PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ji bo raya giştî

Ji midetekî vir da li Swîsrê, merivên PKK êrişên xwe zêde kirin dijî kesên welatparêz, endamên KOMKAR’ê û hevalbendên partîya me. 

Qasî mehkî berê, li bajarê Zurîhê komek ji hevalbendên PKK (qasî 9-10 kes) êriş birin ser aşxaneyekê û endamekî KOMKAR’ê birîndan kirin.

Du roj piştî vê bûyerê, dîsa komek merivên PKK (qasî 15 kesan) êrişî ser du endamên KOMKAR’ê kirin, ku çûbûn bi mesûlên PKK ra li ser êrişa berê bi rindî qisebikin, bala wan bikişînin. Lê vêcarê gor dilê êrişgeran nebû. Xelkê Kurd, esnaf û welatparêzên derdorê, ku piranîya wan ji bo xeracgirtinê û kiryarên PKK yên dinê gelek êşîyabûn û ji wan aciz bûn, berê wan dan, pozê wan şikandin û ew revandin.

Lê merivên PKK ji vê bûyerê ders ne standin, dîsa li vir û wê êrişên xwe domandin, dijî kesên welatparêz ku wek wan nafikirin û dijî esnafên Kurd ku naxwazin xeracê bidine wan.

Di 7’ê Nîsanê da li Zurîhê civîna şîrketa  “Gel” ya medyayê hebû. Ji bona vê yekê sekriterê giştî ya partîya me Kemal Burkay jî çûbû wir. Merivên PKK bi rojan berê dest pê kiribûn, digotin “em nahêlin civîn çêbe û emê belavkin!” Bi vî awayî dixwastin çavê xelkê bitirsînin ku ew neyên civînê. Lê civîn çêbû û ji serî heya dawîyê bi serfirazî derbaz bû. Di dema civînê da komek ji hevalbendên PKK, qasî 25-30 kesî hatin ber derê salonê û xwestin bikevin hundur, civînê belav bikin. Lê xwedîyê civînê ew nehiştin hundur û êrîşgeran dîtin ku ev kar ne hêsan e, vegerîn çûn..

Apocîyan xwestin eynî tiştî ji bo newroza KOMKAR’ê bikin ku di 21’ê Nîsanê da li bajarê Lozanê çêbû. Dîsa laf û gef xwarin, li der û dor propagande kirin ku xelk neyê şeva newrozê. Lê xelk hat, salon tijî bû, û şev bi serfirazî derbaz bû.

Li himber van kiryarên kirêt jî dîsa, ji bo ku navê Kurdan xirab nabe, me heya beyanek jî dernexist ji bo raya giştî.

Lê mixabin êrişên PKK ne sekinîn. Berî 1 Gulanê êrişî ser endamekî Komkarê, Cafer Küçükyildiz kirin û ew birîndar kirin. Cafer di komîta 1 Gulanê da bû. Swîsrîyan û bîyanîyan ev komîte bi hevra çêkiribûn ji bo hazirîya cejnê. Di dema êrişê da Cafer li pêş radyoyeke mehellî bû û çend deqe berê di radyoyê da li ser pirsa heqê hilbijartinê ji bo bîyanîyan qisekiribû. Apocîyan bi wê jî neman, roja 1 Gulanê dîsa di kolanê da, bi komeke mezin, bi ço û copan êrîşî ser sê endamên Komkarê kirin û ew birîndar kirin ku Cafer jî dîsa di nav da bû.

Ev bûyer eşkere nîşan didin ku, îro di çarçuva Swîsrê da be jî, ev êriş bi plan û dezge têne kirin û nîyeta Apocîyan tune ku wan bidin sekinandin. Wek salên berê îro jî, armanca wan bi van êrişan ew e ku, Kurdên ku wek wan nafikirin û rêxistinên dinê bitirsînin, pêşî li kar û barê wan bigrin, Kurdan dîsa bi darê zorê li dora xwe kom bikin û ji wan xeracê bistînin.

