Xeber-Şirove
Çirîya Pêşîn,
2000
Qira Filleyan
û tirs û telaşa curmkaran
Van rojana şovîn û kevneperestên
Tirk wek dîn û haran nizanin çi bikin, ji ber ku du komîteyên
Meclîsa Amêrîkê ya Nuneran li ser qira Ermenîyan biryar stendin.
Berpisîyarên dewleta
Tirk û medya Tirkan li ser vê yekê şemateyeke usa derxistin
ku ger li dinyayê nebe jî, li Tirkîyê kesê ku pê ne hesîya
nema. Helbet xwendevanên me yên ezîz jî dizanin, lê dîsa jî
em bi kurtî behsa çîroka vê bûyerê bikin.
Middetekî berê hin endamên
Meclîsa Amêrîkê ya Nûneran li ser qira (jenosîda) Ermenîyan
ya sala 1915 pêşnîyarek birin pêş meclîsê, ku vê
curmê bi nav bike û mehkûm bike. Herçiqas Tirkîyê acizîya
xwe gelek nîşan da jî, “Komîta Jêrê” guh nedayê, ew pêşnîyar
girte rojeva xwe, qebûl kir
û pêşnîyar ji wê çû pêş komîta jorê ya Kosîmyona
Pevendîyên Navnetewî. Rêvebirên dewleta Tirk û medya wan di
vê qonaxê da ji bo ku pêşnîyar ji komîta jorê derbaz
nebe, xwe gelek êşandin. Gotin ewê zirarê bide pêvendîyên
herdu welatan, bi taybetî Amêrîka
wê gelek zirarê jê bibîne, laf û gef lê xwarin, heya Clînton
û hevalên xwe jî têkil bûn ku pêşî lê bigrin; lê dîsa
ev hemû kar û xebat û teşqele pere ne kir. Biryara jenosîdê
bi piranîyeke mezin ji Komîsyona Pêvendîyên Navnetewî derbaz
bû û çû pêş Meclîsa
Nûneran.
Ev yek e ku rêvebirên dewleta
Tirk û medya Tirkan dîn dike. Dibêjin jenosîda Ermenîyan derew
e, çîrokeke xeyalî ye! Dibêjon rastîya dîrokê ne usa ye, Kongra
Amêrîkê dîroka Tirkîyê xar û xûz dike û tu heqê xwe tune usa
bike. Çi tê ber devê wan dibêjin,
ku Amêrîkê bitîrsînin, poşman bikin, da ku ev biryar
ji civîna giştî ya Meclîsa Nûneran derbaz nebe. Dibêjin
emê mihleta ji bo Hêza Çakûç êdî dirêj nekin, emê nehêlin
Balafirgeha İncîrlîkê kar bike, emê sefîrekî bişînin
Bexdayê û ambargoyê qul bikin,
emê di hin îhaleyan da rê nedin şîrketên Amêrîkê, emê
zorê Li Ermenîstanê bikin… Ango hindik maye ku leşkerê
xwe bajon ser Ermenîstanê û careke din qira wan bînin!
Herkes jî zane ku ev ne cara pêşîn
e ku pirsa jenosîda Ermenîyan tê ber parlamenên welatên Rojava.
Di salên çûyî da jî ev tişt çend caran bûn û rêvebirên
dewleta Tirk, medya wan û hemû dorhêlên şovîn dîsa gelek
aciz bûn. Xuya ye ewê ne cara dawî be jî. Tirk nikarin ji
vê serêşîyê xilas bin. Ji xwe, berî ku ev pêvajoya li
Kongra Amêrîkê bighê dawî,
pirsa Ermenîyan li Burukselê jî ket rojeva Parlamena Yekitîya
Ewrûpê.
Xuya ye vêcar ji bo dewleta Tirk
rewş xirab e. Sal derbaz dibin, lê pirs ji bîran naçe,
heya her diçe germ dibe. Wek mêratxurê curmê jenosîdê, dewleta
Tirk di warê navnetewî da
her diçe dikeve tengasîyê.
Baş e, ma çareserîya vê pirsê
tune? Gelo ew jî wek pirsa Kurdan e ku du sed sal e dajo û
tê? Yan pirsa “îrtîcayê” (kevneperestîyê) ye ku dem bi dem
teze dibe?.. Wek pirsa Qibrisê, yan deryaya Egê? Wek pirsa
birçitî û betalîyê, wek enflasyonê?..
