Xeber
- Şirove
Îlon
2000
Konferansa
Partîyên Çep û Pêşverû li Stokholmê
Bi
pêşengîya Partîya Çep a Swêdê di
destpêka mehê da (1-3 İlon) li
Stokholmê konferansa partîyên çep û pêşverû yên welatên
Ewrûpa çêbû. Qasî 60 partîyên sosyalîst, komunîst, kesk û
pêşverû, her usa jî gelek sendîka û komeleyên xortan
û jinan, rêxistinên demokrat ji welatên cure cure nunerên
xwe şandin û di vê konferansê da beşdar bûn.
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
di bin serokatîya Sekriterê Giştî Kemal Burkay wek
heyetekê tevî vê konferansê
bû. Ji Tirkîyê jî bi navê Partîya Demokratî û Aşitîyê
(DBP) Sekriterê Giştî Fehmî Demir û bi navê Partîya Azadî
û Demokratîyê (ODP) Hayrî Kozanoglu di Konferansê da hazir
bûn. KOMKAR jî hatibû dawetkirin û di konferansê da cî girt.
Her usa, çend şexsîyetên Kurd jî ku li Swêdê dijîn û
endamên Partîya Çep in di konferansê da amade bûn.
Konferans roja aşitîyê ya
dinyayê, ango di yekê İlonê da di salona mezin a beledîya
Stokholmê da, bi axaftina Serokê Partîya Çep, Xanim Gudrun
Schyman dest pê kir,
piştra bi semînerên li salonên ABF’ê ajot.
Di van semîneran da li ser gelek
babetan afaftin çêbûn, ku piştî ketina dîwarê Berlînê
û têkçûna sîstema Yekitîya Sowyêt û yê welatên Paymana Warşowê,
derketin pêşîya tevgera çep. Di navbera wan da rewşa
tevgera çep ê Ewrûpa, globalîzm, Yekitîya Ewrûpa, pirsên sendîkayan
û jinan, pirsên parastina dorber, pirsên Qibrisê û Balkanan
jî hebûn. Pirsa Kurdî jî di destpêkê da wek babetê semînerekê
hatibû nîşandan; lê piştra îptal bû. Gotin di vî
warî da hazirî û daxwaz kêm
bûye..
Herçiqas nebûna pirsa Kurd di nav
babetên Konferansê da kêmasîyek be jî, Konferanas ji bo Partîyên
sosyalîst û pêşverû forumeke mihîm bû, him bi alîyê beşdarbûnê,
him jî bi alîyê babetên ku di rojeva konferansê da bûn. Piştî
têkçûna sîstema Sowyêt û
bi xurtbûna sîyasetên neolîberal, li dinyayê, mafên xebatkaran
wê çawa bê parastin, tevgera sosyalîst çawa berxwe bide, bo
parastina heqên civakî, yên jinan, bo parastina dorber divê
çi bê kirin, beşdar li ser van tiştan sekinîn, serê
xwe êşandin, dan û stendin.
Heyeta PSK di dema konferansê da
bi berpirsîyarên gelek partîyan ra sohbet kir û dosyayek da
wan ku bi zmanê İngîlizî hatibû hazirkirin û di derheqa
PSK û pirsa Kurd da bû.
Bahçelî li Dîyarbekrê..
Serokên MHP û HADEP’ê ji Hevdu
ra Çepik Kutan!
Dîyarbekir sala dawî bû rîya avê
ji bo serokên partîyan û berpirsîyarên dewleta Tirk. Ew wekî
tên li vir hedûra xwe tînin, sebra xwe fire dikin! Piştî
Demirel, Yilmaz û Eco jî çend car hatin çûn; çend roj berê
jî serokê MHP Bahçelî..
HADEP’îyan
Demirel bi def û zirnê û hella hela ezimandibûn. Ji Bahçelî
ra jî hurmeteke baş nîşan dan.. Herçiqas çend roj
berê serokbajarên HADEP’î (serokên beledîyeyên ku di destê
HADEP’ê da ne) ji merasîmên 30’yê Tebaxê (Cejna Serketinê)
hatibûn qewirandin jî
ne mihîm e! Serokê Beledîya Dîyarbekrê, Ferîdûn çelîk, baş
guh da gotin û şîretên “Serok” ku wî bi rîya “awûqatên”
xwe yên kurîye şandibû, ango hurmeteke mezin ji Bahçelî
ra nîşan da û jê ra usa got:
“Gelo, li cîyê ku şerê hevdu
bikin, werin em dest bidin hev û welat pêşva bibin!”
Kêfa Bahçelî û hevalên wî gelek
bi van gotinan hat û wan ji Çelîk ra çepik lêxistin. Rojnameyên
Tirk gelek bi kêfxweşî behsa vê bûyerê kirin û gotin:
Berî 12 İlonê dema Turkeş
hate Dîyarbekrê, xelkê qiyamet rakir,
ne karî qise bike û ji bajêr revî…"
Bi rastî jî usa bû. De keremke
li îro binêr, li vê ecêbê!..
