TV’ya Kurdî û
ji xiraban xirabtir!
Berpirsîyar û berdevikên dewleta
Tirk qiyaskirina xwe bi dewletên Rojhilata Navîn yên dinê
gelek hez dikin û dibêjin Tirkîye welatekî laîq û demokrat
e.
Hûn vê yekê carê jî ji me Kurdan
û ji gelön dinê, ji mensûbên dîn û mezhebên dinê bipirsin!
Welatê me Kurdistan
di nav çar dewletan da (Tirkîye, İran Îraq û Surîye)
parva bûye. Li hemû welatan jî Kurd ji halê xwe ne razî ne,
ji ber ku ne azad in, ev herçar dewlet jî heqê çarenûsî ji
Kurdan ra nasnakin. Lê di nav van dewletan da rewşa herî
xirab ya Kurdên Tirkîyê ye.
Li Îraqê navê Kurdan jî ya Kurdistanê
jî qedexe ne bûye. Ta ji 30-40 salî vir da li Bexdayê radyoya
Kurdî heye. Di têlevîzyona Bexdayê da jî beşa Kurdî heye.
Li Kurdistana Îraqê mektebên Kurdî ji zû va serbest in. Di
zanîngeha Bexdayê da beşa zman û çanda Kurdî heye. Kurdan
û hukumeta Bexdayê bi salan şerê hev kirin, lê di dema
şer da jî ew radyo, têlevîzyon, mektep û enstîtû ne hatine
girtin. Di qanûna esasî ya Îraqê da hatîye nivîsandin ku “Îraq
ji du milletan, ji Ereb û Kurdan pêk tê.“ Di sala
1970 da jî hukumeta Bexdayê otonomîya Kurdistanê nas kir.
Di İranê da jî navê Kurd
û Kurdistanê tucar qedexe ne bûye. Kurdistan tim jî wek eyaletekî
resmî ye û di xerîteyên İranê da jî cî digre. Radyo bi
Kurdî ji 30 salî vir da li Kîrmanşahê weşanê dike.
Hin kovarên Kurdî bi alîkarîya dewletê derdikevin. Şerê
Kurdan û hukumeta Tehranê jî bi salan e berdewam e, lê dîsa
jî ev radyo û kovar tucar ne hatine sekinandin, zmanê Kurdî,
cilên Kurdî qedexe ne bûn.
Vê dawîyê jî li İranê nûnerên
Kurdan bi nasnama xwe ketine Parlamenê, heya di parlamenê
da carina bi zmanê xwe qise dikin. Têlevîzyona İranê
jî dest bi weşana Kurdî kir. Hazirî heye ku li Kîrmanşahê
têlevîzyoneke Kurdî ava be. Ji bo xwendina Kurdî jî dewlet
êdî li hin cîyan destûrê dide.
Li Sûrîyê jî, herçiqas
mektebên Kurdî, radyo û têlevîzyona Kurdî tunin jî, navê Kurdan
ne hatîye qedexekirin. Kurd bi zmanê xwe kovaran derdixin
û kitêban çap dikin. Wek İran û Îraqê, li Sûrîyê jî Kurd
cejna xwe Newrozê bi serbestî pîroz dikin.
Lê li Tirkîyê, ku nîvê Kurdan (20
mîlyon) lê dijî, rewş çawa ye?
Li Tirkîyê, bila wek Îraqê otonomîya
resmî li wir bimîne, navê Kurd û Kurdistan qedexe ye, wek
curmekî mezin e ku bê gotin!
Li Tirkîyê radyo û têlevîzyona
Kurdî qedexe ye, wek curmeke mezin e ku bê xwastin!
Li Tirkîye mektebên Kurdî tunin
û wek curmeke mezin e ku bê daxwazkirin!
Li Tirkîyê kovar, rojname û kitêbên
Kurdî heya çend sal berê qedexe bûn. Kê bixwasta kovareke
Kurdî derxe, polêzê Tirk digot: "Emê serê we jêkin!…"
İro li İstembolê kitêbên
Kurdî, kovar û rojnamên hefteyî
dertên, lê dîsa jî ew azadîyeke derewîn e. Ji ber ku kitêb
û tu bêje hemû hejmarên kovar û rojnameyan bi biryarên mehkeman
û bi destê polêzan têne komkirin, cezayên hepsî û pereyî li
wan dibarînin, nahêlin ku bigihîjin destê xwendevanan. Ji
xwe ew weşan li Kurdistanê
qedexe ne. Ango dewlet wan difetisîne. Çawa ku firinek bikaribe
nan derxe, lê destûr tunebe ku bifroşe…
Heya du-sê sal berê cejna Newrozê
li Tirkîyê qedexe bû, dewletê cejn di nav xwînê da dihişt.
Nuha dibêjin serbest e, lê ew jî ne rast e. Newrozê wek cejneke
Tirk nîşan didin, dixwazin bi reng û naverok vala bikin.
Bi xwe, bi wezîr, walî û polêzên xwe pîroz dikin û ji Kurdan
ra dîsa qedexe ye!..
Gelo ev çawa demokrasî ye? Eva
demokrasî nîne, demostrasî ye…
Xuya ye ku li himber Kurdan Îraq,
İran deh qatî ji Tirkîyê baştir in. Yan jî Tirkîye
deh qatî ji wan xirabtir e. Ango Tirkîye xirabtirê xiraban
e.
Ger Sûrîye jî rê bide radyo û
têlevîzyona Kurdî û mektebên Kurdî veke, Tirkîye wek sosret
di ortê da dimîne.
Helwesta Tirkîyê li himber gel,
dîn û mezhebên dinê jî ne cuda ye. Tirkîye xwe Laîq nîşan
dide. Laîqî heqnasî ye, tolerans e di warê dîn û mezheban
da.
Lê li vî welatî Ermenî, Rûm,
Suryanî û Yezdî hatine qirkirin û hatine revandin…
Li vî welatî Elewîyan zulm dîtine,
ji tirsan bawerîya xwe veşartine
û gelek caran jî hatine qirkirin…
Li vî welatî heya Sunnîyên Misilman
gelek caran teda dîtine. Dewletê ku kemalîzm kirîye wek dînekî
teze, bi navê "laîqîyê" bîr û bawerîyên resmî li ser gel ferz
kirîye, heya têkilî orf-adet û qiyafetê xelkê
bûye, xelk bîlesewe êşandîye.
Li tu welatê Rojhilata Navîn,
ne li Îraq û İranê, ne li Sûrîyê, ne li Libnanê û welatên
dinê, dijî ol û mezhebên cuda zulm û neheqîyeke vê derecê
ne hatîye dîtin. Ermenî, Suryanî, Yezdî li Îraqê, İranê,
Sûrîyê û Libnanê gelek azad
in. Yêzdî li welatên xaçparêz, wek Ermenîstan û Gurcistanê
gelek azad in.
Rastî ev e. Û ev yek nîşan
dide ku demokrasîya Tirkîyê jî, laîqîya wê jî vir û derew
e. Dewleta Tirk dewleta herî despot e, ya herî zalim e li
Rojhilata Navîn.
|