|
Ji bajarê ku dengê xwe winda kirîye
|
2022-03-22 18:19
|
Suphi Aydın
|
|
FENA KEREM’Ê
Hewa fena qerşûnê girane! Biqêr biqêr biqêr biqêr diqêrim. Banzdin gazî ji we dikim werin bihelînin qerşûnê...
Ew ji min re dibêje: Tuyê bi vê dengê xwe bibî xwelî lo! Fena Kerem’ê bişewitî bişewitî...
‘derd gelekin him jî derd tunin’ Guhên dilan kerrin... Hewa fena qerşûnê girane Ez ji wî re dibêjim: Ezê çengekî xwelî bim û fena Kerem’ê bişewitim bişewitim.
Ger ez neşewitim tu neşewitî em neşewitin wê çawa bên çirandin tarî ronahî be her der...
Hewa fena erdê avîse. Hewa fena qerşûnê girane. Biqêr biqêr biqêr biqêr diqêrim Zû bikin werin gazî ji we dikim rabin bihelînin ev qerşûnê...
Gulan, 1930
Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandîye kurmancîyê. Hêvî dikim ev wergera min qayilbin û bixwînin. Çawa ku hûn jî pê hesîyane ‘hewa fena qerşûnê girane’ di van rojande. Alîkî da jana Coronayê ketîye nav dinyayê û merivan dikuje, hêlekî da jî meriv bixwe hevdû dikujin. Şer, talan û zordarî li ser welatê Ukrayna û li ser welatê me da jî berdewame. Xirîstîyan jî fena Misilmanan xwîna hevdû dirêjînin. Çawa ku Nazim Hîkmet di helbesta jorîn da banga helandina qerşûnê dike, em jî banga aşitî û azadîyê dikin ji bona hemû gelan. Newroz weka her salê hat pîrozkirin. Emê hêvîya rojên serfîraz û aramîyê nesekinin, berxwebidin, dijî zor û zulmê bêdeng nepên.Bi qasê hêz û zanîna xwe xebat bikin ku rojekî berê bigîhêjin armanca xwe. Newroza we pîroz be! Heyanê careka din bimînin di nav xweşî û rindîyê da.
|
|
|
|