PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Xeber-Þirove - Çileyê Pêþîn, 2000

Pelgê Þirîkatîyê

Tirkîyê, herçiqas bê hazirî bû û ji bo namzetîya Yekitîya Ewrupê tiþtê ku jê dihate xwestin, berî hemûyan jî Þertên Kopenhagê bi cî ne anîbû, dîsa jî salek berê wek namzet ji yekitîya Ewrûpê ra hatibû qebûlkirin. Ewrûpîyan digotin emê bigrin nav xwe ku bikaribin tesîrekê lê bikin. Wan, Tirkîye wek namzet qebûl kirin, lê Þertên Kopenhagê jî danîn pêþîyê. Gotin divê hûn van þertan bi cî bînin ku emê ji bo þirîkatîyê bi we ra rûnin.

Lê dîsa jî feyde ne kir. Salek derbaz bû Tirkan ne ji bo xweþkirina mafên mirovî, ne ji bo çareserkirina pirsa Kurd tu tiþt ne kirin, tu gav ne avêtin. Eza û teda, zulm û zordestî berdewam e.

Yekitîya Ewrûpa di 8'ê Çirîya Pêþîn da "Pelgê Þirîkatîyê" ji bo Tirkîyê êlan kir. Ango, ji bo beþdarbûna Tirkîyê di Yekitîya Ewrûpê da divê Tirkîye çi bike û heya kîngê bike, di vê wesîqê da yek bi yek hatîye nivîsîn.

Lê Tirk ji vê wesîqê jî gelek aciz bûn. Yek ji sebebê vê acizîyê ev e ku tê da behsa çareserkirina pirsa Qibrisê hatîye kirin. Tê gotin ku divê Tirk li ser pirsa Qibrisê heya salekê bi Yûnanîyan ra li hev bên. Tirk bi temamî, wek hukumet û muxalîf ji vê þertê gelek aciz in û dibêjin þertekî usa nabe.

Sebebek din jî hin þertên ku Kurdan eleqeder dike ev e; wek heqê radyo û têlevîzyonê û xwendinê.

Di vê pelgê da bi raste rast behsa pirsa Kurd ne bûye, heya navê Kurdan jî ne hatîye gotin. Xuya ye, Yekitîya Ewrûpê, ji bo ku þovîn û nasyonalîstên Tirk jê aciz ne bin, navê Kurdan hilnedaye. Lê di pelgê da gelek tiþt hene ku jî bo Kurdan jî baþ in. Wek rakirina astengên li pêþ eþkerekirina bîr û bawerîyan, firehkirina heqê rêzbûnê, meþ û civînan. Rakirina rewþa taybetî li Kurdistanê û xweþkirina rewþa aborî û çandî li heremê. Bi taybetî rakirina astengên li pêþ radyo û têlevîzyonê li ber zmanê dayîk û heqê xwendinê bi zmanê dayîk.. Ango, ger Tirkîye vî þertî bi cî bîne, Kurd jî wê bikaribin bi zmanê xwe weþana radyo têlevîzyonê bikin û heya bi zmanê xwe mekteban vekin.

Þovîn û nasyonalîstên Tirk ji vê yekê jî gelek aciz in, dijî radyo û têlevîzyona Kurdî ne, dijî xwendina Kurdî ne.

Bona vê yekê nuha dijî Yekitîya Ewrûpa dengê kevneperest û þovînên Tirk gelek bilind bûye. Dibêjin Ewrûpa dixwaze Qibrisê bide Yunanîyan û Tirkîyê parçe bike... Dibêjin Ewrûpa naxwaze me bigre nav xwe û bona vê yekê van þertên giran li pêþ me datîne...

Eco dibêje "Ewrûpê em xapandin!"

Ý. Cem dibêje: "Hin Ewrûpî me wek kolonî dibînin û wek walîyên kolonîyan bi me ra muamele dikin!.."

Gelo evana rast dibêjin?

Xwendevanên me jî, dinya alem jî baþ dizane ku ev serkar, berpirsîyar û þovînên Tirk derewan dikin. Ma ev nizanin ku Ewrûpa çareserkirina pirsa Kurd û ya Qibrisê wek þertekî esasî dibîne ji bo endametîyê. Ewrûpa van tiþtan cara pêþîn nabêje.

Lê Tirk, heya îro çawa ji bo cî anîna þertên endametîyê tu gav ne avêtin, naxwazin nah þunda jî bavêjin. Dixwazin bê qeyd û þert, bê guhartin bibin endamê Yekitîya Ewrûpa.