Baş e, hevalno, madem roj
bihata weyê ji Demirel ra, ango ji serokê ve sazûmana zordest
ra çepik lêxista, we yê Ecoyê Qirok û serokên partîya Tirkeşê
zurok, ango yê gurê
dev bi xwîn himbêz bikira, hingê ewqas qal û qir, şer
û pevçûn ji bo çi bû?.
Dema hin kesan digotin, “emê
bi rê-olaxên aşitîxwaz berxwe bidin” we çima digot, “na,
îllahî şerê çekdar!”
Dema hin kesan digotin, “em Kurd
dikarin bi şiklekî federalî
bi Tirkan ra bijîn," we çima digot "na, îllahî dewleteke
cuda!.."
Hûn bi şerê çekdarî gihan
çi û ew “dewleta serbixwe” ka li ku ye?..
Lê tu were vê ecêbê ku, ewê ku
heya du şerê çekdarî digihandin ezmanan, nuha ji serokên
dewleta dagirker ra çepikan
lêdixin, ji dewleta Tirk ra diayan dikin..
Lê ji wê jî ecêbtir, hin kesên
ku duh ji bo şerê çekdarî û dewleta serbixwe ji wan ra
çepik lêdixistin, nuha jî ji vê “sîyaseta teze”, ango ji vê
rezîlîya ne dîtî ra çepikan lêdixin, pesna kemalîzmê û dewleta
unîter didin!..
Dibe ku ewqas qal û qir jî bo vî
tiştî bû. Dibe ku hinekan Kurd bi plan û dezge kirin
vê xeta şaş. Kurdistan ser û bin kirin, beşekî
Kurdan kirin qoricî, beşek koçber bû, ji welatê xwe revî.
Bi vî awayî hêza Kurd telef bû. Kurd di navbera
du agirî da man, perîşan
û belengaz bûn, ji şer û xirabî bêzar bûn. Nuha jî, ewê
ku bi navê rizgarîya Kurd û Kurdistanê derketibûn meydanê
û bûbûn sedemê vî şer û pevçûnê, dev ji doza Kurd û Kurdistanê
berdane, bi şiklekî eşkere ketine xizmeta dewleta
Tirk û Kurdên westayî û bêzar
teslîmî vê dewletê dikin…
Dibe ku ew, ta ji destpêkê lîstikek
bû.. Kurd hatine xapandin.
Belê usa bû. Eva lîstikeke xwînxwar
ya dema şerê sar bû. Kurd jî, heya xelkê Tirk jî bi destê
dewletê û maşikên wan hatin xapandin. Kurd
jî, feqîr-fuqareyên Tirk
jî gelek êşîyan. Bi hezaran mirov di vê şerê qirêj
da jîyana xwe windakirin, bi hezeran seqet bûn. Welat ser
û bin bû. Bîst sal di avê da çû û hîn bîst salê din jî ev
birîn derman nabin.
Hertişt li ber çavan e. Lê
kesên ku hîn jî nikarin rastîyê
bibînin em ji wan ra çi bêjin. Xwedê çavekî, yan jî piçek
aqil-îzan bide wan. Lê kesên ku naxwazin rastîyê bibînin,
ji bo wan qet çare tune û tu gotin pere nake; ew jî karê xwe
yö nexêr wê bimeşînin..
Ombudsmanek Têrê Nake..
Hukumeta Tirk,
wekî hertiştê xwe temam e, nuha jî hewl dide sazîya ombudsmanî
avabike wek hin dewletên medenî. Ombudsmanî sazîyeke usa ye
ku çavê xwe li ser kar û barê dewletê ye, li heq huquqê welatîyan
dipirse, lê nikare bi zorê tiştekî bide kirin, wek şêwirmend
e.
Nuha hûnê bêjin,
ev çi mesele ye û ji ku derket? Pêşengîya vî karî Wezîrê
Adaletê Hîkmet Samî Turk dike. Lê xuya ye dîsa tilîya Eco
di vî karî da heye. Eco xwe çirand, lê ne karî Demirel careke
din bike serokkomar. Dîsa jî li gor bejn û bala wî li karekî
digere. Serda jî Eco nuha
ji Serokkamar Sezer gelek aciz e, dixwaze Demirel bi navekî
din derxe pêşberî wî, hêfa xwe jê bistîne…
Bejna Demirel jî maşalla
bejn e, stû qalin, zik mezin e!..
Xuya ye, Demirel nah şunda
jî bi navê ombudsmanî li heq huquqê me
bigere.. Gelo êdî di vî karî da xêr dimîne?.
Madem usa ye, bila gur jî ji
berxan ra bikin ombûdsman!
Ji xwe tirsa me hebû ku ev Demirel
bikeve gorê jî dîsa pêsîra me bernade, bela xwe ji me nagerîne.
Va ye bi rastî jî usa ye. Heya kevirê teneşîrê jî nikare
Eco û Silo pak bike. Ewqas
sal û ewqas car serokwezîrî kirîye, piştî wê heft sal
jî serokkomarî kirîye, sal gihaye 80, lingekî wî li çalê ye,
dîsa jî çavê xwe têr ne bûye.
