PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Tirk dixwazin ji qulikê bikevin hundur

Tirkan gelek zor dane xwe ku di dema şer da leşkerê xwe bikin Kurdistana Başûr û bihara Başûr bikin zivistan, lê ne karîn. Hisreta wan di dilê wan da ma.

Lê xuya ye hîn jî dev ji vê hêvî û hisretê bernedane. Nuha jî dixwazin dîsa bi navê “hêza aşitîyê” yan jî bi navekî din, dîsa eskerê xwe bişînin Kurdistana Başûr.

Di van rojên pêşîyê da Amêrîkî beşek ji hêza xwe ya heyî dê vekişînin, lê ne temamîyê. Ji bo ewleyî û aramîya Iraqê  û jî bo midetekî ne zelal ji wan ra hêz lazim e. Tê gotin ku sê firqe esker wê hebe. Yek di bin fermandarîya Îngilizan da, yek di bin fermandarîye Polonîyan da be û yek jî Amêrîkanî.

Lê Tirk jî hewes dikin ku hêzekî eskerî bişînin û pêşnîyara xwe gihandine Amêrîkîyan.

Amêrîkî dibêjin “me ji Tirkan tu esker ne xwestîye”, lê Tirk dibêjin “ne usa ye.”

Gelo Tirk xwe bi xwe dibine bûk û zava, çi ye?..

Lê xuya ye Tirkan dev ji hewesa dilê xwe bernedane. Him jî dibêjin, “em naxwazin eskerê xwe bidin bin fermandarîya Îngilizan, ji ber ku eskerê wan li Başûrê Iraqê, li Besrayê cî dibe..”

Bi van gotinan eşkere dibe ku daxwaza wan Kurdistana Başûr e, Kerkûk û Mûsil e!.

Ango Tirk di dêrî da nekarîn bikevin hundir, nuha dixwazin ji qulikê bikevinê.

Lê kî ji vê daxwazê ra dibêje erê?

Çûna eskerê Tirk mana xwe şerê Kurdan e. Ji nuha va Tirk bi rê olaxên veşartî û bi destê tîmên xwe yên taybetî Tirkmenan röz dikin, çek û sîlah didînê û eşkere hazirîya derxistina şer û xirabîyan dikin. Dema leşkerekî wan ê mezin li wir be, dikarin çi bikin çi nekin..

Divê Kurdên Başûr di vî warî da hişyar bin û tucar rê nedinê ku leşkerê Tirk bikeve iraqê, bi çi navî dibe bila bibe. Ji ber ku ev ne hêza aşitîyê ne, hêza şer in.

Ger Kurdê Başûr sist pê bigrin, belayekî mezin derkeve serê wan ji Qibrisê xetertir..

 
PSK Bulten © 2003