PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weşan/Yayın
Arşiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Peyama Sala Nu

Par, di navçeyê me da bûyerên gelek giring çêbun, wek ruxandina rejîma xwînrij û nijadperestê BAAS û girtina serokê wê rejîmê Saddam Huseyîn. Ku dilê hezên aşitîxwaz, azadîxwaz û welatparêzên heremê bi vê yekê gelek şabûn. Dilê mê Kurdan, ligel wan bûyerên pîroz, bi yekbûna Parlamentoya Kurdistanê, bi biryara yekxistina Hukumeta Kurdîstanê û pêgirbûna hêzên Kurdistan li ser daxwaza federasyonê pirtir şad bûn.

Par, di beşên din yên welatê me da, zilm û zordarîya dagirkerên Kurdistanê her berdewam bû. Xebat û tekoşîna gelê me jî, dijî vê zilm u zardarîyê, roj bi roj pêşve çû. Bi taybetî di warê yekitî û hevxebatê da hêzên welatparêzên Kurdistanê serkevtineke giring bi dest xistin. Rast e xebata gele me di sala 003'an da serneket, lê em nêzîkê serketînê bûn.

Hêvîdar im sala nu, bona gelê me, gelên navçeyê û bona temamîya beşerîyetê, azadî, aşitî û dilşayîyê ligel xwe bîne.

Hevalno, dostno, sersala we pîroz be!.

Sekreterê Giştî ya PSK
Mesut Tek

 
PSK Bulten © 2003