Va ye 26 sal e dest danîne ser beþekî Qibrisê, nîvê cizîrê dagirtine, dibêjin bila usa bimîne! Li bîst mîlyon Kurd zulm û zordestîya ne dîtî dikin, naxwazin tu heqê Kurdan nasbikin, dixwazin ku Ewrûpa dengê xwe neke, çavê xwe bigre, têkilî karê wan, ango têkilî vê har û hovîyê nebe...

Ewê di qiþle û qereqolan da li xelkê îþkence bikin, her texlît xirabî û pîsî bikin, lê Ewrûpa bila dengê xwe neke...

Ewê ji bo bîr û bawerîyên wan, nivîskar û rojnamevanan, rewþenbîran bavêjin zindanê û Ewrûpa dengê xwe neke...

Ewê di kûçe û kolanan da bê mehkeme û bê pirs xelkê bikujin, di zindanan da girtîyan qetil bikin, bila kes dengê xwe neke...

Ewê partîyan bigrin, rojname û kovaran bigrin, heya zmanê Kurdan qedexekin, lê bila Ewrûpa dengê xwe neke...

Gelo, Ewrûpa naxwaze Tirkîyê bigre nav xwe, yan van Tirkên zordest, þovîn û kevneperest naxwazin bikevin Ewrûpê?

Xuya ye, rastî ya duduyan e.

Leþker naxwaze Tirkîye bikeve Yekitîya Ewrûpê, ji ber ku demokratîyê naxwaze. Eskerê Tirk îro li ser hukumet û parlamenê ye, hukum di dest generalan da ye. Naxwaze vekiþe qiþleya xwe.

Destê polêzê Tirk ji lêdanê, ji eza û cefakirinê nabe..

MHP, wek partîyeke Tirkperest û faþîst, naxwaze Tirkîye bibe demokrat.

Kemalîst naxwazin Tirkîye bikeve Yekitîya Ewrûpa, ji ber ku nasyonalîst in, Tirkperest in û ferqê wan ji faþîstan ne maye.. Ew jî ji demokratîyê, ji nêzikbûna milletan, ji globalîzmê qasî faþîst û kevneperestan ditirsin.

Tiþtê xerîb, olperest, ango dijminê kemalîstan jî naxwazin Tirkîye bikeve Yekitîya Ewrûpa. Lê bi rastî helwesta wan ne xerîb e. Ji xwe ta ji berê da naxwazin û rûyê wan ber bi Rojhilata Navîn e; ber bi Ýranê, Pakîstanê, Afganîstanê û Suudîyê ye. Carina, dema ku dikevin tengasîyê, berê xwe didine Ewrûpê, behsa mafên mirovî û demokratîyê dikin, alîkarî dixwazin. Lê gotinên wan li ser demokratîyê ne ji dil e. Nuha firsend ketîye destê wan, ew jî kêfê dikin û dixwazin ku Tirkîye berê xwe ji Yekitîya Ewrûpa biguhure..

Ango Tirkan ev Pelgê Þirîkatîyê kirin mane û cardin bi cinan ketin. Ji Yekitîya Ewrûpê ra didine xeberan, laf û gefan lê dixwin.

Par, piþtî civîna Helsînkî ku Tirkîye bû namzetê Yekitîya Ewrûpa, me digot, herhal vêcar êdî Tirkîye ber bi guhartinê wê biçe û veger zehmet e. Xuya ye, ji bo vê ray û bawerîyê me lez kirîye; ji bo Tirkan ne veger, lê guhartin zehmet e!

* * *

Ne tenê Tirk, Kurdê me jî ji vê "Pelgê Þirîkatîyê" gelek aciz in!

Helbet heqê Kurdan heye ku aciz bin. Ji ber ku Ewrûpîyan, bo ku dilê þovînên Tirk xweþ bikin, navê Kurdan hilnedan. Gelo bi vî awayî dibe? Veþartina rastîyê karê Tirkan e, lê Ewrûpa çima usa dike?

Heya ku pirsa Kurd çareser nebe, ma Tirkîye dikare bibe welatekî demokrat? Ewrûpa dikare bi vê serêþîyê Tirkîyê bigre nav xwe?

Lê ewqas di ber dilê Tirkan da çûn jî pere ne kir. Þovînên Tirk tucar razî nabin ku ne bi eþkeretî ne jî bi sergirtî behsa heqê kurdan bibe. Ew vê yekê wek parçebûna welat û millet dibînin. Kes jî nabêje kîjan welat û kîjan millet? Van zordestana Kurdistanê wek Tirkîye dihesibînîn, Kurdan jî wek Tirk!..

