PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Xeber-Şirove - Çirîya Paşîn, 2000

"Plana Dizî" li kar e..

Middetekî berê eşkere bû ku dewleta Tirk di derheqa pirsa Kurd da planeke teze hazir kirîye û navê xwe “Plana Kar-Xebatê ya Dizî” ye. Hin tiştê planê eşkere bûn, lê ne bi temamî. Xuya ye ev jî wek planên berê ye, xasima wek plana piştî şorişa Şêx Saîd, ango “Plana Îslaheta Şerqê”; lê gor dema teze hin tişt lê hatine zêdekirin. Dewletê bi vê planê jî ev tişt dane pêş xwe:

  1. Çawa zman û çanda Kurdî winda bike?.
  • Bona vê yekê qursên zmanê Tirkî vedikin, tevî mêran, hewl didin jinên Kurd jî hînî Tirkî bikin.
  • Mektebên mintiqî ji bo zarokan (ku şev-roj lê bimînin) zêde dikin. Bi vî awayî zarokan ji mal û ji gund dûrdixin ku zmanê xwe ji bîr bikin.
  • Têlewîzyon û radyoyên Kurdî, kitêb û rojnameyên Kurdî dîsa qedexe ne. Lê hewl didin radyo û têlevîzyonên Tirkî li her derê Kurdistanê baş bêne guhdarîkirin û sêrkirin.
  • Çiqas ji destê wan hat hunermendên Tirk (stranbêjan, komên teatrê, şair û nivîskaran) dibin Kurdistanê, da ku çanda Tirkî li mintiqê belav bikin û bala Kurdan bikişînin ser zmanê Tirkî. Çanda Kurdan ji xwe wek berê qedexe ye..

2- Çawa nifûsa Kurdan kêm bikin?.

  • Nefî kirin, ango sirgûn kirin yek ji wan e. Van 15 salên dawî di rûbarî şerê qirêj da çar mîlyon Kurd gund û bajarên xwe cîhiştin çûn. Nuha nahêlin ew cardin vegerin cî û warên xwe yên berê.
  • Bi rîya bend û barajên GAP’ê bi sedan gund û bajarên teze vala dikin.
  • Planeke wan jî ew e ku Tirkan bînin li mintiqê bi cî bikin. (Ev plan berê jî hebû).
  • Ji Kurdan ra rê vedikin ku ji Kurdistana Bakûr, heya ji parçên dinê derkevin biçin welatên dereke. Ew keştîyên ku bi penaberên Kurd tijî ne û ji İstembol û İzmîrê radibin diçin Yûnanîstanê û İtalyê, hayê dewleta Tirk jê baş heye.
  • Li rê-olaxên dinê digerin û kampanyayan vedikin ku pêşî li zêdebûna nifûsa Kurdan bigrin. Ew prezarwatîfên belaş ku li mintiqê belav dikin ne ji bo kêf û rindîya Kurdan e.

3- Çawa Dewleta Tirk di çavê Kurdan da şîrîn bikin?.

Berpirsîyarên Tirk baş dizanin ku Kurd ji dewleta Tirk hez nakin û wek dewleta xwe nabînin. Di van 20-30 salên dawî da rik û nefreta Kurdan li dijî vê dewletê bilinttir bû. Ew nuha li rê û çareyan digerin ku pêvendîyên xwe bi Kurdan ra nerm bikin.

  • Kampanyayên ji bo şîrîn nîşandana ordîyê ji bona vê yekê ye. Dibêjin me ewqas li serê wan xist, ew êşandin, piçek jî şekir bidine wan!.
  • Ew ger û geştên hunermendan li Kurdistanê, her usa ji bo vê yekê ye.

4- Çawa ruhîyeta welatperwerîyê bişkînin?

Di van 30-40 salê dawî da di nav Kurdan da ruhîyeta mîllî gelek xurt bû. Kurd bi hebûna xwe wek millet, bi welatê xwe, bi dîrok û zmanê xwe zêdetir hesîyan, bîr û bawerîyên welatperwerî di nav wan da xurt bû. Kurd di warê sîyasî da baştir rêzbûn û doza azadî û rizgarîyê dikin. Dewleta Tirk vê yekê baş dizane û di planên xwe da cîyekî mezin didîyê û difikire çawa ruhîyeta welatperwerîyê di nav Kurdan da sist bike, tevgera Kurd di warê sîyasî da vemirîne.

Dewlet, her usa jî zane ku ev tişt tenê bi rîya zor û zulmê nabe. Rê û metodên dinê, bi taybetî propagandeyeke îdeolojîk bi kar tîne. Ew propagande wek berê, nuha jî li ser vir û derewan çêbûye.

Dewleta Tirk di vî warî da tim di nav Kurdan da ji xwe ra hevkar û xulam dîtine, ew bi rîya post û peran peyda kirine.

Di plana dawî da roleke mezin dane Apo. Bi rîya wî PKK’ê “islah” dikin û propaganda xwe bi destê wan dimeşînin.

5- Çawa tevgera Kurd bi rîya eşîrî, mezhebî û gor ferqên dîyalektên zman parçe bikin?.

