PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Zankoyê Selahaddîn..

 Zêyneb-Stokholm

Çend roj berê di Kurdistan TV’da merasîma Zankoya Selahaddîn hate nîşandan. Şagirtên zankoyê (zanîngeh) dîploma distandin, ji bona wê li stadê bajêr merasîmek mezin bû.

Dersdarên (profesor) fakultan ref bi ref hatin û di stadê da cîyê xwe girtin. Bi sedan kes… Bi rastî min texmîn ne dikir ku ewqas dersdarê vê zanîngehê hebin.. Gelek kêfa min hat.

Jin û mêr bûn. Hemû jî bi cubbe û şebqeyên reş.. Keç û jinên dersdar, hin di bin şebqe da bi porê xwe bûn, hinek bi serpûş bûn. Cardin xuya bû ku di Kurdistana Azad da ev pirs tune. Jin di vî warî ada azad in. Gor dilê xwe bi serpûş in, yan jî seqot in.

Helbet, keçên şagirt jî usa bûn.

Herkesek jî zane ku Kurdistana Başûr teze bîhna xwe distîne, dibişkuve. Beşekî wê ji bin destê sazûmana zulimkar teze azad bû. Lê ji Saddam xilas bû, kete nav şerê birakujî. Serda jî PKK! Her usa jî hîn dor girtîye û xeter berdewam e. Dewletên dorê, kîngê li wan hat yan ne hat,  tiştan dikin mane û leşkerê xwe dajon vî parçeyî.

Di rewşeke han da Kurd di vê beşê azad da welatê xwe îdare dikin, ava dikin. Di warê avadanî, perwerdegarî, xweşî û parastinê da gavên mezin davêjin.

Ev yek dilê hemû Kurdên welatparêz şa dike.

Serokên Tirk, di derheqê Kurdan da wek hertiştî, rewşa Başûr jî çepeçûlkî dikin. Gelê kurd wek çend eşîr û serokên wan jî wek serokeşîr nîşan didin. Berî hemûyan jî Ecoyê Qirok. Wekî Kurd hîn nezan in, hov in..

Lê qet tiştekî din jî tunebe, ev merasîma Zanîngeha Selahaddîn bi tena xwe jî nîşan dide ku rewşa kurdan ne wekî gotina van derewînan e. Ger mecal hebe Kurd jî dikarin xwe îdare bikin û li welatê xwe sazûmaneke medenî ava bikin.

 
PSK Bulten © 2001