PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Xelk sîlehan kêm dike, Tirk zêde dikin

Gor raporên Yekitîya Milletan piştî sala 1990, Ango piştî têkçûna Yekitîya Sovyêt û sîstema sosyalîst li Rojhilata Ewrûpê, li welatên pêşveçûyê kirîna sîlehan kêmbû. Lê li welatên dinê dîsa wek xwe ma, heya li hin welatan mesrefê eskerî zêde bû. Yek ji wan Tirkîye ye.

Ango nanê feqîran tune lê perê xwe didine sîlehan û şerê hevdu dikin.. Gor Enstîtûya Aşitîyê ya Navnetewî li Stokholmê, sala 1999 di dinyayê da perê ku çûye sîlehan di sedî da 2 zêde bûye û bi temamî 800 mîlyar dolar e. Li alî dinê jî li welatên paşvemayî birçitî, nezanî û nexweşî gelek fireh e. Hatina sê mîlyar kesan, ango nêvîyê nifûsa dinyayê, rojê ji du dolaran kêmtir e.

Tê gotin ku di dinyayê da şer û berberî berdewam e. Ji sala 1990 vir da 5 mîlyon kes di şer da mirine, bi mîlyonan kes jî koçber bûne. Şer û berberî him sebebê sîleh kirînê ye, him jî berhemekî wê ye.

Li dinyayê di sedî da 2,5’ê hatina mirovan diçe sîlehan. Li Tirkîyê ev derece du qat e, ango sedî da 5’ê hatina Tirkîyê diçe sîlehan. Di dinyayê da sedî da dehê botçeyên welatan diçe mesrefê leşkerî; lê li Tirkîyê ew sedî da 30-40 e!..

Li vî welatî şer û berberî kêm nabe. Dewleta Tirk şerê der û cîranan dike, şerê Kurdan dike û ger kesî nebîne, şerê xelkê xwe dike..

Bi vî awayî nanê gel jî dibe qumbele û fîşeng; xelk birçî, bêmal û betal dimîne.

 
PSK Bulten © 2001