Plana
Tirkan li Ser Xabûrê
Tirkan dest pê kirine li nêzî Habûrê derîyeke gumrêkê yê din vedikin ji bo Iraqê.
Nuha rê çêdikin, hazirî dikin û gor gotina wan heya salekê
ew derî dest bi kar bike..
Armanca Tirkan ji vê derîyê duduyan baypas kirina Kurdistana Başûr e. Ji
ber ku Tirk ji derîyê İbrahîm Xelîl aciz in. Li wir gumruka
Kurdan heye û hatinên gumrikê ku digihîje destê Kurdan, ji
bo Kurdistana Başûr gelek bi qîmet e. Her usa jî hat
û çûna Kurdistana Başûr û Iraqê bi destê Kurdan tê qontrolkirin.
Tirk ji rewşa Kurdistana başûr gelek aciz in û vê yekê eşkere
dibêjin. Parlamen û hukumeta Kurd, mektebên Kurdî, têlevîzyonên
Kurdî, leşker û polêzê Kurd, li vê dawîyê jî avakirina
banka merkezî li Kurdistanê wan gelek aciz dike. Dibêjin li
vir dewleteke Kurd ava dibe. Kulla dilê wan ev e.
Tirk bi avakirina derîyê duduyan, dixwazin Kurdan ji navberê derînin û rasterast
bi rejîma Bexdayê ra bidin bistînin. Di mehên çûyî da ji bo
rêwingîyan wîzeya Iraqê wek şert danin û hatin û çûn
zehmettir kirin. Heya, ger ji wan bê, dixwazin rîya Kurdan
bi temamî bigrin. Bona vê yekê jî maneyan çêdikin. Dibêjin:
“Li alî dinê (Kurdistana Başûr) hukma iraqê derbaz nabe û valahî heye,
bê ser û ber e. Li alî dinê li gelek cîyan rêyan dibirin û
xerac û bertîlê distînin. Yên ku di vê rê da tên û diçin,
ticareta mazotê dikin, ji vê yekê gelek aciz in.”
Lê ev gilî gotin hemû vir û derew in. rastî ziddê vê ye. Xelk di vî derî da
ne ji gumruka Kurdan, lê ji ya Tirkan gelek aciz e. Li hêla
Kurdan rê gelek aram e û tu xirabî, rêbirî, xerac û bertîl
tune. Yê ku xelkê dûr û dirêj dide sekinandin, baş miamele
nake, beşên giran û bertîlê jê distîne alî Tirkan e.
Li alî Tirkan şebeke hene ku bi destê walî, qeymeqam,
zabit û polêzên Tirk ava bûne û ji xudîyê qamyonan xeracên
mezin distînin.
Tirk dibêjin ji derîyê teze heya sînorê Iraqê 10 kîlometre ye û Iraq bi xwe
vê rê wê biparêze.. Lê gelo, ev rê 10 kîlometrebe jî, beşek
ji Kurdistana Başûr e û heya nuha ne di dest Iraqê da
bû, lê dîsa di dest Kurdan da bû. Ji bo Saddam ev der, gor
biryara Yekitîya Milletan jî cîyê qedexe ye. Lê xuya ye, nîyeta
Tirkan ev e ku vê rê bi xwe biparêzin. Ji xwe Başûr kirine
rîya avê.
Nîyeteke Tirkan jî ev e ku bi rîya derîyê duduyan ticareta xwe bi Iraqê ra xurt
bikin. Ew ji Ambargoya li ser Iraqê ku bi biryara Yekitîya
Milletan hatîye danîn, gelek aciz in. dibêjin ji Şerê
Kendavê vir da gelek zirara me bûye û dixwazin vê biryarê
betal bikin, gor kêfa xwe hertiştî bifroşin.
Lê di vî warî da astengê pêşîya wan bi taybetî Amerîka ye. Amerîka naxwaze
ku ambargo li ser Iraqê sist be û ji xwarin û dermanan pêve
tiştê dinê bê firotin.
Dema Amerîka li dij be ji bo Tirkan zehmet e. Amerîka axayê wan e û ji bo wan
ne hêsan e ku guh nedin gotina axayê xwe. Bona vê yekê Tirk
di van rojana da gelek aciz in. Pirsa Xabûrê germ dikin, ji
bo derîyê teze gilî gotinên mezin dikin, lê emê binêrin heya
kîderê dikarin biçin?.
|