Xuya ye nabe nesîbê vî welatî
ku tu pirsekî çareser bike. Gelo ji ber çi ye? Tu dibê ev
welat ji derd û pirsên hanê gelek hez dike, bûye tîryakîyê
derdan? Yan ev welatekî lanetî ye?..
Em dîsa bên ser pirsa Ermenîyan.
Di vî warî da rastî çi ye?
Rastî ev e ku, ger dîroka Osmanîyan
her usa jî ya Tirkan e, ger Tirk ji vê dîrokê ra xwedî derdikevin,
di dema Osmanîyan da du caran Ermenî qirbûne. Yek di dema
Padşa Evdilhemît, sala 1894’an da, ya dinê jî di dema
Şerê Mezin ê Pêşîn, sala 1915 da, bi destê hukumeta
İttîhat û Terakkî bûye. Xasima ya sala 1915 gelek fireh
e, di vê terteleyê da (qetlîam) mîlyon û nîv Ermenî bi kuştin
û koç û derbederî ji warê bav û kalan hatin windakirin.
Dinya alem vê yekê dizane. Tirk
bi xwe ji herkesî baştir
dizanin. Lê ji hukumet û medyaya Tirkan pêve yê ku vê qetlîamê
înkar dike tune.
Lê gelo bi înkar kirin, bi gotinên
vala meriv dikare rastîyên dîrokê veşêre? Em bêjin gotinên
Ermenîyan û yê xelkê hemû derew in, lê ew 1,5 mîlyon Ermenî
çi bûn? Nifûsa Tirkîyê ji
wê rojê heya îro qat bi qat zêde bû, giha 65 mîlyonan; lê
ew Ermenî li ku ne?.
Ev tişt ne Berî Zayînê, ango
ne hezaran sal berê, lê 85 sal berê bû. Yên ku şadê vê
qetlîamê bûn, hîn di nav wan da yê sax hene. Ew bêtara ku
hate serê Ermenîyan, ew zulma ku li wan bû, wek xeber di rojnameyên
gelek welatan da cî girtin, ketin arşîva gelek dewletan,
heya dem bi dem di weşanên Tirkan da jî hatin nivîsîn.
Ew qetlîam bi biryara hukumetê, berî hemûyan jî bi fermana
Enver, Talat
û Cemal paşayan
û bi destê valî, qaymeqam û fermandarên leşkerî çêbû.
Bi taybetî mêrên ermenî li her derê hatin komkirin û kuştin.
Gelek ji jin, zaro û êxtîyarên wan di rêyan da telef bûn.
Mal û milkê Ermanîyan hat talankirin. Ma vê rastîyê li vî
welatî kî nizane?
Serda jî, di
nava vî şerî da Hurimên Rojava, bi hezaran ji kevî û
dora behrê hatin dûrxistin, nefî bûn ber bi hundurê Anadolê.
Her usa jî, 700 hezar Kurd ji Kurdistanê hatin derxistin,
koçber bûn ber bi başûr û Rojava. Gelekê wan jî di rêyan
da ji serma û birçitîyê,
ji nexweşîyê telef bûn. Ango hukumeta İttîhat û
Terakkîyê, bi vî awayî xest him ji Ermenîyan, him ji Huruman
û Kurdan xilas be. Ew planeke mezin bû, ji bo ku vî erdî bikin
tenê malê Tirkan. Piştra jî Komara Tirkîyê ev yek ji
xwe ra kir wek sîyaseteke bingehîn.
Rastî bi vî şiklî ye û kes
nikare vê rastîyê veşêre, dinya alemê bi derewan bixapîne.
Belê, di sedsala 20’an da, berî
jenosîda Cuhîyan, ya Ermenîyan bû. Heya dibêjin Hîtler
qira Ermenîyan ji xwe ra nimûne girtîye, gotîye "Ma Tirkan
Ermenî qirkirin çi bû!?.”
