Xwedê ji te razîbe
ÎMF!
Li Tirkîyê edalet tune. Çawa
hebe? Di botça dewletê da para edaletê sedî da yek jî nîne,
lê para eskerîyê sedî da 34 e!
Hatina Tirkîyê ji xwe ne tiştek
e, lê ya heyî jî diçe eskerîyê, dibe tank û top, dibe keştî
û balafirên şer…
Xelk ji bona vê yekê feqîr e.
Sedemê bettalî û birçitîyê ev e.
Dema welat di warê aborî da dikeve
tengasîyê ji xelkê ra dibêjin “kemberên xwe piçek teng bikin!“
Lê tenê kembera feqîran tengtir dibe, ne yê dewlemendan. Beş
û salmeyên teze tim li wan bar dibe.
Meeşê memûr û karkeran sal
bi sal kêm dibe, lê mesrefê eskerî qet kêm nabe, sal bi sal
zêde dibe…
Memûr û karker carina bi kûçe
û kolanan dikevin, ji hukumetê gazinan dikin, lê qet nayê
bîra wan ku bêjin: "Para eskerîyê kêm bikin!.."
Yan bêjin: "Nanê me nekin
qumbele û fîşeng!“
Ev tişt tucar nayê bîra
wan.. Ne dijî mîlîtarîzmê derdikevin, ne aşitî dixwazin.
Lê heya ku eskerî pareke ewqas mezin bigre, heya ku hatina
gel di rîya şer da biçe, halê xebatkaran usa be.
Esker vî pereyî çi dike? Dîsa dijî
gelê xwe, ji bo ser û bin
kirina welat bi kar tîne. Van 15 salên dawî, dewleta Tirk
ji bo şerê dijî Kurdan ji 100 mîlyar dolarî zêdetir mesref
kir. Lê ev dewlet 5-6 mîlyar dolar dêne karkeran nade (ku
bi zorê ji meeşê wan hatibû birîn), dibêje pere tune.
Gor plan û
projeyên heyî di çend salê pêşîyê da ji bo kirîn û çêkirina
sîlehên teze Tirkîye wê 150 mîlyar dolar serf bike. Lê ji
bo meeşê memûran zemeke gor enflasyonê nakin û dibêjin
pere tune!
Ev tişt nayên bîra çepên
Tirk jî. Li vî welatî hêzên çep jî li himber leşker bêdeng
e. Heya piranî pesna qeremanîya leşker dide.
Beşekî mezin ji çepê Tirkan
waxtekî digotin: “Pêşengê şoreşê rewşenbîrên
esker û sîvîl in!“
Gelek ji çepê Tirkan digotin:
"Esker û millet mil bi mil!"
Di nav çep û rewşenbîran
da gelek kesan bi salan hêvîya xwe bi cuntayan girêdan.. Hîn
jî “rewşenbîrên“ usa hene ku xwe wek “komerperwer û laîq“
dibînin..
Ew amîgoyê cuntayan in…
Belê, di vî welatî da heya îro
ji partî û rewşenbîr, ji xebatkar û sermîyandar, ji çep
û rast, ne hat bîra kesî, yan jî kesî
cesaret ne kir û ne got: "Para eskerîyê piçek kêm bikin,
piçek kêm sîleh bikirin."
Lê ev tişt ÎMF’yê got. ÎMF,
ango “dijminê çepê Tirk, dijminê xebatkarên Tirk û dijminê
rewşenbîrên cuntaperest!..“
ÎMF ji bo ku perê teze bide Tirkîyê,
şertên xwe yek bi yek bi rêz kir… Got: “Yan van tiştan
bikin, yan jî qurişekî nadim!“
Hukumeta Tirk got: "Ser seran,
ser çavan!" Wekî din rê li ber tunebû...
Yek ji wan şertan jî kêmkirina
mesrefa eskerî ye. Tirkîyê, ji bo sala pêşîyê 500 mîlyon
dolar ji botçeya eskerî birî..
Eva belkî ne tiştekî zêde
ye, lê dîsa cara pêşîn e tiştekî usa dibe.
Ew jî di saya ÎMF da.
Spas ji te ra ÎMF! Tu ji xwe
feqîr-fuqareyên wek me tazî dikî. Lê qe nebe, di saya te da
qûtê generalan jî piçek kêm be!..
|