Şiroveya
Mehê
Tîrmeh
2000
Çîrokên
Ser Komployê û Rastî
PKK van rojên
dawî, dijî Partîya me û Sekriterê me yê Giştî hevrê Kemal
Burkay, êrişeke bê edep bi rêva dibe.
Xwendevanên me baş dizanin
ku eva ne cara pêşîn e, di dema borî da jî PKK gelek
caran dijî me kampanyayên usa êrîşger bi rê va birîye.
Li vê dawîyê jî Medya TV û rojnama Ozgur Polîtîka, wekî ji
cîyekî îşaretek girtine, tevî hemû xulam û xizmekarên
xwe dest bi êrîşê kirin.
Ji payîza sala 1998, ji
roja ku Ocalan ji Sûrîyê hate derxistin
vir da, PKK di rewşeke
gelek xirab da ye. Di destpêkê da gelê Kurd li çarkoşeyê
Kurdistanê dijî êrîşgerî û şovenîzma dewleta Tirk
ji Ocalan ra xwedî derket, piştgirîya PKK kir ku tiştekî
normal bû. Lê PKK, cîyê ku şaşîyên xwe bibîne û
jê dersan bistîne, ev piştgirî
ji sîyaseta xwe ya şaş ra kir wek perde.
Di vê demê da me jî wek PSK xwest
û kar û xebat nîşan da ku Apo li welatên Ewrûpa penaberî
bistîne. Lê Apo, çawa ku dema ji Sûrîyê hat derxistin cesaret
ne kir biçe Kurdistanê, li İtalya jî ji mehkeme û hepsê,
ji laf û gefên dewleta Tirk tirsî, li welatekî bê rîsk û rehet
gerî, bona vê yekê ji İtalya derket, lê li dawîyê kete
destê Tirkan. Lê bi rastî, kete destê wan, yan jî bi lingê
xwe çû, ew jî hîn ne zelal e. Ji ber ku, dema ew hîn li Romayê
bû, awûqatê
wî yê Hollandî got, “ger Ocalan ji İtalyê derkeve ewê
biçe Tirkîyê..” Hin kesên dinê jî ku di wan rojan da Apo dîtîbûn,
wan jî evtişt gotin. Kesê ku Apo baş nasdikin û
sistîyên wî dizanin, ji bo wan ne tiştekî ecêb e ku,
Apo dema bikeve tengasîyê, bitirse
û bêzar be, dikare xwe bavêje bextê
dijminê xwe û ji wan ef bixwaze..
Piştî derxistina Apo ji
Sûrîyê û girtina wî, PKK û dûvikên xwe zor dane çêkirina teorîyên
komployê. Helbet, ku dijminê merivan hebe, divê meriv hişyarî
hîle û dezgeyan be. Eva tiştekî adî ye. Dewleta Tirk
jî bo destxistina Apo ger dafik danî be, ne ecêb e. Dîsa ne
tiştekî sirrî ye ku DYA (Amêrîka) di vî warî da alîkarîya
dewleta Tirk kirîye. Lê belê, Ocalan û PKK çiqas hişyar
bûn, wan ji bo ku nekevine van dafikan çi kirin?
Ne xuyayî bû
ku Sûrîye rojekî Ocalan bike der? Gelo, xelkê ev tişt
bi dehan caran ji wan ra ne got? Piştî ku Ocalan ji Sûrîyê
hat derxistin çima ne çû Kurdistanê cem hevalên xwe? PKK çima
li welatên Ewrûpa ewqas teror kir û ev welat kirin dijminê
xwe? Dîsa jî dewleta
İtalya huqûq û prensîbên navnetewî ne da bin lingan,
dijî daxwaz û êrîşên Tirkîyê berxwe da û got “ez Ocalan
teslîmî Tirkîyê nakim” û ew parast. Digel vê jî, Ocalan çima
ji İtalyayê derket?
Ger şaşî ne hatana
kirin, Ocalan ne dikete destê Tirkan. Gelo Ocalan û ew berpirsîyarên
PKK yên din ku ewqas qala komployê dikin, tucar li ser van
tiştan, li ser şaşîyên xwe jî fikirîn?