Belê, usa xuya ye, Demirel wê
bibe Ombusman. Lê yek têr nake, bila dudo be. Demirel nikare
temsîla Kurdan bike, bila ombûsmanekî me Kurdan jî hebe!
Bona vî karî pêşnîyara me
“Zatê İmralîyê” ye. Xwedî gelek zanîn û tecrube ye, divê
gel û welat jê îstîfade bike!..
Ji xwe xizmetekî baş dike,
qe nebe, bila ew xizmet bibe karekî fermî..
Demirel û "Muzeya Demokrasîyê"
Ji bo Demirel li wîlayetê Îsparta,
di gundê wî da muzeyek çêkirine û nav jî danîne "Muzeya
Dmokrasîyê!"
Demirel bi xwe dibêje: "Emsalê
vê muzeyê li dinyayê tune. Ji ber ku ev çîroka pêncî salî
ye û emsalê vê çîrokê tune!.."
We dît, Demirel
xwe wek qumaşê Hîndê dibîne ku tucar bi dest nakeve!
Qîmeteke mezin dide jîyana xwe, bê emsal dibîne û xwe wek
tîmsalê demokrasîyê dihesibîne…
Şik tune ku Demirel êdî bi
laş û raman bûye malê muzexanan. Lê ger meriv navê wî
û navê demokrasîyê bîne ba
hev, ev dibe heqereta herî mezin ji bo demokrasîyê.
Pêvendîyê Demirel û demokrasîyê
wek pêvîndîya du dijminan e. Ger pêncî sal nebe jî, ew çil
salê emrê wî yê dawî ku di sîyasetê da derbaz bûye, bi vir
û derew, bi dizî û talan hatîye rêsan. Wî, berî hertiştî
malbata xwe ji pişta dewletê dewlemend kirîye. Wî zulmeke
nedîtî kir li xebatkaran, li xortan, rewşenbîran. Ew
qol û çeteyên faşî, di salên 1965 vir da, dest pê kirin
û di bin perê wî da xurt bûn. Ew Demirel bû ku digot: “Hûn
nikarin bi min ra bidin gotin
ku milletperest merivan dikujin!” “Milletperest” jî faşîstên
Tirk, “gurên gewr” bûn. Şerê qirêj ya dijî gelê Kurd
di dema Demirel da geş û giran bû. Pênc sal berê li Sêvasê,
dema ku 40 ronakbîr û pêşverû di otêlekê da bi destê
kevneperest û hovan hatin şewitandin Demirel serokkomar
bû, wî bi têlefonan polêz û leşker îdare kir, “got nebî
nebî pozê xelkê xwîn be!” Ango, polêz û leşker ji xwe
dijminê Kurdan, Elewîyan, rewşenbîr û çepan bûn; lê Demirel
jî pişt da wan û kevneperestan, bi
vî awayî bû sebebê kuştina ewqas însanên hêja û delal.
Demirel tenê ji bo menfeeta xwe
xebitî, ji bo xwe xwest. Ne demokrasî, ne welat û millet di
bîra wî da ne bû. Ew demagog û derewînê, durû û egoîstê herî
mezin e li vî welatî.
Yên ku Demirel wek mucahîdê demokrasîyê
bi nav dikin, ew jî derewîn û sextekarên wek wî ne.
Bankên ku Têkçûn û Malbata
Demirel
Di van rojana da nûnerê ÎMF Cotarellî
dîsa li Tirkîyê ye û ji hukumeta Tirk dixwaze ku di warê aborî
da hin tevdîrên teze bistîne. Dibêje: "Divê
hûn yan beş û salmeyên teze bavêjin ser gel, yan jî mesrefên
xwe kêm bikin.” Ev herdu tedbîr jî wê bibe barekî teze li
pişta xebatkaran. Ji ber ku li vî welatî yê ku beş
û salme didin ew in. Kêmbûna mesrefan jî bibê nebê ji mesrefên
civakî dibe ku karker û karmend
wê zirarê bibînin.
Ev hemû ji bo mîlyarek dolar
e ku ÎMF dên bide Tirkîyê..
Baş e, ew dênê ku heya îro
hatin girtin çi bûn? Tirkîye wek tûrekî kun e, çi bikîyê dirije
diçe.
Hîn çend meh berê, heyşt bankên
şexsî îflas kirin û zirara ku wan da Tirkîyê
8,3 mîlyar dolar e!.. Yên
ku bûn sebebê vê îflasê xwedîyê bankan bi xwe bûn. Wan banke
talan kirin, hundurê wan vala kirin. Lê dewletê soz da miştêrîyan
ku zirara wan bide. Ango ew zirar jî dîsa ji pişta gel
derkeve. Bi vî rengî ye kar û barên Ecoyê
dirist!..
Yek ji xwedîyê
van Bankan, ya Yurtbankê, birazîyê Silo, Murat Demirel e.
Wî 1,3 mîlyar dolar birîye. Bankê îflas kirîye lê kêfa Murat
beg li cî ye. Li Qeyserî eskerî dike, dema terhîsê teyareya
xwe ya şexsî tê ber lingan. Serokkomarê 9’an, Apê wî
Demirel jî tevlê…
Bank-Ekspresê jî 1,8 mîlyar
dolar winda kirîye. Xwedîyê vê Bankê jî Cawît Çaxlar e, Nas
û dostekî Demirel e..