Lê gelo, di sedsala 20’î da û berî wê, xirabîyên bi vî şiklî
li welatên dinê bi destê zordestên dinê çênebûne? Ev tiştekî
din e. Bi raya me, xirabîyên bi vî rengî bûne. Xirabîyên ku
di 4-5 sedsalên dawî da bi destê kolonyalîstan li Amêrîka,
li Afrîka, Awûstralya û welatên
dinê bûn, hîn ji bîran ne çûne. Her usa jî xirabîyên ku dewleta
Tirk bi me Kurdan kir. Kurd, di dema Komara Tirkîyê da, ango
di van 75 salên dawî da çend caran qetlîam dîtin, nefî bûn.
Lê ji rêvebirên dewleta Tirk û
medyaya Tirk pêve kes rastîyên dîrokê, van xirabî û xwînxwarîyan
venaşêre. Mirovên vê demê û heya hukumetên welatên medenî,
van bûyerên tûj û tahl venaşêrin. Bi xwe berpirsîyarê
van curman nebin jî, dîsa wek kiryarên bav û kalên xwe ji
wan fedî dikin û dilêşî û xemgînîya xwe nîşan didin.
Wek nimûne, îro millet û hukumeta
Alman, sîyasetmedar û rewşenbîrên wan ji bo kiryarên
Nazîyan gelek fedî dikin, lê wan kiryaran venaşêrin.
Heya, dem bi dem wan bûyerên tûj tahl tînin bîra civakê ku
ew ji bîra neçin û neslê nu jî çi bûye bizane.
Gelo ya rast jî ne ev e? Ger rêvebir
û serkarên welêt di dema borî da tiştên usa xirab, curmên
dijî mirovetîyê kirine, nesl û hukumetên piştî wan jî
divê wan veşêrin? Veşartin piştgirîya wî curmî
ye, wek şirîkatî ye. Yê ku curmên berê veşêrin,
ji yên teze ra jî derî vedikin.
Dewleta Tirk
bi salan e vî tiştî dike. Ji curmên berê ra xwedî derdikeve,
wan diparêze. Tiştê herî xirab jî ew e ku, îro jî bêperwa
curmên bi vî rengî dike.
Ev xirabîyên ku 75 pênc sal e bi
Kurdan têne kirin li ber çavan in. Dewleta Tirk çend caran
welatê me ser û bin kir,
milletê me qirkir, koçber kir, ji ber ku azadî û serbestî
dixwast. Tiştên ku van 15-20 salên dawî bûn nimûneyên
teze ne. Bi hezaran gund û bi dehan bajar ser û bin bûn, hatin
hilweşandin û şewitandin, bi mîlyonan însanê me
ji welatê bav û kalan hat
qewirandin. 40-50 hezar însanê me hat kuştin. 17 hezar
kes, ku di nav da bi sedan sîyasetmedar û rewşenbîr hebûn,
bê mehkeme û pirs hatin kuştin, lê qetilkar veşartî
man. Gelo eva ne curmê jenosîdê ye, di kêmayî da paksazîya
etnîkî?.
Çawa dibe ku dewleta
Tirk di vî zemanî da tiştê usa dikare bike, curmên usa
dijî mirovetîyê pêk bîne? Helbet dike, ji ber ku ji curmên
berê ra kesî tiştek ne got. Kesî ji terteleya Fillan
ra, ji nefîya Huriman ra tiştek ne got. Dinya li himber
qir û koçberîya Kurdan lal
û ker bû. Komara Tirk li
ser curmê jenosîdê avabû, “Tirkîye” û milletê Tirk bi vî awayî
çêbû.. Zulm û zordestîya netewî, nijadparêzî, şovînî,
qirkirin û paksazîya milletan bûye sîyaseta wan ê salan, sîyaseta
dewletê, sîyaseta netewî…
Gelo eva tenê sûcê Tirkîyê ye?
Ewê ku qirkirina milletan, ango jenosîdê wek curmeke dijî
hemû mirovetîyê bi nav dikin, lê dema bi xwe zirarê nabînin
çavê xwe lê digrin, ewqas dewlet û hukumet, rêxistinên navnetewî,
berî hemûyan jî Rêxistina Milletên Yekbûyî di vê gunekarîyê
da ne pardar in? Ger curmkarên jenosîdê xwînxwar û zalimên
bê şeref in, yên ku li himber kirinên wan çavê xwe digrin
û bêdeng dimînin, ew jî ne bê vîcdan in?..
