Şiroveya
Mehê
Tebax
2000
Tiştê
ku ji Tirkîyê ra Lazim e..
Ecevît, hema hema nêvîyê salê yê
pêşîn bi mesela hilbijartina serkokkomarê teze derbaz
kir û hukumeta xwe, parlemen û xelk bi vî karî mijûl kir.
Wî ji bo hilbijartina Demirel careke
din, xwest qanûna bingehîn
biguhure, bo vê yekê zor da ser meclîsê, got ger Demirel nebe
serêşîyeke mezin wê çêbe.. Lê li dawîyê wek gotina wî
ne bû, bi çûna Demirel qeyamet jî çênebû. Bê qeza û bela serokkomarekî
teze hat hilbijartin û wî dest bi kar
kir.
Ecevît nuha jî welat
bi destûrekê (biryara hukumetê di hukmê
qanûnê da) mijûl dike û usa xuya ye
ku nîvê salê yê dawî jî
bi vê yekê derbaz be..
Ecevît efendî û şirîkên wî
dixwazin bi rîya vê destûrê karmendên dewletê (memûran) bi
rehetî ji kar bavêjin û
Eco dibêje, bê vê destûrê tucar
nabe! Gor wî, cudaxwaz (Kurdperwer) û kevneperestan
(olperwer) bûne memûrê dewletê û
nikarin wan bavêjin. Ger destûr rojkî berê
dernekeve ev sazûmana bimbarek di xetereke mezin da
ye!.
Lê nayê bîra
Eco ku, li vî welatî kevneperestê herî
mezin bi xwe ye. Ji ber ku, kevneperestî ne olperwerî
ye. Kevneperest ew kes in ku dibin asteng li ber rîya
peşveçûnê û guhartinê.
Tu bêje hema hemû huqûqnasên mezin
ên vî welatî raya xwe eşkere kirin û gotin ku ev destûr
heya li qanûna bingehîn a faşî ya 12 İlonê jî nayê.
Bo guhartineke han qanûneke teze divê û ew jî karê parlamenê
ye, bi biryara hukumetê nabe.
Serokkomar Sezer jî, ku huqûqnasekî bijarte
ye û bi salan serokatîya mehkema bilind (Mehkema
Qanûna Bingehîn) kirîye, bi vê qeneetê
ev destûr şunda vegerand. Lê Ecevîtê ku heya nuha di
gelek kiryarên xwe yên dijî demokratîyê da xwe disparte qanûnan,
vêcar guh nade qanûnan û ya xwe dike. Ev gelek bi hêrs e ji
bo ku Sezer ev destûr mor ne kir û şunda vegerand, heddê
xwe nizane û di warê hûqûqê da şîretan li Sezer dike,
bi wê jî namîne laf û gefan lê dixwe.. Tu dibê Eco wekî bi
cinan ketîye, nizane çi bike…
Gelo çi hatîye serê
vî Ecoyî?
Yek ji xûy û adetên
Eco ev e ku, gelek bi rik û înad e, dema gotina
wî bi cî neyê, gelek aciz dibe.
Eco yekî teng û serhişk e. Li vê dawîyê jî ku him kal
bûye him jî pê ra gelek nexweşî çêbûne, vê yekê psîkolojîya
wî jî zêdetir xirab
kirîye, wekî xurufîye.. Yekî usan
welat îdare bike, bi rastî bo welat û millet
gelek xeter e!
Lê sebebê kirênên
wî yên ecêb ne tenê ev e.
Dema Eco hewl dida ku Sezer razî
bike bo îmzakirina destûrê, jê ra
got: "Bila general birîfîngekê bidine
te!" Xuya bû ku generalan brîfîngek
dabûne Eco..
Helbet generalên Tirk hemû
tiştên sirrî zanin,
menfeetên welat û millet jî. Waxta huqûqnasan, profesoran,
heya wezîr, serokwezîr û serokkomaran tiştek fêm ne kirin,
ew wana dicivînin û derseke baş didin wan ku, menfeeta
welat û millet li ku ye fêm bikin û çi lazim e bikin!.
Ji xwe Eco
vî tiştî venaşêre. Dibêje, MGK usa dixwaze, xilas!
Heya di destpêkê da, wek piranîya wezîran, wî bi xwe jî êtiraf
kir ku hayê xwe ji destûreke usa tune. Xuya ye hin kes kaxizên
vala bi wezîr û serokwezîran didin îmzakirin û piştra
bi navê hukumetê destûran
hazir dikin! Ji xwe tu qîmet û rola Parlamenê
ne maye û kes hisêbê wê nake.. Ango
ev "komara demokratîk" ya Demirel û
ya hinekên dinê bi vî rengî ye!..