Lê dîsa jî divê Kurd, ev Pelgê Þirîkatîyê çi firsendên teze ji bo wan tîne bibînin û yekalî lê ne nihêrin.

Di vê wesîqê da gelek reformên baþ hene ku bi kêrî Kurdan tên û ji Kurdan ra rê vedikin di warê sîyasî û çandî da, da ku bikaribin kar û xebata xwe baþtir bimeþînin. Ger derîyek piçek vedibe, divê zora xwe bidinê û dêrî firehtir bikin.

Ger Kurd ji Ewrûpa pir tiþt hêvî bikin, ew jî þaþ e. çareserkirina pirsa Kurd, destxistina heq û azadîyên bingehîn ne bi destê xelkê, lê bi kar û xebata gelê Kurd dibe. Hertiþt li ser milê Kurdan e. Divê ew bi rêz bin, ber xwe bidin.

Her usa jî divê em bibînin û fêmbikin ku ewqas gilîgazin û qîre qîra þovînên Tirk bê sebep nîne..

Hela li vî kelpî binêre!

Piþtî ku "Pelgê Þirîkatîyê" derket û hat gotin ku rê vedike ji bo radyo û têlevîzyona Kurdî, her usa jî mektebên bi zmanê kurdî, þovîn û faþîstên Tirk har bûn. Bi yek devî dikin qare-qar, dibêjin:

"Zmanê fermî Tirkî ye, li vî welatî bi zmanekî din weþan û perwerdegarî nabe!"

Cîgirê Serokê MHP (Partîya nasyonalîst û faþîst) Ý. Kose dibêje:

"Gor Qanûna Esasî zmanê fermî Tirkî ye. Kî bi Kurdî karê weþan û perwerdegarî bike, Qanûna Esasî paymal dike, eva curm e û ceza xwe dardakirin e!.."

De keremkin, li aqlê Ewrûpîyan binêrin, li vî dewr û zemanî binêrin û li þovîn û faþîstên Tirkan binêrin! çawa bav û kalan gotîye:

"Yê binî dengê xwe nake, yê ser qare qar e.."

Ev Ý. Kose, gelo meriv e yan har û hov e? Zmanê xelkê qedexe dike, bi wê jî namîne, dibêje, weþana radyo û têlevîzyona Kurdî û mektebên Kurdî curm e û ceza xwe dardakirin e!

Mirov vî tiþtî nakin. Heya, herçiqas bi xwe ji cisnê gur be jî, gurê ser çîyan û kelpê ber derîyan jî usa nakin!

Eva çi cins heywan e, em tê ne gîhiþtin!

Ey gurzade, ey kerzade! Ger Qanûna Esasî rê nade, wê biguhure bila bide, ma emrê Xwedê ye?.

Her usa jî, nayê bîra vî heywanî ku li Tirkîyê bi zmanên Ýngilizî û Almanî weþana têlevîzyonê heye, him jî di TRT da..

Li Tirkîyê mektebên bi Ermenî û Grêkî, gelek kolejên bi Ýngilizî, Almanî û Fransî hene.. Gelek qursên zmanên biyanî hene, heya bi zmanê Japonan...

Gelo, ew malmêrata qanûna te ya esasî çawa rê dide van zmanan?.

Tenê yê Kurdan qedexe ye, erê?.. Ji ber ku "Kurd bira ne", xelkê vî welatî ne, hema hema nîvê gel in, 20 mîlyon in; ango ne hindikayî ne, lê piranî ne... Hela tu were li vê piranîyê û li vê biratîyê binêre!..

Belê, kirinên van har û hovan ewqas eþkere ye. Divê Kurd jî ehmeqê dinyayê ne bin, van tiþtan bibînin. Lê mixabin di nav me Kurdan da hîn jî bênamûsên hanê hene ku, ne ji kerîyê, lê ji bo post û miqam, ji bo pûl û pere þûrê van zaliman dikiþînin û berdevikîya wan dikin...

Megalomanî û Paranoya

Armanca me ne ev e ku li ser psîkîyatrî dersê bidine xwendevanan. Em ne toxtor in. Lê bibê nebê roj bi roj em hemû li ser van babetan dibin pispor. Ji ber ku li Tirkîyê dîn û psîkopat pir bûne. Nexweþîyê serbiser welat girtîye. Ne tenê timarxane tijî ne, lê kûçe û kolan jî bi dînan dikelin. Di burokrasîyê da (esker û sîvîl) di hukumet û parlamenê da, di çapemenîya Tirk da tu dibê meydan ji van dîn û haran ra maye..

