PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Tirpankêşîya RTÛK‘ê.

B. Befrîn

Tirkîye welatekî gelek seyîr û ecêbe. Nav û dengê xwe li ser kiryarên kirêt û nemirovî derxistîye. Ewa ku pir balkêş eve ye ku roj bo rojê desthelatdarên evê dewletê  xwe û kiryarên xwe kêrhatîyên serdemî û pîvanên mirovatîyê didine nîşandan. Bîr û rayên giştî û  bi xasma dem û dezgehên berpirsyar ên Evropî jî di evî alî ve kiryarên karger û destgir li hemberî evê lewçetî û mesqerebazîya Tirkîyê ji xwe nadete nîşandan. Tirpankêşiya RTÜK ê (Şêwra Bilinde Radiyo û Televizyon- ŞBRT) li ser azadîya  beyankirina bîr û hizran, wekû Şûrê  Demoklesî yê li ser serê çap û çapemenîyê da  diheje û eve 7 sal e her berdewam e. Serokê evê sazîya bîr û hizir kûje dewleta kiryar neserdemî ye Tirkîyê di roja  25 Nîsana 01 da li hemberî bîr û raya Tirkîyê û gişti yê cîhanê da ragihand kû dibê hemû weşanên Radyo û TV. bi yêk destî birêve biçe. Lê belê dadigehê ev pêşnîyare  ne pejirand û evê biryarê, kadbidestên mejî hişkên RTÜK ê aciz kir.

Kar û xebata RTÜK ê di nava 7 salên bihorî da:

Bi gor rapora 7 salîya evê rûreşiyê ku  di meha derbazbuyî da  ji alîyê berpirsê  RTÜK ê ve hate ragihandin bi evî avayî ye:

·      Li ser hev 35 sal  ceza  hatîye dan.

·       8000 roj cizayê ragirtina weşanê daye 26 radyo yên kû piropaganda „cudaxwazîyê „ kirine.

·      1891 roj ji bona 22 radyoyên ku piropaganda olî û dîndarî kirine hatîye dan.

·      Li ser hev12 800 roj cizayê ragirtina weşan daye weşana radiyoya.

·      398  caran gefên  ragirtina weşanê daye gişt TV yên welat.

·      200 roj cizayê  ragirtina  weşana TV ên giştî.

·      40  cara gef û 254 roj cizayê ragirtina weşana herêmî ya TV..

·      401 cara gef û 1565 roj cizayê ragirtina weşana deverî ya TV.

Belê  eve jî kiryarên nedemokratîke komara Tirkîye li serdemê  înternet û nujenî ya teknîkî da. Gelo çare serîya evê rewşê  çawa dibe. ? Her wekî bav û bapîran gotine:

Toba Gurgi Merg e. (Toba gur mırın e).

 
PSK Bulten © 2001