Piştî ku Apo li Kenyayê hate
girtin û birin Tirkîyê çi bû, çi ne bû, herkes pê dizane.
Evana ne tiştên sirrî ne ku bi derewan bên veşartin.
Hertişt li pêş çavê dinya alemê bû, kamerayên têlevîzyonan
ew nîşandan. Ocalan, çawa paçê ser çavan hate vekirin,
got “ger hûn firsendê
bidin min (ango canê
min bibexşînin) ezê
xizmetê bikim. Ji xwe dîya min jî Tirk e!"
Serok û serkarên Tirk jî ji
xwe li benda vî tiştî bûn, ewana Apo gelek baş nasdikirin..
Apo di îfada xwe ya pêşîn
da û di mehkemê da jî, ji bo ku canê xwe xilas bike, hertiştê
ku heya wê rojê diparast dev jê berda. Êdî ne Kurdistana serbixwe,
ne ya federal, heya ne jî xwemuxtarî ma!
Got:
“Firsendê bidin min ezê gerîllayê
serî çîyan daxinim jêrê, PKK belavkim. Vî tiştî tenê
ez dikarim bikim! Ger ez ne tiştek bim jî, ger pênc qurişan
nekim jî, bawerîya wan bi min heye… Bona vê yekê jî divê ez
bijîm… Ger min şaşî kirîye, şaşîyên xwe
rast bikim. Hûn çi
dixwazin ezê wê bikim… Ezê wek neferekî
di xizmeta dewleta Tirk da me û ji vê yekê
serbilind im…"
Ev gotin ji bo kesekî han, ku serokê
partîyekê ye û bi navê rizgarkirina milletekî derketîye meydanê,
çiqas rûreşîyeke mezin e! Rezîlîyeke han di dinyayê da
ne hatîye dîtin. Hemû ewladên Kurd yên xwedî haysîyet û şeref
ji van gotinan fedî kirin. Dostên Kurdan li himber vê helwestê
şaş û metel man. Bi hezaran malbatên Kurd, ku di
vî şerî da zarokên xwe şehîd dabûn û hevalên wan
şehîdan li serê
çîyan, ew xortên ku ji bo bîr û bawerî heya ji xwe şewitandinê
ra jî amade bûn û ew kesên ku di zindanan da li himber ewqas
zulm, eza û cefa bi camêrî ber xwe didan, hemû li himber vê
helwesta nizm şaş û metel man. Apo li himber dinya
alemê Kurd fedîkar û
serînizm kirin.
PKK dîsa jî bi dû vî merivî çû.
Rêvebirîya PKK, ku navê xwe danîye “Konseya Serokatîyê”, ji
hemû gotinên Apo ra xwedî derket. Apo got, hêzên xwe yên çekdar
bikişînin der sînorên Tirkîyê, wan kişandin. Apo
got, werin komik bi komik teslîm
bin, ew hatin teslîm bûn. Apo ji hemû daxwazên
gelê Kurd yên sîyasî û bingehîn
dev jê berda, berxwedanên millêtê
Kurd yên borî gunekar kir, pesn û senaya
kemalîzmê da, ew jî wek berx û karan
bi dû çûn. Bi vê jî ne man,
ji hemû gotin û kirinên Apo ra kiras çêkirin,
xwestin careke din gelê Kurd bixapînin.
Baş zanibûn ku, çawa merivên tî û birçî hewcedarî nan
û avê ne, Kurd jî usa hewcedarî aşitî û demokratîyê ne,
ev teslîmbûna xwe bi van gotinên delal xemilandin û wek sîyaseteke
bilind pêşkêşî xelkê kirin.