Li vî welatî megalomanî heye. Silê Gerdenga tim digot "Tirkîye mezin e, dewlet xurt e!" Çima Silo ewqas behsa mezinahî û xurtîyê dikir? Ji ber ku ev cisnekî nexweþîya rûhî ye, xwe mezindîtin e, ango megalomanî ye.

Li vî welatî megalomanî pir xurt e. Dibêjin "Ji Tirkîyê mezintir tune!"

Dibêjin "Leþkerê me di dinyayê da leþkerê herî xurt e!"

Dibêjin "Tirkek bedêlê dinyayê ye!"

Dibêjin û dibêjin!.. Bo kesan, bo serokan jî dibêjin: "Filan kes, bêvan kes, bavo yan jî dayê, ji te mezintir tune!"

Mezinahî û piçûkî nîsbî ye, ango gor tiþtekî din e. Li vî welatî ewqas merivê mezin tunin, lê yên piçûk gelek in.. Ecûc-mecûc mirovekî adî jî wek dêvekî dibînin...

Megalomanî û kompleksa nizmîyê tim bi hevra ye. Yê ku gelek pesna xwe bide, bawerîya xwe bi xwe tune, di rastî da xwe li cem xelkê piçûk dibîne.

Li vî welatî paranoya jî gelek xurt e. Paranoyak tim di tirs û þikê da ne, li der û dora xwe tim dijminan dibînin. Wekî hemû kes xirabîya wan dixwazin, dijî wan plan û dafikan çêdikin.. Nas û dostê wan tune. Der û cîran, dinya alem hemû dijminê wan e!..

Ka li bûyerên vê dawîyê binêrin: Serokê MÝT’ê bi daxwaza Eco derket got: "Têlevîzyona Kurdî dibe, bi wê welat parçe nabe. Divê em jî bibin demokrat..."

Bi rastî bi gotinên serokê MÝT’ê em þaþ û metel man. Me got eferim, xuya ye guhartinek heye.. Lê pir neborî, hinên din serê xwe hildan. Raporek birin civîna MGK. Di raporê da tê gotin ku, "hemû Ewrûpa, berî hemûyan jî Yûnanî, welatên Skandînawî (Swêd, Denmark û Fînland), Belçîka, Holande, Franse û Elmanya bi rîya vê "Pelgê Þirîkatîyê" û navê demokratîyê dixwazin Tirkîyê parçekin!.."

Gelo kî ma?. Hemû dinya dijminê Tirkan e... "Dostê Tirkan tune!.."

Ev rapora dawî bi rojan di têlevîzyon û rojnamên Tirkan da hat weþandin. Herhal gel qane bû ku endametîya Yekitîya Ewrûpa bo Tirkîyê xetereke mezin e. Welat û millet wê parçe parçe be!..

Bi vê bûyera dawî jî gelek eþkere dibe ku li vî welatî paranoya gelek xurt e. Nexweþîyê dil û ceger û mêjûyê vî milletî hêsîr girtîye.

Hêfa wan! Biratîya me û wan derew be jî, çiqas nebe cîranên me ne..

Bîra Rojane

Nivîskarê bi nav û deng Çetîn Altan, di hemû nivîsên xwe da hin tiþtan ducar dike û usa dibêje:

"Tirkîyê bi fîyaskoyeke mezin sedsala 20 ji dest revand û heram kir. Bona vê yekê Tirkîye bi hatina netewî serê mirovekî (para mirovekî) li dinyayê di dereca 93’yan da ye û 65 derece di binê Yunanîstanê da ye..

"Li Qibrisa Baþûr (beþa Huruman da) hatina netewî serê mirovekî 15 hezar dolar e, li Tirkîyê tenê 3 hezar dolar...

"Tirkîye di warê parvekirina hatina netewî jî ewqas bê edelet e ku heya ji Tanzanîyê xirabtir e..

"Dizî û talan li vî welatî tiþtekî adetî ye, pirkes barê xwe bi vî awayî dadigire.

"Bona vê yekê jî, berpirsîyarên dewleta Tirk, sîyasî û burokrat bi vir û derewan xelkê dixapînin."

Evana hemû jî gotinên rast in. Baþ e, Altan çima van gotinan her roj ducar dike? Gelo tûrê wî vala ye ji bo gotin û nivîsan?

Na, herkes jî zane ku tûrê wî tijî ye. Lê tûrê xelkê vî welatî kun e. Tiþtê ku dikevîyê, diweþe diçe. Bîra xwe rojane ye..

