|
Helbestek ji Cegerxwîn
|
2021-11-01 20:25
|
Suphi Aydın
|
|
EZ NIZANIM ÇI BÊJIM
Heval, ez bilûrvanim Dengê saza hozanim Ji wê ez dilgiranim Ez nizanim çi bêjim
Ez bilûra Marks’im Dengê rista bêkesim Ji hêvîyan avisim Ez nizanim çi bêjim
Ez daxwaza Xanî me Rewşa neqşê Manî me Di ristê de kanî me Ez nizanim çi bêjim
Arê dilê Cizîrî Tava tora Herîrî Ez nûjenim bi pîrî Ez nizanim çi bêjim
Nakin dengê saza min Guh nadin awaza min Yan nizanin raza min Ez nizanim çi bêjim
Ez Musa’yê Hesar’im Ji we tevan dilsarim Lê ez bi we nikarim Ez nizanim çi bêjim
Çiman hemî nabin yek Leşker nakin lek bi lek Kanin ew birca belek Ez nizanim çi bêjim
Hirç ketine nava rez Gur ji hawîr têne pez Ji xew rabin em bi lez Ez nizanim çi bêjim
Çine ev êl û eşîr? Ne beg maye nejî mîr Ji dijmin re bûn gizîr Ez nizanim çi bêjim
Şêxên bi cibe û şaş Xwe ji olê dane paş Hemî bûne gornebaş Ez nizanim çi bêjim
Ey xorto ko ji nû tê! Ê ko di nav zikê dê Yan ji di pişta bavê Ez nizanim çi bêjim
Ji bo we ez vê sazê Xweş lê didim bi gazê Bi daxwaz û nîyazê Ez nizanim çi bêjim
Ev daxwaza me pir kûr Mûsa, min ev bire Tûr Îsa, min ev kire nûr Ez nizanim çi bêjim
Ez miletim, ez mirov Sedê bîsta neman hov Dirêşînim bo we tov Ez nizanim çi bêjim
Ji bo we min gelek hişt Hin dîwan û hin nivişt Gol ji avê bûye mişt Ez nizanim çi bêjim
Sivik çû bihara min Zer bûn pelê dara min Dûr dûr diçî yara min Ez nizanim çi bêjim Serî sipî bûye pûş Per şikestî qereqûş Ez dinalim li Merûş Ez nizanim çi bêjim
Perçe bûnr lek bi lek Hemî bazên qerbelek Kengê karin bibin yek Ez nizanim çi bêjim
Dipeyivin pir qelew Ji dijmin re çêlekew Çawan serî dixin xew Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî Ez nabêjim bi sistî Kêr gîhaye bi hestî Ez nizanim çi bêjim
Xwendewarên kurên kurd Em li qada xwe zigurd Besin kul û xem û derd Ez nizanim çi bêjim
Hemî destan bidin hev Xebat bikin roj û şev Ji dil dibêm, ne bes dev Ez nizanim çi bêjim
Weke hevin ev û ew Win guh medin tev derew Milet şîyar bû ji xew Ez nizanim çi bêjim
Milet tenê dikarî Xweş hilgirî vî barî Ristê bikî hevparî Ez nizanim çi bêjim
Win dixwenin ji bo çi? Ma nabînin li her cî Cihan ber bi pêş diçî? Ez nizanim çi bêjim
Dijmin li her cî û şop Xwedî tang û xwedî top Li me dikin qope – qop Ez nizanim çi bêjim
Nabînin dijminên xwe Her tişt birin ji bo xwe Li min sor bû kiloxe Ez nizanim çi bêjim
Dibin destan hezar sal Dane dijmin qad û mal Berdin şopa bav û kal Ez nizanim çi bêjim
Bav û kalên me nezan Pez berdane bê şivan Xanî bûbû bilûrvan Ez nizanim çi bêjim
Ne ez xanim, ne Xanî Ne Zerdeşt, ne Manî Li xwe kir bargiranî Ez nizanim çi bêjim
Ne gernasim, ne egît Ez Şêxmûs’im bê mirîd Lê dilewkim wek berîd Ez nizanim çi bêjim
Di ristê de çi merdim Dil bi kul û bi derdim Xwîna şehîdên kurd’im Ez nizanim çi bêjim
Ronikên xwişk û diya Ez axîna sêwîya Ez gazinên jinbîya Ez nizanim çi bêjim
Ez hêvîyên girtîyan Jana dilê birçîyan Serma laşên bêcîyan Ez nizanim çi bêjim
Ez dixana napalim Xwîna sînga delalim Hawarim, nalenalim Ez nizanim çi bêjim
Ez dengê wan hêjaran Ketim şax û zinaran Ez ew benê sêdaran Ez nizanim çi bêjim
Heq bi zorê di jînê Ez dilbije evînê Çi te ji vê girînê? Ez nizanim çi bêjim
Keko ez Cigerxwîn’im Dil bi kul û birînim Van ayetan dixwînim Ez nizanim çi bêjim
Xwendevanên delal ev helbesta jorîn ya helbestvanê gelê me yê hêja Cegerxwîn e. Gelekî ji vê helbestê hez dikim û lewra min ji kitêba wî ‘ RONAK – Dîwana çaran li jor nivîsî. Ev pitûk ji alîyê weşanên DENG hatîye çapkirinê. Navê helbestê : ‘ Ez nizanim çi bêjim’ e. Lê di eslê xweda zanîna xwe û rewşa gelê kurd tîne ber çavên xwendevanan. Çi di vê helbestê da nehatîye zimên ku? Çawa ku xelkê me dibêje tilîya destê xwe birîye ser hemû êş, xem û kulan. Hêvî dikim ku cîwanên gelê me ev helbasta bixwînin û jê fêyde hilînin. Heyanê careka din bimînin di nav aramî û xweşîyê da!
|
|
|
|