Ev rûreşîyeke mezin e û ne
gor aqilan e. Apo li Cizîra İmralîyê, ji bo ku canê xwe
xilas bike, zabitên Tirk jê ra çi dibêjin dike û PKK jî ya
wî dike. Dewleta Tirk ji vê yekê gelek kêfxweş e û hewl
dide ku bi vî awayî Kurdan bi temamî bê hêvî bike û teslîm
bigre. Her usa jî dixwaze bi vî awayî li ber
derîyê Yekitîya Ewrûpa, bê bedêl, ji hemû astengên pirsa Kurd
xilas be. Vedigere ji Ewrûpîyan ra dibêje: “Ka binêrin, pirsa
Kurd tune! Pirsa terorê hebû, ew jî va ye me dawîya wê anî.
Kurd tiştekî naxwazin. Delîlê vê Ocalan û partîya xwe
ne!..”
Belê, me
wek Partîya Sosyalîst, bi daxuyanî, bi bend û miqale, bi civîn
ev plan û dafik eşkere kir. Bi banga hevrê Kemal Burkay,
li Stokholm û Kolnê bi sedan rewşenbîr û welatparêzên
kurd civîyan, beyan derxistin û ew lîstik li pêş raya
giştî ya der û hundur eşkere
kirin. Dewleta Tirk û PKK, ev herdu jî bona vê
yekê bi hêrs in. Plana wan xirab dibe. Hin kes
va ye dibêjin "sultan tazî ye!.."
Ew Medya-TV, ku navê xwe danîye
“TV’ya Kurd” û ew rojnama Ozgur Polîtîka û efendîyên ku li
wir paldane, li wir dinivîsin û şirove dikin, dema Apo
ji bo xilaskirina canê xwe yê şîrîn xwe ewqas nizm kir,
milletê Kurd fedîkar kir, qet dengê xwe dernexistin, tiştek
ne gotin, lê serda jî wek “Konseya Serokatî ya PKK” ji vê
îxanet û rezîlîyê ra mane dîtin û kiras çêkirin. Lê nuha bi
"mêranî”,
wekî êrîşên leşkerê xaçparêzan, bi derew, îlawe
û îftira êrişî ser PSK û Kemal Burkay dikin, ji ber ku
Burkay û partîya xwe dijî vê sîyaseta rûreş derketine
û ew eşkere kirine… Bi vî awayî dixwazin çavê me bitirsînin
û Kurdan jî careke din bixapînin.
Dibêjin Kemal Burkay bangî dewleta
Tirk kirîye û gotîye Apo dardakin… Dibêjin kemal Burkay bangî
pêşmergên PKK kirîye û gotîye verin teslîmî dewleta Tirk
bin... Evana derewên hişk û hol in. Xwedîyê van derewan
xuya ye hîsên şerm û fedî winda kirine. Hurmeta
wan ji gel ra jî ne maye. Xelkê dikin cîyê
bom û bodeleyan û dixwazin bixapînin.
Kurd jî dostên Kurdan jî baş
dizanin ku, PSK piştî girtina Ocalan gelek daxuyanî derxistin
û bi rîya wan him serbestî ji bo Ocalan xwest, him jî rakirina
ceza dardakirinê. Di daxuyanîya Kolnê da jî ev daxwaz heye,
ku Hezirana çûyî derket û bi alîyê dusedî zêdetir rewşenbîr
û welatparêzên Kurd hat îmzakirin. Par payîzî jî, bi dehhezaran
heval û dostên me di meş û civîna Bonnê da cî girtin,
ku daxwaza xwe ya bingehîn “ji
Ocalan ra azadî" bû.
Dinya alem jî baş zane ku
em dibêjin: “Ne teslîmbûn, ne jî maceraperestî!”
Lê yê ku bangî kadr û pêşmergeyên
PKK kir, got werin teslîm bin, serokê PKK Ocalan bi xwe bû.
Di dest me da têlevîzyon
tune ku rojê bîst û çar saetan xeberan
biweşîne û propagande bike. Di dest me da rojnamên rojane
jî tunin. Lê em rastîyê dibêjin, hêza me ev e. Lê van kesana
him xwedî têlevîzyon, him jî xwedî çend rojname ne. Dîsa jî
dijî me derewan bi kar tînin, xwe ewqas piçûk dikin. Ev yek
jî nîşan dide ku êdî
ji derewan pêve sermîyana wan ne maye. Evana reben
in!