Altan, roja dinê dîsa tîne bîra wan...

Terora Dewleta Tirk li Ewrûpa

Terora dewleta Tirk li der welat ne tiþtekî sirî ye. Hîn di sala 1980 da, serokê cunta faþîst Evren, di derheqa welatparêz û þoreþgerên Kurd û Tirk yên li der welat da eþkere laf û gef dixwarin û digot "di nêzê da emê di heqê wan da jî bên..." Ji ser van gotinan zêde waxt ne borî û li Ewrûpa gelek þoreþger û demokratên Kurd û Tirk hatine kuþtin; her usa jî êrîþa ser Papa çêbû û Palme hate kuþtin, ku serokekî demokrat û dostekî Kurdan bû.

Hinekan xwestin kuþtina Palme bikin ser PKK, ango Kurdan gunekar bikin. Lê piþtra eþkere bû ku tilîya Tirkan di vî karî da jî heye.

Bi raya me, faþîstên Tirk dixwastin Papa bikujin û bavêjin ser Ermenîyan. Lê hertiþt gor plana wan ne meþîya, faþîstê Tirk Axca hate girtin û rewþ guharî. Disa jî xwestin vê rûreþîyê bikin ser Bulgaran û pê welatên sosyalîst û çepên Tirk û Kurd gunekar bikin..

Me ji sala 1980 vir da, di derheqa planên dewleta Tirk û terora wê ya li der welat gelek tiþt nivîsandin. Bi taybetî di Rîya Azadî da gelek caran hat nivîsandin ku dewleta Tirk tîmên taybetî þandine Ewrûpa ku dijî þoreþger, demokrat û welatparêzên Kurd û Tirk bi kar bîne.

Ji wê vir da, bi taybetî piþtî qezaya Susurlikê gelek tiþt eþkere bûn. Hat dîtin ku dewleta Tirk ev tiþt bi destê MÝT’ê û di bin seroktîya Avdilla Çatlî da organîze kirîye. Çatlî li Ewrûpa li gelek welatan gerîye, heya berî kuþtina Palme çûye Swêdê jî.. Axca jî di vê sazîyê da bû. Xuya ye Alaettîn Çakicî jî yek ji wan e.

Bi axaftina Tansu Çîllerê eþkere bû ku, bo van karan tahsîsata veþartî (pereyê ku bo karên ne qanûnî serf dibe) bi kar hatîye. Dema hesabê vî pereyî ji Çîlê pirsîn, got "Ez nikarim bêjim, dema bêjim, bi dewletên dinê ra pêvendîyên me xirab dibe, heya þer derdikeve!.."

Mehmet Axar got: "Me ji bo mafê dewletê bi hezaran operasyon çêkirîye û xetera wê jî girtîye ber çav!.."

Dîsa eþkere bû ku ji bo van karan beþek sîleh ji Ýsraîlê hatîye girtin û li van kesan belav bûye.

Vê dawîyê di medya Tirkan da xebereke teze derket. Çavkanî jî miqameke resmî ye. Mideymomîyê Enqerê, piþtî destpêkirina mehkemeyeke teze eþkere kir ku, þîrketeke bi navê "Hospro" ev sîleh ji Ýsraîlê kirîne û bê pere dane emnîyeta Tirk. Wê demê serokê Emnîyetê Mehmet Axar bû. Axar jî bi rîya Korkut Eken (mensûb û mesûlekî MÝT’ê) ev sîleh dane Çatlî ku li operasyonên der welat bi kar bîne.. (Rojnama Cumhurîyet, 1 Çirîya Paþîn, 2000).

Yek ji van sîlehan piþtî qezayê Susurlikê di mersedesê da derket.

Gelo Ewrûpî van tiþtan nabînin, hayê wan jê tune?

Çawa tune, ew sed qatî ji me baþtir dizanin. Lê çavê xwe lê digrin. Ew, ticareta esrar û eroyînê ku dewleta Tirk dike û dide kirin, wê jî baþ dibînin û dizanin; lê dengê xwe nakin. Pêvendîyên dewletan usa nin. Tirkîye îro ji wan ra lazim e û ew curmê hevdu vediþêrin...

* * *

Helbet, terora ku dijî welatparêz, þoreþger û demokratên Kurd û Tirk li Ewrûpa bû, ne tenê bi vê kanalê bû. Kanalek din jî ya PKK bû. PKK jî gelek Kurd û Tirkên welatparêz û demokrat kuþtin ku jê veqetîne, yan jî endamê rêxistinên dinê ne. Her usa jî komele þewitandin, erîþî ser civînên Kurdan, heya ser fest û newrozên Kurdan kir ku pêþî li kar û xebata wan bigre û bi vî awayî kes û rêxistinên dervayî xwe bitirsîne, bêdeng bike.