Zirara Esbankê 650 mîlyon dolar
e. Xwedîyê wê jî Alî Balkaner e û dîsa merivekî Demirel e..
Şik tune ku ewê din jî hemû
nas û dost û merivên Demirel
in!
Nuha hazirî heye ku ev Demirel
bibe Ombudsmanê sereke û heq-huqûqê xelkê biparêze, neheqîyan
doz bike û rast bike…
Gulê were bin tuyan!
We dît, diz û keleşên vî welatî
çiqas jî çavvekirî ne, çawa hespa xwe bi singên xurt girê
didin…
Çend roj berê arşîva (depoyê
ewraqan) “Daniştayê” (mehkemeyeke bilind e ku kar û mesrefên
dewletê qontrol dike) şewitî çû. Van rojana jî li gelek
cîyan di daîrên hukumetê da depoyên ewraqan dişewitin.
Xuya ye diz û keleş doz û delîlan winda dikin..
Walle, ew ji
bo ku dizîya xwe veşêrin, dikarin temamîya Tirkîyê bişewitînin!
Ji Şerê Qirêj Kê Çi Qezenç
Kir?
Li Tirkîyê derdorên nijadperest
û şovîn, qelemên kirêkirî li medyaya şerxwaz, pesn
û senaya şerê qirêj didin ku 15 sal e dijî Kurdan tê
kirin û dibêjin, leşkerê me bi serketîye. Dibêjin, têştê
ku leşkerê Tirk kirîye tu ordîyekê ne karîye bike…
Gelo, ew bi rastî serketin e?
Ger usa ye, dijî kê?.
Ev "serketin" herhal
ne dijî PKK ye. Ji ber ku wan PKK bi destê xwe çêkirin. PKK,
bi gotina Apo, piştî
sazbûnê sê salan, dewleta
Tirk çi jê xwest bi cî anî û nuha jî dîsa di xizmeta wan da
ye..
Xuya ye ev "serketin"
yan jî "zorbirin" dijî gelê Kurd e.. Kurdistan ser
û bin bû. Bi dehhezaran xortê kurd û însanê me yê masûm, jin
û zarok, kal û pîr hatin
kuştin; bi hezaran gund û dehan bajar hatin hilweşandin
şewitandin; bi mîyonan kurd ji warê bav û kalan hatin
derxistin, koçber bûn… Belê, ewqas xirabî tu ordîyekê bi dijminê
xwe ne kir! Ne leşkerê Fransî li Cezayîrê, ne Amêrîkîyan
li Wîetnamê, ne jî Portekîzîyan
li Kongoyê kir…
Ka we digot “Kurd jî Tirk in”,
we digit “Kurd bira ne”, ne usa?.. Gelo Tirk bi Tirk, bira
bi bira van tiştan dike?
Xuya ye di sisêyan da yekê 65
mîlyonan, ango bi kêmayî 20 mîlyon însanê vî wellatî ne bira,
lê "dijmin" bûye.. Di sisêyan da yekê "welat"
jî bi rastî erda dijmin bûye…
Li dawîya 15 salan qe nebe ev
rastî derkete meydanê. Yek ji mana "serketinê" ev
e..
Digel vê, tevî 20-30 hezar Kurd
(ku ew “dijmin” in û qîmeta wan tune!) çend hezar xortê Tirk
jî di şer da mirin.
Yek ji berhemê "serketinê" jî ev e.
Lê ew Kontrgerîlla, JİTEM,
İBDA-C, heya PKK’ya ku ji bo şerê hêzên çep û ji
bo şerê Kurdan hatin avakirin?!. Lê dema ku PKK ji bin
destê wan derket, Hîzbullaya ku dijî wê hat avakirin?!.
Lê xurtbûna nijadperestî, şovinî
û kevneperestî, wek berhemê
vê sîyasetê?.
Lê dîsa wek berhemê vê sîyasetê
ku dewlet û sîyaseta Tirk bû hêsîrê ticareta narkotîkê û perê
reş, bi mafyayê ra hat girêdan û bû çete?.
Lê bajarên ku ji ber koç û reva
Kurdan dar û dezgeyên wan xirab bû? Lê civaka ku di rûbarî
şer da hînî qal û qir, kuştin û xirabî bû, nexweş
ket?.
Lê xurtbûna mîlîtarîzmê û perîşanîya
demokrasîyê?.
Serda jî, mesrefa ku dewleta Tirk
di van 15 salan da ji bo şerê qirêj kir, gor gotinên
resmî ji 100 mîlyar dolarî zêdetir e.
Lê ger meriv hesabê aborîya
Kurdistanê bike, ku di dema şer da ser û bin bû û hîn
jî usa ye, dema hesabê zirara tûrîzmê û zirarên dine bike
ku di rûbarî şerda çêbûn, hingê zirara dewleta Tirk,
gor hin pisporan ji 400 mîlyar dolarî zêdetir e.