Herkesek zane ku ji PSK û Kemal
Burkay bîhna derewan nayê. Yek ji hebûn û serbilindîya me
şerefa me ye. Me tucar serê xwe li ber dijminê xwe danenî.
Me tucar ji gelê xwe ra derew ne kirin.
Lê PKK li ser derewan ava bû
û li ser derewan dimeşe.
PKK wek partîyeke parawan
bi destê Dewleta Tirk hat avakirin. Avdilla Ocalan bi
devê xwe çend caran di têlevîzyonan
da got û di rojnameyan da nivîsand ku "dewleta
Tirk di destpêkê da sê salan silah û
xwarina wan da û ew parastin.
Xwest wan dijî partîyên Kurd bi kar bîne” û anî jî. Apo dobêje:
“MİT’a Tirk dora min girtibû, yek ji wan li alîyê min
ê rastê, yek jî li alîyê çepê rûdinişt.” Bi xwe jî helbet
di ortê da, di serî da bû.. Lê li himber vê yekê jî Apo
û hevalên xwe bi salan em û rêxistin
û kesên welatperwer "bi îxanetê
û bi hevkarîya dijmin" gunekar kirin!
Dîsa Apo bi devê xwe dibêje ku
ew “ji destê MİT’a Tirk filitî û derbazî Sûrîyê bû.”
Lê vêcar jî kete bin destê Sûrîyê. Piştî wê sîyaseta
PKK bi destê Sûrîyê
hat rastkirin û ew bi salan gor maf û daxwazên
wan xebitî. Lê wan dîsa jî partî
û rêxistinên dinê, her usa jî
PSK gunekar kirin, gotin "merivê xelkê"
ye…
PKK tim jî usa kir, xwest reşê
rûyê xwe bi xelkê bide. Eva şikl û metodekî şer
bû ji bo wan, ku ji MİT’a Tirk hîn bûbûn. Bi xwe curmkar
bûn, lê her usa jî dozkar bûn..
Çiqas tiştekî ecêb e ku, ew
Kanî Yilmaz, ku Apo çend caran bo wî got “merivê Almanan e,
nuha ew Kanî jî PSK û Burkay gunekar dike, dibêje “merivê
Almanan in!” Helbet em rewşa Kanî
fêmdikin. Ew nuha li serê çîyê
di dest "hevalan"da ye.. Xuya ye gelek di tengasîyê
da ye, çawa salên berê ketibû destê
Tirkan, gund bi gund gerîya, navê bi sedan gundîyên
reben da û bû sesebê girtin û eza
û cefaya wan, ku nan û cil dabûne wî
û hevalên wî… Nuha jî herhal mecbûr
e van derewan bike, binivîse, yan jî binê
wan îmza bike! Wekî wan rebenên dinê
ku bi rîya têlefonê di
bernamên Medya-TV da beşdar dibin û wek papaxanan gotinên
serok û serkarên PKK, bêçare ducar dikin…
Serok û serkarên PKK bi salan
em gunekar kirin, ji ber ku me ji bo Kurdistana Bakûr federasyon
dixwest. Lê piştra roj hat bi xwe jî federasyon xwestin.
Bi wê jî ne man, ji otonomî ra razî bûn. (Nuha ew jî ne maye!)
Lê dema sîyaseta xwe sed û heyştê derece guhartin, tucar
ne hat bîra wan ku ji ber van şaşî û neheqîyan tiştekî
bêjin, di ber dilê xelkê da bên.
