|
ÇÎYA Û WARÊN GUNDA ME
|
2021-07-05 23:01
|
Suphi Aydın
|
|
Qet tu caran naçe ji ber bîra min, rindîya mêrgê warê me Qiringuel ê. Ev mêrg di binê konê mala me da destpê dikir, mêrgekî gelekî mezin bû, der û dora wê da jî gir hebûn. Di wê zemanê da mêrên gundê me bi hevra ketibûn lercê, gelo kê ji wan carekî seraserê wê mêrgê bê westan banzde û bê şûna destpêka lercê. Lê xên ji birayê min Hesen’ê kesî nekarîbûye dora wê mêrgê bêsekan banzde. Di wê mêrgê da kerîyên pez, çêlek û golik, qefleyên hesp û cahnîyan têda dileyîstin û diçêrîyan. Lê dîsa çêreya xwe weka xwe teze û bi kulîlkên reng bi reng va tije dima. Qiringuel, zozanê gundê me yê rind û xweşik, kes nikare bi gotinan bedewîya wî bîne ziman, tu çiqas pesna wê erdê bidî jî dîsa kêmasîya te hebin. Pêwîste meriv di dawîya heyva gulanê da here Qiringuel û berzîyên herêma gundê me bi çavên serê xwe bibîne. Nav û şohreta warê me Qiringuel ji xwe mintiqayê me da belav bûye, serê mêrgê da kanî, kanîyê da ava sar, di nav mêrgê da tu bona dermanêkî bigerî jî kevirekî têda nabînî. Dora mêrgê qasê şeş km erd rehet heye û bi rindîya xwe di heremê me da deng daye.
ÇÎYA Û WARÊN GUNDA ME
Çîya û warên gunda me bilindin Gelî û mesîl tevda bi rengin Mêrg û kanî ku avînin Gul û nêrgîz pel hêşînin
Xelefî girê xwe bi pale Hesarek berda enişk daye Girdpîl serda meyîl daye Kela ji xwe ra rû vedaye
Warê Qiringuel hêşîn û dûze Mêrgê Çeqer çeqelik rûze Mêrgê Şêynan pal û xûze Wan av sare nola bûze
Çîya û warên me zozanin Hozê kêrîyan lê diçêrin Çît û perde konên reşin Rewşa şênîyan gelek xweşin
Bilûrvano bilûrê pifke Kar û berxan dor xwe komke Gul pirin zozan berhevke Bêrî û koçeran şake
Dengê bilûrê gelek xweşe Hozê mîyan pê dimeşe Çît û perde konên reşe Kalîna berxan gelek xweşe
Ez Simko yê Sercanî me Ji war û şenîyê xwe dûr mame Bestewanê axîna xwe me Wan hesretan ku kal mame
Hîn caran di warê me da baran dibarîya, zemînê erdê kona me şil dibû. Rojên hanê da em zarok diçûn ser giran û me bi dasê kunkor diçênî û dianî, nav konê de li ser erdê radikir, palas diavitin ser û doşek jî ser palasê da radikirin ku em ji ribayê erdê şil nexweş nekevin. Ev kunkor kulfeta malê ji nexweşî û erdê şil diparast. Kîjan şev baran bibarîya, hewa dibû sar û em di nav cilan de ji sermayê dicirifîyan. Di mêrgê warê me da evqas zêyde gîha dibû ku, pez, dewar, ker, hesp çiqas têda biçêrîya jî nediqedîya. Lewra mezinên me ev gîha bi tirpanan diçênî û dikirin patîl, keran, an jî hespan bar dikirin dianîyan gund. Warê Qeregol’ê yê gundê Kurr jî nêzîka warê me bû. Ava kanîya warên wan jî sar bû û gava wan bar dikirin diçûn gund, xelkê gundê me tirpanên xwe digirtin diçûn ev gîhayê warên wan jî diçênîyan û dikirin patîl, keran bar dikirin, dibirin gund. Dema berê da ji ber zêydê barîna berf û baranê gîha gelekî zehf bû û bi çêrandina pez û dewarê nediqedîya.
Ji jorê warê gundê Kurr da jî cîhekî dûz hebû, jê re digotin; Meydanek. Ev der hîn cîhekî gelek rind û hîn jî te digot ma ev cîhê weha dûz xusûsî ji bona bazdana hespan hatîye çêkirinê. Di eslê xwe da ev cîh di dema berê da gol bûye, ne mêrg. Dema ku berfa Hesarek’ê dihelîya ev dûz bi wê avê berfê dibû tije û dibû gol, lê di havînê da jî av zûha dibû, îcar jî dibû mêrg. Di orta Meydanek’ê da qasê tonekî giran kevirekî hebû. Xelkê ji wê kevirê re digotin; Kerrayê Hz. Elî, ango kevirê Hz. Elî. Li ser wê kevirê da jî cîhê çar tilîyên mirovan hatibû çêkirinê, em zarok diçûn me çar tilîyê xwe dikir nav wê kevirê. Gava me bi kevirên piçûk li wê kevirê dixist, dengekî gelekî ecêb jê dihat, weka tîîînngg. Kevirekî weha hîna kesî di nav mintiqayê me da nedîtîye. Helbet tu alaqaya ev kevirê bi Hz. Elî ra tuneye. Jixwe Hz. Elî qet nehatîye welatê me. Ez dibêjim, ev kevir hîn kesan li cîhekî anîye û li wir danîye.
Bi gora gotinan, di nava ev meydanê da Kafiran govend girtine û Hz. Elî jî ji çîyayê Hesarek’ê ev kevir avîtîye wan. Ji çîyayê Hesarek’ê heyanê Meydanek’ê qasê heşt, neh km erd heye, ev kevir jî qasê tonekî girane, gelo çawa quweta merivekî dikare ev kevira ewqas giran li serê çîyayê bavêje wê dûzê? Helbet di gundê me da gelek meriv henin ku ji vê rîvayetê bawer dikin, lê di eslê xwe da ev gotin ne raste û bingeha xwe jî tuneye.
Xwendevanên delal, ev gotar û helbesta jorîn ji bîranînên bavê min rehmetî Îsmaîl Aydin hatine girtin. Heyanê careka dinê bimînin di nava rehetî û aramîyê da!
|
|
|
|