  • Derxistina pirsa Kurmanc û Zaza yek ji wan e. Ango dîyalektên zmanê Kurdî wek zmanên cuda cuda bi nav dikin û li pêş yekitîya Kurdan wek asteng nîşan didin. Lê dîyalekt û devikên cuda di zmanê hemû milletan da hene.
  • Ferqên dînî û mezhebî bi kar tînin û dixwazin Kurdên Sunnî û Elewî, Kurdên Misilman û Êzdî berî hevdin, yekitîya wan xirab bikin.
  • Eşîran berî hev didin.
  • Hin sîyasîyên Kurd yên menfeetperest, bi wadên pereyî û post di alî xwe da dikişînin û dijî tevgera Kurd bi kar tînin.

6- Di planê da helbet gelek tiştên dinê jî hene. Wek çawa xortên Kurd bi futbolê, bi dîskoyan mijûl bikin.. Çawa Newrozê ji rengên Kurdî derxin û wek cejneke Tirk nîşandin û hwd…

7- Di plana dawî da hedefeke wan ê taybetî jî li ser kurdistana Başûr e. Ji ber ku Başûr îro li ber çavê wan wek kelem e. Heya ku li wir Kurd bîhna azadîyê bistînin, di mektebên xwe da bixwînin û guhdarîya radyo û têlevîzyonên xwe bikin, xewa şovînên Tirk nayê. Ango çawa bikin ku rewşa li başûr biguhurin, ji hukumet û parlamena Kurd xilas bin; yan li wir dîsa hukma Bexdayê çêbe wek berê, yan jî ev der bi dest Tirkan keve. Di vê yekê da karta Tirkmenan bi kar tînin û PKK berdidine ser Kurdên başûr…

Belê, hin xal û hedefên vê plana fireh ev in. Helbet ev plan ne ya pêşîn e. Zordest û şovînên Tirk, ji sed salî zêde ye ku planên han çêdikin, digerînîn. Lê me dît ku ew hemû bê feyde ne. Wan pirs çareser ne kirin, lê tenê emrê vê pirsê dirêj kirin û ew girantir kirin. Em bawer in ku ev plana han jî tucar bi ser nakeve. Hêvîya zordestan badilhewa ye. Kes nikare ne bi rîya zorê, ne bi rîya fen û fûtan milletekî mezin wek milletê Kurd ji dîrokê winda bike û berxwedana wî ji bo azadî û serbestîyê betal bike. Lê dîsa jî Kurd divê hişyar bin. Meriv ku plana neyarê xwe baş nebîne û nezane, nikare xwe ji derb û dafikên wî biparêze, rêyeke rast dayne pêşîya xwe û zora wî bibe.

Ji vê ordîyê ra morîyên şîn divê..

Ordîya Tirk salê carê-du caran rojnamevanan, xasima "rojnamevanên memetçîk" kom dike dibe li Kurdistanê, li serê çîyan digerîne. Ji wan ra marifetên xwe nîşan dide. Çawa di rewşeke zehmet da “dijî terorîstan” şer dikin, welat diparêzin... Van du sê salên dawî, her usa jî dixwazin xwe şîrîn nîşandin. Kar û marifetên xwe yên di warê perwerdegarî, di warê xweşîyê, heya di warê aborî da jî nîşan didin!

Dibêjin "Ordîyê karê xwe kir, zora terorîstan bir, nuha dora sîwîlan e!"

Çend roj berê dîsa rojnamevanên memetçîk kom kirin û birin. Marifetên xwe yên dawî nîşan dan. Wan jî texsîr ne kirin nivîsandin, ji qelema xwe xwîn barandin. Behsa kampanyayên ordîyê kirin:

"Kîrivê min bila memetçîk be!"

“Şadê min ê zewacê bila memetçîk be!”

We dît memetçîk, ango eskerê Tirk çi can e! Ew dibe kîrivê Kurdan, zarokên wan dide sunnetkirin. Ew di dema zewacê da li cem Kurdan e. Ew Kurdan muayene dike, derman dide ji nexweşîyan xilas dike. Ew Kurdan perwerde dike da ku ji nezanîyê xilas bike!..

Ji bo jinên Kurd qursên zman vedike ku wan hînî Tirkî bike!

Li mêrên Kurd prezerwatîf belav dike ku bîlesewe zêde nebin, di warê aborî da nekevin tengasîyê!

Memetçîk, ji bo van karan 250 mîlyar lîrayê Tirkî xerc kirîye…

Êdî çi ma? Kurd bila ji Xwedê ra û ji dewletê ra, bi taybetî ji Ordîyê ra şukur bikin û bidin serê xwe. Ordîyeke usa baş, usa şîrîn, usa delal bi dest nakeve! Tiştek ma, bila morîyên şîn û nalê hespan li ber derîyên qişlên vê ordîyê dardakin, da ku ji nezerê bê parastin!.

Belê, rojnamevanên memetçîk, bi yek devî pesn û senaya vê ordîyê didin ku nayê gotinê. Tiştê balkêş, hukumetê û sîwîlan jî rexne dikin, dibêjin:

"Esker li vir e, hukumet li ku ye?!."

