PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Welcome to Kurdistan!

Ev gotin li derîyê Xabûrê, li alî Kurdîstana Başûr hatîye nivîsandin. Tirkên şovîn ji vê gotinê gelek aciz in.

Du roj berê (27’ê Nîsanê) dema mensûbekî Kongreya Amêrîkê, Robert Wexler, ku serokê koma dostayetîyê ye bi Tirkîyê ra,  hatibû Tirkîyê û bi Tirkan ra rûnişt, di civînê da parlamenekî Tirk (Mehmet dulger)  ev mesele anî rojevê, gazinên xwe ji Amêrîkîyan kir û usa got:

“Em naxwazin li derîyê xabûrê vê gotinê bibînin: Welcome to Kurdistan!”

We dît, ev gotin bi salan e li wir e û nuha Tirkên şovin dixwazin wê jî rakin û gilîyê xwe li Amêrîkîyan dikin..

Ango Tirkên şovin bûne “Ordek Hesen”.

Waxtekî mirovek hebû bi navê “Ordek Hesen.” Dema yekî jê ra bigota “Ordek!” dîn dibû. Heya yekî bigota “dinya ewrî ye” dîsa dîn dibû û dida xeberan. Ji ber ku, dema dinya ewrî be wê baran bibare, av di çalan da gol be û qaz û ordeg tê da sobeyî bikin...

Li Tirkîyê jî gelek kes di rûbarî gotina “Kurd û Kurdistanê” dîn dibin. Wekî guleyek li sîngê wan dikeve! Bi cinan dikevin. Xewa wan direve, ji xwarin ve vexwarinê têne birîn. Ne bêje Kurdistan, çi dibêjî bêje!

Gor wan Kurdistan tune û divê tune be. Dema Kurdistan hebe mala wan xirab dibe, welatê wan parçe dibe!

Çima bavo, çima? Ev Kurdistan bi hezaran sal e heye û Kurd jî li ser vê erdê ne. Berî ku Tirk bêne van dîyaran jî Kurdistan hebû. Lê “Tirkîye” tunebû. Navê “Tirkîyê” ev 80 sal e, bi avabûna Komara Tirk di sala 1923’yan vir da derketîye. Ango hîn sed sal jî emrê xwe tune.

Ji ber ku ev welat ne welatê Tirkan bû. Tirk wek dagirker hatin li welatê xelkê qelibîn, talan û wêran kirin.

Şovîn û zordestên Tirk ji vê gotina “hûn xêr hatine Kurdistanê” helbet hez nakin. Ji ber ku ew tucar bi xêr ne hatine Kurdistanê. Bi êrîş û xirabî hatine, talan kirine, wîran kirine, xwîn rijandine... Ev gotin ne gor dilê wan e..

Ev Memet Dulgerê ku van gotinan dike, dibêje em naxwazin vê gotinê (welcome to Kurdistan) li Xabûrê bibînin, gelo ev çi kes e? Tu dibê bi rastî Tirk e, yan yekî donme ye ji heftê û du milletan?..

Ji ber ku li vî welatî Tirkê bi rastî Tirk gelek kêm in. Belê, eslê vî merivî nizanim. Lê paşnavê Dulger malûm e: Ew kesê ku di çêkirina xanîyan da bi karê daran û keresteyan mijûl dibe.

Lê xuya ye Dulger di warê sîyasetê da ne hosteyê daran e, dar bi xwe ye, kereste ye!

Ger kereste ne bûna, zani bû ku ev welatê Kurdan e, Kurdistan e û bi hezaran sal e usa ye. Di dema Selçukîyan û Osmanîyan da jî navê welatê me Kudistan bû. Heya dema ev Meclîsa Tirkan di sala 1920 da li Enqerê kom bû, navê mebûsên Kurd “Mebûsên Kurdistanê” bû û yên dorhêla Behra Reş jî “Mebûsên Lazîstanê” bû.

Her usa jî, ger navê Kurdistanê li vî keresteyî xweş nayê  û naxwaze bibîne û bibîhîse û ger bi rastî Tirk e, bila cennime be vegere welatê xwe yê Asya Navîn! Hingê ew jî rûyê me nabîne, em jî yê wî. Lê çiqas baş dibe!.

 
PSK Bulten © 2003