Terora PKK li dervayî welat wekî din jî xwe nîþan da. Bi êrîþa ser sefaretxaneyan, bi avêtina bombeyan, þewitandina otobanan Ewrûpa aciz kir, him navê xwe wek terorîst derxist, him jî navê Kurdan xirab kir û raya giþtî ji Kurdan dûrxist.

Meriv dikare bêje, zirara ku PKK bi van kirinan da tevgera Kurd, dewleta Tirk, Çatlî û hevalên xwe ewqasî ne danê..

Ýro jî tiþtekî balkêþ e: Hin kes ji nav PKK eþkere dikin ku "Konseya Serokatîyê" dîsa rêxistinek çêkirîye û dixwaze bi rîya wan muxalîfên PKK yên dijî sîyaseta dawî li der welat bêdeng bike. Wek nimûne, Azman (Zekî Ozturk) berpirsîyar û fermandarê wan ê berê li hêla Serhedê, vê dawîyê li Ermenîstanê bû hedefê êrîþa wan û birîndar bû.

Her usa jî, "Konseya Serokatîyê" û weþanên PKK, wek rojnama Ozgur Polîtîka, kesên ku ji PKK cuda bûne, hin rêxistin û rewþenbîrên ku sîyaseta PKK rexne dikin wek "çete" û wek dijmin nîþan dide.

Xuya ye, wekî gotina pêþîyan e: "Heya can dernekeve, xûy dernakeve." PKK, çiqas behsa aþitî û demokratîyê bike jî derew e. Ew ji xûy û ehlaqê xwe venegerîyaye. Tucar razî nabe, ne li nav PKK ne jî li dervayî wê kes cuda bifikire û raya xwe bêje.

Li Tirkîyê ecêbek bû:

Curmkaran ceza girtin, masûman berat kirin!..

Belê, di van rojên dawî da li Tirkîyê ecêbek çêbû: Polêzên ku bi zarokan îþkence kiribûn ceza girtin û zarokên ku digotin "endamê rêxistina dizî ne" berat kirin..

Em behsa mehkema "Zarokên Manîsayê" dikin.

Ev çîroka pênc salan e. Pênc sal berê li Manîsa polêz komek zarokên lîsê girtin, bi rojan bi wan îþkence kirin, û gotin ev endamê rêxistineke veþartî ne.. Ji ber ku zarokan li dîwaran hin tiþt nîvîsandibûn! Zarokên reben, piþtî lêdan, eza û cefaya rojan, da ku canê xwe xilas kin, polêz çi danî pêþîya wan îmza kirin..

Zarok hatin girtin, mehkeme bûn û mehkemê cezayên giran da wan. Zarokan herçiqas di mehkemê da gotin "em ne curmkar in, em ne endamê rêxistineke dizî ne, li me eza û teda hate kirin" jî pere ne kir..

Lê li ser vê dewayê dengekî mezin derket. Di derheqa polêzan da jî dawe vebûn ku li zarokan eza û teda kirine. Lê polêzan berat kir!

Lê Mehkema Bilind vêcar tiþtekî baþ kir, herdu biryarên mehkemê jî qebûl ne kir û þunda vegerand. Bi vî awayî dosye çend caran di navbera mehkema jêr û jorê da çû û hat. Li dawîyê, curmkarîya polêzan isbat bû û deh polêzan, bi hevra 85 sal ceza girtin, zarokan jî berat kir.

Nuha hin dibêjin Huqûqê qezenc kir! Lê ne huquqê ne jî zarokan tiþtek qezenc kir. Huqûqa vî welatî rezîl-kepaze ye. Ew rê dide doz û dewayên han. Zarok bi salan di hepsê da man, gelek êþîyan. Li dawîyê berat bikin jî gelek tiþt winda kirin. Ew biryara dawî jî ne marifeta huqûqê ye, lê ya raya giþtî ye. Ji ber ku gelek kesan, berî hemûyan jî dê û bavên van zarokan, dijî vê doz û dewaya neheq dengê xwe bilind kirin. Çapemenîya Tirk jî cara pêþîn li ser sekinî, eza û tedaya polêzan û zaroktîya zarokan raxiste ber çavan..