Baş e, tiştek ma, hukumetê jî em bidin destê generalan! Madem ku ew gelek jêhatî ne, hertiştî baş dizanin û dikin û madem ku sîwîl û sîyasî ji tiştekî ra nabin... Ji xwe usa xuya ye ku nîyeta generalan jî ev e. Ew bi van kampanyayan propagandeya PG (Partîya Genelkurmayê) dikin.

Xuya ye vana Kurdan jî, Tirkên feqîr-fuqare jî dikin cîyê ehmeqan. Gelo ewê ku Kurdistan ser û bin kir ne ev ordî bû? Yê ku çar hezar gund û bi dehan bajarê kurdistanê hilweşand û şewitand ne ew bû? Yê ku Kurd di sarmaya zivistanê û di bin tava havînê da tazî dikir û dişewitand ne ew bû? Yê ku cotkar û şivan, jin û zaro, kal û pîr ne got Kurdên masûm kuştin, namûsa jinan paymal kir ne ev leşkerê Tirk bû? Yê ku rê û dirb mîn kirin, zevî û daristan şewitandin ne ev ordî bû?..

De keremkin: Ji bo Kurdan 250 mîlyar lîra mesref kirine. Gelo we çar hezar gund hilweşand, lê bi vî pereyî ne gundek, heya çaryekê gundekî jî ava nabe.

Memetçîk Tirkî hînî me dike.. Çima nahêle em zmanê xwe bi serbestî kar bînin? Çima serokên vê ordîyê her roj dibêjin, "mektebên Kurdî û têlevîzyona Kurdî nabe!"

Sextekarno, ma hûn kê dixapînin?!.

Çûn guzan berhevkin, hatin kuştin..

Leşkerê Tirk çiqas kampanyayên şîrînîyê veke û rojnamevanên memetçîk çiqas tabloyên pembe çêkin jî, rûyê derewînan zû reş dibe. Vêcar jî usa bû. Tiştê ku hate serê gundîyên Marînus rûyê dewlet û leşkerê Tirk a rastî careke din derxiste meydanê.

Li hêla Hekkarîyê çend roj berê çar kesê jî gundê Marînus, ku gundê wan bi destê dewletê hatibû wêrankirin û ew ji gund hatibûn derxistin, ji qereqolê îzîn girtin ku biçin gundê xwe guzan berhev bikin. Lê dewleta zalim ewqas jî ji wan ra zêde dît. Tîmên taybetî sê kesê wan (Mehmet Kurt, Cevher Orhan û Salih Orhan) girtin, destê wan girêdan û kuştin. Piştra jî bo ku curma xwe veşêrin, ev tişt avêtine ser gerîllayên PKK. Lê eşkere bû ku li mintiqê gerîllayên PKK tune, “tîmên taybetî” evtişt kirine. Yek ji wan gundîyan karîbû bi birîndarî bireve û xilas be. Hingê curma dewleta zalim derket meydanê.

Dewleta dagirker, berekî va behsa vegera ber bi gundan dike -wekî rê vekirîye- û dibêje ezê gundên teze çêbikim, berekî va jî esker û tîmên wê, wekî tu tişt ne guharîye, li xelkê zulm û tedayê dikin û qetlîamên teze çêdikin.

Ev bûyera dawî jî careke din nîşan dide ku di warê vegera gundan da gotinên dewleta Tirk derew in, ew dixwaze raya giştî ya hundur û der welat bixapîne. Bi rastî hazirîyeke wê jî, nîyeteke wê jî tune ku gundîyên Kurd vegerin gundên xwe, ji wan ra malên teze avabike, yan jî ew bi xwe malên xwe ji nuh va avabikin. Heya nahêlin Kurd ji darên xwe çend fêkîyan berhev bikin. Ne ku tenê nahêlin, serda jî dikujin. Ewqas bê vîcdan û bêşeref in. Ji gur û hirçên daristenê xirabtir in.

Ew bûyera dawî nîşanek e. Ango dibêjin, kî bixwaze vegere halê wan wê usa be!.

Li Kurdistanê tu tişt ne guharîye. Dewleta Tirk jî, esker û polêzên wê jî dîsa haydûtên berê ne.

Pêşnîyara li ser Ermenîyan ji Kongra Amêrîkê vegerî

Peşnîyara li ser Ermenîyan di Kongra Amêrîkê da (DYA), ku meha çûyî bû sebebê şemateyeke mezin li Tirkîyê, careke din ji Kongrê derbaz ne bû. Pêşnîyar, li ser nameya Serokdewlet Clînton, roja dawî şunda vegerî.

Ser vê yekê, Tirkê ku vêcar ketibûn tirseke mezin, gelek şabûn û bi devê serokên dewlet û hukumetê ji serokatîya Amêrîkê ra spasên xwe bi rê kirin. Her usa jî yên wek Eco careke din pesna xwe dan, gotin "dewleta Tirk gelek xurt e!"

