|
SONIKÊ SONIKON
|
2022-05-01 21:18
|
Suphi Aydın
|
|
Sêr aw di vindêrt ma çinar û ez. Mîyan aw di asîyên sûrêt ma yê çinar û yê mi. Şowq aw don ma rî
don çinar û mi rî. Sêr aw di vindêrt ma çinar, ez, yow zî pisîng. Mîyan aw di asîyên sûrêt ma yê çinar, yê mi û yow zî yê pisîng. Şowq aw don ma rî
don çinar, mi û yow zî pisîng rî. Sêr aw di vindêrt ma çinar, ez, pisîng û yow zî ruej. Mîyan aw di asîyên sûrêt ma yê çinar, yê mi, yê pisîng û yow zî yê ruêj. Şowq aw don ma rî
don çinar, mi, pisîng û yow zî ruêj rî. Sêr aw di vindêrt ma çinar, ez, pisîng, ruej û yow zî emir ma. Mîyan aw di asîyên sûrêt ma yê çinar, yê mi, yê pisîng, yê ruêj û yow zî yê emir ma. Şowq aw don ma rî
don çinar, mi, pisîng, ruêj û yow zî emir ma rî. Sêr aw di vindêrt ma hêvêr pisîng şina bena vîn mîyan aw di sûrêt yey. Cuya pê ez şina zayî ben mîyan aw di sûrêt mi. Mina pê çinar şina nimonen mîyan aw di sûrêt yey. Çinar dim ra aw zî şina la ruêj binê vinden, axir pêynî di ruej zî şen.
ÇÎROKA ÇÎROKAN
Serê avê de sekinîne em çinar û ez. di avê da xuya dikin sûretên me ya çinarê û ya min. Şewqa avê li me dixe li çinarê û li min.
Serê avê de sekinîne em çinar û ez, yek jî pisîng. Di avê de xuya dikin sûretên me ya çinarê, ya min û yek jî ya pisîngê. Şewqa avê li me dixe li çinarê, li min û yek jî li pisîngê.
Serê avê de sekinîne em çinar, ez, pisîng û yek jî roj. Di avê de xuya dikin sûretên me ya çinarê, ya min, ya pisîngê û yek jî ya rojê. Şewqa avê li me dixe li çinarê, li min, li pisîngê û yek jî li rojê.
Serê avê de sekinîne em çinar, ez, pisîng, roj û yek jî emrê me. Di avê de xuya dikin sûretên me ya çinarê, ya min, ya pisîngê, ya rojê û yek jî ya emrê me. Şewqa avê li me dixe li çinarê, li min, li pisîngê, li rojê û yek jî li emrê me.
Serê avê de sekinîne em Ewil wê pisîng biçe winda dibe di avê de sûreta wê. Ji dû wê ezê biçim zayî dibe di avê de sûreta min. Ji dû min re wê çinar biçe namîne di avê de sûreta wê. Ji dû çinarê wê av jî biçe roj wê hinekî bimîne, lê di dawîyê de wê ev jî biçe.
Xwendevanên delal, ev hebesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandiye ser zazakî, kurmancîyê. Hêvî dikim hûn wê bixwînin û pê wergera min qayîl bin. Heyanê careka din bimînin nava xweşî û aramîyê de!
|
|
|
|