Li dawîyê ecêbek bû. Cara pêþîn polêzên curmkar ceza xwarin û zarokên masum berat kirin!

Lê ev tiþt, dîsa jî ne li Kurdistanê, li bajarekî xerbê bû.. Ger cî Kurdistan û ew zarok Kurd bana, usa ne dibû..

Li Kurdistanê bi dehan, bi sedan mehkemên usa çêdibin. Zarokên 10-12 salî, him eza û teda dibînin, him jî cezayên giran digrin. Lê kes polêzan gunekar nake. Di derheqa wan da mehkeme vebin jî tim berat dikin.

Belê, li Kurdistanê tim masûm ceza digrin û curmkar eferim, pere û medalî distînin...

Sazûmana Dizî û Derewan.. (*)

Li vê dawîyê li Tirkîyê tiþtên ecêb dibin.

Nuha hûnê bêjin, gelo li Tirkîyê kîngê tiþtên ecêb ne bûne?.

Lê ecêb heye, ecêb heye.. Ýþkence, ango eza û teda li Tirkîyê tim jî dibe û ne ecêb e. Polêz û leþkerê Tirk li merivan dide, diêþîne, seqet dike, dikuje, gû pê dide xwarin, namûsa jinan paymal dike... Ev tiþt hemû dibin û ne ecêb e!

Dizî û talan li Tirkîyê tim jî dibe. Kesên çavvekirî, jêhatî xezna dewletê û malê millet talan dikin, millet diþêlînin, barê xwe dadigirin, di demeke kurt da dibin trîlyoner û ev tiþt ne ecêb e!

Li Tirkîyê derew ne ecêb e. Serokên partîyan, berpirsîyarên hukumet û dewletê her roj ji xelkê ra derewan dikin, wan dixapînin, lê ev yek ne ecêb e, adet û usûlê salan e. Heya zanîngeh jî van derewan dikin qalibê ilm û zanînê! Rojname û têlevîzyon van derewan rojê bîst û çar saet di nav millet da belav dikin, mêjîyê xelkê pê diþon...

Ango ev sazûmana Tirkîyê ya zulmê, dizî û derewan e. Herkes zane, xwedê jî zane, lê kes tiþtekî nabêje!

Em carina dibêjin, yên wek me dibêjin, lê dengê me jî nagihîje her derê. Dengê me wek dengê bilûrekê ye li himber sed zirneyî!

Belê, tiþtê ku her roj dibe û xelk hînî wê bûye, ne balkêþ e, ne ecêb e. Li Tirkîyê jîyan bi zulmê, bi dizî û derewan dagirtîye. Ji ezmanan zulim dibare. Gund û bajar bi derewan têne þûþtin. Deþt û çîya bûye varê dizan û ev tiþt ne ecêb e!

Serda jî ew zordest û zalim, diz û derewînên mezin welat îdare dikin. Ew li cîyên bilind rûdinin. Xelk ji wan ra çepikan lêdixe, li himber wan xar û xûz dibe.

Lê îro li Tirkîyê tiþtên ecêb dibin, tiþtên ku ne adetî ne..

Hin ji wan dizên mezin têne girtin.. Rûyê wan eþkere dibe. Rojname û têlevîzyon behsa dizîya wan dikin, wan rûreþ dikin..

Ev tiþt çawa bû? Piþtî îflasa 10 bankên þexsî û windabûna 10-12 mîlyar dolaran! Ango dizî ji sînoran derketîye.

Ev sazûman ji xwe sazûmana dizan e, bi gotineke din dayika dizan e û ev dewlet parêzgerê dizan e. Lê dizan çavbirçitîya xwe birin wê derecê ku di memikê dayîkê da þîr ne hiþtin, ew talan kirin, nexweþ xistin, kirin ber mirinê.. Bona vê yekê dewletê ji wan kesan ra got êdî bes e! Got, heddê xwe bizanin!

Ev jî bo parastina vê sazûmanê ye.

Berê "birazî" Murat Demirel hat girtin. Xwedê jê razîbe, dizîya wî gelek eþkere û bêperwa bû.. Xeber ji apê xwe girtibû, çewal (yan jî çal, bi tirkî "bidize!") û xirar piþt kiribû û ketibû banka xwe talan kiribû, ku perê xelkê ye û ji berika millet wê derkeve..

Murat û çeteya xwe hat girtin û hertiþt eþkere bû. Piþtî wê dor hate xwedî û berpirsîyarên bankên dinê.. Hayyam Garîpoxlu, Alî Balkaner, Cavît Çaxlar, Yavuz Zeytînoxlû û yên dinê..