Lê bi rastî, Clînton ev name ne ji bo xatirê Tirkan nivîsandibû. Ji xwe nabêje ku Ermenî ne hatine qirkirin. Ziddê wê, di vê namê da careke din behsa qirkirina Ermenîyan dike ji bo vê yekê xemgînîya xwe nîşan dide. Clînton di nama xwe da dibêje:

“Ez ji we ra vê nameyê dinivîsim ji bo ku xemgînîya xwe ya kûr nîşandim ji bo bûyerên trajîk ku di salên 1915-1923 da di bin hukma Osmanîyan da li Rojhilata Anatolyê pêk hatin.

"Min her sal di 24’ê Nîsanê da, di roja bîranîna Ermenîyan da, ji bo nefîkirin û qirkirana wan Ermenîyên masûm xemgînîya xwe nîşan da û her usa jî bang kir ku careke din hovîyên ûsa çênebîn…”

Bi gotinên Clînton gelek eşkere tê fêmkirin ku ew, qirkirina Ermenîyan qebûl dike û wek hersal vêcarê jî dibêje. Ew vê qirkirinê wek hovîyekê jî nîşan dide û dixwaze careke din hovîyeke han çênebe. Bona vê yekê sebep tune ku Tirk ewqas şabin. Lê Clînton, çima nexwest ku biryareke han ji kongrê derkeve. Sebebê wê jî eşkere ye, ew ne ji bo xatirê Tirkan e, mafên Amêrîka usa dixwaze. Clînton di vê namê da dibêje:

"Tirsa min ev e ku biryareke han zirarê bide mafên Amêrîka. Ji ber ku li vê heremê mafên me yên mezin hene. Saddam, Rojhilata Navîn, Asya Navîn, Balkan û çavkanîyên enerjîyê… Di waxtekî han da biryareke han wê gelek zirarê bide me."

Belê, yê ku ev pêşnîyar anîn pêş kongrê, armanca wan, ger piçek ji bo dengê vîcdanê bû, lê zêdetir ji bo girtina dengê Ermenîyan bû di hilbijartina pêşî da, ango bo mafên şexsî û hîzbî bû.. Lê li dawî dîtin ku, Tirk gelek aciz dibin. Ji acizîyê wê da har û dîn dibin. Dikarin bi vê dînîtîyê zirarê him bidin xwe him jî bidin Amêrîkê.. Bona vê yekê Amêrîkî ne ketin rîskeke han. Ango mafên Amêrîkê ji yê Ermenîyan jî, ji yê şexsî û grûbî jî mihîmtir dîtin û pêşnîyar bi şunda vegerandin.

Ev tişt normal in. Li vê dinyayê tu dewlet guh nade prensîban û ji bo xatirê heqê mirovan mafên xwe nake xeterê. Maf ji dengê vîcdanê jî, ji dengê rebenan jî girantir e..

Lê Tirk jî bila şa ne bin. Amêrîka jî, dinya alem jî zane ku dewleta Osmanî ev curma jenosîdê kirîye. Dîsa herkes jî dizane ku dewleta Tirk bi salan e rastîyê qebûl nake û dixwaze veşêre. Her usa jî, heya ku dewleta Tirk rastîyê qebûl neke, ji bo van bûyeran xemgînî û şerma xwe nîşan nede, birînan derman neke, ev pirs wê hîn gelek caran derkeve pêşîya wê û nikare pêsîra xwe jê xilaske.

Di dema germbûna vê meselê da hin tiştên ku li Tirkîyê bûn, karakter û rûhîyeta Tirkan careke din li ber çavan raxistin.

Tansû Çiller (serokwezîrê berê û serokê DYP) got: "Emê 30.000 Ermenîyê ku li Tirkîyê kardikin bikin der!.." Ango wek nefîyeke teze..

Li Dîyarbekrê keşekî Suryanîyan ku bi turîstan ra qise dikir, got: “Di sala 1915 da ne tenê Ermenî, lê Suryanî jî qirbûne.” Polêzên Tirk hema ew keşe girtin û birin. Xwedê zane çi eza û cefa dît û çi pê hat?..

Dewleta Tirk zor da ser Ermenîyên İstambolê, da ku daxuyanîyan derînîn û têlan bikişînin ji Kongra Amêrêkî ra û bêjin: “Na, tucar Ermenî qirnebûne, gotinên han derew in!..” Heya wê derecê ku Patrîkê Ermenîyan çend caran got: "Mafê Tirkîyê û ya me yek e; divê kes van bûyerên dîrokî tev nede!.."

Digel vê –hejmarê wan gelek kêm be jî- hin Tirkên demokrat û xwedî şeref, yek ji wan prof. Halîl Berktay, yek jî nivîskar Murat Belge bû, gotin "li Ermenîyan neheqî bûye", yan jî "rastî çi ye bila derkeve meydanê, ger di dema Osmanîyan da hukumeta İttîhat û Terakkî xirabî kirîye, em çima veşêrin?..” Berktay behsa nameya Talat Paşa , Wezîrê Daxîlîyê wê demê, kiribû. Name ji Valîyê Dîyarbakrê ra hatibû şandin, tê da qirkirina Ermenîyan û destûr û fermana hukumetê dihate êtirafkirin. Lê di çapemenîya Tirkan da zurbeyên şovînan, McChartîyan, ku serê wan Emîn Çol-ajan dikişand, ji gotinên wan gelek aciz bûn, dijî wan kampanye vekirin, ew wek dijminê welat û millet, wek xayîn bi nav kirin…

Bi vî awayî careke din xuya bû ku li vî welatî di navbera sed sal berê û nuha da zêde tişt ne guharîye. Dîsa ew hemam û ew tas e! Ev millet naxwaze şaşî û kêmasîyên xwe bibîne, bona vê yekê jî nikare jê xilasbe.