Bona vê yekê êdî ji bo me ferz bû ku em van bûyeran ji raya giştî ra eşkere bikin û bala hêz û kesên demokrat bikişînin.

Herkesek jî zane ku, ger xeber û rizaya serokatîya PKK nebe, Apocî li tu derê êrişên usa nakin û ev êriş usa bi sîstematîk dirêj nakin.

Ev kirinên provokatîf in û êhtimaleke mezin e ku, wek kiryarên wan ên berê di van êrişan da jî tilîya dewleta Tirk hebe.. Kiryarên hanê li der welat, di dema borî da zirarên gelek mezin dane tevgera Kurd û ji ber kiryarên hanê PKK bi xwe jî li gelek welatan hat qedexekirin. Lê xuya ye, PKK ji borîyê tu ders ne standîye. Bona kiryarên han, hîn du meh berê li İngîlistanê hat qedexekirin. Eger bi vî şiklî biçe, PKK û rêxistinên wê yên hevalbend li welatên dinê jî bêne qedexekirin.

 Him jî, PKK van tiştên xirab di demeke usa da dike ku, bi navê “aşitî û demokrasîyê” dijî dewleta Tirk şer sekinandîye, ji hemû daxwazên xwe yên berê vegerîyaye, di warê îdeolojî û sîyasetê da çûye ser xeta dewlata Tirk, ango teslîm bûye. PKK ji dewleta dagirker û xwînxwar aşitî dixwaze, lê bi xwe aşitîyê ji Kurdan ra nas nake.. Ji dewleta dagirker û xwînxwar demokrasîyê dixwaze, lê bi xwe di pêvendîyên navbera Kurdan da demokrasîyê nas nake.. Ev yek jî nîşan dide ku gotinên PKK li ser aşitî û demokrasîyê ne ji dil in, vir û derew in.

Lê belê, PKK bi rê olaxên hanê ne gihîşte tu netîceyeke baş û nuha şunda jî nikare bighê. PKK di dema borî da bi van xirabîyan ne karî pêşî li kar û xebata me bigre û nuha şunda jî nikare. Divîya bû PKK heya nuha baş tê bigihîşta ku, em li himber laf û gef, bêbextî û şerûdîyên han tucar ji rîya xwe venegerîyane. 

Em careke din bala mesûlên PKK’ê dikişînin. Dev ji xirabîyên han berdin! Rêxistinên din û însanê welatparêz ne mecbûr in ku wek we bifikirin û bikin. Dev ji van metodên mafyayî berdin. Xelkê Kurd ne mecbûr e ku xeracê bide we.

Him jî, ma hûn fedî nakin van metodên har û hovane, wek kiryarên Talîbanên Afganî, li welatên medenî wek Swîsre bi kar tînin û dixwazin rêxistinên Kurd ên dinê û rewşenbîrên Kurd jî, ango rêxistin û mirovên demokrat û medenî jî bikişînin nav şer û pevçûnê. Eva navê Kurdan xirab dike û xirabîyeke herî mezin e ji bo doz û dewayê Kurd.

Him jî, madem we serê xwe li ber dewleta Tirk danî, we ji dewleta unîter û ji kemalîzmê ra got erê, we dev ji hemû daxwazên Kurdan ên bingehîn berda, heya hûn berxwedanên Kurdan ên berê jî, mîna berdevikên dewleta dagirker, wek kevneperestî bi nav dikin, êdî hûn ji kurdan çi dixwazin?.

Em bala hemû hêz û kesên welatparêz û demokrat careke din dikişînin û ji wan dixwazin ku dijî van kiryarên xirab bêdeng nemînin, helwesteke baş bigrin. Kiryarên PKK careke din bi kêrî dewleta Tirk tê.

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

3 Gulan, 2001

 

 
PSK Bulten © 2001