PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

 

Tirkên çavvekirî çi dixwazin?

Karbidestên Tirkîyê xuya ye xwe wek baqilên dinyayê dibînin, mirovên gelek çavvekirî.. Binêrin, ji bo şandina eskerê xwe bo Iraqê çi bazarîyeke mezin dikin..

Amêrîkîyan peymana 8,5 dolar dênê teze bi wan ra mor kirin. Bi vî awayî mirazê Tirkan piçek bi cî hat; êdî dikarin bi dilekî rehet “memetçîk”ên xwe bişînin “sêkinarê şêytîn”, dora Bexdayê. Memetçîk têrî xwe heye û jîyana xwe jî gelek erzan e..

Lê mirazên karbidestên Tirk ne tenê ev e. Dixwazin bi rîya Kurdistana Başûr biçin û li ser rê gelek qişle û qereqolan çêkin. Ev jî  ji bo qontrola Kurdistana Başûr e. Ango ne karîn ji derî birkevinê, nuha cehd dikin di pixêrîgê da bikevinê.

Her usa jî dahatûya Iraqê jî divê gor dil û daxwaza wan be. Ango ne federalî, ne jî xwemuxtarî ji bo Kurdan.. Divê Iraq unîter, ango yekpare be!

Tevî wê jî îhaleyên bi to û hunguv ji bo şîrketên Tirkîyê…

Serda jî, divê Amêrîkanî û Kurdên Başûr PKK-KADEK’ê ji ortê hilînin! Karbidestên Tirk kirine hella hella ji Amêrîkanîyan ra dibêjin:

“Ka hûn dijî terorê bûn! Madem usa ye çima PKK-KADEK’ê ji ortê hilnaynin? Meqerên wan belav bikin, serokên wan teslîmî me bikin! Ma hûn nikarin çend fuzeyan (mûşekan) jî bavêjine wan?..

Belê xwendevanên delal, evana xwe wek çavvekirîyê dinyayê dibînin, xelkê jî wek ehmeqan..

Divê meriv ji wan bipirse: “Gelo emr û fermaneke we ya din tune? Ma hûn Kerkûk û Mûsilê jî naxwazin wek dondirmeke Meraşê yan jî Beqlawa Entepê li ser vê xwarinê? Qe nebe par û  parîyeke mezin ji niftê?..

Tu dibê dinya alem nizane rêxistinên wek PKK û Hîzbulla, ev berhemên delal yên “şerê psîkolojîk” çawa derketine û mîrê me yê İmralî di xizmeta kê da ye û sîyasetên PKK-KADEK’ê çawa bi destê serokerkanê Tirkîyê tê rastkirin..

Gelo êdî tu hewcedarîya wan bi Apo nema? Bi rastî dixwazin KADEK’ê belav bikin? Ger PKK-KADEK nebe tevgera Kurd bi destê kê bêdeng bikin? Kî dewlata ûnîter û Kemalîzmê biparêze û pesna “komara demokratîk” bide? Kî Kurdan bi tiştên vik û vala mijûl bike? Ewê kê bi dijî Kurdên Başûr bi kar bînin?..

Dibe ku karbidestên Tirk piştî bûyerên dawî ku li Iraqê çêbûn, êdî hebûna KADEK’ê ji xwe ra xeter dibînin, dibêjên dikare ji bin destê me derkeve..

Belê, ev tirsa wan heye û dema bixwazin ji KADEK’ê xilasbin, hewl didin wê bi destê Amêrîkîyan û Kurdên başûr ji ortê hilînin. Bi vî awayî him Amêrîkê di çavê Kurdên bakûr da xirab nîşan din, him jî dijminahî bikin navbera Kurdên başûr û bakûr..

Helal be ji van rovîyan ra!

Xuya ye Karbidestên Tirk ne tenê Kurdên başûr, Amêrîkîyan jî dikin cîyê ehmeqan. Lê bi xwe herçiqas xwedîyê tecrubeyên Bîzansê û yên Osmanî bin, di warê dek û dubare da gelek hunermend bin jî, di vî warî da nikarin kawa xwe bi Amêrîkîyan ra bavêjin. Amêrîka di lîstikên han da mamosteyê wan e, yê ku di “Mekteba Panamê” da Tirk ji bo karên qirêj û komplo perwerde kirine Amêrîkî bi xwe ne.

Gelo Amêrîka bi rastî çiqas mihtacî wan e? Ma bi 10 hezar eskerê Tirk Aramî dikare bê Iraqê?

Dema Amêrîka van daxwazên Tirkan bi cî bîne ewê nikare tu guhartinê li Iraqê bike? Ne demokratî, ne jî tiştekî din. Ger usa ye Amêrîkê çima xwe ewqas westand, ew şer derxist û ew bedêl da?

Dema leşkerê Tirk bikeve Kurdistana Başûr û ew daxwazên wan ên dinê bi cî bên, hingê herema herî aram, Kurdistana Başûr jî wê bibe warê şer û şewatê.. Amêrîkî vê yekê qet dixwazin?

Dibe ku Amêrîka jî dixwaze Tirkan bibe nava belayê..

Lê Kurdên başûr? Gelo ew çima şerê KADEK’ê bikin? Belavkirina KADEK’ê ma karê wan e?

Lî himber van daxwazên Tirkan dema Amêrîkî û Kurdên başûr ji wan ra usa bêjin ne ecêb e:

“Hertişt bi rîya şer çareser nabe. We pirsa Kurd heya îro wek pirsa terorê nîşan da; eva ne rast e. Bi vî awayî we pirs çareser nekir û ew her çû girantir bû. Bi Kurdan ra rûnin, heqê wan nasbikin, vê pirsê bi rê olaxên aşitîxwaz çareser bikin.

“Gelo ew heqên ku hûn ji bo 100 hezar Tirkên Qibrisê dixwazin, çima 20 mîlyon Kurd ra nasnakin?

“We heya efeke giştî jî dernexist. Ew qanûna ku hûn dibêjin “vegera mal” jî qanûna poşmanî û îxanetê ye wek yên berê.. KADEK’î ji we zêde tişt naxwazin, ewana bi efeke giştî razî ne ku çekê xwe berdin û xwe belav bikin. Vê daxwazê maç bikin daynin ser serê xwe!

“Serda jî yê ku KADEK anîye Kurdistana Başûr ne em in, hûn bi xwe ne.. We heya çend meh berê bi wan ra bazarî dikir ku wan berdin ser Kurdên başûr. Nuha jî hayê me jê heye ku hûn cehd dikin di navbera wan û “Bereyê Tirkmenan” ya totik da yekitîyê çêkin.. Dema li Iraqê aramî çêbe helbet cîyê hêzên eskerî yên KADEK’ê, yan yê rêxistineke biyanî tê da tune, emê wan derînin. Lê lezê we çi ye? Emê berî hertiştî cehd bikin vê pirsê bi rê olaxên aştîxwaz çareser bikin…”

Belê, ezê di cîyê wan da bûma, minê usa bigota.. Lê ew jî (Amêrîkanî, Îngiliz û Kurdên başûr) helbet ne bê aqil in, dikarin van tiştan bibînin û bifikirin.

Bona vê yekê, ev kar û xebata we badilhewa ye, rovîno!

 

 
PSK Bulten © 2003