Ku gur bibe şivanê berx û karan..

Sema Pîşkînsut serokê Komîsyona Mafên Mirovî (KMM) bû li parlamena Tirkîyê. Bi xwe toxtor e û usa xuya bû ku xwedî vîcdan e jî. Di ser qereqolan da girt û haletên eza cefayê (îşkencê) derxist meydanê. Nîşan da ku li gelek qereqolan (helbet li hemû qereqolan) bi xelkê eza û cefa tê kirin. Wê û hevalên xwe dîsa derxistin meydanê ku, ew deh kesên par li Enqerê, li Zindana Ulucanlar hatibûn kuştin û gelek jî hatibûn birîndarkirin, hemû bi destê esker û polêzan bû. Ango hêzên dewletê mirovên nav çar dîwaran, ku bi parastina wan berpirsîyar bûn, lê bi destê xwe gulebaran kiribûn. Bi vî awayî hukumet derewîn derket.

Xanim Pîşkînsut li Kurdistanê jî gerî û dijî zulma li ser Kurdan derket. Got “Kurd dixwazin wek herkesî bi serbilindî zmanê xwe bi kar bînin.”

Bi rastî ez şaş û metel mam. Xanim Pîşkînsut bi vîcdan be jî, çawa cesaret dike van tiştan bêje. Him jî endamê Partîya Serokwezîr Eco ye, ango ji DSP ye. Gelo Eco jî kirinên wê ra çawa razî dibe?..

Lê xuya bû ku razî nabe! Meclîsa Tirk çawa piştî tatîla havînê ji nuh va dest bi kar kir, serokê meclîsê ji ANAP’ê girtin û dane yekî MHP û Xanim Pîşkînsut jî ji serokatîya Komîsyona Mafên Mirovî girtin û yekî ji MHP anîn cîyê wê. Wek tu gurekî bikî şivanê berx û karan!.

Êdî kî ji vê komîsyonê çi hêvî bike? MHP bi xwe, wek partîyeke şovîn û nijadperest, dijî mafên mirovan e. Ji dest wan bê zulmê, eza û cefayê deh qatî zêde dikin.

Ser vê yekê, endamekî komîsyonê, Segbetullah Seydaoglu jî, ku mensûbê ANAP’ê ye û mebûsê Dîyarbekrê ye, ev yek protesto kir û ji Komîsyonê îstîfa kir.

Bi usûlê Tirkan hejmartina nifûsê..

Li Tirkîyê di 25’ê çirîya Pêşîn da careke din nifûs hate hejmartin. Helbet ne bi usûlê dinyaya medenî, bi usûlê Tirkan..

Li welatên medenî formekê dişînin malan, ew jî tijî dikin û bi postê vedigerînin. Lê dewleta Tirk gor xwe dike. Dîsa rojekî, sibê heya êvarê ne hiştin kes derkeve kûçe û kolanan. Lê xelkê Tirkîyê hînî van tiştan e, dengê xwe nake.

Tiştekî balkêş jî, di hejmartinên berê da ji xelkê dipirsîyan, zmanê we çi ye, milletê we çi ye, dîn û mezhebê we çi ye? Lê ji sala 1985 vir da êdî napirsin..

Ma çima bipirsin? Tirk ji xwe dibêjin, “em hemû Tirk in, em hemû Misilman in!..”

Him jî necamêran bi rastî jî Ermenî û Rom, Suryanî û Kurdên Êzdî yan qirkirin, yan revandin. Yên mayî, laz û Çerkez û Ereb, Gurc, Arnawûd û Bulgar helandin…

Yê ku ne Tirk bû kirin Tirk, yê ku ne Misilman bû kirin Misilman!

Ewê yên mayî jî bikin!

Kurd ji xwe “Tirkê çîyan in û Kurdî ne zman e!” Kî bêje “ez kurd im”, yan jî “zmanê min Kurdî ye,” eva curm e. Ne usa?..

Elewî jî “rafizî ne”, ango “mezhebê wan ne heq e, divê bêne ser dînê heq!”

Belê, li vî welatî hertişt yek e.

Devlet yek, sînor yek, al yek, millet yek, zman yek, dîn û mezhep yek!..

Bîr û bawerî yek!

Ji ber ku ev millet "esker millet e!"

Tenê kêmasîyek xwe heye. Rengê cilên mirovan hemû ne yek in; lê hindik ma ye ew jî temam be, ew hemû unîforma li xwe bikin, wek Çîna Mao..

Gelo ne baş e? Hin sosyalîstan jî ji xwe wekhevîyeke han dixwastin!..

* * *

Madem berpirsîyarên Tirk ev rîya rehet dîtine, dikaribûn di hejmartina nifûsê da hertişt bi vî şiklî bikirana. Ango ne hewcebû ku ji xelkê bipirsin:

-Tu kar dikî, yan bettalî?