Belê, ew kesên ku digotin "Kurd
jî bi eslê xwe Tirk in” û “Kurd jî bira ne”, li cî yê ku heqê
Kurdan bidinê û li welat jîyaneke aşitîxwaz ava bikin,
şerê Kurdan kirin, welat ser û bin kirin û bi sedmîlyaran
dolar heba kirin, nuha jî bo mîlyar dolarî xwe avêtine dest
û pîyên ÎMF… Lê li vî halî jî nanihêrin û behsa serketinê
û zorbirinê dikin!.
Çi serketin, çi serketin!..
Serketina Pîrûsê ji vê sed qatî
çêtir e!
Ger aqlê we hebana, we ev kar jî
ne dikir û ev gotin jî.. Kesî ji vî şerî tiştek
qezenc ne kir. Kurdan jî
Tirkan jî tenê zirar kirin. Him jî zirarên pir mezin…
Bona vê yekê, ger îro qefleyê rebenan
ku mêjîyê wan hatîye şûştin, li kûçe û kolanan ji
we ra çepikan lêxin jî, dîrok sibê we gunekar û rûreş
bike, ne tenê ji bo ewqas zulm û zordestî, her usa jî ji
bo ewqas ehmeqî!..
Tirkîye Peymanên YM Mor Nake
Di meha îlonê, hefteyê pêşîn
da civîna Rêxistina Yekitîya Milletan a herî bilind, ango
“civîna mîlenyûmê” çêbû. Serokkomar yan jî serokwezîrên ji
180 zêdetir welatan bona vê yekê li Newyorkê civîyan.
Serokan
di civîna giştî ya RYM da qasî pênc deqqe qisekirin û
tiştên xweş gotin. Belavoka dawî jî dîsa bi van
gotinên xweşik dagirtî bû. Lê helbet, şik tune ev
gotin jî, wekî wan esasên xweşik ku di daxuyanîya Yekitîya
Milletan a 52 sal berê da cî girtibûn, wê
dîsa bi piranî li ser kaxizê bimînin. Herçî dewletên xurt
û zordest dîsa ya xwe bikin..
Serokê dewleta Tirk Sezer jî
tevî vê civînê bû. Sezer huqûqnasekî baş e gor hal ü
hewalê vî welatî û li wir jî gotinên baş kirin. Lê him
huqûqnasîya wî, him jî gotinên wî yên xweş helbet nikarin
rewşa Tirkîyê biguhurin. Dewleta Tirk ku em baş
nasdikin, wê dîsa dijî guhartinê derkeve û çiqas ji dest bê,
vê sazûmana kevn, hov û zordest biparêze.
Vê yekê di dema vê civînê da jî
xwe nîşan da. Herçiqas Sekriterê Giştî yê
Yekitîya Milletan jê daxwaz kir jî, Tirkîyê gelek peymanên
Yekitîya milletan dîsa mor ne kir.
Di nav van peymanan da çend protokol
hene. Yek ji wan Protokola Dawî ya Peymana Mafên Şexsî
û Sîyasî ye. Tirkîyê “Peymana Mafên Şexsî û Sîyasî” mehkî
berê mor kiribû, lê protokola
wê mor nake. Ji ber ku ev protokol ceza dardakirinê radike
û heq dide herkesî ku bikaribe doz û gilîyê xwe bibe Yekitîya
Milletan, kîngê heqê wî hat xwarin. Tirkîye caran peymaneke
usa mor dike!.
Wezîrê derva yê Tirkîyê, İsmaîl
Cem, ku mirovekî rewşenbîr û nazik e, nîyeta xwe venaşêre
û usa dibêje: “Bo tirsê sebep tune, ew peymanên ku me mor
kirine bê zirar in, kes nikare tiştekî bi me bide kirin.”
Helbet, divê usan be! Tirkîye tenê wan tiştan mor dike
ku wê mecbûr nake tiştekî bike, ango
bê zext in. Xûy û adetê van mirovan usa ye..
Di nav wan peymanên ku Tirkîyê
mor ne kirine evên jêrîn jî hene:
Protokola di Derheqa Mehkema
Cezayê ya Navnetewî.
Protokola ku jî Mînan (mayinan)
û Hin Silahên Dinê ra Sînoran Datîne, Yan jî Wan Qedexe Dike.
Prtokola Kyoto di Derheqa Dorber
da.
Xuya ye ku Tirkîye serê xwe bi
van tiştan naêşîne.
Nîyeta wê tune ku heq û azadîyên welatîyên xwe bidîyê û hukma
mehkemên navnetewî nasbike. Ewê dîsa bi kêfa xwe dorber qirêj
bike, bi rîya mînan û silahên dinê Kurdistanê dîsa bike cennime…
Heya ku Tirkîye van protokolan
mor neke, ew kesên ku heqên wan bê xwarin, yan neheqî li wan
bibe, her usa jî Kurd, wê ne karibin wek şexs doza xwe
bibin Yekitîya Milletan. Lê, Komîteya Heqên Mirovî ya YM dikare
raste rast bi xwe lê binêre,
gelo Tirkîye gotin û berpirsîyarîyên xwe bi cî tîne yan nayne.
