PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Serlêdana Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan
li Kurdistana Başûr

Heyeta  Partîya Sosyalîsta Kurdistan, ku ji  serokatîya Sekretera Giştî Ya PSK Mesud Tek, her weha damezranerê Partîyê Kek Kemal Burkay, endamê Komîta Merkezî Sîdar Bîngol û endamê partîyê Unal Yardimci pêk hatîye, serlêdanek li Kurdistana Başûr kir. Heyeta PSK, roja ewil li gel heyeta PDK-Iraq, ku endamê Polîtburo birêz Samî Abdurrahman û Felakettîn Kakayî pêk hatibû, rûniştin.

Di nav hevdîtinê da, Serokê PDK Birêz Mesud Barzanî jî beşdarê civinê bû û xêrhatin li mêvanên xwe kir û demek rûnişt. Birêz Barzani ji ber kar û barên xwe nikaribû heta dawiyê di civinê da bimine û got, ku “emê rojên pêş careke dinê bi hevra rûnên û dûr û dirêj bipeyivin.”

Hevdîtin bi axaftina Birêz Kemal Burkay destpêkir. Burkay di axiftina xwe da rizgarkirina Îraqê ji dest rejîma Saddam û her weha erdên Kurdistanê, yên ku di bin destên rejîma Saddam da bû bahs kir û kêfxweşîya xwe ji vê yekî ra anî zman. Burkay got: “Avakirina hukmeke federal li ser esasên cografî-netewî mafê netewa Kurd e. Divê Kurd li ser vê daxwazê pêgir bin.  Destkevtîyên Kurdistana Başûr, destkevtîyên hemû Kurdan e; û divê bê parastin û pişgirîyek xurt bê lêkirin.”

Paş Burkay, Sekretere PSK birêz Mesut Tek axaft. Tek, li ser Kongra PSK ya 7an sekinî û biryarên Kongre pêşkêş kir. Tek axaftina xwe bi wî awayî berdewam kir:

“Wek PSK, heya niha piştgirîya xebata rizgarîya gelê xwe li Kurdistana Başûr kir, xwedî li destevtîyên wî derketin. Ji wir pê ve jî, emê her piştgîr û alîkarê vê pêvajoya federalîya Kurdistanê bin.”

Birêz Tek di axaftina xwe da behsa helwesta dewleta Tirk, derbareyî Kurdistana Başûr sekinî û got, ku dewleta Tirk bi hemû hêzên xwe va dicedîne ku destkevtîyên Başûr têkbişkêne.

Tek behsa sîyaseta Tirkîyê ya Qibrisê û berendametîye Tirkîyê ya Yekitîya Ewrupa jî kir.

Paş Mesut Tek, endamê Polîtburoya PDK, birêz Samî Abdurrahman axaft. Samî Abdurrahman bi kurtî, behsa bûyerên dawî li Kurdistana Başûr kir û got, ku federalîzm daxwazeke realîst e û tu Kurdek ji vê yekê paşva gavan navêje.

Paşê herdu alî jî, bihêzkirina pêwendîyên partî û rêxistinên Kurdistanê, bi xasima herdu Partîyan anîn zman.

***

Heyeta PSK roja dudoyan jî Parlamena Kurdistanê, Walîyê Hewlêrê û çend sazîyên çandî û Banka Merkezî ya Kurdistanê zîyaret kir.

Lihevdîtinê da, endamên parlamene, birêz Sadî Pîre (YNK) Celal Xoşnav (PDK), Çeto Hoîze (YNK), Tarîq Cambaz (YNK), Amîn Mewlûd (PDK), Xanima Nahla (YNK) beşdar bûn.

Hevdîtin bi axaftina birêz Burkay dest pêkir. Burkay di axaftina xwe da, dilşahîya xwe bona yekbûna Parlamena Kurdistan anî zman û got: “Paş yekitîya parlamenê, divê hukumetên Kurdistanê jî bibin yek. Parlamena Kurdistanê, nûnerên hemû Kurdan e. Em bi vê yekê pir kêfxweş in û bi her awayî piştgirîya biryarên parlamenê dikin.”

Paş Burkay, Sekreterê PSK Mesut Tek axaft. Tek di axaftina xwe da usa got: “Parlamen, ronahîya xwe dide ser Kurdistana Tirkîyê jî. Em wek PSK, pişgirîya yekbûna parlamenê dikin.” Tek her usa li ser sîyaseta Tirk ya Qibrisê, helwesta wî hember Başurê Kurdistanê û endametîya wî ya Yekitîya Ewrupa sekinî.

Ji endamên Parlamena Kurdistanê jî Sadî Pîre û Celal Xoşnav axaftin. Herduyan jî kêfxeşxîya xwe anîn zman, ku delegasyona PSK seredanî li Parlamenê dane. Pîre li ser projeya aşitîyî sekinî û derheqa kar û xebat û biryarên parlamenê delegasyonê agahdar kir.

Dalegasyon bînayê parlamentoyê jî gerîyan.

 
PSK Bulten © 2004