-Karê te çi ye?

-Qezencê te çiqas e?

-Hûn di maleke çend ode da dimînin?

-Tu seqetîya te heye?

Evana hemû pirsên bi xeter in! Meriv nepirse çêtir e. Bila kes nezane birçî, bettal û bêmalê vî welatî çiqas in. Meriv karê wan nepirse çêtir e. Ji ber ku li vî welatî ewqas zulimkar, ewqas diz û talanker, ewqas çete, ewqas fahîşe û …nde çawa karö bêjin? Dema rastîyê bêjin ev welat li dinya alemê rezîl kepaze dibe…

Bila kes nezane kor û kûdê, ker ül lalê vî welatî çiqas in. Di qişle ü qereqolan da bi sedhezarên wan seqet bûn. Yên mayî jî ji tirsan bûn wek ker û lalan..

Bila kes nezane ku 15 kes di odeyekê da dimînin, ango wek hucra "Dîyarbekîr 5 Nolî…"

Hûn sirrên Tirkîyê çima eşkere dikin bavo? Tu li ku yî ey Osman Durmîş!..

* * *

Em dev ji henekan berdin -herçiqas ev tiştên ku me gotin ne henek in, lê rastîya vî welatî ne- gelo Tirk çima hejmartina nifusê bi vî şiklî, wek îdara orfî dikin?

Bi xwe dibêjin, "Ewrûpî halê me fêm nakin, milletê me nezan e.."

Haa, vir da were! Ka we digot "Tirkîye mezin e, em milletekî mezin in?!" Milletekî nezan çawa dikare bibe mezin? Lê welatê nezanan?..

Dibêjin, “xelkê me rastîyê nabêje, ji bo ku nifûsa bajaran zêde nîşande dikare li cîyê du kesan deh kesan binivîse! Dikare hin tiştan veşêre…” Ango dibêjin xelkê me derewîn e..

Lê gelo milletekî derewîn dikare bibe mezin? Lê welatê derewînan?..

Him jî, hûn rastîyê dipirsin, ger ev millet nezan e, di rûbarî berpirsîyarên vê dewletê da, di rûbarî hukumetên xwe da usa ye. Wan xelk nezan hiştîye, xapandîye. Dibêjin “millet çiqas nezan be ewqas rehet îdare dibe!..” Ango nezanê herî mezin ev in, serok û serkarên vî waletî..

Ger xelk derewan dike, ji "mezinên xwe" hîn bûye. Ji ber ku derewê herî mezin ew dikin. Ewên ku qira Ermenîyan înkar dikin, Ewên ku Suryanî, Êzdî, Laz û Çerkez û Ereb înkar dikin, Ewên ku 15-20 mîlyon Elewî û 20 mîlyon Kurd înkar dikin, hebûna wan û heqên wan nasnakin, derewînên herî mezin ew in…

Derewînên herî mezin ew “rewşenbîrên” ku derewên dewlet û hukumeta xwe ducar dikin, ew in!

Zordest her usa jî derewîn in.

Nuha jî dor Hate Mûnzûr..

Bajarê hêja Zeugma, tevî efrandinên xwe yên dîrokî û delal di bin avê da ma. Heskîf di xeterê da ye, ji bo wê jî roja xeniqandinê her diçe nêzik dibe.

Lê tene ev herdû? Tevî projeya GAP bendên ku li ser Dîcle û Feratê çêdibin gelek gund û bajarên delal di bin avê da hiştin. Tevî xwe jî xezneyên dîrokî yên eşkere bûyî û ne bûyî.. Bajarê Samsat yek ji wan bû. Xalfetî jî di vê nêzê da, tevî bax û baxçeyên xwe yên delal di bin ava bendê Bîrecîkê da winda bû.

Nuha jî dor hatîye Gelîyê Mûnzûr, li hêla Dêrsimê. Çemê Mûnzûr ji hêla Owacixê, di quntarê Çîyayên Mûnzûr dikele, di gelîyeke kûr da diherike, dizivire ji Mamekî derbaz dibe û li mintiqa Çarsancaxê digihîje gola Gebanê, ku li pişt bendê Gebanê çêbûye. Di vê navberê da delalîyên bê emsal nîşan dide. Ava xwe zelal e, tê da masîyên sorbelek dilîzin. Gelî û quntarên çîyan serbiser dar û ber in. Di zinaran da bizinên kûvî diçêrin.

Ev gelî di salên berê da bûbû “warê SİT’ê” ango wek cîyekî hêja bo parastinê, her usa jî "parkê mîllî". Lê mixabin, va ye dewleta Tirk hazirî dike ku li vê gelîyê jî bendekî çêke û van delalîyan hemû di binê avê da bihêle.