Serok û serkarên PKK
bi salan ji gelê Kurd ra derew
kirin, dîdemên gelek rengîn nîşan dan. Gotin, va ye em
Kurdistanê rizgar dikin. Gotin “vê biharê û vê havînê hertişt
temam e!” 15 sal bi vî awayî derbaz bû. Dema Ocalan ji Sûrîyê
derket hat İtalya, me got herhal dawîya vê çîrokê hat;
belkî PKK êdî ji Kurdan
ra rastîyê bêje û ji wan ef bixwaze. Lê vêcar jî dawîya derewan
ne hat, heya ji berê jî zêdetir bûn. Vêcar jî gotin “Waxt
hat, bi alîkarîya Ewrûpa emê bibin dewlet!” Şemate û
qelebelixeke usa kirin, wekî dewleta Kurd di şêmûgê da
ye…
Lê piştî ku Ocalan ji İtalya
derket û hate girtin, ew kilam jî sekinî; ne dewlet ma, ne
federasyon, ne jî otonomî! Cîyê wê êrîşgerî, dijayetî,
xemgînî, hêrs û rik girt, dijî welatên Ewrûpa. Pir ne borî,
vêcar jî Apo û PKK bûn heval û hevbendê “komara demokratîk”
û pesn û
senaya sazûmana faşî ya Tirk dan..
Berpirsîyarên PKK û berdevikên
wan ên li Medya-TV û Ozgur Polîtîka, li ser daxuyanîya me
ya dawî jî gelek derewan dikin. Ocalan bi xwe ji İmralîyê
bersîva me dide, dibêje: “Min kes tehdît ne kirîye û mirina
kesî ne xwestîye.” Lê ew tiştên ku di “Serxwebûn”ê (weşana
PKK ya rasmî) da, di meha Heziranê, hejmar 222 da hatine nivîsandin
çi ne? Awûqatan roja 14 Heziranê li îmralîyê Apo dîtin, mesajê
wî girtin û gihandin hevalên wî. Hevalan jî di Serxwebûnê
da, di bin serenavê
“Rayê Serokê Giştî yê PKK, Hevrê Ocalan” ew mesaj weşandin.
Ocalan di vê mesaja dirêj da behsa gelek tiştan dike
û di derheqa hevalên xwe yên revîyayî da usa dibêje:
“Kirinên wan wek karê çeteyan
e. Helbet di rewşa şer da usûl û qeydeyên şer
derbaz dibin. Curmê wan giran e, eva îxanet e, îxaneta hundur
e. Di dema şer da ev tiştên han gelek bi xeter in.
Divê dijî wan kiryara herî giran bi kar bê…”
Mana van gotinan çi ye? Ocalan
van kesan wek xaîn nîşan dide, dibêje em di dema şer
da ne û ji bo wan kiryarên herî giran, ango ceza kuştinê
dixwaze. Gotina wî gelek vekirî ye. Bila gotinê ne zivirînin
û kesî ne kin cîyê ehmeqan.
Ger tiştên ku li Serxwebûnê
hatine nivîsandin derew in, ger komployek heye, hingê me û
xelkê dinê bila gunekar ne kin, bila bi pêsîra
Serxwebûnê bigrin, ango ji hevalên xwe,
ji awûqatên ku ev mesaj neqil kirine, ji wan bipirsin.
Ev gotin di Serxwebûnê, hejmara
Heziranê da hatin weşandin û bi vî awayî xelk pê hesîya.
Herçî dostên Kurdan li Ewrûpa, tevî wan jî “Rêxistina Gelên
Bindest”, ev fermanên çavtirsandin û kuştinê ji wir,
ango ji we hîn bûn, ne ji me. Berê wan dengê xwe derxistin.
Daxuyanîya me, mehkî piştî wan, li dawîya meha tîrmehê
derket.
Dîsa çend meh in
ku xeber belav bûne wekî di dest PKK da gelek
girtî hene. Ango hinek ji
hevalên wan revîne, hinek hatine girtin. Herkes baş dizane,
dema endam û hevalbendên PKK bi sîyaseta wê razî ne bin û
bên girtin, çi tê serê wan. Di vî warî da bi sedan nimûne
heye. Bona vê yekê, gelek kes, heya li Ewrûpa hatin kuştin.
Tiştekî ne sirrî ye
ku li serê çîyan çi bê serê
wan..