Li himber qirkirina Cuhîyan dinya
bêdeng nema, ji ber ku Nazîyan şerê hemû dinyayê kirin.
Qira Ermenîyan jî di saya lobîyên mezin ên Ermenîyan li Amêrîka
û Fransê ji bîra naçe û di rojevê da dimîne. Ji ber ku sîyasetmedar
dixwazin dengê wan bistînin.. Lê Kurd bê pişt in. Lobîyên
wan ên xurt jî tune.
Tirkan xwestin Ermanîyan qirbikin,
ji welat derînin û ji vê pirsê yekcar xilas bin. Usa jî kirin.
Lê va ye 85 sal şunda
pirsa Ermenîyan dîsa li pêş wan e û wan bi cinan dixe.
Eva jî şuxulê dîrokê ye. Xuya ye, tu xirabîyeke usa mezin
ji xwedîyan ra namîne. Hisêbê wê di waxtê da ji wan xiraban
neyê pirsîn jî, ji zarok û nebîyên wan tê pirsîn. Kes nikare
ji mêrateke usa xirab bireve.
Hukumeta Tirkîyê, medyaya Tirk
û hemû kesên şovîn, îro dîn dibin, şemate derdixin,
dema dibînin pirsa Ermenî di parlamenên gelek welatan da tê
rojevê û raya giştî pê mijûl dibe. Lê bila dev ji van
tiştên bê feyde berdin, ew ji derdê wan ra ne derman
in. Bila helwest bigrin dijî van kirinên xirab, bila curmkaran
rexne bikin. Qe nebe ji zarok û nebîyên wan kesên zirardîtî
û êşandî ra xemgînîya xwe nîşandin, xwe bidin bexşandin.
Ev tişt kesî piçûk nake. Kîn û dijminahî ji navbera
milletan da bi vî awayî radibe.
Ji vê jî mihîmtir, divê kes nebêje
hisêbê van tiştan nayê pirsîn û xirabîyên teze neke.
Bajarvanî, mirovî, rindî û başî ev e. Kes nikare li ser
bingehê sîyaseteke bi qirkirin û windakirina millet û çandên
dinê li vê dinyayê ji xwe ra cîyekî baş bibîne, aşitî
û medenîyetê bîne welatê xwe.
Hukumetên ku sîyaseta zordestîyê
ji xwe ra kirine adet û usûl, mirovên nijadreperest û şovîn
xirabîya herî mezin kirin bi vî welatî. Qe nebe bila nuha
şunda xwe biguhurin, dev ji van xirabîyan berdin û di
dinyaya medenî û pêşketî da ji xwe ra cîyekî bibînin.
Tîmsal ji bo
curmkarê jenosîdê..
Rojnameyên Tirkan nivîsandin:
General Velî Kuçik hazirî dike ku tîmsalekî Topal
Osman dayne.
Em, Velî Kuçik ji rêxistina JİTEM’ê
nasdikin, ku bi taybetî dijî Kurdan gelek zulm û xwînxwarî
kir. Em, Topal Osman jî ji şorişa Qoçgîrî dinasin.
Fermandarê çeteyên Laz bû, ku jê ra dıgotin “Alaya Lazan”
û li mintiqa Qoçgîrîyê gelek xwîn rijand. Piştra bi daxwaza
Mistefa Kemal
mebûsekî mixalîf kuşt. Mistefa Kemal, piştra jî
ew da kuştin ku perdekî bikişîne ser vê bûyerê..
Vê dawîyê hin marîfetên dinê
yên Topal Osman derketin. Tu nabê wî di sala 1915 da di tertela
Fillan da jî cî girtîye û gelek Ermenî kuştîye…
Ango Velî Kûçikê JİTEM’î dixwaze
nuha tîmsalê merivekî usa
çêke..
Ev tişt dibe. Çawa Ermenî
li Marsîlya û li welatên dinê tîmsalên jenosîdê çêdikin, mêratxurên
Topal Osman jî tîmsalê yên wek wî, ango yê qetilkaran û curmkarên
jenosîdê çêdikin. Tîmsalê herkesî gor xwe ye..
Ev yek rûhîyeta
civaka Tirk û rengê çanda wan gelek baş nîşan dide.