Ger huqûqnas vê destûrê şaş
dibînin û dibêjin ew li qanûna bingehîn nayê, ger serokkomar
jî usa difikire û wê
vedigerîne, ger hêzên mixalîf jî
di vê rayê da ne, hingê,
serokwezîrekî ku hurmeta xwe ji huqûk û demokrasîyê ra hebe,
divê çi bike? Tiştê rast ev e ku dev ji destûrê berde.
Qe nebe, divê li benda civîna parlamenê bisekine, yan jî ger
karê wî bi lez e, parlamenê
di demeke zûtirîn da bicîvîne
û pêşnîyara xwe bibe wê derê, wek qanûn jî parlamenê
derbazke. Lê xuya ye sebra Eco tune. Ne tenê sebir, bawerîya
wî jî bi parlamenê tune.. Ew dixwaze bi biryara hukumetê,
bi lez û bez destûrekê derxe û qira karmendan
bîne. Ji ber ku Sazîya Ewlekarî ya Netewî
(MGK), ango general, vî tiştî ji wî dixwazin!
Eco û Silo ji yek qumaşî
ne, bo herduyan jî parastina post û kursîyên xwe berî hertiştî
tê.
Ev destûr ne ku tenê
dijî qanûna bingehîn e, lê ji wê
mihîmtir, ewê bibe
şûrê demokles li ser serê memûran. Hukumet
bi rîya wê gelek memûran ji kar bavêje,
xasima Kurdan û yên ku ne kemalîst in, yan
jî carina dengê xwe derdixin, demokrasî
dixwazin û heqê xwe diparêzin. Hukumeta
Tirk dixwaze memûran bi tevayî bike xulamê
vê sazûmana zordest. Ev jî beşek e ji projeya bêdengkirina
gel. Ango dixwazin mirovan bikin wek robotan. Bi yek şikil,
yek bîr û bawerî. Ew jî kemalîstî, tirkperestî û kapîtalîstî
ye..
Di nav ordîya Tirk da ji
xwe zabitekî Kurd ne maye. General nuha, hersal
gelek kesan jî wek olperest nîşan didin û dikin der.
Nuha dixwazin vî tiştî di hemû sazîyên dinê da jî bikin
û karmendan li bêjengê xinin. Bona vê yekê jî hewcedarî destûrekê
ne û dixwazin bi lez û bez derînin. Ev destûr hazir kirine
û bi hukumetê dane morkirin,
nuha dixwazin Serokkomar Sezer jî rojkî berê
îmza bike.
Karê herkesî ev e! Karê hukumetê,
yê parlamenê, yê adaletê îmzakirin û bi cî anîna plan, proje
û destûrên ku bi destê Sekreterîya Giştî ya MGK têne
hazirkirin û pêşkêşkirin. Nuha ji Serokkomar
Sezer gelek aciz in, ji ber ku wî destûra
wan îmza ne kirîye, lê şunda vegerandîye.
Sekriterê Giştî yê MGK generalek
e. Ev berpirsîyarê xuyayî ya “dewleta kûr”e. Tilî û pozê xwe
dike herderê, ne tenê pirsên ewlekarîyê, lê dixwaze hemû kar
û barên sîyasî
û civakî gor bîr û rayên "dewleta
kûr” bi rêz bike. Rojeva
MGK ew hazir dike, ji bo biryaran pêşnîyaran dike. Heya
nuha ne hatîye dîtin ku di MGK da pêşnîyareke wan jî
neyê qebûlkirin. Lê ne ku tenê biryaran hazir dike, bi cî
anîna wan jî mijûl dibe,
qontrol dike. Ev selahîyet di sala 1993 da bi îmza
Demirel (serokwezîrê wî zemanî) bi
dest xistîye.
Bi kurtahî, yê ku
biryaran digre jî ev e, yê ku bi cî tîne
jî.
Ma rezîlîyeke han li kîderê dinyayê
hatîye dîtin? Demirel hînî vî tiştî bûbû. Ecevît û şirîkên
xwe jî hîn bûne.. Parlamen ji xwe heye tune
ne xuyayî ye, kes guh nadîyê!
