PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Heyeta PSK li Kurdistana Başûr,
careke dinê xuyakir, ku bi her awayî piştgirîya xwe wê bi birayên xwe yên başûr ra nîşan bidin

Heyeta PSK ya ku bi serokatîya Sekreterê Giştî Mesut Tek pêkhatiye, di roja 16.01.2004an da seredanek li serokwezîrê Kurdistanê, birêz Nêçîrvan Barzanî kir.

Herdu alî jî di derheqa rewşa Kurdistanê hev û du agahdar kirin. Birêz Barzanî axaftina xwe usa got:

“Rîya me dûr û dirêj e û hewcedarîya me bi hevdu heye. Rewşa me Kurda îro pir baş e. Gavên baş hatin avêtin. Ji bo daxwazên me bi cîh bê, wexteke dirêj pêwîst e.

Em, ji bo Kurdistana Başûr federasyoneke coxrafî û netewî daxwaz dikin. Ji bo em bighîjin vê armanca pîroz, divê yekitîya me hebe. Her usa li Bexda jî pêwîstîya me bi yekitîyê heye.”

Sekreterê PSK birêz M. Tek û birêz Kemal Burkay jî di axiftinên xwe da, careke dinê dan xuyakirin, ku bi her awayî piştgirîya xwe wê bi birayên xwe yên başûr ra nîşan bidin.

Paş hevdîtinên li bajarê Hewlêre, vê carê heyet di roja 17.01.2004an da çû bajarê Silêmanî.

Lihevdîtinen pêşîn di roja 19.01.2004an da, bi wekîlê serokwezîrê hukumeta Silêmanî, birêz Xelîl Dostkî ra pêkhat.

Birêz Dostkî bixêrhatina heyeta PSK kir û behsa destketî û pêşveçûnên Başûrê Kurdistanê kir û usa got:

“Şerê birakujî, bi her awayî tesîreke xirab li Kurdistanê kir. Lê dema ku şer bi dawî hat, xasima van 4-5 salên dawî da, karên pir baş hatin kirin. Wek nimûne cîhên ku li bin desthelatîya hukumeta Silêmanî da bûn, ji alîyê telekomunîkasyonê pir karên baş hatin kirin.

Ji alîyê azadîyê da jî, cîhê pesindarîyê, ku me gavên baş avêtin. Îro di seranserî Başûre Kurdistanê da ji her alî da azadîyek bê sînor heye.

Me salên borî da pir zehmetî kişandin. Lê bawer dikim, ku duweroja me, wê hîn jî dijwartir bê. Em di katekî pir dijwar re derbas dibin. Divê em hişyar bin.

Ger aşitîya navbeyna herdu partîyan, 3-4 sal berê pêkhatiba, bê guman rewşa me ji îro pir baştir dibû. Û îro li Bexdayê, Kurd, hîn bi hêztirin dihatin qebûlkirin.

Li seranserî Kurdistanê û derveyî welat, divê em hêzên xwe bikin yek; gelê Kurd di vê hêvîyê da ne.”

Bi navê heyeta PSK birêz Burkay axaft û dilşahîya xwe da nîşanda. Burkay got: “îro li Başûrê Kurdistanê aşitî û aramî pêk hatîye û her weha parlamen yek bûye: Em hêvî dikin, ku di demeke kurt da hukumet jî yek bibe.”

Paş vê lihevdîtinê, delegasyon seredanek li polîtburoya Yekitî Niştîmanî Kurdistan kir.

Bi navê Polîtburoya YNK, Kosret Resûl, Ferîdun Abdulqadîr, Omer Fettah, Erselam Bayîz di civînê da hazir bûn.

Civîn bi axaftina birêz Kosret Resûl destpêkir. Birêz Resûl xêrhatina heyetê kir û li ser rewşa welat agahdarî da û usa berdewam kir:

“Em dixwazin pirsa Kerkukê çareser bikin, li gor daxwaza gelê vê bajarê. Ji bona vê jî, divê Kurdên ji bajêr derkirî, vegerin ser erdên xwe û Erebên, ku ji derva hatine, ew jî biçin cîhên xwe.”

Heyeta PSK li ser Kongra xwe ya 7emîn û li ser rewşa Bakûrê Kurdistane agahdarî da. Piştgirtîya xwe careke dinê anî zman û dilxweşîya xwe ji bo yekbûna parlamenê û xebat ji bo yekxistina hukumetê dîyar kir.

Di eynî rojê da, heyet, Zankoya (Unîversîte) Silêmanî zîyaret kir.

Berpirsîyarên Zankoyê agahdarîyek dûr û dirêj dan delegasyonê. Delegasyonê jî dilxweşîya xwe ji hebûna unîversîta Kurdî diyar kir.

 
PSK Bulten © 2004