Serda jî, Ocalan, nuha van fermanên
çavtirsandin û kuştinê ji nava çar dîwarên Cizîra İmralîyê
dide. Ev yek ji ber du sebeban gelek balkêş e û bi xeter
e. Yek ev e ku, Ocalan bi xwe mehkûmê ceza dardakirine ye
û nuha di warê netewî û navnetewî da ji bo pêşîlêgirtina
dardakirina wî, ji bo rakirina ceza îdamê, kar û xebateke
xurt heye. Lê ew bi xwe, berekî va ji bo xilaskirina canê
xwe hertiştî dide, li alîyê din jî, wek zemanê xwe yê
Bekaa bi rehetî, mirina kesên dinê dixwaze!..
Weşanên PKK jî wek tiştekî adî van fermanên kuştinê
belav dikin, didin bihîstin..
Sebebê duwemîn û xeterbar jî ev
e ku, Ocalan û partîya wî, vî tiştî di demeke usa da
dikin ku, wan dijî Tirkîyê şerê çekdarî sekinandine û
gor gotinên xwe, bernameya aşitî û demokratîyê danîne
pêşîya xwe. Lê xuya ye, ew PKK’ya ku bi sazûmana faşî
ya Tirk ra ewqas aşitîyê dixwaze û dijî wê hemû êrîşên
xwe disekinîne, dikeve xizmeta wê, li alî din, him ji endam
û hevalbendên xwe ra, him jî rêxistin û kesên welatperwer
ên din ra demokratî û heq nasnake, dijî wan êrîşgerîya
xwe didomîne. Ocalan, berekî va, bo xatirê Tirkîyê û bi rîya
hêzên xwe yên çekdar ku kişandîye Kurdistana Başûr,
dixwaze li wir serêşîyan çêke, dezgeyê vî parçeyî xirab
bike, berekî va jî ji bo hevalên
xwe fermanên kuştinê dide ku vê sîyaseta şaş
qebûl nakin û dij derdikevin; her usa jî partî, serok û rewşenbîrên
Kurd tehdît dike ku vê sîyaseta şaş rexne dikin.
Lê tiştê ku ji van jî mihîmtir
ev e ku, Ocalan van mesaj û fermanên çavtirsandin û kuştinê
ji nav çar dîwarên Cizîra İmralîyê dişîne ku li
wir hemû gotin û hereketên wî li ber çavê zabitên Tirkan e,
ango hayê wan ji van hemû tiştan heye. Dema ew nexwazin
û razî ne bin, Ocalan dikare vî tiştî bike? Çawa dibe
ku, dewleta Tirk îzin dide yekî wek Ocalan,
“serokê rêxistina terorê” û mehkûmê ceza dardakirinê, ku ew
van mesajan bi rîya awûqatên xwe rehet rehet bişîne der,
tu astengî jê ra çênake?. Gelo dewleta Tirk ewqas demokrat
e û bi xwe bawer e?..
Herhal zarok jî bi vî tiştî
dikenin. Ma kî nizane ku Ocalan, ji roja hatîye girtin bi
testê Tirkan tê îdarekirin? Ew çi bixwazin bi Ocalan didin
gotin, tiştê ku Ocalan dibêje jî bi destê awûqatên wî
digihê PKK û raya giştî.. Yê ku vî tiştî hîn jî
nabîne û fêm nake, herhal ehmeq e. Hertişt li ber çavan
e. Ew mesajên han gor
dil û daxwazên dewleta Tirk in. Dewleta Tirk bi
rîya PKK tevgera Kurd qontrol dike, jê ra rê
rast dike. Bona vê yekê jî, ji wan kesan
aciz e ku dijî sîyaseta PKK derdikevin û
jê vediqetin. Ewên veqetî ji kontrola dewleta
Tirk jî derdikevin.. Bona vê yekê dewleta
Tirk îznê dide Ocalan ku di
derheqa wan da fermanên kuştinê bide û alîkarîya wî dike
ku van fermanan bigihîne PKK û bi cî bîne. Ocalan li Cizîra
İmralî rêxistina xwe gelek bi rehetî îdare dike, ku li
Bekaa û Şamê jî ewqas rehet ne bû.. Li vir ji xeteran
dûr e û di bin parastina ordîya
Tirk da ye!
