|
EFRÎN
|
2022-03-04 22:19
|
Suphi Aydın
|
|
Bajarê dorbera xwe bi darê zeytûn û çîya Çawa ku xelkê me dibêje, binê xetê da warekî Cîhekî aram di nava hêşînahîyê da bê xem Mîlyonekî zêdetir niştecî, zarok, kal û cîwan Dijîyan bi hevra di nava şîn û şahîyan da Hinek ji wan tî û birçî, yên din neçar, belengaz Helbet merivê dewlemend jî hebûn di nava wan da Axir em çi bêjin hîn kes bi mal û milk, yên din bê rizq û debar Xelkê vê bajêrê ji xwe ra hilîbilîya jîyana rojane de bûn Heyanê çendekî rojan di bîra dagirkeran de nebû ev bajêr Lewra di nava kar û barê xwe da bûn, bê gûmana şer Xelkê vê bajêrê li benda bûharê bûn, ya jîyanek aram Hêvîya roja Newrozê, azadî û serbestîyê de bûn ew Hema di carekî de hêrs ket Sultanekî şerxwaz Wî kir qêrîn û wêrîn, fermana wêrankirina bajêrê da! Neha bûyê donzdeh roj û şev pevçûne li ser bajarê Efrîn Bi heftê du teyaran, hezaran tang, top û leşger Mirinê dibarînîn ser ev bajarê xweşik û rengîn Di gundekî Efrînê de jinikekî pîr,heştê salî wusa qise dike; Herkes çû, bê min kesek li vir neman yawrûm, ezê çi bikim? Her roj li ser me da dikin gimo, gimo, gimo, gim. Bombe dibarînin, xirabe kirin wan her der. Ne kehraba heye, ne gaz, tenê mame di nava tarîyê da. Xelkê bajêrê revîyan çûn, nikarin canê xwe xelas bikin. Kesek min tune, tenê Xwedê heye yawrûm ezê çi bikim? Tenê Xwedê heye, kesek nîne li vir, Tenê Xwedê heye kesek nîne li vir... Û fermandarê kuştinê, wêrankirina bajarê wan jî; Fena jina pîr ya heştê salî wusa dibêje bi şev û roj ‘ Tenê Xwedê heye kesek nîne xên ji wî ’ dibêje! Gelo ev Xwedê çira wusa bêdenge herdem dijî zordaran?
01.02.2018, Hamburg
Xwendevanên delal, welatê Ukrayîne wayê fena bajarê Efrînê tê wêrankirin û giregirên vê dinyayê jî ji dûrve temaşe dikin. Çawa ku gotinekî mezinên kurdan dibêje: dengê tufengê ji dûrve xweş tê. Şer, kuştin, talan û destdirêjî li ser namûsa xelkê bi hevre girêdayîne. Ev zulim û zordarî vê zemanê da kesî bawer nedikir ku bibe. Xelkên medenî wusa dizanîyan ku merivatî êdî ji ev torê hovitîyan dûre, lê me dît ku ev bawerîya me xeyale û herdem hîn kes dikarin tufanan ser xelkê de bibarînin. Hêvîya me dîsa jî mirovin, ger ew hişyar û zana bin dikarin dawîya şerê bînin li rûyê erdê da! Ez dijî şer û zulmê me, lewra ji bona hemû gelan aşitî, serfîrazî û jîyanekî bextewar dixwazim. Heyanê careka dinê bimînin di nava aşitî û aramîyê da!
|
|
|
|