Di berpirsîyarên dewleta Tirk da vîcdan tune. Ew bona elatrîkê bi dest xin, der û dorên Dîcle û Feratê û çemên ku tev li wan dibin, tevî xezîneyên dîrokî û bê emsal, tevî erdên bi bîhn û bereket, tevî bax û baxçe û hemû delalîyên dinê di bin avê da winda dikin. Ev mirovên hov û çavbirçî tê nagihîjin ku ev xezneyên dîrokî û ev delalîyên tabîî ji elatrîka bi destkeve sed qatî hêjatir in. Dema ew baş bêne eşkerekirin û parastin, dikarin her sal bi mîlyonan tûrîst bikişînin û bibin çavkanîya qezencekî mezin ji bo welat.

Lê sebep ne tenê elatrîk e û hatina ji wê ye. Dewleta Tirk bi vî awayî her usa jî bi sedan gund û bajarên Kurdan di bin avê da dihêle û Kurdan ji vir direvîne. Kurd tu feydeyê vê elatrîkê nabînin, ew derbazî Rojava dibe û karxane û aşên kapîtalîstên Tirk digerîne. Kurd him erdê xwe, dîroka xwe winda dikin, him jî careke din dibin koçber, ji welatê bav û kalan diçin.

Ev GAP ji bo Kurdan talan û nefîyeke (sirgûn) teze û mezin e.

Ji bo dîrok û cografyaya Kurdistanê jî qetlîameke mezin e.

Divê kurd li himber vê talan, nefî û qetlîama mezin bêdeng nemînin. Di derheqa Zeugma û Heskîfê dengekî baş derket, lê têr nake. Divê em hîn dengekî xurt derînin, xelkê welat û dinayayê ji vê yekê hişyar bikin, da ku karê van zordest û çavbirçîyan zehmettir bikin, qe nebe nuha şunda pêşî li van xirabîyan bigrin.

Divê partîyên sîyasî, komeleyên demokratîk, rewşenbîr, herkes di alî xwe da tiştekî bike, li nav welat, li der welat dengekî derîne.

Milletê esker û botça eskerî..

Botça Tirkîyê ya sala 2001 di van rojana da ji Meclîsê derbaz dibe. Tiştê balkêş, wek ya îsal, di vê botçê da jî dîsa ji bo kar û xebatên baş pereyên gelek hindik hatine veqetandin. Heya ji ya îsal û par û pêrar jî hindiktir.. Wek nimûne, para Wezareta Xweşîyê û ya Edaletê, her yek sedî da yek jî nîne. Para Wezareta Perwerdegarîyê (xwendin, elimandin) ji sedî da sisêyan kêmtir e. Ev hersê jî wezaretên gelek mihîm in, bi sedhezaran karmend (miellîm, toxtor û hemşîre, hakim û dozger)dixebitînin û mesrefê bi hezaran mekteb, nexweşxane û mehkemeyan li ser wan e.

Para gelek wezaretên dinê ewqas jî nîne. Wek nimûne, para Wezareta Kar û Xebatê ji hezarî da 2’yan kêmtir e.

Baş e, perê vê botçê, ku dora 60 mîlyar dolar e, diçe kîderê? Ma hûn nizanin, diçe eskerîyê! Wek meeşê zabit û generalan, wek mesrefê bombe û fîşengan, tank û topan, balafir û keştîyên şer…

Tirk, bi gotina xwe "esker millet" in, û botça wan jî divê eskerî be..

Lê xercên eskerîyê ne tenê ji botçê tên, li dervayî botçê jî gelek fon û wakif hene ku ji xelkê pereyên mezin komdikin û ji bo kirîna çekan serf dikin. Yek ji wan "Sazîya Ezmanî ya Tirk" e. Wek nimûne, postê qurbanan ew berhev dike û xelk îcbarî, divê bide wan.

Tirk bi ordîyeke mezin gelek kêyfxweş in. Ji wan ra nan, kitêb, miellîm û toxtor, edalet, kar û mar ne lazim e. Ordîya wan xurt e û para mezin jî heqê wê ye.

Hûn çîroka “şêr û şirîkên xwe” helbet dizanin: Şêrekî tevî rovîyekî û çend torîyan nêçîr kirîye. Dema parvakirinê, dest avêtîye hêtekê, ji xwe ra girtîye û gotîye “Eva para min!”. Dest avêtîye hêta dinê, gotîye “ev jî ji min ra, ji ber ku ez hukumdar im..” Dest avêtîye du milan, gotîye “ev jî ji min ra, ji ber ku ez xurt im! ” Yê mayî jî dîsa kişandîye ber xwe û gotî ye “ev jî para min e, ji ber ku ez şêr im!..”

Belê, para şêr usa tê hisêbkirin… Para şêr, yan jî para şûr!..

Rovî û torîyên çolê li himber vê parvakirinê acizîya xwe nîşan dane, yan ne dane, em nizanin; lê baş dizanin ku karker û gundîyên Tirk, feqîr û fuqareyên Tirk li himber parvakirina bi vî şiklî tu gilî gazinan nakin..

Bektaşî û kera La Fontaîne..

Xelkê Tirkîyê ne ku ji halê xwe razîye û tu gilî gazinan nake. Na, ji halê xwe qet ne razî ye û gelek gilî gazinan dike, lê wekî nizane sebebê vî halî çi ye. Yê ku zanin jî nabêjin, yan nikarin bêjin..