Apo roja hate girtin, bi Tirkan
ra bazarî kir û canê xwe yê şîrîn ji xeterê xilas kir.
Bona vê yekê Osman Ocalan (ku Apo bi wî henekê xwe dikir û
digot, nikare du bizinan jî bajo!) bila ji bo kekê xwe xemgîn
nebe. Elîheyder Qeytan û mirîdên dinê jî sebep tune ku ji
bo şêx û pûtên xwe xemgîn bin. Dewleta Tirk yekî wek
Apo, ku jê ra xizmeteke baş dike darda nake. Kes mirîşka
ku hêkên zêr bike, serjê nake.. Dewleta Tirk jî, heya ku jê
bê Apo wê bi kar bîne, piştî wê jî, bi rakirina ceza
îdamê, cezayê wî bike “muebbeta giran” û wî di hucreya mapisxaneyekê
da ku baş tê parastin tecrît bike, bihêle bila tê da
birize. Plana dewleta Tirk ev e.
PSK û heval Burkay ev plan eşkere
kirin. Bona vê yekê ye ku berpirsîyarên dewleta Tirk ji me
aciz in. Pisporên vê sazûmana zordest, mensûbên MİT’ê
yên berê û yên teze, kesên wek Mahîr kaynak, radibin rûdinin
dibêjin ku “xetera mezin Burkay û PSK ye.” Ew bona vê yekê
ji civînên Stokholm û Kolnê aciz in, ku di van civînan da
bi sedan rewşenbîrên Kurd hatin ba
hev û plana dewleta Tirk
û rola PKK di vê planê da eşkere kirin. Ev kar û xebat,
plan û dezgeya han dike xeterê.
Di vî warî da tirsa
Dewleta Tirk li cî ye. Ocalan mehkûmê vê
dewletê ye, û PKK jî mehkûmê
Ocalan e.. Lê efendîno, hûn karmendên
Medya-TV, nivîskarên Ozgur Polîtîka,
hûn li kîjan alî ne? Hûn bi rastî
"ozgur" in?. Yan hûn jî kesên
mehkûm û bêçare ne, dûvikên
dewleta Tirk in?..
Hûn tucar serbilind ne
bûn.
Hûn tucar bi serê
xwe, ango serbest ne bûn.
Hûn tucar xwedî bîr
û rayekê ne bûn.
Hûn mirovên reben
in!
Hûn ketin tengasîyê
û we careke din xwe sparte teorîyên komployê.
Herkes dijî we ye, herkes ji we ra dafikan çêdike...
PDK û YNK ji Waşîngtonê,
ji Enqerê emir girtine û hazirîya şerê we dikin… Komek
kadr û pêşmergên we di vê demê da ji we revîn, çûn cem
Yekitî; ev jî beşek e ji komployê… PSK di vê demê da,
ji Almanyê emir girt û dijî we propagande dike; ev jî beşeke
din e ji komployê… Li welatên
Ewrûpa gelek dostê Kurdan di vê demê
da dijî we kampanye vekirin, we gunekar dikin. Ew jî
bi destê PSK dibe…
Xuya ye, we ji xwedîyan
emir girtîye, bi vî awayî hezar derewî
derdixinin, li hev tînin; lê nizanim bawer jî
dikin?.
Hûn dikarin bi
şiklekî dinê jî bifikirin: PSK we rexne dike, ji ber
ku hûn şaşî û xirabîyên mezin dikin. Ger hûn dixwazin
jîyana Apo xilas bikin, ew bi vî şiklî nabe. Bedêla canê
Apo ne doz û dewaya Kurd e; divê ew bi berxwedaneke camêrî
bibe. Hevalê we jî ji ber vê sîyaseta
şaş ji we vediqetin. Dostên Kurd li Ewrûpayê we
rexne dikin, ji ber ku ew gelek kar û xebat dikin ku li Tirkîyê
ceza îdamê rabe û Apo jî neyê dardakirin, lê hûn ji bo hevalên
xwe hîn jî fermana kuştinê didin. Jîyana girtîyên di
dest we da jî di xeterê
da ye.
