PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Şeva piştgirîya Partîya Sosyalîst a Kurdistan li bajarê Växjö çêbû

Salihê Omerî/ Växjö-Swêd

Di êvara 6.2.2005an de, li başûrê Swêdê, li bajarê Växjö, şeveke piştigiriyê ji bo PSK hat çêkirin. Şev, bi alîkarîya hevalbendên partîyê hate amadekirin. Di şevê de, ji herçar perçê Kurdistanê gelek kes beşdar bûn û bi cil û bergên xweyî millî, jin, zarok, zilam, keç û xortan reng û rûçikekî kurdî yê hewaskar dibûn salona şevê.

Di bernama şevê de hunermendê gelê me yê mezin Şivan Perwer konsêreke delal bi kurdên Växjö da gudarîkirin. Bernameya şevê ji saet hefta heta duwanzdê şevê baredewam kir. Ji despêkê şevê heta xelasbûna şevê bi reqis û govnedên kurdî berdewam kir.

Masa weşanên Partîya Sosyalîst a Kurdistanê ji pirtûk, rojname û kovarên partîyê û alaya netewî ya gelê me xemilandî bû. Wê êvarê kurdên vî bajarî xwe li bazara pirtûkên kurdî de dîtin, gelek pirtûk û alên rengîn kirîn. Wê êvarê xelkê alên kurdî ji destê hev direvandin, piştî ku alên ser masê xilasbûn gelek kesan xem û acizbûna xwe diyar kirin.

Xwarin ji aliyê çend kesên welatparêz û piştgirên partîyê ve hatibû amadekirin û ji partiyê re hate firotin.

Şivan Perwer di gotina xwe de, “ez gelek spas dikim ku hevalên Partîya Sosyalîst a Kurdistan şevek weha amadekirine ji gelê xwe re, bi rastî hevalên partîyê gelek şevên baş, bi rêk pêk amade dikin.” got. Wexta ku spîkêrê şevê û Şivan perwer qala PSK dikrin, guhdaran gelek çepik lêdixistin.

Di şevê de, li ser rewşa Kurdistanê bi giştî û Kurdistana başûr bi taybetî hat sekinandin. Bi kurtî li ser pêwîstiya piştgirîya başûrê Kurdistanê û li ser hilbijartinên vê talîyê hat qisekirin.

Pêwîstiya yekîtîya kurdan ji bo parastina destkevtiyên li başûr û bi destxistina azadiya Kurdistanê bi temamî, hat diyarkirin

Di dawîya vê heftê de kurdên Växjö şevahengeke gelek xweş derbas kirin. Û ev şeva ku ji bo piştgiriya PSK hatibû organîzekirin, bi xweşî û serfirazî giha armanca xwe.

 
 
PSK Bulten © 2005