Romaneke dîrokî:
Biro
-Romana
Serhildana Agiriyê-
(Pirtûk 336 rûpel e, di sibata 2010-an
de di nav weşanên DENG
de li Diyarbekirê derketiye, wêneyê bergê
pêşîn ji alî Arif Sevinç
hatiye çêkirin)
Haluk Öztürk
Di dawiya meha sibatê de romaneke Yilmaz
Çamlibel bi navê ”Biro” bi zimanê kurdî derket. Min
ew bi baldarî û bi heyecan xwend û dixwazim li ser wê bi kurtî
raya xwe bi xwendevanan re parvekim…
”Biro” romaneke dîrokî ye, mijara wê şoreşa
Agiriyê ye. Romanê, sernavê xwe ji
navê serkêş û qehremanekî vê bûyera mezin; Biroyê Heskê
Têlî hildaye. Sernavê pirtûkê li naverokê digunce.
Bi rastî rol û giringiya Biro (Birahîm Axa) di destpêkirin
û berdewamkirina vê serhildana kurdan de mezin e. Yê ku cara
pêşîn li dijî zulma Komara Tirkiyê,
agirê ”Serhildana Gilîdaxê” vêxist Biro bû. Gereke romana
Biro bihata nivîsandin…Ev pêdivî
û erkekî muhîm bû. Pêkanîna vî erkî bû para
Yilmaz Çamlibel. Bi qasî ku ez dizanim ev romana yekemîn e
ku li ser Serhildana Agiriyê bi kurdî hatiye nivîsandin.
Çîrok bi taswîreke kurt ya rojeke
baharê ya xweş dest pê dike. Lê xweşî û comerdiya
suriştê îsal li Bazîdê û li derdorê Çiyayê Agirî ketiye
bin siya tirs û endîşeya surgûnên nû. Dîsa ferman e!
Fermana surgûnkirinê ye! Kalemêrên Bazîdê vê xebera reş,
bêbextiya dewleta romê ya nû xeberdidin. Dûra zincîrebûyerên
berxwedanê, çîroka ku bi destanên qehremaniyê dagirtî dest
pê dike û diçe...Heta ku digihîje encameke dramatîk.
Li ser zimanê romanê, awayê hûnandin û estetîka
romanê ez ê zêde tişt nebêjim, ev bêtir karê rexnegirên
edebiyatê ye. Lê wek xwendevanekî
ez ê çend têbinîyan diyar bikim.
Min ew ruhê ku di romanê
de heye zû qefalt. Yan jî ewî ruhî ez zû rapêçam... yekser ketim hewaya romanê, di destpêkê
de min xwe li qerargeha Biro û mêrxasên celalîya li Mixtepe
û Girê Kesk dît. Di hêwirza
hest û ramanên şervanan de ez bi wan ra bûm. Dibe
ku ev wek pêşinhukmiyekê bê dîtin, lê di serî de û bi
yek gotinê dixwazim bêjim: Min ji “Biro” hez kir. Çîrokê ez
bi xwe ve girêdam, heta min ew xilas nekir, dest ji min berneda.
Ji xwe hemû çîrokên biserketî ne wisan in?...
Rindî û bedewiya vegotina hunerî ya ku di stranên gelêrî
de li ser vê berxwedana dîrokî heye (wek nimûne: strana “Ez
nemînim”) di vegotina romanê de jî tê dîtin.
Zimanê romanê kurmanciyeke zelal e, her kesekî
kurmancîaxêf dikare bi hêsanî wê bixwîne û jê fehm bike. Stîleke
xweser ya Çamlibel heye. Di axaftinê de jî ...Yên ku lê gudarî
kirine dizanin, retorîka wî bi tesîr e; ew vegotinên xwe bi
gotinên pêşêyan, bi henek û qewlikan dixemilîne. Li vir
jî, ango di nav rewşa dijwar ya şer de jî, nivîskar,
reng, deng û xweşî û nexweşiyên jiyana civakî ya
rojane bi hevra û bi aweyekî zindî tîne ber çavan. Bi ken
û girîn, bi şîn û şadiyên jiyanê ve...
Belê zimanê romana “Biro” zimanekî rehwan e,
xwendina wê ne dijwar e, lê bi temamî ji kêmasiyên rêzmanî
û rastnivîsandinê bilî nîne. Ji xwe ne mumkun e ku wisa be
jî; ji ber ku zimanê me yê nivîskî, hîna jî di nav pêvajoya
standardbûnê de ye (kurmancî di nav xwe de). Mixabin li cî-cîyan
şaşiyên tashîhê jî derdikevin ber çavên xwendevanan.