Tu dibê li vî welatî diz dikelin, yan ji ezmanan dibarin..

Nuha li Tirkîyê herkes behsa wan dike. Rojname û têlevîzyon behsa wan dikin. Li malan, li qehwan, li mizgeftan xelk di derheqa wan da qise dike.

Madem ku îro, herkes behsa van dizan dike, ez dibêm êdî ne hewce ye em behs bikin, xwe biwestînin.. Ji xwe em zanin û tim dibêjin ku ev sazûmana Tirkîyê sazûmana zulm û dizî û derewan e. Lê tiþtek heye, pirkes behsa dizan dikin û heya dewlet bi xwe jî bi pêsîra hinekan girtîye, lê kes nabêje sebebê vê dizîya bê sînor, bê qeyde û bêperwa çi ye?.

Nuha hûn dikarin bêjin, di kapîtalîzmê da, di bazara serbest da ji xwe sermîyan li ser piþta xebatkaran kom dibe, dewlemendîya hinekan di saya xizanîya hinên dinê da ye; ango hin ji hinekan didizin, zagona bingehîn a vê sazûmanê ev e.

Ev yek rast e, lê bi tena xwe têrê nake ku sebebên talan û dizîya bêperwa ku îro li Tirkîyê dibe nîþande. Ev kesên ku îro di nav sîyasîyên Tirkîyê da, di hukumetê da, di medyayê da ji vê talan û dizîyê gilî gazinan dikin, ew jî sebeban îzah nakin, heya qet li ser nasekinin, nabêjin gelo "ev tiþt çima dibin, Tirkîye çima kete vî halî?.."

Sebep þerê qirêj e. Di rûbarî þerê Kurdan yê van 15-20 salên dawî da li Tirkîyê tu huqûq, tu dezge, tu sînor ne man. Dewlet bi xwe bû çete. Çeteyan bi alîkarî û piþtgirîya dewletê ticareta eroyînê kirin. Dewletê mesrefê þerê qirêj bi van pereyan derxist, bi van pereyan sîleh kirî. Her usa jî, bi mîlyaran, bi sedmîlyaran perê reþ, dolar û mark kete destê gelek kesan û wan bi rêyên dizî, lê bi îzna dewletê ew pere bi kar anîn. Banke û qumarxane vekirin, yan jî bankên dewletê kirîn.

Bi vî awayî ne kesên xwedî karxane û ticaretxane, lê qetilkar û diz bûn xwedî sermîyanê mezin. Hertiþt ji sînoran derket. Mirovên çavbirçî, tevî burokrat û sîyasîyên çavbirçî xezîne talan kirin. Perê reþ anîn welat, wek ku tiþtek firotine nîþan dan, ango ticareta xeyalî kirin, ser da jî ji xezînê pere stendin..

Sazûmana Tirkîyê di van 15-20 salên dawî da bû sazûmana haydûtan..

Belê sebebê bingehîn ev e û kes vî tiþtî nabêje, behsa þerê Kurdan nake. Hîn jî berpirsîyar û berdevikên vê sazûmana heram, bi yek devî pesna þerê qirêj didin, hebûn û heqê Kurdan nasnakin, aþitîyê naxwazin, li pêþ demokratîyê dibin wek sinc û kelem..

Heya ku sebep ji ortê hilneyên Tirkîye nikare bibe sazûmaneke paqij. Heya ku sebep ji ortê hilneyên Tirkîye nikare ji destê van zalim û zordestan, ji van diz û keleþan xilas be.

Derman naskirina hebûn û heqê Kurdan e, aþitî ye û demokratî ye. Di sazûmaneke han da rûyê van zaliman, diz û derewînan bi temamî eþkere dibe, hesab ji wan tê pirsîn.

Zulm, derew û dizî bi hevra dimeþe. Yên ku dixwazin pêþî li dizîyê bigrin, divê berî hertiþtî pêþî li zulm û derewan bigrin.

Lê îro, wek xelkê vî welatî ku bi destê van zaliman, diz û derewînan tê êþandin, tê þêlandin, tê tazîkirin û xapandin, tirsa me jî heye. Tiþtê ku eþkere bû hîn gelek kêm e. Ewê pêþî lê bigrin, dîsa perdeyekî mezin bikiþînin ser pîsîyên xwe, ewê çend kesên girtî jî ef bikin, berdin.

Nuha hazirîya vî karî dikin.

(*) Ev nivîsa Ferhad Can e, ji Roja Teze, hejmar 71 hatîye girtin.

 
PSK Bulten © 2001