Welatên dinê jî dikarin li
tirkîyê gilî bikin, ango vê pirsê bikin rojeva sazîyên Yekitîya
Milletan. Ango nah şunda zêdetir rê û olax hene ku pirsa
Kurd di sazîyên YM da bên qisekirin.
Rû û Deftera Tirkîyê Dîsa
Reş e
Human Rîghts Watch rêxistineke
navnetewî û mezin e di warê mafê mirovan da. Meriv dikare
bi Kurdî bêje "Çavnêrê Mafê Mirovan".
Vê rêxistinê vê dawîyê raporeke
teze derxist li ser mafê mirovan û tê da cîyekî fireh
daye Tirkîyê. Di vê raporê da tê xuyakirin ku rewşa Tirkîyê
di vî warî da ne guharî ye. Raportorê ser Tirkîyê Jonathan
Sudgen dibêje ku, Tirkîye di pêkanîna reforman da gelek bêdil
û giran e. Pirsan çareser nake, lê bi hin tiştên piçûk
waxt derbaz dike. Di raporê da tê gotin ku par, berî civîna
Helsînkîyê, Tirkîyê bo ku dilê Ewrûpîyan xweş bike, serokê
berê yê Komela Mafên Mirovî, Akin Bîrdal ji hepsê derxist,
hin rojnamevan jî berdan, lê piştra dîsa Bîrdal kir hepsê
û nuha gelek rojnamevan jî dîsa di hepsê
da ne.
Rapor, her usa jî Yekitîya Ewrûpê
gunekar dike, ji bo ku di warê mafên mirovî
da Tirkîye hiştîye halê xwe, tiştekî jê napirse.
Human Rîghts Watch ji YA dixwaze
ku, di Senedê Şirikatîyê da –ku di meha yanzde da wê
bê qebûlkirin- hertişt bi zelalî
hûr hûr bê nivîsandin.
Xuya ye bawerîya kesî bi hukumeta
Tirk tune..
Alîkarîya Aborî bi Pirsa Kurd
va Hat Girêdan
Parlamena Ewrûpê di destpêka
meha İlonê da biryarek girt û dewleta Tirk gunekar kir
ji bo êrîşa wê ya 15 Tebaxê ku dijî Kurdistana Başûr
pêk hat û gelek gundîyên kurd hatin kuştin. Lê hukumeta
Tirk dîsa fedî ne kir û got “ev biryara PE ji ber malûmatên
kêm û şaş e…”
Parlamena Ewrûpê her usa jî ji
bo fînansekirina hin projeyên aborî li Tirkîyê destûrek hazir
kir û biryar da ku ewê berî hemûyan alîkarîya wan projeyan
bike ku li kurdistanê pêkbên. PE, dîsa biryar da ku,
ew alîkarîya aborî ji bo Tirkîyê, ku nêzî mîlyarek euro ye
û çar sal e hatîye sekinandin, bi şertê çareserkirina
pirsa Kurd û naskirina heqên hûrgelan, serbest bihêle. Komîsyona
Ewrûpê jî ev biryar testîq kir. Bi vî awayî Yekitîya Ewrûpa
nîşan da ku, raya xwe li ser Şertên Kopenhagê wek
hukumeta Tirk nine. Hukumeta Tirk hewl dide naveroka “Şertên
Kopenhagê” vala bike û berpirsîyarîya xwe di derheqa pirsa
Kurd da bi cî neyne; lê xuya
ye Ewrûpa wek Tirkan nafikire û dixwaze ku Pirsa Kurd çareser
be û heqê hûrgelan jî bê dan.
Eva tiştekî baş e.
Xuya ye vêcar bo sazûmana zordest a Tirk ne hêsan e dinya
alemê bixapîne. Ewrûpa razî nabe ku normên xwe bide bin lingan
û welatekî wek Tirkîyê bi hemû xirabîyên xwe, bi eza-cefa,
nijadperestî û zordestîya xwe, bigre nav xwe. Eğer Tirkîye
dixwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpa, divê biguhure; wekî din
rê tune.
Lê dîsa jî ev helwestê baş
ê Ewrûpa ji bo çareserkirina pirsa Kurd têr nake. Berî hertiştî
divê Kurd bi xwe hişyar bin, organîze bin û baş
ber xwe bidin. Li welatê
me dibêjin, heya zarok negîre, jê ra memik tune.
Koça Ber bi Ewrûpa ji Ser
Tirkîyê ra Dibe
Hukumeta Belçîka eşkere kir
ku, derbazkirana mirovan bi rîya îllegal piranî bi ser Tirkîyê
ra dibe. Dozgerekî Belçîkî bi navê Sîjpt, tevî komek hevalên
xwe heyşt salan li ser vê pirsê xebitî û raporek hazir
kir. Gor vê raporê li Tirkîyê polêz û karmendên gumrukê bertîlê
distînin, pas û vîzeyên sexte hazir dikin û mirovan bi dizî
derbaz dikin.
Ev xeber ji rojnameya Amêrîka
ya bi nav û deng, Wall Street Journal ra jî bû xeber. Rojnamê
rûpelekî temam da vê xeberê.
