“Tirk
dîsa bi cinnan ketin”
“Tirk dîsa bi cinnan ketin..” Vê car ev gotin ne ya me ye,
ya Rojnameyeke Swêd e. Rojnama Aftonbladet di hejmara xwe
ya 3´yê Sibatê da usa dibêje.
Sedem jî Swêdî bi xwe ne. Sedemê dînbûna Tirkan kitêbek e
ku bi destê Ýnstîtûya Swêd hatîye hazirkirin û dîsa bi destê
balyozxane û konsolosxaneyên Swêdîyan li Tirkîyê tê belavkirin.
Pêþgotina vê kitêbê jî serokwezîrê Swêdê, Göran Person nivîsandîye.
Di kitêbê da di derheqa Tirkîyê û Tirkan da agahdarî heye.
Li cîyekî tê gotin ku Tirkan bi alîkarîya Kurdan Ermen qirkirine
û piþtî Ermenîyan jî dor hatîye Kurdan. Ango vêcar Tirkan
gund û bajarên Kurdan valakirine û ew qetil kirine.
Di kitêbê da her usa jî tê gotin ku, Tirk ne milletek in,
navê Tirk welatekî nîþan nade, lê tenê grûbekî (beþekî) zman
nîþan dide ku di warê Ural-Altay da tê qisekirin.
Tirk ji van gotinan diqehirin. Lê gelo di van gotinan da
derew hene? Ma Tirkan Ermen qir nekirin? Ger di kitêbê da
neheqîyek bûye, li me Kurdan bûye. Milletê Kurd ne hevparê
vê curmê ye. Ne dewlet, ne jî hukumeta wan hebû. Ev curm bi
biryara dewleta Osmanî û ya hukumeta Tirk çêbû bi destê leþker
û memûrên dewletê bi cî hat. Cî û cî, helbet hin Kurdên xirab
jî alîkarîya wan kirin, lê ew jî dîsa bi tesîr û daxwaza dewletê
bû. Kurdan li gelek cîyan jî Ermen parastin, veþartin û xilas
kirin. Ji xwe piþtî Ermenan jî dor hate Kurdan, ku hîn jî
berdewam e.
Dîsa di kitêbê da tê gotin ku Tirk ne Milletek in. Meriv
dikare vî tiþtî mineqeþe bike.. Lê ev ray ger þaþ be jî, sedem
ji Tirkan pêve ne tu kes e.
Tirk dibêjin em ji cinsê gur hatine û gelek pesna nijadê
xwe (soy-sop) û xwîna xwe dikin. Ger ev gotin rast bin, ew
bi rastî jî ne milletek in. Ji ber ku:
1- Gur
ne mirov e, ji gur kerîyê cinewiran çê dibe, lê millet çênabe..
2- Xelkê
ku îro li Tirkîyê dijî û xwe ra dibêje Tirk, di sedî da 99´ê
wan bi eslê xwe ne Tirk e, lê Hurum, Ermen, Laz, Ereb, Kurd,
Alban, Bulgar, Sirb, Çîngen û ji gelek milletên din e. Hingê
ew “nijadê bilind” û ew “xwîna xas” li ku dimîne?.
3- Gor
îlm –dîrok, sosyolojî û hwd..- her millet xwedî erd (welat)
û zmanekî taybetî ye. Her usa jî xwedî mafên aborî yên miþtêrek
û çand, dîrok û hîssên miþtêrek e. Lê em dibînin Tirk ne tenê
ji Tirkmen û Azerîyan ra, ku zmanê wan piçek li hev çûye,
her usa jî Ozbek, Kirgiz, Kozak û Tacîkan ra jî dibêjin “Tirk”
û “dewletên Tirkî..” Lê eþkere ye ku ne welatê wan, ne zmanê
wan, ne dîroka wan, ne jî mafên wan ên aborî yek e.
Wek nimûne: Xelkê Amêrîka Bakûr yên sipî di destpêkê da ji
Ýngîltere û Ýrlandê çûn û ew der kirin kolonî. Heya di destpêkê
da navê heremê danîn “Ýngîltereya Nu”. Ýro jî Amêrîkî û Ýngîlîz
yek zmanî qise dikin. Lê kes nabêje ku ew yek millet in, yan
“Ýngîlîz”in.
Xuya ye herçî xelkê ku li dinyayê Ýngîlîzî qise dikin ne
yek millet in. Ji bo zmanên mezin wek Frensî, Ýspanyolî, Almanî,
Erebî û Farisî jî usa ye. Lê Tirk ecêban dikin. Tirk heya
yên ku bi zmanê Tirkî qise dikin û nakin, hemûyan dikin yek
millet...
Teorîyên wan li ser nijad û zman ku di dema Atatirk da çêbûn,
hîn ji bîran neçû ye. “Teorîya Zmanê Roj” digot, hemû zmanên
dinyayê ji tirkî hatine! “Teorîya Tirkan a Dîrokê” jî, hema
hema temamîya xelkên dinyayê, sorikên Amêrîkê jî di nav da,
kiribû Tirk!
Ango Tirk ecêban dikin, kundur û zebeþan, xiyar û balcanan
tevî hev dikin, ji yek cinsî nîþan didin. Kundiran wek zebeþ,
balcanan wek xiyar bi nav dikin!
Ev yek nabe, bavo! Ev ji yek grûbî ne, ango zerzewat, yan
jî berhemê bostan in. Lê ne yek cins in.
Hingê jî heqê xelkê heye ku li gotina wan binêre û bêje “Tirk
ne milletek in, lê grubek in ji zmanê Ural-Altay..”
Ger ew ji van gotinan aciz dibin, bila tiþtê xirab nekin
û tiþtê þaþ nebêjin. Wekî Ermenîyan qir nekin, Li Kurdan zulmê
nekin, Xelkên dinê û gurên serê çîyê nekin Tirk!..
Ev cezayê ku îro ew dikiþînin ji ber xirabî û þaþîyên dest
û zmanê wan e..
Gelo Tirk çima ji gotinên Swêdîyan aciz dibin? Swêdî gor
usûlên îlmî kar dikin. Ev kitêb jî bi destê yekî xwenezan
ne hatîye nivîsandin, bi destê sazîyeke îlmî, Enstîtûya Swêdê
hatîye hazirkirin. Ango ew li tiþtan hûr hûr dinêrin, lê digerin,
lê dikolin usa bi nav dikin.
Camêran ma çima li Tirkan neheqî bikin, xuya ye çi dîtine,
ew gotine!
|