PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Walîyên Kurdistanê çawa barê xwe dadigirin..

Hayrî Kozakçîoxlî yek ji walîyên rewşa teybetî bû ku bi salan şerê Kurdan kir. Piştra

Bû walîyê İstembolê, ji wir jî di lîsta DYP da, tevî gelek walî û polêzên şerxwaz bû mebûs û hîn jî wek mebûs û wek cîgirê Çîllerê kar dike.

Çend roj berê eşkere bû ku vî Kozakçîoxlî di dema walîtîya taybetî da bi pênc mîlyon dalaran du balafirên piçûk kirîye, lê ev balavir kevn bûne û bi tiştekî ra nabin, buhayê wan jî her yek ji sed hezar dolarî ne zêde ye. Ango dibêjin ji vê bazarîyê rişweteke baş stendîye..

Dîsa eşkere bû ku li İstembolê, li taxên gelek giranbuha, li Emîrgan û Sarîyerê pênc koşk û vîllayên Kozakçîoxlî hene ku li himber behrê ne.. Lê walî efendî tevdîrên xwe stendine, ew li ser navê jin, keç û zavayên xwe tapî kirine!..

Gelo jin, keç û zavayên Walî beg ew koşk û wîllayên giranbuha bi çi xebatê, bi çi pereyî, bi çi ticaretê bi dest xistine?. Helbet çavkanî xuyayî ye. Kozakçîoxlî barê xwe di dema walîtîya Kurdistanê da dagirtîye. Ne tenê ew, gelek walî, zabit, polêz û burokratên dinê li kurdistanê, di saya şerê qirêj da barê xwe dagirtin, kûpê xwe tijî kirin. Hinan ji bertîl û xeracan, hinan ji ticareta esrar û eroyînê, hinan ji herduyan.

Li Kurdastanê ranteke mezin heye. Bi sedmîlyaran dolar bi salan e di navbera çete, serqoricî û borakratan da parva dibe. Bona vê yekê ye ku ev hêz û kes naxwazin şerê qirêj bighê dawî, rewşa taybetî rabe, qoricitî belav be. Bona vê yekê ew dijî aşitî û demokratîyê ne…

Ew diz û curmkar in. Ditirsin di dema aşitîyê û demokratîyê da êdî çavkanîyên dizîyê bê birîn û hisêbê curmên wan bê pirsîn.

 
PSK Bulten © 2001