Û bi min weha ye, ku nivîskar di qedandina
pirtûka xwe de hinekî lez kiriye, roman dikaribû dirêjtir
bûya, ji ber ku di destê nivîskar de kelepûrên dîrokî û folklorî
ji bo nivîsandineke dirêjtir hene û karê vegotin û nivîsandina
baş ji destê wî tê. Bêguman 330 rûpel jî ne hindik e,
lê ez dibêm qey romana Serhildana Agiriyê dikaribû di çend
cîldan de bihata nivîsandin...
Di wan 330 rûpelan de jî eger nivîskar hinekî
bêtir cî bida taswîra rewş û nexşên civakê û dîmenên
sirûşta herêmê wê hîn baştir bûya, li gor raya min.
Çend roj berê Çamlibel di hevpeyvîneke Radyoya Çira Agirî
de, ku min bi xwe gudarî kir, di derheqê nivîsandina romanê
de -ji nefspiçûkî û kubariya xwe- weha got: “Ez merivekî
teknokrat im, di rewşeke normal de ez ê hîç ne bi siyasetê,
ne jî bi karê nivîsandinê mijûl bûma. Lê jiyanê ez dehfdam,
û hinek heval û hogiran jî ez dehfdam ku ez vê romanê binivîsim.”
Çamlibel, bi vê yekê re girêdayî piştre anekdotek jî
got: “Go rojekê li ber çemekî yan jî deryayekê keçikeke ciwan
dikeve avê, lê avjeniyê nizane û di ava kûr de li ber xeniqandinê
ye, wê gavê li qeraxê avê, di nav qelebalixê de dibe qêrîn
û hewar, eman-yeman zû bikin, kesek tune keçikê xilas bike!
Xortek hema xwe bi kelecaneke mezin davêje nav avê, bi zor-bela
keçikê xilas dike. Piştî ku ji avê derdikeve û tê ser
hişê xwe, dibêje: ka hela bêjin ew kîjan sekbav bû ez
dehfdam?
Kê jî te dehf dabe baş kiriye, siheta
te xweş nivîskarê hêja! Û mala wan kesan ava be, yên
ku tu dehfdane vî karî!
Hêvîdar im piştî çend salên din, romana
Çamlibel wek fïlmeke sînemayê derkeve pêşberî me... Em
bi hevra wê rojê bipên.
Romana dîrokî û afirandina şu´ûra dîrokê
Wek tê zanîn Yilmaz Çamlibel çend sal berî nuha, xebateke
lêkolînî li ser dîroka şoreşa Agirîyê weşandibû
(Gilîdax bê xwedî nîne-2005). Wî bi berhevkirina gelek belgeyan
û hevpeyvînên digel şahidên zindî yên şerê Girîdaxê
xebateke ciddî û hêja anîbû meydanê. Piştra jî ev roman...
Ango nivîskar bi du şêweyên vegotinê yên cuda; lêkolîn
(wek dîrokzan) û roman (wek nivîskarê edebiyata bedew) pêvajoyên
vê bûyera dîrokî pêşkêşî me dike.
Di herdukan de jî daxwaza sereke çêkirina şu´ura
dîrokê di nav gelê kurd de ye. Ew hewl dide ku bûyereke dîrokî
ya gelekî giring û manedar bi du şêweyên vegotinê di
hafiza me ya tevayî de binitirîne.
Gelek caran tê gotin wekî “bîra (hafiza) kollektîf
ya dirokî pêdivîyek e ji bona ku hovîtî û trajedîyên dîrokê
neyên dubarekirin.Yê ku dema buhurî ji bîr dike, dema nuha
û pêşerojê jî ji bîr dike.” Divê ez bibîr bînim ku nivîskar
ji zûda bi vê rastiyê agadar e. Lewra ew bi xwe zehmetkêş
û siyasetmedarekî gelê me ye, ku ji dehê salan virde ji bo
azadiya gel û welatê xwe di nav xebateke rêxistinî û kollektif
de tevdigere. Tevgera siyasî ya nivîskar (Riya Azadî) ji bo
ziman, çand û dîroka gelê kurd gelek xizmetên piralî kiriye.
Eger gotin li cî be, wî di nav xebateke kollektîf de hewldaye
ku hafizaya kollektif ya gelê xwe avatir bike, zindîtir bike...
Lê xasima bi van herdu berhemên xwe, di asta şexsî de
jî, wî bi serfirazî valahiyeke berbiçav dagirtiye.
|