Welatên
Misilman çima şunda man?
Ferhad
CAN
Piştî bûyerên 11 İlonê rewşa
welatên İslam careke din hat holê. Nuha gelek kes dipirsin
û li bersîvê digerin: "Gelo welatên ku xelkê wan bi piranî
Misilman e, çima bi şunda mane?"
Belê, pirseke gelek balkêş e.
Ev pirs berê jî dihate bîra hin kesan. Lê îro tê bîra gelek
kesan.
Şundamana welatên Misilman rastîyek
e. Ger meriv tenê li vê yekê binêre dikare bêje sedemê şundamanê
dînê van welatan e, ango Misilmanî ye!
Lê ev tenê rû û nexşeke rewşê
ye û gelek rû û nexşên dinê jî hene. Divê meriv pirsên
dinê jî bike:
"Gelo Misilman tim usa şundamayî
bûn? Lê Rojhilata navîn?"
Helbet, ne usa bû. Peşveçûn û
paşveman hal û rewşên îzafî ne. Ango welatek yan
milletek gor yekî din li pêş e, yan li paş..
Em dibînin ku di dîrokê da, di jîyana
civakî da tu tişt wekî xwe namîne. Tim guhartin heye.
Carina yên pêş bi şunda dikevin û hinên din derdikevin
pêş.
Bajarvanîyê berê li Mezopotamya, li
Misrê, li Çînê gulveda. Avadanî, çandinî û pez xwedîkirin
(şorişa neolîtîk) berî hemû welatan li Kurdistanê
dest pê kir. Nivîs berê li Mezopotamya û li Misrê kişf
bû. Babîl, Aşur û Misrîyan di warê avadanîyê da, wêne
û tîmsal çêkirinê da berhemên giranbuha dan.
Piştra navenda bajarvanîyê derbazî
Yûnana kevn û Romê bû. Van herduyan di warê îlm û zanîn, avadanî
û hunerên xweşik da berhemên gelek baş dan.
Roj hat, Rom kete bin destê beyanîyan,
têkçû, bi şunda ket, Li rojava tarîya dema navçe dest
pê kir. Keşîşan bi navê dîn huner û zanîn bi bendan
girêdan, jin wek cazû bi sêhrê gunekar kirin û şewitandin.
Hingê Rojhilata Navîn (welatên Misilman),
Çîn û Hînd ango "Rojhilat" gor "Rojava"
li pêş bû.
Di dema Emewî û Abbasîyan da, di dema
Eyûbîyan da bajarên wek Bexda, Şam û Heleb, Kahîre û
İskenderîye, Dîyarbekir, Tebrîz û gelek bajarên din avadan
bûn, warê ticaretê, hunermend û zaneyên bi nav û deng, ango
warê bajarvanîyeke delal bûn.
Lê di zeman da welatên Misilman bi
şunda ketin û Rojavaya Ewrûpa, ku xaçparêz bû, bi pêş
ket.
Nuha jî pirseke din:
"İro welatên şundamayî
tenê welatên Misilmanan in?"
Eşkere ye ku na. Amerîka Latîn
û gelek welatên Afrîka û piranîya xelkê Fîlîpîn Xaçparêz in
lê şunda mane. Hindîstan bi piranî Hîndû ye û ew jî şunda
maye. Japon ku ne Xaçparêz in, heya sed sal barê şundamayî
bûn, lê nuha di Eyarê Ewrûpa û Emêrîkê da peşveçûyî ne.
Ev hemû nîşan didin ku ne şundamana welatên Misilman
ji ber dînê wan e, ne jî pêşveçûna welatên Xaçparêz.
Lê helbet sedem hene ku welatan pêşva
dibin û şunda dixin. Gelo sedemê şundamana welatên
Misilman, yan jî Rojhilata Navîn çi ye? Çima ev welatên ku
waxtekî warê bajarvanîyê bûn, pêşve neçûn, lê tiştê
heyî jî winda kirin û ewqas bi şunda ketin? Bi gotineke
din, di şundamana wan da para dînê wan heye?
Helbet, herçî bawermend di dînê xwe
da tu qisûrê nûbînin û Misilman jî usa nin. Lê gelo, kêmasîyên
vê bawerîyê heye yan tune?
Kêmasîyeke mezin ev e ku di welatên
Misilman da rewşa jinan ne baş e. Qasî ku ez dizanim,
di dinyayê da tenê di nava Misilmanan da jin bi xêlî û çarşef
in, ango rûyê xwe, dest û pîyê xwe vedişêrin, ji mêrasê
nîv par distînin û şadetîya mêrekî qasî şadetîya
du jinan e.. Gelek kar û xebat ji jinan ra qedexe ye.
