|
WELATEKÎ DIXWAZIM
|
2021-04-26 19:43
|
Suphi Aydın
|
|
Welatekî dixwazim Ezman şîn, dar û ber kesk, zevî bila zer bin; Divêm bila bibe meskenê kulîlk û çîvîkan.
Welatekî dixwazim Ne êşa serî û ne jî hesreta dilan bila hebe ; De bese lo, lê birakujî bila qet tunebe êdî.
Hesreta welatekî me ez Ferqa neçar, dewlemend, ez û tu nemîne bila; Rojên sar yên zivistanê da herkes bibe xwedîye mal û milk.
Welatekî xeyal dikim Jîyan bila fena hezkirîya bi dil be; Ger gilî û gazinc hebin jî bila ji mirinê be.
WELATÊK WAZENA
Yow welat xeyal kena ez Azmîn şîn, dar û ber kuehe, yega wa zer bo; Awi welat wa bibo meskên vilîk û teyron.
Yow welat wazena ez Wa nîe dêj sarrî û nîe zî hesretê zerrî bibo; Hin besa wa kiştiş merdiman qet çînîyeb ma het di.
Hesrêt yow welata ez Wa fêrq neçar û zengîn, yê mino tu bîyer wedartiş; Rueja serdin yê zimiston di herkes bibo wayêr mal û milk
Welatêk xeyal kena ez Cuyayiş merdiman sê heskerdiş zerre ra bo; Eger gere – gazinc bibo, wa semêd mêrga bo.
Cahît Sıtkı Tarancı Werger -açarnayiş : Suphî
Helbestvan Cahît Sıtkı Tarancı 04.10.1910 de li Dîyabekir’ê da hatîye dinyayê. Mekteba ewil di Dîyarbekir’ê xwendîye û di Stembol – Kadiköy’ê da çar sal di Lîsa Fransa yê, Saint Joseph’ê da xwedîye. Paşê derbazê mekteba Mülkîyeyê bûye, lê xwendina xwe neqedandîye û çûye Parîs’ê. Li wir sala 1938 – 1940 da xwendîye,lê gava bajêr ketîye destê nazîyan di şerê cîhanê ya dûyemîn da vegerîyaye Tirkîyayê û karê wergerê kirîye. Sala 1954 de nexweş ketîye, ji bona derman kirinê birine bajarê Vîyana yê û li wir di nexweşxanê da di sala 1956 de wefat kirîye.
Berhemên wî evin: Emrê min da bêdengî ( 1933 ) Sî û pênc sal ( 1946 ) Ji xeyalan rindtir ( 1952 )
|
|
|
|