Karmend van rojana dîsa aciz in û bi kûçe û kolanan ketine. Ji ber ku hukumet meeşê wan tenê sedî da 10 zêde dike. Li himber enflasyona îsal ku dîsa sedî da 60 e, ev zam ne tiştek e. Ango karmendên dewletê îsal ji par feqîrtir bûn. Rewşa karkeran û hemû feqîr-fuqerayan usa ye.

Hukumet ji wan ra dibêje pere tune! Hukumet ji wan ra dibêje, “divê em piçek din zehmet bikişînin, kemberên xwe bişidînin, da ku aborîya welat derkeve rastê, em ji vê tengasîyê xilas bin…"

Ma ev gotin rast in?

Divê mirovên xebatkar û feqîr berî hertiştî vê pirsê ji xwe û ji wan bikin: Gelo, di vî welatî da tengasî ji bo herkesî heye?

Eşkere bû ku, tenê li İstembolê 19.000 mal hene ku heryek ji wan di mehê da (ne di salê da ha!..) zêdeyî 27 mîlyarî qezenc dike. Ew çima zehmet nakişînin, ew çima piçek kembera xwe naşidînin?

Li vî welatî yên ku beş û salmeyan didin dîsa xwedî meeş in, ango xebatkar in, feqîr fuqare ne. Ewê ku mehane 27 mîlyarî qezenc dike, ew yan beş û salmeyan qet nade, yan jî gelek kêm dide. Wek nimûne, ew kesê ku ji borsayê, yan ji bonoyên xezînê qezenc dikin tu beş ji wan nayê girtin. Ev rantîyer in û bi piranî ew kes in ku mehane 27 mîlyar qezenc dikin!..

Karmend û karker, kesên teqaîtbûyî ji kêmîya para xwe gazin dikin, lê vê pirsê ji kesî nakin: Nabêjin, "gelo ewê xwedîyê trîlyonan çima fidakarî nakin?"

Botça dewletê, her usa jî botça millet e, ji beşên millet kom dibe. Perê min û te ye. Lê karker û karmend, feqîr û fuqare caran dipirse, ew botçe çawa parva dibe, ji bo çi serf dibe?.

Dema di botçê da para mezin ji bo eskerîyê, ji bo tank û topan, ji bo balafir û keştîyên şer serf be, ji bo karkeran, karmendan û kesên teqaîtbûyî pere dimîne? Ji bo xweşîyê, xwendinê, edaletê pere dimîne?.

Xelkê vî welatî, ne xwedîyê qezenceke 27 mîlyar mehane, lê xwedîyê meeşeke 50 mîlyonî, sed-dused mîlyonî vê pirsê caran dike? Caran dibêje: “Gelo ewqas tank û top, ewqas haletên şer ji me ra ne lazim e. Ji me ra ewqas dijmin ne lazim e! Perê xwe di rîya şer û berberîyê da serf ne kin, ji bo aşitîyê bixebitin. Hatinên welat jî bo xweşî û rindîya welatîyan serf bikin, jîyana me xweştir bikin…”

Ew caran vî tiştî dibêjin?

Na, nayê bîra wan! Sedî da yek-duduyê wan usa nafikire û nabêje. Dema ew nebêjin û nexwazin ma derdê kê ye? Derdê generalan e, derdê sîyasîyên sextekar e, yan derdê wan kesan e ku xwedîyê qezenceke 27 mîlyar mehane ne?.

Halê xirab ku ew tê da ne, eza û cefaya ku ew dikişînin, ma qisûr û gunehê wan jî tê da tune?

Em dîsa çîrokekê bêjin: Bektaşî dît ku li dora rê yekî reben rûniştîye nan û pîvaz dixwe. Xwar, xilas kir û got: “Ya rebbî şukur!”

Bektaşî sîlleyek li paş stûyê wî xist û got:

“Him nanê tisî û pîvaz dixwî, him jî şukur dikî! Ji xwe yên wek te ewqas rû dane Xwedê, ku ew jî dibêje, ewqas têra van qulan dike…"

Belê, yê ku rû dane hukumetê, rû dane generalan kî ne?.

Dema hesp gazinan neke, suwar çima bike?. Divê meriv qe nebe qasî kera La Fontaîne hişyar be:

Kera Pîr

Kalekî li kera xwe sîyar bû, diçû
Li cîyekî mêrg û avî sekinî,
Hefsar ji ser derxist, berda mêrgê.
Kera reş dev kir nav gîyayên ter
Berekî va dixwar, berekî va distrand,
Raza, rabû, xwe xurand,
Gevz da, pîhn avêt têrî xwe.
Kêf kêfa wê…
Lê nişkava
Ji himber di ser wan da qol hat.
- Mesekin, em birevin, got kalo.
- Çima? Got guhdirêj;
Ewî ku tê du palanan li min dixe,
Çar çalan li min bardike?
- Na, bar nake, digot kalo û direvîya…
- Ku usa ne, ji min ra çi, got kera reş;
Ha ya te bim, ha ya wî.
Tu birev, gor min mêrg delal û xweş!
Him jî ger tu dixwazî
Te ra bêjim Kurmancî:
Kî ye xwedîyê min
Ew e dijminê min.

 
PSK Bulten © 2001