Hin kes dibêjin ku çarşef û xêlî
piştî Mihemmed Pêxember çêbûye. Lê çêbûye û hîn jî berdewam
e!
Qasî ku ez dizanim, qedexekirina hin
huneran (wek wêne û tîmsal..) tenê di dînê îslamê da heye.
Ev herdu tişt bi tena xwe be jî,
li ber pêşveçûna civakê asteng in. Lê tiştên dinê
jî hene: Wek jêkirina destê dizan, recimkirina zinarakan.
Ev adet û qeydeyên hanê gelek giran in û ne gor vî zemanî
ne.
Lê bi raya min, di paşvemana welatên
Misilman da sedemên dinê hene ku sedemê esasî ev in:
1- Êrişa Tirk û Moxolan. Ev herdu
gelên koçer di warê bajarvanîyê da gelek şundamayî, lê
şerkar bûn. Cîyê ku dagirtin talan kirin, hilweşandin,
dar û dezgeyê wan ê aborî û civakî xirab kirin. çawa ku Hûn
û Wandalan di ser Romê da girtin û bajarwanîya wan û dezgeyê
wan hilweşandin.
2- Dewleta Osmanî jî li ser fetih,
talan û xeracê jîya û herçi cîyê ku dagirt (Anadol, Kurdistan,
Erebîstan û Balkan) xizan kir. Sîstemeke merkezî danî û ev
xelkên bindest fetisandin. Di dema Osmanîyan da welatên bindest
û dagirtî di warê ilm û hunerê da tu bêje za bûn.
Ji ber ku Kurdan mîrayetîyên xwe parastibûn,
ev mîrayetî heya derecekê bûn warê çand û hunerê. Lê dewleta
Osmanî ji serê sedsala 19 destpêkir û ew mîrayetî jî hilweşandin
û Kurdistan hişk kir.
Lê kîngê fetih giha sînorên xwe, kîngê
çavkanîyên talan û xeracê zabûn, Osmanî sist ketin û serbijêr
bûn.
3- Pêveçûna Ewrûpa Rojava, di sedsalên
14 û 15 da dest pê kir. Ewrûpî bi behran ketin, berê xwe dan
kifşkirina welatên teze. Bi rîya ticaretê û talanê, ango
bi kolonyalîzmê barê xwe dagirtin. Kifşkirina keştîya
dûkêlî, di warê teknîkê û hat û çûnê da gavekî mezin bû.
Bi vî awayî di devê çeman da benderên
(lîmanên) mezin avabûn, ticaret geş bû, teknîk pêşva
çû û kapîtalîzmê serê xwe nîşan da.
4- Di eynî demê da ilm û zanîn geş
bû. Îlm û zanîna antîk ya Yunan û Roma kevn, him jî bi rîya
zanayên Misilman, wek İbnî Sîna, İbnî Ruşd
û İbnî Haldûn, derbazî Ewrûpa bû û dêra serhişk
ne karî li ber vê bayê teze bisekine. Li Ewrûpa Rojava reform
û ronesansê gulveda.
5- Guhartina aborî bi xwe ra şoreşa
sîyasî anî. Mafên mirovî û demokrasî li ser vê erdê bejn da
û roj bi roj pêşva çû, bingeh girt.
6- Bi vî awayî rêyên ticaretê (di navbera
Çîn, Hînd û Ewrûpa) guharî û bajarên Rojhilata Navîn giranîya
xwe winda kirin. Her usa jî talana Dewleta Osmanî giran bû.
Ev welatên ku di bin çoyê Osmanîyan da helisî û pelixî bûn,
kîngê jî nîrê wan xilas bûn, vêcar ketin bin nîrê kolonyalîst
û împeryalîstên Rojava... Zulm û zêrandina li ser wan berdewam
kir.
İro ji Kurdan pêve, ew milletên
hanê yên Rojhilata Navîn bûne xwedî dewlet. Lê hîn pişta
xwe rast ne kirine. Hukim di destê kevneperest û zordestan
da ye; xelk dîsa qûl e, dîsa xizan û nezan e.
İro tiştê ku ji milletên
Misilman ra lazim e reform û ronesans e, îlm û teknîk e, mafên
mirovî ye, demokrasî ye. Misilman di vî warî da dereng man.
Divê hemlekî bikin, xwe ji bermayîyên Dema Navçe xilas bikin
û civata xwe nuh bikin.
|