PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Daxuyanî

Xwezî li serê diktatorên dinê!

Saddam Huseynê xwinrij, ji alîyê serbazên Amerîkî û bi alîkarîya pêşmergeyan hate girtin. Dilê gelê Kurd û gelên din yên Iraqê û hemû aşitîxawzên dinê, bi girtina Saddam şa bûn. Partiya me jî bi vê yekê gelek kêfxweş bû.

Rejîma xwinrija BAAS û serokê wi Saddam, Iraqê, ji bo aşîtîxwaz û demokratan kiribû zindan. Zordarîyekî neditî li ser Şîayan hebû, rejîma BAAS’ê 8 hezar mêrên Barzanî û di dema Enfalan da jî bêtir ji 180 hezar Kurd winda kiribû. Di bajarê Halepçêyê da bêtir ji 5 hezar jin, zarok û pîr bi çekên kîmyewi kuşti bû. Ji ber vê yekê serokê rejîma BAASê Saddam Husên divê di dadigeha navnetewi da bê mehkemekirin û divê hevalbendên wê rejimê yên navnetewî jî were eşkere kirin û bêne mehkûm kirin.

Li heremê diktatorên wek Saddam gelek in, hin jî li ser hikûm in. Ewana jî wekî Saddam, ji bo istiqrar û emnîyeta navçê xeter in. Li navçeyê, ji bo azadî, demokrasî û aşitîyê, bi zilm û zordarîyên xwe bûnin asteng.

Xwezî li serê diktatörên dinê!

Buroya Çapamenîya PSK
14-12-2003

 
PSK Bulten © 2003