Xuya ye wan ji borîyê, ji curmên dijî mirovetîyê, ji rûreşîyên
han tu ders ne standine û fedî nakin. Ziddê wê, curmarên berê
û yên teze dîsa “mezinên Tirkîyê” ne û “ew rûyê Tirkîyê sipî
dikin!..”
Xuya
ye, ev çîroka Tirkan li ser Ergenekonê rast e, Tirk nebîyê
gurekî ne; nuha bawerîya me zödetır pê tê!.
Pêşnîyarek
jî ji bo Kurdan..
İsal di Konrgra Amêrîka da
pêşnîyarek jî ji bo Kurdan ket rojevê. Endamê Kongrê
Bob
Fîlner û şeş
hevalên xwe pêşnîyarek ji bo Kurdan hazir kirin û dan
Meclîsa Nûneran. Heya nuha 90 endamê meclîsê ji vê pêşnîyarê
ra xwedî derket. Di nav wan da Serokê Komîta Heqên Mirovî
Chrîstopher Smîth
û Cîgirê Serok yê Gruba Demokratan Davîd Bonîer
jî heye. Di pêşnîyarê da usa tê gotin:
"1. Ji bo ku pêvendîyên
Tirkîye û Yekitîya Ewrûpê xurttir be û pêvajoya endametîyê
bi serkeve, divê ew mebûsên girtî, Leyla Zana, Hatîp Dîcle,
Orhan Doxan û Selîm Sadak
rojkî berê û bê qeyd û şert bên berdan;
"2- Divê Komara Tirkîyê
heqên çandî û yên zman bi
temamî nasbike ji bo Kurdên ku di nav sînorên wê da dijîn.
Her usa jî, wek endamekî Rêxistina Ewleyî û Hevkarî ya Ewrûpê
(REHE), di çarçuva tolerans û pirçandîyê da, heqê perwerdegarî
û weşanan jî divê di nav da be.”
Bob Fîlner, li ser vê pêşnîyarê
di Kongrê da qise kir û got li Tirkîyê li ser zman û çanda
Kurdan gelek zordestî heye û evtişt wek “jenosîda çandî”
ye. İro waxt hatîye, divê astengên di vî warî da êdî
rabin.
Bahçelî rast
dibêje!
Serokê MHP Devlet Bahçelî,
ku li Dîyarbekrê ji Serokê Beledîyê Ferîdun Çelîk’ê
HADEP’î ra çepik Kutabû, li himber rexneyan xwe usa diparêze:
“Em li ser gotina xwe ne. Em
wek hin kesan gor dilê herkesî qise nakin, li vir tiştekî,
li alî dinê tiştekî din nabêjin. Min li Erzurumê çi got,
li Dîyarbekrê jî ev tişt got. Min Serokê Beledîya Dîyarbakrê
yê HADEP’î ra çepik kutan, ji ber ku gotinên baş kir
û dewleta unîter parast. Kî usa bike ezê jê ra li çepikan
xim.”
Bahçelî, gor bîr û bawerîyên xwe
rast dibêje. Bi rastî jî li ser gotina xwe ye. Wî dev ji Tirkperestî
û şovînîya xwe bernedaye, dîsa wek berê dijminekî Kurdan
e. Duh çi digot, îro jî wê dibêje. “Li Erzurumê çi dibêje,
li Dîyarbekrê jî wê dibêje…” Heya wan kesan derewîn derdixe,
ku xwe, yan jî xelkê dixapînin û dibêjin “MHP guharîye”, dibêje
“em ne guharî ne, duh çi
bûn, îro jî ew in!" Gelo yekî usan ne li ser gotina xwe
ye?.
Lê hin kesên ku Bahçelî dibêje
ne li ser gotina xwe ne, ango demdemî ne, ew kî ne? Tu dibê
ji bo Eco dibêje? Belê Eco, ger di navbera Erzurum
û Dîyarbekrê da nebe jî, di navbera duh û îro da, ne mirovê
gotina xwe ye. Duh Eco xwe
çep nîşan dida, wek dostê xebatkaran û demokrat.. Bona
vê yekê jî xelkê jêra digot “Karaoglan” (Lawkê Reş) û
jê gelek tişt hêvî dikir. Lê nuha bûye Tirkperestekî
temam, şirîkê MHP ya nijadperest û şovîn, dostê
sermîyandaran. Di warê mafên
xebatkaran û demokrasîyê da jî nuha ji sermîyandaran paşvetir
e..
