|
EIN LÄCHELN - KENEKÎ - YOW WIYAYIŞ
|
2021-10-24 22:58
|
Suphi Aydın
|
|
EIN LÄCHELN
(Gedicht eines unbekannten Autors des 17 Jahrhunderts)
Ein Lächeln kostet nicht, aber es gibt viel. Es macht den reich, der es bekommt, ohne den der es gibt ärmer zu machen. Es dauert nur einen Augenblick, aber die Erinnerung bleibt manchmal für immer.
Niemand ist so reich, dass er ohne es auskommen kann und niemand so arm, dass er nicht durch ein lächeln reicher gemacht werden könnte. Ein lachen bringt glück ins Haus, fördert den guten willen im Geschäft und ist ein Zeichen für Freundschaft.
Es gibt dem Erschöpften Ruh, dem Mutlosen Hoffnung, dem Traurigen Sonnenschein und es ist der Natur bestens Mittel gegen Ärger. Mann kann es nicht kaufen, nicht erbetteln, leihen oder stellen, denn es so lange wertlos, bis es wirklich gegeben wird.
Manche Leute sind müde, dir einen lächeln zu geben. Schenke ihnen deines, denn niemand braucht ein lächeln nötiger als jener, der keines mehr zu geben hat.
KENEKÎ
( Ev helbest ya nivîskarekî nenas e û di qurna 17 de hatîye nivîsîn )
Kenekî bê pere û belaşê, lê dikare yekî şa bike. Kê ku wê bigre pê dibe bextewar û qet nûxsanî jî nagehêje xwedîyê kenê. Tenê qasê nêrîneka çavan waxta wî – wê digre, lê hîn caran heyanê roja mirinê dimîne di bîra mirovan da.
Tu çiqas dewlemend bibî jî nikarî bê kenekî hanê bijî û çiqas neçar bibî jî dikarî bi kenekî bibî serfîraz. Kenekî weha wê xêr û xweşîyê bîne nava malê, kar û barê te da bereket û dikare bibe destpêka hevaltîyê.
Ev kena ji kesên qefilîyayî re jîrtîye, ji kesên xemgîn re hêvî, yên dilsar re jî tava rojê tînin ku, ev dijî serêşîyan dermana xwezayî ya herî başe. Meriv nikare kenekî bikire, bi parsê jî ji dest nakeve, nikarî ji yekî dêyn bikî, an jî bidizî, ji ber ku ev kena tenê gava bi dilbe dikare şa bike mirovan.
Hîn kes henin teralin, nikarin kenekî bidin te. Tu ji bona kesên hanê weka xelatekî pêşkêş bike kena xwe, ji ber ku di ruyê erdê da tu kes qasê wan teralan hevceya kenekî weha nîne. Ev kes xwedîyê tiştekî hêja nînin ku bidin xelkê.
........................................................................
YOW WIYAYIŞ
( Ina helbest – şîîr yê yow nuskar nenas a û di seserrê 17 de nûsîyeya )
Wiyayiş ko merdim pê şa bên, bîe pere û belaşî. Kam ko yow wiyayiş bîg pê ben zerrweş û qet zerarê xwi zî wayêr wiyayiş rî çînika. Têyna hendê yow çim ci eştiş waxtê yi – yey gena, la ray esta wiyayiş naterîn kî vîr di monen heyanê ruejê mêrg bîyer.
Ti çond zengîn bibî zî, honc neşkên bîe wiyayiş naterîna bicuy û çond neçar bibî zî eşkên pê guretiş wiyayişa bibî serfîraz. Wiyayiş naterîn xêr û weşî ona zerrê kêy tu, kar û gurê tu di yeqbal rind û eşkena bibo destpêk embazê.
Awi wiyayiş gebşeyan ken jehat, hêvî ken zerrê xemgînan, zerrveşeyon rî zî tîjê ruêj on ko awi zî derman tabîat yê zaf qîmet berzo. Ço neşken wiyayiş naterîn bêrn, pê parsîya zî destnikuen, neşkên dêyn zî bîk çoy ra, nîyen diznayiş zî, têyna halag wi zerro weş ra bîyer dayiş kî şa bikir.
Tay merdim gebşê, yi neşkên yow wiyayiş zî bidî çoy. Ti wiyayiş xwi merdim naterîn rî sê yow xelat pêşkêş bik, çunke rî na dinya di merdim naterîn zafîyer çoy muxtac yow wiyayiş naterîn nû. Merdim naterîn wayêr teway nî ko bid şar.
Xwendevan û wendox Zimanê me yên delal, min ji bona we ev helbesta jorîn ji zimanê Elemanî wergerand bi Kurmancî û Dimilîyê. Hêvîdarim ku pê qayîlbin. Heyanê careka dinê bimînin di nav xêr û xweşîyê da.
|
|
|
|