Generalan sê sal berê,
bi destpêkirina pêvajoya 28 Sibatê herkes
teslîm girtin. Wan "brîfîng" dane
sîyasîyan, hakim û dozgeran, mamosteyên
zanîngehan! Ew jî wek berxên ber kozê,
wek zarokên dibistinan hatin li
pêş generalan rûniştin û li çoyê destê wan nihêrîn
ku li ser xerîte û şemayan digerîya.. Ewana dersa xwe
gelek baş girtin! General “yekitîya welat û millet” diparêzin.
General dizanin ji bo welat û millet çi baş e çi xirab
e.. Herkesek divê wek wan bike..
Ji ber ku general xwedî şûr
in, xwedî top û tifing in û sîwîlên vî welatî jî bê şexsîyet
û tirsonek in!..
Li vî welatî bi salan
e ku esker û sîwîl
herkes, bo xurtkirina polêz û leşker xebat dike. Şerê
dijî Kurdan jî ev şovinî, tirkperestî, mîlîtarîzm gelek
xurt kir. Ne hat bîra kesî gelo dawîya vî
karî wê çi be.
Kesî ne pirsî, gelo
Kurd çi dixwazin, bi heq in yan neheq in?
Xelkê vî welatî
ev kelemçeyên li dest û pîyên
xwe bi vî awayî çêkirin. Gotina Marks
ya bi nav û deng careke din rast derket: "Milletek
ku milletekî dinê hêsîr bike, bi xwe
jî azad nabe.."
De keremkin, camêr û
canikno, van kelemçeyan ji dest û pîyê
xwe derînin!
Keremkin, sîyasîyên
bê şexsîyet, vê pirsê çareser bikin!
Keremkin, dewlemend û sermîyandarên
famkor, çareyekî bibînin! Ku we bo kîs
û kûpê xwe tijî bikin, piştgirîya
her texlît sazîya zalim û faşîst dikir..
Keremkin, generalno, vî
welatî bigihînın
salên 2000! Lê hûn jî rojekê
hîn bin ku, pêşveçûn û bajarvanî bi apoletên rengîn û
bi zirt û zor nabe..
* * *
Tirkîye di van rojana da
her usa jî êş û xemgînîya erdhêjana 17 Tebaxê ya sala
par tîne bîra xwe. Di wê erdhêjanê da qasî 20 hezar kes jîyana
xwe windakir, 40 hezar kes
birîndar bû û gelek ji wan seqet man. Zirara
diravî jî bi mîlyar dolaran bû. Lê
gelo, Tirkîyê ji vê yekê tu ders stendin?
Meriv nikare pêşî li erdhêjanan
bigre, lê dikare zirara wan gelek kêmtir bike, ger cîyê bajaran
baş hilbijêre, malên baş avabike û piştî erdhêjanê
jî zû bigihîje hawara xelkê. Di erdhêjana 17 Tebaxê ya par
da gelek baş xuya bû ku di vî warî da tu
tedbîr ne hatîye stendin. Tirkîye welatekî
erdhêjanan e, lê ne xwedîyê tu plan
û projeyeke himçax e. Di vî warî
da sîyaseteke xwe ya berbiçav tune. Bajarên
xwe, heya karxaneyên giranbuha, li ser xetên erdhêjanan
avakirîye. Mal sist û pûç in. Sebebek
ji vê dizî û talana adetî ye li vî
welatî. Herkes dixwaze, bê ked û bê
westan, di demeke kurt da dewlemend be.
Piştî erdhêjanê
kar û xebatên bo xilaskirin û alîkarîyê
jî ji xwe li ber çavan e. Dewleta Tirk çend
rojan qet xuya ne kir. "Hîva Sor" ku sazîya
alîkarîyê ya herî mezin e, bûye
çitlîga wan kesên ku karê wê
rêva dibin. Li alîyê din jî dezgeyê
dewletê ne ji bo avakirin û alîkarîyê,
lê ji bo xirabkirinê
rêz bûye. Bona vê yekê, heya leşker jî ne karî pagên
xwe hilîne û zabitên dı bin
da mayî derxe. Baş xuya
bû ku, xurtîya vê dewletê tenê
zor û zulma wê ye li ser xelkê; lê
di warê alîkarîyê da,
dı çareserkirina
pirsên gel da ev dewlet gelek sist e, pûç
û bêçare ye.
Li vî welatî erd cara pêşîn
naheje. Du-sê salan da carê erhêjanên mezin dibin. Erdhêjana
wek Erzinganê ku 40
hezar kes mirin hîn ji
bîran ne çûye. Lê dîsa jî gufiretîyeke han merivan şaş
û metel dike. Bi erdhêjana par xuya bû ku, heya li bajarekî
mezin wek İstembolê ji bo xilaskirinê tenê komikeke 15-20
kesî heye û ew jî baş perwerde ne bûye û xwedî alet-edewatên
baş nîne.