Bahçelî ne guharî, lê Eco guharî.
Lawkê Reş bû Tirkeş!
Du dibê, bi gotina demdemî, merema
wî Mesut Yilmaz e?
Dibe ku ew be.. Yilmaz walsê dike, gavek ber bi pêş,
yek ber bi paş.. Lê HADEP’î
û miellîmên wan zêdetir lê tên.
Belê, ew kesên ku duh digotin dewleta
Kurd ya serbixwe û şerê çekdarî û tiştekî din ne
digotin, bi vê sîyasetê Kurdistan ser û bin kirin, di nav
xwînê da hiştin, valakirin, beşek ji Kurdan ji welat
revandin, beşek êşandin û tirsandin, kirin bin perê
dewletê, ango qoricî… Nuha jî tu dibê bûne wek melek, bi navê
aşitî û demokratîyê dev ji şer jî, ji Kurdistaneke
serbixwe jî, heya ji federalî û otonomî jî berdane û pesnê
dewleta unîter, pesnê kemalîzmê didin û dibêjin:
“Gelo em çima şer bikin, werin bi hevra welatê xwe avadan
bikin!” İja, Bahçelî ji wan ra çepikan lê nexe, ji kê
ra lêxe?..
Ferz bikin ku Bahçelî bi xwe “zivrînoke
U” ya bi vî şiklî bike û bêje: “Hebûna milletê Kurd rastîyek
e. Kurd xwedî welat, dîrok,
zman û çanda xwe ne. Meriv bêje Kurd tunin eyb e. Meriv heqê
wan nasneke, ew jî ne adalet e û ne jî helwesteke medenî ye.
Ger em dixwazin wek dost û bira bi hevra bijîn, divê em heqê
Kurdan nasbikin. Bila ew li ser dahatûya xwe bi serbestî biryar
bidin. Ger xwastin veqetin û dewleta xwe ya cuda çêkin, bila
keremkin. Ger xwestin tevî gelê Tirk bijîn, hingê divê em
li ser hîmê wekhevîyê dewleteke federal, yan konfederal (
wek çareserîya ku em bo Qibrisê dixwazin) avabikin…"
Hingê emê jî ji Bahçelî ra çepikan lêxin û bi wê jî nemînin,
wî himbêz bikin û çavê wî maçkin!..
Lê xelk vî tiştî nabêje,
dijminê xwe bi xwe nade kenandin. Bahçelî wek şovîn û
Tirkperestekî li ser gotina xwe ye. Ne wek wan kesan e ku,
waxtekî bi navê şoreşgerî dikirin hella hella, lê
piştî ku li wan zor hat, ji bo canê şîrîn dev ji
doz û dewayê berdan… Ne wek wan kesên demdemî, postperest
û şelaf ın ku wek bayê bêderan in û ji bo ku di
ekranekê da cemala xwe nîşandin, yan quncika rojnameyekê
da cîyekî peydakin, di şevekê da bîr û bawerîyên xwe
û refê xwe diguhurin…
Tirkê sermîyandar..
Wê rojê keştîyeke gelek mezin,
ya ro-royê ku li Tirkîyê çêkiribûn û dadixistin deryayê. Digotin
ev keştî dikare 150 tira lê barbikî û gelek bi lez diçe.
Navbera İzmir û İtalyayê ku heya nuha ji 70 saetî
zêdetir dajot, nuha ev keştî di 52 saetan da wê bigre.
Çiqas xweş!
Bona vê yekê merasîmek çêkiribûn
û têlevîzyonê nîşan dida. Xwedîyê keştîyê ku sermîyandarekî
Tirk bû, qise dikir. Me got, herhal wê pesna keştîya
xwe bide, gotinên xweş bêje û heqê wî ye jî. Lê çi bêje
baş e:
“Min tim jî digot, ev keştî
dikare tank û topan jî neqil bike û di şerê me yê bi
cîranan ra gelek baş bi kar bê!”
Em li himber van gotinan şaş
û metel man. De keremkin, ev jî sermîyandarê vî welatî ye!