Ev rapor rast e û li cî ye. Lê
şik tune, ev karê mezin ne tenê bi destê polêz û karmendên
gumrikê dibe. Gunehê dewleta Tirk
jî di vî karî da pir e. Ger dewlet rê nede çawa ewqas mirov
dikare ji ser Tirkîyê derbaz be. Dewlet xasima alîkarîya vî
karî dike, da ku Kurdistanê ji Kurdan vala bike.
Rapora Banka Dinyayê:
"Bendê Îlisu Dibe Sebebê
Koçberîya Kurdan…"
Gor raporeke teze ya Banka Dinyayê,
Bendê Îlisû ku li ser çemê Dîclê çêdibe, wê bibe sebebê koça
75 hezar Kurd. Bi taybetî hêla Batmanê ji vê yekê zirareke
mezin wê bibîne. Tirkîyê di raporên xwe da gotibû ku, tenê
25 hezar nifûs wê ji erda xwe derkeve.
Rapora Banka dinyayê jî nîşan
dide ku bi çêkirina vê bendê him gelek cî û berhemên dîrokî
yên hêja, him jî axeke fireh û bîhn ü bireket di bin avê da
dimîne, him jî 75 hezar Kurd ji warê bav û kalan derdikeve,
koçber dibe. Di raporê da her usa jî wek pêşnîyar tê
gotin, pereyê ku Banka
dinyayê bo vê projeyê bide, divê berî hertiştî ji bo
cîkirina xelkê mintiqê, bo peydakirina kar ji bo wan û ji
bo pirsên dinê bên serfkirin,
ku di rûbarî çêkirina vê bendê da derdikevin holê.
Belê, Banka Dinyayê jî qebûl
dike ku ev bend wê dîrokeke dewlemend winda bike û bi dehhezaran
Kurd koçber bike. Lê dîsa jî çima alîkarîya vê projê dike?
Em bêjin dewleta Tirk guh nade hêjayîyên dîrokê û dixwaze
Kurdan birevîne; lê biyanî û sazîyên navnetewî çima berpirsîyarîya
xwe bi cî naynin?
Nêçîra Cazûyan û McChartîzm..
Pêvajoya 28 Sibatê berdewam e.
28 Sibat cureyeke derba askerî
bû. Leşker got tevgera şerî, ango kevneperestî xurt
dibe û ew kire mane, zext
li hukumetê kir ku ew dijî sazî û rêxistinên îslamî tevdîrên
xurt bistîne. Leşker
dîsa ew kire mane û dijî
hemû guhartinên demokratîk derket, ku rakirina yan jî guhartina
bendê 312 ya Qanûna Cezayê jî di nav da bû.
Belê, bi
rastî jî tevgera şerî, yan jî bi
gotineke din İslamê
radîkal di wan neh-deh salên
dawî da gelek xurt bûbû. Lê berpirsîyarê vî tiştî
ne tenê sîwîl bûn, berpirsîyarîya
leşkeran ji ya sîwîlan
ne kêmtir bû. Çi sîwîl, çi esker, rêvebirên vî welatî hêzên
îslamî bi destê xwe rêzkirin, xurt kirin û dijî hêzên çep
û tevgera Kurd wek panjehrê bi kar anîn.
Hukma faşî ya 12 İlonê
hêzên çep û demokrat perçiqand, mektebên îmamhatîban gelek
zêde kir, li hemû mekteban dersên dînî danîn û bi vî awayî
bîr bawerî û rêxistinên şerî
gelek xurt kir. Lê dema ku
tevgera îslamî mezin bû êdî xwest bê ser hukim û daxwazên
xwe bi cî bîne, hingê hêzên kemalîst ew wek xetereke mezin
nîşandan û xwestin vê
hêzê dapêçînin.
Xelkê vî welatî jî wek sêrkarekî
di trîbûnan da rûniştîye
û wekî li lîstika gogê sêrdike..
Gog di navbera du kelehan da tê û diçe û ew fêm nakin gelo
ev çi mesele ye. "Dijminên mezin" yek diçe
yek tê û paşayên me tim
welat xilas dikin!.
Ev dînîtîya ku tim li dora xwe
dijminên xeterbar dibîne, giha wê derecê ku, heya carina
leşker û hukumet tê himberî
hev.. Leşker hukumetê gunekar dike,
dibêje tevdîrên baş
nastîne. Çend roj berê Serokê
Rêvebirê Giştî yê Leşkerê
Tirk, Kivrikoglu, di axaftina
xwe ya 30’yê tebaxê da got ku şerîetperestî ketîye nava
sazîya edaletê û heya hin
serokên sîyasî jî piştgirîya
terîqetan dikin.
Piştî
vê gunekarkirinê, berî herkesî
navê Ecoyê Serokwezîr hate bîrê. Ji ber ku ew dostê serokê
Nûrcîyan, Fetullah Gulen e. Çend roj berê, dema di derheqa
Gulen da biryara girtinê
derket, Eco xemgînîya xwe nîşan da. Ji
xwe pêvendîyên wî û Gulen ji
berê da baş in. Ewî
gelek caran pesna Gulen û mektebên wî dan. Eco gelek waxt
e ku pêvendîyên xwe bi hin
terîqetan ra xweş dike,
da ku dengên wan bistîne.
