PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Xelîl Dostkî Çûye Ser Dilovanîya Xwe

Tekoşereke Kurd û endamê Yekitî Niştimanî Kurd-YNK, Xelîl Dostkî gihîşte dilovanîya xwe. Xelîl Dostkî, zabitekeka leşkerê Iraqê bû, di heyama şerê İran û Iraqê da, leşkerê Saddam bi cî hiştî bû, bibû peşmerge.

Xelîl Dostkî xebata xwe, ta mirinê di rêfa YNK’ê da domand. Xelîl Dostkî Cigîrê Serokê Hukumeta Heremî li Silêmanî û Vezîrê Komînîkasyonê (Posta û telefonê) bû.

Sekretere Gîştî ya PSK Mesud Tek li ser vefeta Xelîl Dostkî peyameka serxweşî bo Mam Celal Telabanî û Behram Salîh şand û serxweşîya endam û kadrên partîyê peşkeşê wan û malbata Xelîl Dostkî kir.

Peyamên Mesud Tek bi vî awayî ne: 

Bo Sekreterê Giştî a YNK Mam Celal Telabanî,

Hêja Mam Celal,

Me bihîst, ku yek ji tekoşerên YNK, Kak Xelîl Dostkî çûye ser dilovanîya xwe. Bı vê xeberê em gelek xemgîn bûn.

Ez bi navê endam û kadrên PSK, serxweşîya xwe peşkeşê we û bi reka we peşkeşê malbata Xelîl Dostkî dikim.

01.03.04

***

Bo Serokê Hukumeta Heremî li Silêmanî,

Serokê hêja,

Me bihîst, ku Cigîrê Serokê Hukumeta Heremî li Sılêmanî û endama kabîneyê we Kak Xelîl Dostkî çûye ser dilovanîya xwe. Bi vê xeberê em gelek xemgîn bûn.

Ez bi navê endam û kadrên PSK, serxweşîya xwe pêşkeşê we û bi reka we pêşkeşê malbata Xelîl Dostkî dikim.

01.03.04 

 
 
PSK Bulten © 2004