Gelo vana ji şer pêve tiştekî nafikirin? Ev keştî
keştîyeke şer nîne, yeke sîwîl e. Meriv dema keştîyeke
usa mezin bo hatin çûnê daxe deryayê behsa şerê cîranê
xwe dike?.
Ev der welatekî gelek ecêb e.
Li vir rektorên zanîngehan dijî azadîya ramanî derdikevin
û aqlê sermîyandaran jî wek yê generalan tenê li ser şer
û pevçûnê ye.
Tirk tim pesna
xwe didin û dibêjin: “Em milletekî leşker in.” Tiştê
pesnê ye yan na, lê xuya ye ev gotin rast e. Li vî welatî
ne tenê li qişlê, lê zanîngehê, li mizgeftê, li mehkemê,
li karxanê û li her derê aqlîyeteke leşkerî heye. Tu
dibê civak bi temamî ûnîforma li xwe
kirîye. Hertişt yek şikl e, yek reng e, xakî ye,
hişk e û êrîşger e…
Meyê bigota “serî eskerî!” Lê
em zanin ku li welatên medenî serê eskeran jî ne ewqas hişk
e, wan jî para xwe ji jîyana medenî, ji çanda demokrasîyê
girtine. Li welatên medenî esker û
polêz jî bi piranî wek mirovan in, lê li vî welatî sermîyandar
û heya mamosteyên zanîngehan jî bi piranî ne mirov in!
Bextê me yê reş, vana em
jî kirin wek xwe! Di nav me Kurdan da jî di warê sîyasî û
çandî da tiştên usa yekreng, bîr-bawerîyên teng, serhişkî
û êrişgerî ne kêm e.
Eco û "gundê
navend"
Di derheqa Ecevît
da merıv carina dikeve şikê: Merivekî çawan e? Ger
em bêjin “yekî şair û romantîk e..” Na. Kesên han pirî
caran nerm in, xêrxwaz in. Lê merivê serhişk, yê ku ratstîya
ber çavan veşêre, nikare bibe şair û romantîk. Şiêr
û derew li hev nayê. Şaîrî, romantîzm û diristîya Eco
wek boyaxeke tenik e li rûyê wî, lê şexsîyeta wî ya rastî
di bin da veşartîye.
Eco bê merhemet e, lê ne realîst
e. Him civakê him xwe dixapîne. Bi alîyekê kalê çîrokbêj e.
Lê çîrokbêj çîrokan dibêje, bi xwe bawer nake. Eco ne usa
ye, çîrokan ji ber xwe çêdike, bi xwe jî bawer dike..
Gelo ev utopîst e? Lê utopya ji
bo amancên delal in. Wek nimûne, ew utopyaya Campenella bi
navê “Welatê Rojê”.. Campenella tiştên baş difikire
ji bo mirovan. Dilpak e, lê ne realîst e. Lê Eco nikare bibe
utopîst. Ji ber ku di pêşnîyarên wî da dilpakî tune.
Ew difikire, serê xwe pê diêşîne, çawa planên dewletê
yên nemirovî bi kar bîne. Wî fikr û ramanên xwe daye xizmeta
vê sazûmana qirêj. Ew projeya
Eco bi navê "bajargund" jî bi vî rengî ye. Amanca
wî xirab e.
Eco vê çîrokê bi salan e dibêje.
Lê çend caran serokwezîrî kir, hîn jî li ber çavan nimûneyek
tune.
Çend roj berê Eco ji bo avakirina
“gundekî navend” çû Şirnaxê. Bi navê xwe yê teze ku Tirkan
lê kirine, jê ra dibêjin “Başağaç”. Ev gund çend
sal berê bi destê dewleta Tirk hatîye hilweşandin. Nuha
li ser pagên wê malên teze rast dikin. Ewê gundekî 106 mal
be. Her malek 65 mêtrokare..
Nifûsa malê Kurdan ji deh û panzdeh
ne kêmtir e. Gelo xanîyekî
65 mêtrokare çawa têra wan bike? Em bêjin ji tunebûnê baştir
e. Lê ka axurê wan, kadîna wan?..
