî bê hêvî dibe. Perpirsîyarên dewleta Tirk ne
ku tenê sala borî, sedsala borî jî telef kirin. Gelo ewê sedsala
teze jî usa bikin?.
Ger ji wan ra bimîne, ango bi
dilê wan be, wê bikin. Lê bê hêvî nebin, xwendevanên delal.
Hin tişt hene ku ne di dest mirovan û nemirovan da ne..
Qanûnên civakî hene ku kes nikare wan ji ortê hilîne, yan
biguhure. Dîrok gor van qanûnan dimeşe û kes nikare li
pêş bisekine.
Ev sazûmana Tirkîyê êdî rizîyaye,
emrê xwe temam kirîye. Di vê dem û çaxa teze da, sazûmaneke
usa kevnare, usa neheq, usa zalim nikare zêde li ser
pîyan bimîne. Pêla guhartinê li derîyê wê jî dixe. Dibe ku
wek dareke rizîyayî çend salê din jî li ser pîyan bimîne;
lê roj bi roj can jê bikişe û rojekî, bi bayekî sivik
jî li erdê war be.
Ger em dixwazin ew rojkî berê
hilweşe, ger em dixwazin azadî û aşitî rojkî berê
bê welatê me, divê em hêvîya xwe winda nekin, ber xwe bidin
|