Bombeyên Îstembolê karê
kê ne û berhema çi ne?
Îstembol di hefta çûyî da bi teqîna bombeyên mezin hejîya.
Cara pêşîn di 15´ê mehê (çÿrîya paşîn) di pêş
du sînagogan (hawra) da qamyonetên bombe lê barkirî teqîyan
û 23 kes mir, qasî 300 kes jî birîndar bûn.
Roja şemîyê bû, ango roja diayê bû ji bo Cuhîyan.
Xuya ye, hedef Cuhî bûn, lê piranîya mirî û birîndaran Misilman
bûn... Ji tesîra teqînê tevî sînagogan der û dor jî hilweşî
û xelkê mintiqê gelek zirar dît.
Rêxistineke bi navê İBDA-C ji vê êrîşê ra xwedî
derket, got me kirîye. Ev rêxistin bi salan e li Tÿrkîyê
kar û xebata terorîstî dike, bi teybatî dijî hedefên Ûris
(teyare û keştî revand, di ser otêlan da girt) û piranîya
endamên xwe Çaçan in. Lê dewleta Tirk ew ne wek terorîst,
lê wek micahîd bi nav dikirin, piştgirîya wan dikir,
pere dida, perwerde dikir û ew diparastin...
Ji ser vê bûyerê rojek derbaz bû nebû, polêzê Tirk eşkere
kir ku kesê ku tevî qamyonetan xwe teqandine, hatine naskirin,
li cîyê bûyerê pasên wan hatine dîtin... Ew bi xwe endamê
Hîzbulla ne û xelkê Bîngolê ne, ango Kurd in. Ji pasportê
wan eşkere dibe ku çend caran çûne İranê hatine...
Lê ev yek nekete serê kesî. Gelo ev çi îş e? Yê ku
tevî xelkê xwe jî dikuje çima pasportê bi xwe ra bibe? Him
jî çawa dibe ku xwedîyê pasportê bi xwe parçe parçe dibe,
lê di nav wê agir û şewatê da bi pasport tiştek
nabe, ew pîr û pak dimîne?..
Hÿm jî xelkê Tÿrkîyê di Îstembolê da çima ne bi nasnama
xwe, lê bi pasportê biçe û bê?
Nebe ku, kesê ew dezge çêkirin, her usa jî dixwazin bi
vê çîrokê, curmê li hin rêxistinan barkin, balê bikişînin
ser wan?.
Belê şik pir in...
Ji ser vê bûyerê du roj derbaz ne bû ku vêcar xeber derket,
gotin El Qaîde ji bûyerê ra xwedî derketîye, ango gotîye,
ew karê me ye.
Hîn germaya vê bûyerê derbaz ne bûbû ku li Îstembolê teqînên
mezin yên teze çêbûn. 20´ê mehê (çÿrîya paşîn) roja
pêşemîyê li ber bank û Konsolosxaneya Îngîlîzan, di
eynî saetê da teqînên mezin çêbûn, 27 kes mirin (ku konsolos
jî di navda bû) û qasî 450 kes jî birîndar bûn, her usa
jî der û dor xirabe bû û zirareke mezin pêkhat.
Xuya bû ku vêcar jî hedef Îngiliz in, ango hevalbendên
Amêrîka...
El-Qaîde ji vê bûyerê ra jî xwedî derket.
Van her çar teqînan li ser raya giştî ya Tÿrkîyê
û li dinyayê tesîreke mezin kir.
Gelo ev bûyera xwînxwar bi rastî marifeta kê bûn? Ya van
rêxistinên terorîst yên islamî, yan jî ya cîhetên din?
Di vî warî da rîwayet pir in. Ewrûpî û Amerîkî bi yek
dengî dibêjin rêxistinên islamî ne, berî hemûyan jî El Qaîde
ye. Lê li Tÿrkîyê û li welatên Erebî hin kes dibêjin ku,
li pişt van bûyeran dibe ku Îsraîl, yan jî Amêrîka
hebe... Ango ew bi van bûyeran dixwazin şerên xwe yê
„dijî terorê“ heq derînin û careke din raya dinyayê bixapînin,
her usa jî Tÿrkîyê di alî xwe da bikişînin...
Heya hin Tirk ji dewleta xwe şÿkdar in... Dibêjin
„dewlata kûr“ ango leşker, polêz, çeteyên dewletê û
herçî kesên din, ku ji bo parastina îmtîyazên xwe, ji bo
parastina vê sazûmana zordest, dijî demokratîyê û endametîya
Ewrûpê ne, bi bûyerên han dixwazin hukumeta AKP bikin tengasîyê,
pêşî li guhartinê bigrin, heya careke din leşker
bînin ser hukum...