Ev malên han ji bo hal û mercên
heremê, ji bo zivistana Kurdistanê ya giran dibe yan nabe,
ew jî tiştekî din e. Lê em bêjin, ev mal gor rewşa
Kurdistanê bin jî, di nav çar hezar gundê hilweşandî
da avakirina gundekî yan jî çend gundan ji çi derdî ra bibe
derman? Gor reqemên resmî, tenê li hêla Şirnaxê 59 gund
û gelek jî gom û mezra hatine valakirin. Ev hemû hatine hilweşandin
û şewitandin. 7948 xane
(58 hezar nifûs) koçkirîye. Nuha ji bo vegera wan ne destûr
heye, ne jî pere..
Xuya ye gera Ecevît tenê ji bo
propagande ye, reklam e. Lê ev tişt jî rezîl-ruswa kir.
Çend roj berî gera wî serokê HADEP’ê ya bajarê Şirnaxê
bi komployekî hat girtin. Xelk ji vê yekê gelek aciz bû, li
Sêrtê û Şirnaxê bi pankartan, bi daxwazên aşitîyê
derketin pêşîya Eco. Gotin “em dixwazin vegerin gundê
xwe.” Lê Eco ji ewqasî ra jî dîyax ne kir. Polêz û leşker
pankart komkirin û xelk dûrxistin. Eco di axaftina xwe da
bi hêrs ket, got: “Ger aşitîyê dixwazin, çekdarên derî
sînor bînin teslîmkin!”
Belê, ji zewaca adet-usûlê vî
welatî ya zalim û zordest û şiêr û romantîzmê, tenê ecêbekî,
yan jî Ecoyekî bi vî şiklî hasil dibe…
Serokkomarê
Çek: "Divê Kurd zmanê xwe bi serbestî bi kar bînin"
Serokkomarê Çek, Vaclav Havel,
çend roj berê wek zîyareteke resmî çû Tirkîyê. Havel di 12’yê
Çirîya Pêşîn da li İstembolê civîneke çapemenîyê
çêkir û di vê civînê da behsa Eşber Yagmurderelî kir
ku di hepsê da ye û got ji bo Yagmurderelî
bi Serokkomar Sezer ra qise kirîye û efa wî jê xwestîye.
Havel di axaftina xwe da behsa
Kurdan jî kir. Li ser pirsa rojnamevanekî got, "Li welatekî
herkes, hindikahî (mînorîtet) be jî, divê azad be û divê meriv
ji fikr û daxwazên wan ra hurmet
bike, heqê wan nasbike. Divê li Tirkîyê Kurd jî zmanê xwe
bi serbestî bi kar bînin.” Havel, di vî warî da rewşa
Slowakan wek nimûne nîşan da, ku çend sal berê ji Çekan
veqetîyan û dewleta xwe çêkirin. Havel her usa jî behsa Qibrisê
kir ku çawa Tirk û Hurim,
heryek zmanê xwe bi serbestî bi kar tîne.
Havel roja 12, êvarê jî bi tevî
hin rewşenbîrên Kurd û Tirk, bi tevî nûnerên komeleyên
mafê mirovan sohbet kir û li wir jî eşkere bû ku, xwestîye
biçe Kurdistanê jî, lê dewleta Tirk rê ne daye.
Piranîya rojnamên Tirk behsa
civîna çapemenîyê û gotinên Havel kirin, lê dîsa gotinên wî
jî çepeçûlkî kirin. Gotin , Havel gotîye ku "Kurd bila
bikaribin bi zmanê xwe qise bikin.." Ango gotina "bi
serbestî karanîna zman" kirin "bi serbestî
qisekirina zman"..
Di navbera
van herdu gotinan da ferqeke mezin heye. “Qisekirina zman”
tenê tiştek e. Ji xwe Kurd bi zmanê xwe qise dikin û
kes jî nikare pêşî lê bigre. Lê “karanîna zman” bi pir
alîye: Tevî qisekirinê, her usa jî xwendin û nivîsandin, weşandina
kitêb, kovar û rojnameyan,
radyo û televîzyo û hwd…
We dîtîye rojnamevanên Tirk çiqas
sextekar in, gotinên camêran jî çawa çepeçûlkî dikin.. Xuya
ye, tiştê ku layîqî Kurdan dibînin tenê heqê axaftinê
ye.. Helbet di nav wan da, gelek kêmbe jî, kesên dilpak jî
hene ku dixwazin rastîyê
binivîsin. Divê em heqê wan jî nexwin..
|