Hûn bi PDK û YNK ra hatin himber
hev, hûn qala şer dikin; lê sebebê vê dijberîyê hûn bi
xwe ne. Hûn rêxistineke Kurdistana Bakûr in, divê usa bin;
lê hûn li Kurdistana Başûr bi cî bûn, li wir jî rehet
ne sekinîn. Hûn têkilî karê Başûr bûn û we şerê
rêxistinên Başûr kir. Nuha jî we dijî Tirkîyê şer
sekinandîye, lê hêzên xwe yên çekdar bi temamî kişandîye
Başûr û Kurdên vî parçeyî bi şer tehdît dikin. Hûn
dixwazin hukum û dezgeyê vî parçeyî xirab bikin. Ev yek gor
mafê Tirkîyê û Îraqê ye, ango gor hêzên
dagirker e û hûn vê yekê venaşêrin. Bi kurtahî, dostê
we îro tenê Tirkîye, Îraq, İran û Sûrîye ne, ango çar
dewletên ku Kurdistan di nav xwe da parçe kirine... Ji wan
pêve herkes dijminê we ye. Rêxistinên Kurdan, dostên Kurdan
li Ewrûpa, heya heval û
alîgirên we ku êdî dijî vê sîyaseta şaş derdikevin,
hemû dijminê we ne. Hûn şerê herkesî dikin û piştra
jî dibêjin “dijî me komplo heye!” Ev çi aqil e, çi îzan e!..
Gelo hûn bi van gotinan kê dixapînin, zarokan yan jî mirîdên
bê hiş?..
Di dest we da ewqas
îmkanên mezin, têlevîzyon û rojname hene. Dîsa jî hûn ji PSK
û Burkay ditirsin. Di dewleta Tirk da sendroma Kurd heye,
di we da sendroma PSK û Burkay.. Dibe ku hûn, ji kirinên xwe
yên şaş û xirab hişyar in. Hûn nikarin rastîyê
bêjin, tirsonek in, durû ne,
li ba neheqan in û di îxanetê da ne. Hûn ji rûreşîya
xwe baş hişyar in û ev yek dilê we teng dike. Lê
ji dest we nayê ku ji vê herî hezazê derkevin. Bona vê yekê
jî zorê didine derewên han, dixwazin rastîyê veşêrin.
Lê hûn bi van derewan,
bi van çîrokên komployê heya kîderê
biçin û heya kîngê xelkê bixapînin?.
Ji bîra nekin, hukma derewan heya
waxtekî ye. Ev împaratorîya we ya li ser derewan jî bibê nebê
wê hilweşe, ser û bin be. Sebebê vê ser û binê ne ji
wê be ku, “hin kesan çav berdaye mal û mêrata we” û we rexne
dikin. Lê ji wê be ku, hûn bi navê rizgarîya millet û welatekî
derketin, lê nuha we dev ji doz û dewayê berdaye û ketine
xizmeta dijminê xwe. Ango êdî perdê rûyê we ket. Gelê Kurd
êdî çima piştgirîya we bike?. Ev kadr û pêşmergeyên
ku ji bo azadî
û rizgarîya Kurd û Kurdistanê tev li we bûn, ji nuha şunda
çima li cem we bimînin?. Jîyan û tevger vî tiştî qebûl
nake. Hûnê bibînin ku xelk ne kerîyê pez e. Ji derdê we ra
derman tune, têkçûna we dest pê kirîye û ev tirs û panîka
ku hûn ketine nav îşareta
vê yekê ye.
Lê bila kes netirse, milletê Kurd
tiştekî winda nake. Heya milletê me wê gelek tiştan
qezenc bike. Milletê Kurd wekî ji şeveke reş, ji
derew û provokasyonê, ji komployê wê xilas be û pêşîya
xwe ronî be. Rizgarîya milletê Kurd jî, ger careke
din nekeve dafika Dewleta Tirk, bi plan û dezgeyên
wê nexape, hingê wê hêsantir be.
|