Bi rastî em Kurd jî ji vê dewletê şÿkdar in...
Hin dibêjin, „çawa dibe? Ma dewletek ewqas bê vîcdanîyê
dike, xelkê xwe bi destê xwe bombebaran dike?“
Belê dike! Heya nuha jî gelek caran kirîye... Ev dewleta
Tirk bê vîcdan e û gelek xwînxwar e. Waxtekî wan, berî sala
1970, ji bo ku esker bînin ser hukum, Qesra Çand (Kultur
Sarayi) şewitandin û keştîyeke mezin (Marmara
Gemîsî) binav kirin ku ji ber vê yekê bi sedan xelkê masûm
xeniqîn. Polêzê Tirk ev curm avête ser hêzên çep.
Vê dewleta bê vîcdan, berî sala 1980, dijî Kurd û Elewîyan
li Meraşê û Çorûmê û li gelek cîyên din qetlîam darxistin.
Vê dewleta xwînxwar di sala 1993 da jî 33 eskerê xwe yê
bê sîleh li çîyayên Bîngolê avête ber PKK, bi destê merivên
xwe yên di nav PKK da ew dan kuştin, da ku agirbestê
PKK vala derîne û li himber raya giştî ya Tÿrkîyê û
dinyayê ji tengasîyê xilas be, bi rehetî şerê xwe yê
qirêj bajo...
Belê curmên vê dewletê bê hed û hesab in û ne êhtimaleke
piçûk e ku ev bûyerên dawî jî dîsa ji bo planên usa xwînxwar
in... Da ku dengekî mezin derkeve, xelkê welat bitirse û
xwe bispêre esker û polêz, cardin orfî îdare ava be, esker
hukim bigre dest xwe, pêşî li her texlît guhartina
baş bigre, sîya zulm û neheqîyê cardin di ser welat
da bigre...
Ger usa nebe jî, ango ger ew bûyer bi rastî berhemên rêxistinên
îslamî wek El Qaîde û hevalbendên wê yên hundur, wek İBDA-C
û Hîzbulla bin jî, ev yek vê dewleta zalim ji berpirsîyarî
û curmkarî xilas nake. Ji ber ku, wek İBDA-C, Hîzbulla
jî di bin perê wê da mezin bû. Bi destê polêz û eskerê vê
dewletê hat perwerdekirin. Dewletê ew dijî Kurdên welatparêz
û rewşenbîr bi kar anî. Hîzbulla bi piştgirîya
dewletê, bi alîkarî û rêberîya esker û polêzê dewleta Tirk
bi hezaran kesê masûm kuşt. Dewletê ew ne girtin, lê
parastin. Ta roja ku serokê PKK Avdila Ocalan hat girtin,
teslîmî dewletê bû û sîyaseta PKK´ê jî bi tevayî guharî,
wan dev ji şerê çekdarî û rizgarîya Kurd û Kurdistanê
berdan û êdî tu xeter nema...
Hingê dewleta Tirk êrîş bire ser Hîzbulla, gelek
curmên wê eşkere kirin û ew belav kir. Ji ber ku êdî
tu hewcedarîya dewleta Tirk bi Hîzbulla ne mabû û piştî
vê saetê mana wê jî xeter bû...
Belê hal û mesel ev e. Nuha dewleta Tirk di derbarê terorê
da gazinên xwe ji kê dike? Eger teror gur e, gurê wan e..
El Qaîde bi destê Amêrîkê hat avakirin, xwedîkirin û perwerdekirin.
Hîzbulla û İBDA-C jî bi destê dewleta Tirk...
Wan bi agir lîstin, lê pêşa wan pê ket...
Ger dewleta Tirk bi rindî heqê milletê Kurd nas bikira,
dev ji vê sîyaseta neheq û zalim berda, evtişt ne dibûn.
Hingê Kurd û Tirk bi hevra wek bira dijîn, aşitî û
azadî dihate welat. Tÿrkîye jî Kurdistan jî ava dibû, pêşva
diçû.
Lê serê wan hişk e û gotinek heye dibêje: „Cezayê
serê hişk dikişînin lingên bê gune.“
Gotineke Cemalîyê me jî heye, dibêje: „Masîvan di avê
da çû, lê merivên wî masîyan gunekar dikin!.."
Dîsa gotineke Cemalî heye, dibêje: „Meriv ji bo ku zirarê
bide bostanê cîranê xwe, di mala xwe da berazan xwedî nake...“
Tÿrkan di mala xwe da beraz xwedî kirin, da ku zirarê
bidine me, lê encam va ye li ber çavan e...
Gotineke Tÿrkî heye dibêje: „Kendî dûşen axlamaz..“
(Yê ku bi xwe ket, divê negîre).
Negîre heyran, negîre!