|
XEBERA REŞ
|
2022-04-09 21:26
|
Suphi Aydın
|
|
XEBERA REŞ
Çîvîkek heye di Erzîngan’ê da lê di per û baskên wê de zîv tune. Çû û venegerîya yaramin êdî di vê bûyerê de mereqek nema. Çîyano, çîyano, lo çîyano... Girtîye nava destên xwe serê xwe yê bixwîn di nava berfê de Erzîngan digîre... Ev negîre, kê bigîre...
Berf dibare pelûl – pelûl xezebe wê bê û biçe... Rêz bûne radizin mirîyên ser piştê ketî dibe êvar ev tevnagerin nikarin êdî agirê xwe dadin...
Fecîr dibe zelal, roj bilind dibe kesek ji wan ranabe naçe avê. Bi serê xwe yê pelixandî ve mirî gîhiştine xewa xwe ya ebedîyê.
Ji kevira sipîyê gazî dike nîvê şevê seata qişlê lêdixe dudo yê. Çiqas di demekî kin de qedîya jîyan. Hinek ji wan şeş heyvî, hinek jî rûsipî, hîn kes jî sêzde, çarde salî bûn, hîn kes jî ji xwe ra rêwî bûn, hinekî ji wan jî benda xeberekî xêrê bûn, rêz bûne radizin mirîyên ser piştê ketî...
Di meşkên wan de rûn hebû nehat çêkirin, pêynîrê xwe yê sipî nikarin bikin nava parzûnan, bi hesretê çûn mirî, têra dilê xwe nejîyan li dinê...
Ji xewê ranebûn û nerevîyan, nedikarîbûn bibin çîvîkekî û bifirin, çehl hatin kolandin kesek naçe binê. Hespên Erzîngan’ê rehwanin lê çi heyfe nikarin ji hespan suwar bin mirî rêz bûne radizin mirîyê ser piştê ketî...
.........................................................
Ji kîsê min de tune ku bidim, Lewra min jî ji dilê xwe da.
1940
Xwendevanên delal ev helbest ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandîye ser kurmancîyê. Nazim Hîkmet ev helbesta jorîn ser erdhêj – zelzeleya bajarê Erzînganê nivîsîye û rewşa mirîyan tîne ber çavên me. Ji xwe di welatê me da erdhêj gelekî caran çêbûne û canê xelkê me girtîye, gund û bajêr jî xirabe kiriye. Emê bibêjin bira Xwedê ev xelkê reben ji afatan biparêze. Alîyekî de afatên xwezayî û hêlekî de jî zor û zulma dewletên dagirker tim li ser can û malên xelkê me da kêm nabin. Bê azadî û jîyenekî edlayî yê çareya ev belangazîyê jî tuneye. Heyanê careka dinê bimînin di nava xweşî û qencîyê de!
|
|
|
|