|
POSTECÎ
|
2022-02-13 12:16
|
Suphi Aydın
|
|
Ji notên Macarîstanê
Xeber ji bona mirovan, dinya û welatê, bona darê, gurê xeber, di berbanga rojê de an jî nîvê şevê de ji bona mirovan min gerand di tûra dilê xwe da, helbestvanî kir min bi tewirekî postewanî bû. Dema zaraktîya xwe da min dixwast bibim postecî, lê ne bi alîkarîya helbestan felan bi rastî postevanekî eseh. Bi hezaran resim bi pênûsên rengîn ve dihatin çêkirin tim jî ya postecîyekî, resma Nazim’ê ji romanên Jûl Vern û kitêbên erdzanîyê. Vayê tewikên ku kuçik dikşînin dajim li ser cemedê de. Ronahî belav dike berbanga bakûrê di qutîyên konservan û paketên postayê de. Ji tengava Berîng’ê derbaz dibim. An jî di deştekî de bin sîya ewrên giran de nameyên leşkeran belav dikim û dewê vedixwim An jî li ser rêya aswaltê ya qerebalix a bejêrê da me, di tûrê min da tenê nivîs û mizgîn tenê hêvî. An jî di çolê dame, binê stêran de. Qîzekî piçûk nexweşe di nava şewata giranda ye. Di nîvê şevê da derîyê mala wê tê kutandin: - Poste! Çavên keçika piçûk vebûn ji kêyfê şîn – şîn Bavê wê êdî sibê êvarê vedigere malê ji hepsê. Di nav ev berf û xezebê de min dît bû ev mala. Yê ku telegrafê ji keçika cîranan re anîbû ez bi xwe bûm. Dema zaroktîya xwe da min dixwast bibim postecî. Lê li Tirkîyê de zenatekî zor zehmete postevanî. Di telegrafan de êşên kes nedîtî û vînayî di nameyan de xet bi xet keder davêjin li ser pişta xwe ev welatê xweşik da postevan. Zaroktîya xwe da min dixwast bibim postecî. Ez pênce salîya emrê xwe da gîhiştim ev mûradê xwe li Macarîstan’ê de. Di tûra ser pişta min de buhar. Şewqa çemê Tûnayê dixe nava tûra min, bi dengê çîvîkan ve, bi bîhna gîhayê teze va tije name, ji bona Moskovayê, ji Bûdapeştê, Nameyên ku zarokan ji hemsalîyên xwe ra şandine. Di tûra min de Cenet... Serê zerfekî da: ‘ Mehmet ‘ Lawê Nazim Hîkmet’ê Tirkîye, hatîye nivîsînê. Naman li Moskovayê yek bi yek Ez bi xwe blav dikim mal bi mal, Tênê nama Mehmet’ê nikarim bibim şûna wê. nedikarim jê ra rêkim jî. Lawê Nazim’ê zordaran rê birîne wê name nedin wî.
Gulan 1954
Xwendevanên delal, vê carê jî ji we ra wergera bi kurmancî a helbesta Nazim Hîkmet’ê ya jorîn pêşkêş dikim. Hêvî dikim ev wergera min bi gora dilê we be. Weka din di nava tûra min de tiştekî nemaye. Heyanê careka din bimînin di nava xweşî û qencîyan de!
|
|
|
|