Lê gelo, piştî ku ev rastî
derketin meydanê, tu dibê herkesî, xasima dewleta Tirk û sazîyên
wê dersa xwe stendin? De ha! Ji bo ders
stendinê serok û serkarên dûrbîn
divê. Yên ku rindî û bextewarîya
himwelatîyên xwe dixwazin, yên ku dewletê
wek haletê zulm û zorê, çoyê
li ser gel û wek sazîyeke bimbarek nabînin,
lê wek dezgeyê ji bo xizmeta gel dibînin.
Lê Tirkîye ji serok û serkarên han
bêpar e. Ev yek xasima di van rojana da ji
rewşa hukumetê û ji gotin û kirinên serokwezîr Ecevît
baş xuya dike. Tu plan û hazirîya hukumetê tune ji bo
erdhêjanên li pêşîyê. Di vî warî da kar û xebat û mesrefeke
xuyayî tune. Lê Ecevît ji karmendan ra dafikan çêdike, difikire
wan çawa bi lez û bi hêsanî
ji kar bavêje, çawa wan bêdeng bike.. Ew
li cîyê ku di rîya
demokratî û aşitîyê da gavan bavêje, efekî giştî
derxe û hewayê sîyasî piçek nerm bike, difikire çawa di zindanên
teze da, di hucreyan da girtîyên sîyasî perîşan bike,
wan bi her avayî teslîm bigre..
Çareserkirina pirsên Tirkîyê,
berî hertiştî bi aşitî û demokratîyê dibe. Ev jî
bi rêberîyeke himçax û dûrbîn dibe.
Ev hêzên ku îro li ser kar in,
li hundur û der herkesî wek dijmin dibînin, sîyaseta xwe gor
şer dimeşînin. Ew bi vê sîyasetê heyîyên welat di
rîya çek û silahan da, di rîya şer û pevçûnên
der û hundir da telef dikin. Bi vî awayî
mîlîtarîzm roj bi roj xurt dibe. Ji bo welatekî
feqîr wek Tirkîyê, eva dînîtî
ye. Divê Tirkîye ji vê paranoyayê,
ji vê dînîtîyê bê xilaskirin.
Tirkîye di warê pêşveçûnê
da (bi alîyê aborî û çandî û hwd..) di dinyayê da di nava
sedê pêşîn da cî nagre, ango welatekî gelek şundamayî
ye. Lê di warê girtina çek û silahan da di nav 16 dewletên
pêşî da cî digre.. Pereyê ku Tirkîye di warê perwerdekirinê,
xweşîyê, adaletê da serf dike ne tişt e, lê perê
ku di rîya silahan da dide, ji bo leşker û polêzan xerc
dike gelek zêde ye. Bi vî awayî Tirkîye nikare tu pirsên xwe
çareser bike, nikare di warê aborî da pêşva biçe, nikare
xelkê xwe perwerde bike. Bi vê çûnê, nikare trafîka xwe bi
rêz bike, ku êdî bûye wek şerekî hundur
û bê dawî..
Lê çare û rê heye. Dema Tirkîye
li der û hundur sîyaseta aşitîyê bide pêşîya xwe
dikare ji vê herî hezazê xilas be. Hingê dikare heyîyên welat
ji bo pêşveçûna aborî, ji bo bajarên modern,
xanîyên delal, ji bo mekteban, ji bo toxtor û
derman serf bike.
Çareserkirina pirsa Kurd bi rîya
aşitîyê û li ser esasê wekhevîyê, naskirina heqên mirovan
bi şiklekî fireh û avakirina demokratîyeke fireh şertê
bingehîn e ji bo aşitîya vî welatî.
Bona vê
yekê jî ji vî welatî ra tiştê ku lazim e ne zêde leşker
û zêde polêz in, ne zêde
tank û top, cop û singî
ne; lê tiştê ku lazim e serkar û serokên dûrbîn û himçax
in, yên aştîxwaz û demokrat in. Ango tiştê lazim
e rêberîyeke himçax û pêşverû ye.
Bi yekî wek Ecevît,
ku sosyalîstê nasyonal (nazî) ye û
bi yekî wek Bahçelî ku nîşana
xwe gurê dev bi xwîn e, ev pirs çareser nabin..
|