Şik
tune ku ev jî ticareta dîn e. Eco durûtîyê dike. Berekî va
xwe wek mirovekî rewşenbîr,
himçax
û laîq nîşan dide, berekî
va jî bo berhevkirina dengan bi ehlê terîqetan ra dide distîne.
Eco him vî tiştî
dike, him jî qismek ji
memûrên dewletê wek “cudaxwaz û şerîetperest” nîşan
dide û bo derxistina destûra
dijî wan ecêban dike, xwe didirîne. Ji
ber ku, leşker jê xwestîye vê destûrê rojkî berê derxe
û memûrên ku ne gor dilê
wan e, bê mehkeme û bê pirs ji kar bavêje. Ecoyê Serokwezîr,
him jî şair,
"himçax û demokrat", li himber eskeran wek nefer
û xizmekar e..
Helbet, kesê ku him ticareta dîn
îmanê dike, him jî li himber eskeran xulam xizmekar e, ne
tenê Eco ye. Serokkomarê 9’an Siloyê Gerdenga hoste û
pîrê van karan e. Yek jî Demirel e, ku ji
Gulenê Nurcî dîyarî û nîşan stendîye! Lê Kîngê Generalan
lê zorkirin, ew jî wek qeremanekî
dijî "kevneperestî"yê derket, bi
zmanê leşkeran qisekir..
Piştî
axaftina Kivrikoglî sîyasetvanên
bi nav û deng, çi perê hukumetê, çi yên muxalîf wek çivîkên
ku baz dîtine, bêdeng bûn. Tenê Wezîrê Adaletê Hîkmet Samî
Turk dengê xwe derxist, got, heqê kesî tune ku bê doz û delîl
hakim û dozgeran gunekar bike.
Her usa jî got, ew şaşî ye meriv
hemû karmendên dewletê wek
kevneperest nîşan de û dijî
wan dest bi "nêçîra cazuyan" (pîrhevokan) bike..
Evtişt piştî
Şerê Mezin ya 2’yan,
li Amêrîkê dijî komûnîstan hat kirin, ku McChartîzm e.
Evana gotinên
xweş in
û baş in. Rast in jî.
Lê ev H. Samî Turk ku di hukumeta Eco da wezîrê edaletê ye
û va ye çend meh in şer
dike ku girtîyên sîyasî bike
mapisxaneyên "tîpa F", da ku wan li wê derê him
bi laş, him
jî bi ruhîyet teslîm bigre, telef bike. Gelo bawerîya kê bi
wî tê?
Her usa jî, Samî Turk heya îro
li ku bû? Heya nuha çima McChartîzm tucar nehate bîra wî û
demokrasî ne parast?
Di sîyaseta vî welatî da durûtî
tiştekî adî ye, bûye
adet. Ev kesên olperest ku îro bûne hedefê tîrên kemalîstan,
ew jî usa nin. Ew bi salan
bûn destik û maşikê
dewletê, yên hêzên zordest û dijî hêzên çep û demokrat, dijî
Kurdên welatparêz mîlîtanî kirin. Wan tevî nijadperestan,
ango tevî “gurên gewr” şerê Kurdan kirin,
bûn peyayên rêxistinên wek
Hîzbullah û İBDA-C, xwîn rijandin.
Heya 4-5 sal berê li Sêvasê 40 mirovê
rewşenbîr saxe-sax şewitandin.
Dema ev tiştên kirêt
dikirin tucar demokrasî ne hate bîra wan. Ew jî di dijayetîya
demokrasîyê da, di dijayetîya Elewî û Kurdan da tim bi yê
dinê ra bûn. Ji xwe usa nebana,
rewşa welat jî îro ewqas xirab
ne dibû û nuha çerxa zulm û kevneperestîyê hatibû
şikandin.
Çare ev e ku em xelkê vî welatî,
hemû bi hevra û ji bo herkesî azadî û demokrasîyê bixwazin.
Çare ev e ku herkes ji hebûn û ferqê yê dinê ra hurmet bike
û razîbe ku li gel wî bê qal û qir bijî.
Heya ku piranîya xelkê vî welatî
vî tiştî fêm neke û
helwesteke baş negre, ev welat ji
demokrasî û aşitîyê
wê bêpar bimîne û ev êş,
eza û cefa her hebe.
Serokê Mehkema Temyîzê (yargitay)
birêz Samî Selçûk, çend roj berê, dîsa axaftineke delal kir.
Ji niqteyekî pê ve (ku wî jî behsa hewcedarîya dewleta unîter
kir) axaftina wî gelek baş
bû. Şik tune ku li vî
welatî mirovên dûrbîn, demokrat wek Samî Selçûk hene. Divê
firsend bikeve destê mirovên han. Sîyasetên teze û mirovên
teze dikarin welat jî vê tengasîyê xilas bikin.
Yê ku êdî dema xwe temam kirine,
rizîne û xurufîne, cîyê wan jî gemarxane ye, yan jî timarxane
ye..
|